305 rêxistinên civakî piştgirî dan deklerasyona Ocalan

  • rojane
  • 15:33 29 Hezîran 2019
  • |
img

AMED - 305 rêxistinên civakî ku di bin baneyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê de kom bûn, piştgirî dan 7 xalên çareseriyê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Nûnerên 305 rêxistinan diyar kirin ku têkoşîna ji bo aştiyê pîroz e û xwestin hemû rêxistinên civakî û demokratîk berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Herêma Amedê têkildarî geşedanên dawî û peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Eywana Resepsiyonê ya Parka Sumer a Yenîşehîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Di bin baneyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Herêmê de 305 rêxistinên sivîl kom bûn. Li salonê pankarta "Ji bo jiyaneke bi rûmet aşitî" daliqandin. Bi Kurdî û Tirkî daxuyanî xwendin. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) ya Amedê Samet Ûcaman daxuyaniya kurdî xwend. Ûcaman dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê û li cîhanê ji ber şerên abori, çandî, olî, nijadî û hwd. jiyaneke hevpar a li ser bingeha maf û azadiyê naye jiyandin û wiha axivî: “Tirkiye bi vê pêvajoya neyini a cîhanê re di serî de ji ber înkar û pişaftina li ser Pirsgirêka Kurd her ku diçe, ber bi jêr ve diçe. Pê re jî ber bi desthilatbûnê ve diçe. Di bingeha xwe de ev qeyraneke mirovahiyê ye. Di encama vê de jî di serî de li Tirkiyeyê û li hemû cîhanê pevçûn û tundî weke riya yekane li ser gelan tê ferzkirin.”
 
'HEMÛ SAZÎ BERPIRSIYAR IN' 
 
Ûcaman diyar kir ku Tirkiye bi polîtîkayên neolîberal dixwaze modernîteya kapîtalîst li herêmê û Rojhilata Navîn bide domandin û hîn kûrtir bike û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku li hember van hemû zîhniyetan tekoşîna maf, wekhevî, demokrasî û azadiyê divê bê dayin. Di van rewşan de li hember tundiyê derketin û xwedî derketina li tekoşîna ji bo demokrasîyê berpirsiyariya hemû saziyan e.”
Ûcaman bi lêv kir ku bi demokrasiyê gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn dikarin bi ser bikevin û wiha berdewam kir: “Em di vê baweriyê de ne ku gelen me hemî jiyaneke bi rûmet heq dikin û ev jî ancax dikare bi rê û rêbazên  aştiyane û bêy tundiyê bê holê. Ku ev nebe em dibînin ku; şer, pevçûn û qeyran her ku biçe dê kûrtir bibe.” Ûcaman bi bîrxist ku ew berpirsiyarin ku xerabiyê nepejirînin û başiyê bidin ber xwe û wiha got: “Li ser vê em bawer dikin ku; hemû hêzên  li aliyê demokrasî, wekhevî û azadiyê; rewşenbîr, nivîskar, saziyên sivîl, jin, ciwan û rûsipî dê vîneke wisa derxin holê, tekoşînê bidin û dê bi ser bikevin.”
 
'TÊKOŞÎNA JI BO AŞTİYÊ PÎROZ E' 
 
Ûcaman diyar kir ku weke rêxistinên sivîl ên civakê wan her dem di vê tekoşîna aştî û azadiyê de gelek bedel dane û wiha berdewam kir: “Lê bele van bedelan ji bo tekoşîna aştî û azadiyê em hîn bibiryartir û xurttir kirine. Bi vê re em dibên ku tekoşîna ji bo aştiyê pîroz e. Di vî warî de tê xuyakirin ku bi van riyên tekane ev pirsgirêk nayin çareserkirin. Bi tekoşina bi rêbertiya Hevseroka KCD'ê birêz Leyla Guven dest pê kir û li hemû zindanan û cîhanê belav bû û bi saya serê dayikên me ên çarik sipî û tekoşîna saziyên me, me li Tirkiyeyê gaveke gelek mezin ber bi aştiyê ve avêt.”
 
'PIRSGIRÊKA KURD BI MUHATABAN RE ÇARESER DIBE' 
 
Ûcaman dest nîşan kir ku Birêz Abdullah Ocalan hem di Newroza 2013 yan de û hem jî di danezana 6’ê Gulana  2019 yan de da xuyakirin ku çareserî ne di riyên tekane û tundiyê de ye û wiha got: “Çareserî di hêzên nerm, biaqil, polîtîk û çandî de ye. Ji bo çareseriyeke demokratik û aştiyane fersendeke dîrokî li ber me ye. Lê bele van demen dawî ku dîsa operasyonên derveyî welat û hundirîn dest pê kirine hêviyên me kêm dikin. Demildest divê dev ji van polîtîkan bê berdan. Divê tiştekî wisa bê afirandin ku hemû gel mafên xwe ên kolektîf dikaribin bikar bînin û bijîn. Divê dev ji van riyên ku em dizanin encam jê naye girtin bê berdan. Divê ji bo çareserkirina  Pirsgirêka Kurd, bi muhatabên vê pirsgirêkê re; bi riyên aştiyane çareserî bê dîtin û ev fersend ji dest neye berdan.”
 
'DEMOKRASÎ DAXWAZA HEMÛ GELAN E' 
 
Ûcaman dest nîşan kir ku hemû çalakiyên xwe ên demokratîk, ji bo demokratîk kirina Tirkiyeyê  li dar dixin û wiha axivî: “Di hilbijartina dawî de hate dîtin ku xwestekên demokratîk, xwestekên hemû gelan in. Di vê hilbijartinê de hate xuyakirin ku hemû xwestekên civakî ancax bi demokratîkbûyînê dikarin bêne cih. Em hemû aliyan ji bo bilindkirina xwestekên demokratik vedixwînin tekoşînê.” Ûcaman herî dawî wiha got: “Em weke  rêxistinên demoqratîk ên civakî, ked û pîşeyî, ên ku destnîşana wan li jêr heye; weke hemû gelen li herêmê û li Tirkiyeyê; komên olî, jin, ciwan, Saziyên Sivîl ên Civakî û saziyên demokratîk; em hemû aliyên civakê vedixwînin ku li derdora xwestekên demokratîk bibine yek, xwestekên xwe yên demokratîkbûyînê bilind bikin, li hember polîtîkayên desthilatdarbûyînê bisekinin û bi hev re tekoşînê bimeşînin. Disa em ji bo ku Pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane û birûmet bê çareserkirin û aştiyeke mayinde bê bidestxistin, em hemû aliyên civakê vedixwînin ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe.”

Sernavên din

01/07/2019
15:49 Di doza Ergenekonê de biryar derket
14:18 MYK’a HDP’ê û koma wê ya Parlamentoyê civiyan
14:10 Karkerên 10 metre li bilindahiyê dixebitin ewlehiya wan tune
13:55 Ciwanan li dijî êrîşan Hêzên Xweparastina Biradost û Behdînan ava kirin
13:45 Kotaya çayê daxistin 400 kîlogramî
12:23 Di 6 mehan de li 41 rojnamegeran 119 sal û 3 meh ceza birîn
11:57 Li Çemçê tevgera hewayî
11:54 Tirkiye dixwaze xeta sînor bêmirov bihêle
11:48 Li Serêkaniyê dema binçavkirinê dirêj kirin
11:33 Hat tespîtkirin karkerê ku serokê AKP'î ew girtiye kar nayê şarederiyê
11:28 26 meh in hêj dernexistine pêşberî dadgehê
10:31 Li dijî operasyonên dersînor bang
10:09 Li Elbakê qezaya trrafîqê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
09:24 'Ji bo hilberîna xwecihî divê teşvîq bên zêdekirin'
09:24 Ji qeyûmê Dêrikê ji bo hîbeya wesayîtan civîna 'awerte'
09:23 Weşanên Sor dosyayên helbestan ên Arjen Arî dike set
09:22 Ekolojîst Barka: Heskif di bin avê de bimîne wê mirov bifetise
09:21 Bavê Mesûtoglûyê di greva birçîbûnê de: Komplo li kurê min çêkirin
09:20 Altiok: Gotarên kînê ji Madimakê heta niha her ku diçe zêde dibin
09:20 Girtiyê felç: Tecrîdê di nava tecridê de dijîm
09:19 Teqawîd: Em miriyên ku dijîne!
09:17 'Ji heman malbatê 4 kes tev li DAIŞ'ê bûn'
09:04 Waliyê Colemêrgê 5 herêm ji ketin û derketinê re qedexe kir
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2019'AN
30/06/2019
16:13 TJA'yê Zîlan bibîr anîn
14:23 Girtiyê doza Nisêbînê hişê xwe winda kir
14:02 Yuksekdag: Em hatin duriyanek nû û girîng
13:04 Davutoglu: AKP ne partiya yek kesî ye
Êdî hûn nikarin rê li pêş perçekirine bigirin
12:11 Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê dê gelek çalakî li dar bixe
12:08 Erdogan li Trump zîvirî!
11:09 Îsal berhema nîskan kem e
10:44 Arslan: Ocalan ji ber berpirsiyariya li hemberî civakê çareseriya bi aştiyê tîne rojevê
10:24 Polisan li Enqereyê 4 xwendekar binçav kir
10:15 Ji Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniya Kortekê
10:14 Komeleya Lêkolînên Kurdî dest bi waneyên havînê kir
09:16 Îdia: Li Dersimê çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:13 Wê Meclîsa Ciwana a HDP'a Cizîrê li dijî fuhûş û tiryakê tûrnûvayekê li dar bixe
09:12 Yilmaz: Dozger got 'Tu ketiye greva birçîbûnê divê tu bimire'
09:08 Farisogûllari: Divê îktîdar dev ji polîtîkayên tasfiyekar berde û gavine demokratîk bavêje
09:06 Sewalvan ji niha ve ketine etra Cejna Qurbanê!
09:05 Orhan: Sirgûnkirina mamosteyê bi kurdî axivî nayê qebûlkirin
09:03 Paletiya gihayê li Colemêrgê dest pê kir
09:02 Nelirêtiya şaredariya AKP'î 12 sal şûnde derket holê
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANÊ
29/06/2019
20:14 Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
20:02 Orhan Dogan hat bibîranîn
18:07 Dest danîn ser wesayîta meqamê ya Şaredariya Panosê
17:09 Hejmara duyemîn a Kovara Folklora Me derket
16:59 DBP'ê binçavkirina rêveberên xwe şermezar kir
16:49 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:22 Çiyayê Cudî dişewite
16:17 Gelê Ranya li dijî komkujiya Kortekê meşiyan
16:17 ‘Girtiyê nexweş Şahîn ê emeliyata wî nebaş derbas bû nayê dermankirin’
16:06 Xizmên Windayan li Amed û Êlihê xwestin kujer bên darizandin
15:45 ‘Dibin kontrola leşkeran de dirûna dexl û danên xwe didirûn’
15:33 305 rêxistinên civakî piştgirî dan deklerasyona Ocalan
15:32 Li kujerên Alî Uygar pirsîn
15:12 Di "Rûniştina F" de xwestin girtiyê nexweş Alkiş bê berdan
14:41 Gelê herêmê li dijî operasyonên TSK'ê bi bertek in
14:23 Taşdemîr: Em bi ser ketin ê ji îro û şûnde jî bi serkevin
14:18 Şewata li Dersimê hildan bin kontrolê
13:57 Dayikên Şemiyê: Bila şûna gora Demîray bê eşkerekirin
13:46 TJA Zeynep Kinaci bi bîr anî
13:45 Rojnameger Demirhan serbest berdan
13:32 Komeleya Karkerên Mezopotamyayê serdana Mertalên Zindî kir
12:55 Mîlîtanên Taliban bi ser qereqolê de girt: 25 kes mirin
11:54 Şagirtên MA Muzîkê mezûn bûn: Em bimirin jî em ê stranên kurdî bêjin
11:49 Festîvala Qersê bi dîmenên rengîn ên gelan dest pê kir
11:47 Piştî operasyona eskerî hemû çandiniyê welatiyan şewitîn
11:26 Pirsa ku 94 salin nayê bersivandin: Gora Şêx Saîd li ku ye?
11:23 Rastiya li pey kuştina du xwişkan
10:21 Taşdemîr: Divê muxalefet banga Îmraliyê baş binirxîne
10:12 Rojnameger Yaşar û Hacioglu hatin berdan, Çelebî nehat berdan
10:00 Girtî Sedat Atsiz sewqî Boluyê kirin
09:59 3 sal û mehek ceza dan Dûymak a hevjînê xwe di jêrzemînên Cizîrê de winda kir
09:12 Li Rihayê, ji 2 xebatkarên tenduristiyê yek jê bi mobîngê re rû bi rû dimîne
09:11 Togrûl: Divê îtifaqa demokrasiyê ji bo qanûnek bingehîn a nû gav bavêje
09:11 'Divê îtifaqa demokrasiyê dewam bike'
09:10 Dayikên Laçik Spî xêz kirin: Min xwest li gor ruhê demê tev bigerim û wijdanekî biafirînim
09:09 ATK'ê polîsê Hantaş kuşt tespît nekir
09:08 'Li dijî cinayetên jinan divê torek hevpar û yekîtiya refleksî pêk bê'
09:07 Kesên teqawidbûyî: Ji bo debarê em ji her tiştî kêm dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANÊ
28/06/2019
18:53 Edîtorê Sendika.Org Alî Ergîn hat binçavkirin
17:48 Hevseroka HDP'ê ya Qilebanê Ender hat berdan
17:12 7 kes hê jî di bin çavan de ne
17:03 Di hefteya 90’emîn de qurbaniyên Roboskî hatin bibîranîn
16:57 Bi derfetin xwe birayên ku fetisîn ji avê derxistin
16:53 Belgefîlma ‘Gîtmek’ li Şîşliyê hat qedexekirin
16:46 Li Şırnexê agir bi daristanê dora qereqolê ket
16:45 Cîhan Aydin: Dixwazin cînayeta Elçî di tariyê de bihêlin
15:48 Li Newala Qesaba du viyadûk tên çêkirin
15:40 Rojnameger ceza kirin û berdan
15:39 Li Qersê mihrîcan sibê dest pê dike
15:34 Bertek nîşanî tacîz û tecawizê dan: Divê dewlet berpirsiyartiya xwe bi cih bîne
15:18 Dozên Hevserokê DBP’ê Arslan kirin yek
15:03 Prof. Dr. Acemoglu: Pirsgirêka aboriya Tirk kûr e
14:39 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Xeta sêyemîn îtîfaqa dîrokî ya bindestan e
14:30 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:18 Namzetê Hevşaredarê HDP’ê Şengul hat binçavkirin