Pirsa ku 94 salin nayê bersivandin: Gora Şêx Saîd li ku ye?

  • rojane
  • 11:26 29 Hezîran 2019
  • |
img

AMED - Cihê gorên Şêx Saîd û hevalên wî yên berî 94 salan li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin, hîna jî nayê zanîn. Neviyê Şêx Saîd Kasim Firat, diyar kir ku di sala 2010’an de, ji bo vê mijarê daxwazname dan Meclîs û Wezareta Karê Hûndir, li heya niha tu bersiv negirtine. 

Serhildana Şêx Saîd ku weke yekemîn raperîna dîroka komarê tê zanîn, di 5’ê Sibata 1925’an de dest pê kir. Di Gulana 1925’an de serhildana  Şêx Saîd hat tepisandin û di Dadgehên Îstiqlalê yên hatin avakirin de, ji bo bi sedan kes biryara cezayê darvekirinê hat dayîn. Dadgeha Îstiqlalê ya Amedê, di 29’ê Hezîrana 1925’an de, ji bo Şêx Saîd û 46 hevalên wî jî biryara darvekirinê da. Biryara dadgehê sibetir li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hat bi cih anî. Şêx Saîd û 46 hevalên wî hatin darve kirin.  
 
CIHÊ GORÊN WAN NEHAT AŞKERE KIRIN
 
Bi ser dervekirina Şêx Saîd û 46 hevalên wî re 94 sal derbas bûn. Cihê gora Şêx Saîd û hevalên wî hîna jî nehatiye aşkere kirin. Li gel ku tê gotin cihê gora wan li qada nêzî Orduevî ye, lê di fermiyetê de tiştek wiha tuneye. Hemû hewldanên malbat û yên siyasetmedarên Kurdên ên ji bo dîtina cihê gorên Şêx Saîd û hevalên, bê encam mane. Malbatê berî 10 salan di 2010’an de daxwazname da Wezareta Karê Hûndir, lê heya niha tu bersiv nehatiye dayîn.
 
 ‘ARMANCA WAN EW BÛ LI KURDISTANÊ JIYANA AZAD AVA BIKIN’
 
Neviyê Şêx Saîd Kasim Firat derbarê mijarê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û diyar kir ku serhildana Şêx Saîd a di sala 1925’an de li Kurdistanê nav û deng da. 
 
Firat, bal kişand ser berî sala 1924’an û wiha got: “Li Kurdistanê piştî 1806’an nêzî 20 serhildan ava bûn. Di wê sedsalê de, li Kurdistanê rihê azadiyê derketibû holê. Hedef û armanca kesên beşdarî serhildana Şêx Saîd bûn, li Kurdistanê avakirina jiyana azad û birûmet bû. Ji ber ku ji beşên cuda di nava vê serhildanê de hebûn. Kesên mîna Doktor Fûat, Fehmî Bîlal, Yûsûf Ziya, Şerko (Elewîbû), axa, xwendekar, şêx û leşker li hev kom bibûn û dixwestin jiyanek azad  li Kurdistanê ava bikin. Ji xwe gehiştin vê hedefa xwe jî û qezenc kirin.”
 
BARZAN, DERSIM Û MAHABAD…
 
Firat, da zanîn ku di hedefê de ji holê rakirina Kurdan hebû û wiha bilêv kir: “Di asta heyî de, Kurdan îro qezenc kirine, ji polîtîkayên înkar û îmhayê rizgar bûne. Bi bedelên hatin dayîn û xwîna ku rijiyayî, li Kurdistanê hin tişt şîn kirin. Li Barzan, Mehabad û Dersimê jî serhildan çêbûn. Dîsan li serê çiyan û zindanan Kurdên li ber xwe didin hene. Êdî pirsgirêka Kurd vegohertiye, pirsgirêkek navneteweyî. Tenê ji destên Kurdan derketiye. Divê em xwedî vê derkevin. Xwîna ku hat rijandin, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê hin tişt şîn kirin. Divê em pir bi hêz xwedî derkevin. Lazime em tu carî serî netewînin.  Pêwîste ku em yekitiya xwe ava bikin. Hemû pêşengên Kurdan, di serî de Mesût Barzanî divê xwedî vê mijarê derbikeve û yekitiya xwe ava bike û di vê çarçoveyê de xitabî hemû cîhanê bike. Divê berjewendiyên takekesî nexwe, pêşiya berjewendiyên gelê Kurd.” 
 
‘JI BO KURDAN PEYAMEK BÛ’
 
Li gorî Firat biraya darvekirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya 2’yemîn a Enqerê di 29’ê Hezîranê de da, ne tesadufe û derbarê vê de wiha got: “Ji bo Kurdan peyam dan. Gotin ‘me di 29’ê Hezîrana 1925’an de hûn kuştin. Emê îro jî we bikujin. Bi çi awayî dibe bila bibe, emê hemû serhildan û tevgerên we têk bibin.’ Ev peyam dan gelê Kurd.”
 
‘JI SALA 1979’AN VE EM LÊ DIGERIN’
 
Firat, dest nîşan kir ku ji sala 1979’an ve lig ora Şêx Saîd digerin û wiha pê de çû: “Heya roja îro tenê bersiv jî ji bo me nehatiye dayîn. Em hemû dizanin gora wan li ku derê ye. Bi dehan car me serlêdan kir. Birayê min bi awayekê fermî di sala 2010’an de serî li Meclîs û Wezareta Kurê Hûndir da. Lê tu bersiv nehat dayîn. Ji şehîdên me û miriyên me ditirsin. Teqez emê bigihin armanca xwe. Em li dora gorên xwe kuliye ava bikin.”
 
‘DIVÊ KURD BIBIN YEK’
 
Firat di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em Şêx Saîd û hevalên wî di salvegera wan a 94’emîn bibîr tînin. Kurdistanê gelek bedel dan.  Kirin 4 parçe. Bi sedsalane em dinava êş û azaran dene. Bila ji vê ders derxînin. Divê Kurd bibin yek. Li rêyek wiha bigirin. Divê PKK û KDP bi hevre yekitiya xwe ava bikin. Divê Kurd jî mîna gelên din bijîn. Êdî bese.”

Sernavên din

01/07/2019
15:49 Di doza Ergenekonê de biryar derket
14:18 MYK’a HDP’ê û koma wê ya Parlamentoyê civiyan
14:10 Karkerên 10 metre li bilindahiyê dixebitin ewlehiya wan tune
13:55 Ciwanan li dijî êrîşan Hêzên Xweparastina Biradost û Behdînan ava kirin
13:45 Kotaya çayê daxistin 400 kîlogramî
12:23 Di 6 mehan de li 41 rojnamegeran 119 sal û 3 meh ceza birîn
11:57 Li Çemçê tevgera hewayî
11:54 Tirkiye dixwaze xeta sînor bêmirov bihêle
11:48 Li Serêkaniyê dema binçavkirinê dirêj kirin
11:33 Hat tespîtkirin karkerê ku serokê AKP'î ew girtiye kar nayê şarederiyê
11:28 26 meh in hêj dernexistine pêşberî dadgehê
10:31 Li dijî operasyonên dersînor bang
10:09 Li Elbakê qezaya trrafîqê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
09:24 'Ji bo hilberîna xwecihî divê teşvîq bên zêdekirin'
09:24 Ji qeyûmê Dêrikê ji bo hîbeya wesayîtan civîna 'awerte'
09:23 Weşanên Sor dosyayên helbestan ên Arjen Arî dike set
09:22 Ekolojîst Barka: Heskif di bin avê de bimîne wê mirov bifetise
09:21 Bavê Mesûtoglûyê di greva birçîbûnê de: Komplo li kurê min çêkirin
09:20 Altiok: Gotarên kînê ji Madimakê heta niha her ku diçe zêde dibin
09:20 Girtiyê felç: Tecrîdê di nava tecridê de dijîm
09:19 Teqawîd: Em miriyên ku dijîne!
09:17 'Ji heman malbatê 4 kes tev li DAIŞ'ê bûn'
09:04 Waliyê Colemêrgê 5 herêm ji ketin û derketinê re qedexe kir
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2019'AN
30/06/2019
16:13 TJA'yê Zîlan bibîr anîn
14:23 Girtiyê doza Nisêbînê hişê xwe winda kir
14:02 Yuksekdag: Em hatin duriyanek nû û girîng
13:04 Davutoglu: AKP ne partiya yek kesî ye
Êdî hûn nikarin rê li pêş perçekirine bigirin
12:11 Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê dê gelek çalakî li dar bixe
12:08 Erdogan li Trump zîvirî!
11:09 Îsal berhema nîskan kem e
10:44 Arslan: Ocalan ji ber berpirsiyariya li hemberî civakê çareseriya bi aştiyê tîne rojevê
10:24 Polisan li Enqereyê 4 xwendekar binçav kir
10:15 Ji Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniya Kortekê
10:14 Komeleya Lêkolînên Kurdî dest bi waneyên havînê kir
09:16 Îdia: Li Dersimê çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:13 Wê Meclîsa Ciwana a HDP'a Cizîrê li dijî fuhûş û tiryakê tûrnûvayekê li dar bixe
09:12 Yilmaz: Dozger got 'Tu ketiye greva birçîbûnê divê tu bimire'
09:08 Farisogûllari: Divê îktîdar dev ji polîtîkayên tasfiyekar berde û gavine demokratîk bavêje
09:06 Sewalvan ji niha ve ketine etra Cejna Qurbanê!
09:05 Orhan: Sirgûnkirina mamosteyê bi kurdî axivî nayê qebûlkirin
09:03 Paletiya gihayê li Colemêrgê dest pê kir
09:02 Nelirêtiya şaredariya AKP'î 12 sal şûnde derket holê
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANÊ
29/06/2019
20:14 Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
20:02 Orhan Dogan hat bibîranîn
18:07 Dest danîn ser wesayîta meqamê ya Şaredariya Panosê
17:09 Hejmara duyemîn a Kovara Folklora Me derket
16:59 DBP'ê binçavkirina rêveberên xwe şermezar kir
16:49 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:22 Çiyayê Cudî dişewite
16:17 Gelê Ranya li dijî komkujiya Kortekê meşiyan
16:17 ‘Girtiyê nexweş Şahîn ê emeliyata wî nebaş derbas bû nayê dermankirin’
16:06 Xizmên Windayan li Amed û Êlihê xwestin kujer bên darizandin
15:45 ‘Dibin kontrola leşkeran de dirûna dexl û danên xwe didirûn’
15:33 305 rêxistinên civakî piştgirî dan deklerasyona Ocalan
15:32 Li kujerên Alî Uygar pirsîn
15:12 Di "Rûniştina F" de xwestin girtiyê nexweş Alkiş bê berdan
14:41 Gelê herêmê li dijî operasyonên TSK'ê bi bertek in
14:23 Taşdemîr: Em bi ser ketin ê ji îro û şûnde jî bi serkevin
14:18 Şewata li Dersimê hildan bin kontrolê
13:57 Dayikên Şemiyê: Bila şûna gora Demîray bê eşkerekirin
13:46 TJA Zeynep Kinaci bi bîr anî
13:45 Rojnameger Demirhan serbest berdan
13:32 Komeleya Karkerên Mezopotamyayê serdana Mertalên Zindî kir
12:55 Mîlîtanên Taliban bi ser qereqolê de girt: 25 kes mirin
11:54 Şagirtên MA Muzîkê mezûn bûn: Em bimirin jî em ê stranên kurdî bêjin
11:49 Festîvala Qersê bi dîmenên rengîn ên gelan dest pê kir
11:47 Piştî operasyona eskerî hemû çandiniyê welatiyan şewitîn
11:26 Pirsa ku 94 salin nayê bersivandin: Gora Şêx Saîd li ku ye?
11:23 Rastiya li pey kuştina du xwişkan
10:21 Taşdemîr: Divê muxalefet banga Îmraliyê baş binirxîne
10:12 Rojnameger Yaşar û Hacioglu hatin berdan, Çelebî nehat berdan
10:00 Girtî Sedat Atsiz sewqî Boluyê kirin
09:59 3 sal û mehek ceza dan Dûymak a hevjînê xwe di jêrzemînên Cizîrê de winda kir
09:12 Li Rihayê, ji 2 xebatkarên tenduristiyê yek jê bi mobîngê re rû bi rû dimîne
09:11 Togrûl: Divê îtifaqa demokrasiyê ji bo qanûnek bingehîn a nû gav bavêje
09:11 'Divê îtifaqa demokrasiyê dewam bike'
09:10 Dayikên Laçik Spî xêz kirin: Min xwest li gor ruhê demê tev bigerim û wijdanekî biafirînim
09:09 ATK'ê polîsê Hantaş kuşt tespît nekir
09:08 'Li dijî cinayetên jinan divê torek hevpar û yekîtiya refleksî pêk bê'
09:07 Kesên teqawidbûyî: Ji bo debarê em ji her tiştî kêm dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANÊ
28/06/2019
18:53 Edîtorê Sendika.Org Alî Ergîn hat binçavkirin
17:48 Hevseroka HDP'ê ya Qilebanê Ender hat berdan
17:12 7 kes hê jî di bin çavan de ne
17:03 Di hefteya 90’emîn de qurbaniyên Roboskî hatin bibîranîn
16:57 Bi derfetin xwe birayên ku fetisîn ji avê derxistin
16:53 Belgefîlma ‘Gîtmek’ li Şîşliyê hat qedexekirin
16:46 Li Şırnexê agir bi daristanê dora qereqolê ket
16:45 Cîhan Aydin: Dixwazin cînayeta Elçî di tariyê de bihêlin
15:48 Li Newala Qesaba du viyadûk tên çêkirin
15:40 Rojnameger ceza kirin û berdan
15:39 Li Qersê mihrîcan sibê dest pê dike
15:34 Bertek nîşanî tacîz û tecawizê dan: Divê dewlet berpirsiyartiya xwe bi cih bîne
15:18 Dozên Hevserokê DBP’ê Arslan kirin yek
15:03 Prof. Dr. Acemoglu: Pirsgirêka aboriya Tirk kûr e
14:39 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Xeta sêyemîn îtîfaqa dîrokî ya bindestan e
14:30 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:18 Namzetê Hevşaredarê HDP’ê Şengul hat binçavkirin