305 rêxistinên civakî piştgirî dan deklerasyona Ocalan 2019-06-29 15:33:42 AMED - 305 rêxistinên civakî ku di bin baneyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê de kom bûn, piştgirî dan 7 xalên çareseriyê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Nûnerên 305 rêxistinan diyar kirin ku têkoşîna ji bo aştiyê pîroz e û xwestin hemû rêxistinên civakî û demokratîk berpirsiyariyê bidin ser milê xwe.  Platforma Ked û Demokrasiyê ya Herêma Amedê têkildarî geşedanên dawî û peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Eywana Resepsiyonê ya Parka Sumer a Yenîşehîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Di bin baneyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Herêmê de 305 rêxistinên sivîl kom bûn. Li salonê pankarta "Ji bo jiyaneke bi rûmet aşitî" daliqandin. Bi Kurdî û Tirkî daxuyanî xwendin. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) ya Amedê Samet Ûcaman daxuyaniya kurdî xwend. Ûcaman dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê û li cîhanê ji ber şerên abori, çandî, olî, nijadî û hwd. jiyaneke hevpar a li ser bingeha maf û azadiyê naye jiyandin û wiha axivî: “Tirkiye bi vê pêvajoya neyini a cîhanê re di serî de ji ber înkar û pişaftina li ser Pirsgirêka Kurd her ku diçe, ber bi jêr ve diçe. Pê re jî ber bi desthilatbûnê ve diçe. Di bingeha xwe de ev qeyraneke mirovahiyê ye. Di encama vê de jî di serî de li Tirkiyeyê û li hemû cîhanê pevçûn û tundî weke riya yekane li ser gelan tê ferzkirin.”   'HEMÛ SAZÎ BERPIRSIYAR IN'    Ûcaman diyar kir ku Tirkiye bi polîtîkayên neolîberal dixwaze modernîteya kapîtalîst li herêmê û Rojhilata Navîn bide domandin û hîn kûrtir bike û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku li hember van hemû zîhniyetan tekoşîna maf, wekhevî, demokrasî û azadiyê divê bê dayin. Di van rewşan de li hember tundiyê derketin û xwedî derketina li tekoşîna ji bo demokrasîyê berpirsiyariya hemû saziyan e.” Ûcaman bi lêv kir ku bi demokrasiyê gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn dikarin bi ser bikevin û wiha berdewam kir: “Em di vê baweriyê de ne ku gelen me hemî jiyaneke bi rûmet heq dikin û ev jî ancax dikare bi rê û rêbazên  aştiyane û bêy tundiyê bê holê. Ku ev nebe em dibînin ku; şer, pevçûn û qeyran her ku biçe dê kûrtir bibe.” Ûcaman bi bîrxist ku ew berpirsiyarin ku xerabiyê nepejirînin û başiyê bidin ber xwe û wiha got: “Li ser vê em bawer dikin ku; hemû hêzên  li aliyê demokrasî, wekhevî û azadiyê; rewşenbîr, nivîskar, saziyên sivîl, jin, ciwan û rûsipî dê vîneke wisa derxin holê, tekoşînê bidin û dê bi ser bikevin.”   'TÊKOŞÎNA JI BO AŞTİYÊ PÎROZ E'    Ûcaman diyar kir ku weke rêxistinên sivîl ên civakê wan her dem di vê tekoşîna aştî û azadiyê de gelek bedel dane û wiha berdewam kir: “Lê bele van bedelan ji bo tekoşîna aştî û azadiyê em hîn bibiryartir û xurttir kirine. Bi vê re em dibên ku tekoşîna ji bo aştiyê pîroz e. Di vî warî de tê xuyakirin ku bi van riyên tekane ev pirsgirêk nayin çareserkirin. Bi tekoşina bi rêbertiya Hevseroka KCD'ê birêz Leyla Guven dest pê kir û li hemû zindanan û cîhanê belav bû û bi saya serê dayikên me ên çarik sipî û tekoşîna saziyên me, me li Tirkiyeyê gaveke gelek mezin ber bi aştiyê ve avêt.”   'PIRSGIRÊKA KURD BI MUHATABAN RE ÇARESER DIBE'    Ûcaman dest nîşan kir ku Birêz Abdullah Ocalan hem di Newroza 2013 yan de û hem jî di danezana 6’ê Gulana  2019 yan de da xuyakirin ku çareserî ne di riyên tekane û tundiyê de ye û wiha got: “Çareserî di hêzên nerm, biaqil, polîtîk û çandî de ye. Ji bo çareseriyeke demokratik û aştiyane fersendeke dîrokî li ber me ye. Lê bele van demen dawî ku dîsa operasyonên derveyî welat û hundirîn dest pê kirine hêviyên me kêm dikin. Demildest divê dev ji van polîtîkan bê berdan. Divê tiştekî wisa bê afirandin ku hemû gel mafên xwe ên kolektîf dikaribin bikar bînin û bijîn. Divê dev ji van riyên ku em dizanin encam jê naye girtin bê berdan. Divê ji bo çareserkirina  Pirsgirêka Kurd, bi muhatabên vê pirsgirêkê re; bi riyên aştiyane çareserî bê dîtin û ev fersend ji dest neye berdan.”   'DEMOKRASÎ DAXWAZA HEMÛ GELAN E'    Ûcaman dest nîşan kir ku hemû çalakiyên xwe ên demokratîk, ji bo demokratîk kirina Tirkiyeyê  li dar dixin û wiha axivî: “Di hilbijartina dawî de hate dîtin ku xwestekên demokratîk, xwestekên hemû gelan in. Di vê hilbijartinê de hate xuyakirin ku hemû xwestekên civakî ancax bi demokratîkbûyînê dikarin bêne cih. Em hemû aliyan ji bo bilindkirina xwestekên demokratik vedixwînin tekoşînê.” Ûcaman herî dawî wiha got: “Em weke  rêxistinên demoqratîk ên civakî, ked û pîşeyî, ên ku destnîşana wan li jêr heye; weke hemû gelen li herêmê û li Tirkiyeyê; komên olî, jin, ciwan, Saziyên Sivîl ên Civakî û saziyên demokratîk; em hemû aliyên civakê vedixwînin ku li derdora xwestekên demokratîk bibine yek, xwestekên xwe yên demokratîkbûyînê bilind bikin, li hember polîtîkayên desthilatdarbûyînê bisekinin û bi hev re tekoşînê bimeşînin. Disa em ji bo ku Pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane û birûmet bê çareserkirin û aştiyeke mayinde bê bidestxistin, em hemû aliyên civakê vedixwînin ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe.”