Pirsa ku 94 salin nayê bersivandin: Gora Şêx Saîd li ku ye? 2019-06-29 11:26:19 AMED - Cihê gorên Şêx Saîd û hevalên wî yên berî 94 salan li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin, hîna jî nayê zanîn. Neviyê Şêx Saîd Kasim Firat, diyar kir ku di sala 2010’an de, ji bo vê mijarê daxwazname dan Meclîs û Wezareta Karê Hûndir, li heya niha tu bersiv negirtine.  Serhildana Şêx Saîd ku weke yekemîn raperîna dîroka komarê tê zanîn, di 5’ê Sibata 1925’an de dest pê kir. Di Gulana 1925’an de serhildana  Şêx Saîd hat tepisandin û di Dadgehên Îstiqlalê yên hatin avakirin de, ji bo bi sedan kes biryara cezayê darvekirinê hat dayîn. Dadgeha Îstiqlalê ya Amedê, di 29’ê Hezîrana 1925’an de, ji bo Şêx Saîd û 46 hevalên wî jî biryara darvekirinê da. Biryara dadgehê sibetir li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hat bi cih anî. Şêx Saîd û 46 hevalên wî hatin darve kirin.     CIHÊ GORÊN WAN NEHAT AŞKERE KIRIN   Bi ser dervekirina Şêx Saîd û 46 hevalên wî re 94 sal derbas bûn. Cihê gora Şêx Saîd û hevalên wî hîna jî nehatiye aşkere kirin. Li gel ku tê gotin cihê gora wan li qada nêzî Orduevî ye, lê di fermiyetê de tiştek wiha tuneye. Hemû hewldanên malbat û yên siyasetmedarên Kurdên ên ji bo dîtina cihê gorên Şêx Saîd û hevalên, bê encam mane. Malbatê berî 10 salan di 2010’an de daxwazname da Wezareta Karê Hûndir, lê heya niha tu bersiv nehatiye dayîn.    ‘ARMANCA WAN EW BÛ LI KURDISTANÊ JIYANA AZAD AVA BIKIN’   Neviyê Şêx Saîd Kasim Firat derbarê mijarê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û diyar kir ku serhildana Şêx Saîd a di sala 1925’an de li Kurdistanê nav û deng da.    Firat, bal kişand ser berî sala 1924’an û wiha got: “Li Kurdistanê piştî 1806’an nêzî 20 serhildan ava bûn. Di wê sedsalê de, li Kurdistanê rihê azadiyê derketibû holê. Hedef û armanca kesên beşdarî serhildana Şêx Saîd bûn, li Kurdistanê avakirina jiyana azad û birûmet bû. Ji ber ku ji beşên cuda di nava vê serhildanê de hebûn. Kesên mîna Doktor Fûat, Fehmî Bîlal, Yûsûf Ziya, Şerko (Elewîbû), axa, xwendekar, şêx û leşker li hev kom bibûn û dixwestin jiyanek azad  li Kurdistanê ava bikin. Ji xwe gehiştin vê hedefa xwe jî û qezenc kirin.”   BARZAN, DERSIM Û MAHABAD…   Firat, da zanîn ku di hedefê de ji holê rakirina Kurdan hebû û wiha bilêv kir: “Di asta heyî de, Kurdan îro qezenc kirine, ji polîtîkayên înkar û îmhayê rizgar bûne. Bi bedelên hatin dayîn û xwîna ku rijiyayî, li Kurdistanê hin tişt şîn kirin. Li Barzan, Mehabad û Dersimê jî serhildan çêbûn. Dîsan li serê çiyan û zindanan Kurdên li ber xwe didin hene. Êdî pirsgirêka Kurd vegohertiye, pirsgirêkek navneteweyî. Tenê ji destên Kurdan derketiye. Divê em xwedî vê derkevin. Xwîna ku hat rijandin, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê hin tişt şîn kirin. Divê em pir bi hêz xwedî derkevin. Lazime em tu carî serî netewînin.  Pêwîste ku em yekitiya xwe ava bikin. Hemû pêşengên Kurdan, di serî de Mesût Barzanî divê xwedî vê mijarê derbikeve û yekitiya xwe ava bike û di vê çarçoveyê de xitabî hemû cîhanê bike. Divê berjewendiyên takekesî nexwe, pêşiya berjewendiyên gelê Kurd.”    ‘JI BO KURDAN PEYAMEK BÛ’   Li gorî Firat biraya darvekirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya 2’yemîn a Enqerê di 29’ê Hezîranê de da, ne tesadufe û derbarê vê de wiha got: “Ji bo Kurdan peyam dan. Gotin ‘me di 29’ê Hezîrana 1925’an de hûn kuştin. Emê îro jî we bikujin. Bi çi awayî dibe bila bibe, emê hemû serhildan û tevgerên we têk bibin.’ Ev peyam dan gelê Kurd.”   ‘JI SALA 1979’AN VE EM LÊ DIGERIN’   Firat, dest nîşan kir ku ji sala 1979’an ve lig ora Şêx Saîd digerin û wiha pê de çû: “Heya roja îro tenê bersiv jî ji bo me nehatiye dayîn. Em hemû dizanin gora wan li ku derê ye. Bi dehan car me serlêdan kir. Birayê min bi awayekê fermî di sala 2010’an de serî li Meclîs û Wezareta Kurê Hûndir da. Lê tu bersiv nehat dayîn. Ji şehîdên me û miriyên me ditirsin. Teqez emê bigihin armanca xwe. Em li dora gorên xwe kuliye ava bikin.”   ‘DIVÊ KURD BIBIN YEK’   Firat di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em Şêx Saîd û hevalên wî di salvegera wan a 94’emîn bibîr tînin. Kurdistanê gelek bedel dan.  Kirin 4 parçe. Bi sedsalane em dinava êş û azaran dene. Bila ji vê ders derxînin. Divê Kurd bibin yek. Li rêyek wiha bigirin. Divê PKK û KDP bi hevre yekitiya xwe ava bikin. Divê Kurd jî mîna gelên din bijîn. Êdî bese.”