Şenoglu: Dem dema pêşxistina vîna jiyana hevpar a gelan e

  • rojane
  • 09:08 28 Hezîran 2019
  • |
img

STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû, destnîşan kir ku îktîdar di hilbijartina 23'yê Hezîranê de têk çûye û got: "Encamên hilbijartinê wê bibe nîşaneya guherînên celebî. Êdî dem dema bilindkirina vîna jiyana bi hev re ya gel e." 

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, hilbijartina 23'yê Hezîranê nirxand û got: "Di hilbijartina 23'yê Hezîranê de gel ji dêvla faşîzmê demokrasî tercîh kir. Gel di hilbijartina Stenbolê de xwest ku pirsgirêkên Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk bên çareserkirin. Encamên hilbijartinê wê bibe nîşaneya guherînên celebî. Êdî wext e ku gel bi hev re vîna jiyana bi hev re bilind bikin." 
 
Şenoglû, destnîşan kir ku di warê çendayî de encamên hilbjartinê wê bibin nîşaneya guherînên celebî jî û divê ev guherîn tenê wekî hilbijartina Stenbolê neyên nirxandin. Şenoglû, got: "Rayedarên îktîdarê gotibûn em vê tenê wekî hilbijartina Stenbolê esas nagirin. Me jî gotibû, ev tenê ne hilbijartina Stenbolê ye. Me ev wekî hilbijartina Stenbolê dinirxand. Bi vê hilbijartinê dixwastin rejîma yekzilamî tam pêk bînin. Lê tersa wê çêbû. Yanî gel bi awayekî teqez li hemberî faşîzmê demokrasî tercîh kir. Em jî vê yekê bi vî awayî dixwînin. Gel di hilbijartina Stenbolê de xwest ku pirsgirêkên Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk bên çareserkirin." 
 
STRATEJIYA HDP'Ê 
 
Şenoglû, bilêv kir ku di hilbijartinê de stratejiya HDP'ê bûye stratejiyeke diyarker û got: "Ji xeynî hebûna Tevgera Azadiyê ya Kurd û HDP'ê, li ber Tirkiyeyê tu alternatîfeke ji bo demokrasiyê tune ye. Eger wê Tirkiye demokratîk bibe, nexwe divê rejîma yekzilamî bê berterefkirin da îstikrara civakiyî pêk bê û divê têkoşîna gelê kurd jî kirdeya sereke ya vê yekê be. Helbet di nezda HDP'ê de bi yekîtiya çepgir-sosyalîst, kedkar û jinan wê pêk bê. Di hilbijartina Stenbolê de bi awayekî aşkere hat dîtin ku stratejiya HDP'ê baş pêk hatiye. Îktîdar, xwest bi nameya Ocalan a ji Îmraliyê anî taktîka HDP'ê manîpule bike. Lê ev pêngava îktîdarê jî pûç bû. Tevî hemû manîpulasyonan dîsa jî gelê kurd demokrasî tercîh kir û pêngava îktîdarê pûç kir." 
 
‘ÊDÎ DEM DEMA BILINDKIRINA VÎNA JIYANA BI HEV RE YE' 
 
Şenoglû, bilêv kir ku ger îtifaqa civakiyî berbelav bibe wê li ber Tirkiyeyê rêya ji bo demokrasî, aştî û edaletê vebibe û got: "Îtifaqa civakiyî; îktîdarbûyîna gel e. Wexta em dibên îktîdarbûyîna gel, divê ev tenê wek bikaranîna deng neyê nirxandin. Em vê wekî ku gel ji bo pêşeroja xwe biryaran bigire dinirxînin. Ev jî divêtiyeke demokrasiya xwecihî ye. Me di vê hilbijartinê de dît ku demokrasiya xwecihî bêtir xurt bûye. Divê êdî pêşengiya daxwazên civakê bê kirin. Divê feraseta jiyana bi hev re esas bê girtin û mirov ji gotin û helwestên cihêkar dûr bikeve. Êdî dem dema bilindkirina vîna jiyana bi hev re ya gel e. Xebatên me di vî warî de bûn û em ê ji bo ji niha û pê ve bêtir bixebitin." 
 
‘ÎKTÎDAR TÊK ÇÛ' 
 
Şenoglû, anî ziman ku her diçe taybetiya rêvebirinê ya îktîdarê têk diçe û got: "Îktîdareke ku ji bo berdewamiya xwe hêza dewletê ya bi darê zorê bi kar tîne. A rast AKP, ji hilbijartina 7'ê Hezîranê ve ji îktîdarê ketiye. Piştî 7'ê Hezîranê ew MHP'ê bûn îtifaq û bi vî awayî îktîdar e. Îktîdara heyî xwedî avaniyeke şikestiyî ye. Di hilbijartina 23'yê Hezîranê de têk çû, lê ne bi temamî. Mesele jî ew e ku bi temamî biçe." 
 
MA / Naci Kaya - İrfan Tuncçelik
 

Sernavên din

28/06/2019
14:16 Xizmên kesên li Kortekê hatin kuştin: Rejîma Tirkiye ji ya Baasê jî xiraptire
14:14 Li Dersimê agir bi daristanê ket
14:02 Ceryanê ji sedî 15 zem kirin
14:01 Operasyona leşkerî ya li Lîcê bi dawî bû -
13:44 Aydin: Em bang dikin ku daraz li gorî azadiya îfadeyê tev bigerin
13:30 Ji ber ku di cenazeyê kurê xwe de wêneyê wî hilgirt doz lê vekirin
13:05 Şahidê dosya Nîhat Kazanhan û 7 kesên din hatin berdan
12:58 Jina ku maşînê lê xist jiyana xwe ji dest da
12:57 Li Dersimê 30 herêm hatin qedexekirin
12:25 Di bombebaranê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn
12:24 Beştaş: Çima qadên bi dar û ber tune dikin?
12:18 KCD'ê Şêx Seîd û Hevalên wî bi bîr anî
12:12 NÇM: Li Heskîfê dagirkerî heye, werin em lê xwedî derkevin
11:45 Jina ku daxwaza wê ya parastinê nehat qebûlkirin, hat kuştin
11:26 Li Qersê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:25 Girtiyên greva birçîbûnê bi dawî kirin, bi heftana sewqî nexweşxanê nayin kirin
11:19 Dayika Medenî Yildirim: Hêviya min ji adaletê nemaye
11:18 Di ser koçkirina Orhan Dogan ê ji bo aştiyê lêborîn xwest re 12 sal borîn
10:49 Li Girtîgehên Xarpêtê binpêkirina mafan didome
10:41 Hevseroka HDP’ê ya Qilabanê hat binçavkirin
10:23 Cezayê hucrê dan girtiyên jin ên bertek nîşanî kamerayên nava qawîşan dan
10:06 Şaredariyên HDP'ê pirzimaniyê dixwazin lê 3 meh in gav neavêtine
09:12 Wê Mazlûm Erencî li ser gora wî bibîr bînin
09:11 Girtinek cuda
09:11 Li herêma Omeriyan hestiyên kesekî/ê hatin dîtin
09:10 Li Girtîgeha Tarsûsê 100 girtî giliyê gardiyanan kir
09:09 Hetîketiya li ser hetîketiyê: Dadgehê wêneyê 'şaş' şand, TRT'ê jî got 'ew bi xwe ye'
09:09 'Ji bo 'jinûve darizandinê' pêdivî bi destekeke hiqûqî heye'
09:08 Şenoglu: Dem dema pêşxistina vîna jiyana hevpar a gelan e
09:08 Sîbera daran li dijî germa zêde derman e
09:07 'Ev der ne girtîgehe, dibistaneke leşkerî ye'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:30 8 sal şûnde li Kortekê komkujiya duyemîn
27/06/2019
16:51 Kesê li Qoserê daran şikand hat binçavkirin
16:33 Êrîşên li dijî Bîrdariya Komkujiya Enqereyê şermezar kirin
16:30 Li Cizîrê 8 kesan binçav kirin
15:18 Ji bo pêşxistina muzîka kurdî derdikevin rê
15:11 Ji bo tevlêbûna Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Serhedê bang
14:50 Li Wanê keyayek din jî ji peywirê girtin
14:25 Li başûrê Liceyê operasyona leşkerî dest pê kir
14:12 Efrîniyên ku tên darizandin nehatin berdan
13:59 Di doza Dink de dozger xwest 7 kes bên cezakirin
13:36 HDK: Em li dijî faşîzmê têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê bilind bikin
13:17 Qeydên Konservatura Bajêr dest pê kirin
12:44 DMME’yê ji bo zimanê sûryanî Tirkiyeyê neheq kir
12:09 Dê Meclis îsal nekeve betlaneyê
11:57 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Polisan bi ser mala endama meclisa şaredariyê ya HDP'î de girt û hemû ferdê malbatê binçav kir
11:19 Serokeşîrên Kerkûkê: Em dikarin xwe bi birêve bibin
10:40 Lİ Îdirê Mihrîcana Kevneşop a Mişmişan dest pê dike
10:39 'Qanûna Parastina Havzaya Gola Wanê' bikin zagon
10:25 Bayrak: Divê pirsgirêka bingehîn a ji niha şûn ve lihevkirina civakî ya kûr be
10:14 Çîçek: Kurd di çarçoveya peyama Ocalan de çûn ser sindoqan
09:32 Di bin navê ‘muayenekirinê’ de ji jimara 2’an sewqî jimara 1’an kirin
09:31 Li Amedê operasyona 'raporên sexte'
09:09 Sûlava Kanispiyê di bin talûkeya HES'ê de ye
09:08 Ekolojist Yalniç: Divê îktîdar dest polîtîkayên şer ên xwezayê talan dike berde
09:07 Çemê Dîcleyê di 3 salan de 42 kes daqurtand
09:07 Qeyûmê Nisêbînê malê şaredariyê diyarî midûriyeta perwerdehiyê kiriye
09:06 Naklîyevanên Rihayê îflas kirin
09:05 Rêwîtiya zozanan dest pê kir
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2019'AN
26/06/2019
22:35 Erdogan: Ez nizanim ku bi bultena sor li Osman Ocalan digerin
17:59 HDP’ê konferansa xwe ya Anatoliya Navîn li dar xist
17:39 Sibê dê ji bo Engîn Eroglu qapaxên bendavê bên girtin
17:21 Kesek di Çemê Firatê de xeniqî
16:16 Xebatkarê Azadiya Welat, Nîzamettîn Yilmaz hat berdan
14:57 'Dinyayek bêîşkence mimkin e’
14:25 Kaftancioglu roja înê derdikeve pêşberî dadger
13:46 SES’a Amedê xwest daxwazên wan ên TÎS’ê bên qebûlkirin
13:28 Cenazeyê ciwanê di Çemê Dîcle de fetisî hat dîtin
13:20 Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Rihayê tahliye bûn
12:59 Mamoste Ayşe Çelîk hat beratkirin
12:31 Raportorê NY Kaye: Tirkiye nakeve nava hewldanan
12:06 Ji rojnameger Bêrîtan Canozer re 15 sal ceza hat xwestin
11:21 Li Stenbolê jinek bi îşkenceyê hat kuştinê
10:59 Cenazeyê Alinbay li Pîranê hat veşartin
10:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 11 kesan jiyana xwe ji dest da
10:33 Dixwazin gundên li ser Çemê Dîcleyê vala bikin
09:17 Nîvgirava Bodrûmê bi RES'an tê texrîbatkirin
09:16 Hunermend Çiya: Gotin 'Stranên kurdî jî ji bo me sedema propagandaya rêxistinê ne'
09:16 Civîna li avahiya HDP'î jî sûc e!
09:15 Bûlût: Wê Hikûmeta Başûr bi vî awayî nikaribe li ser piya bimîne
09:15 'Em bi zorê debara xwe dikin'
09:14 Colemêrgî dixwazin dora Gola Zûrya bê çêkirin û paqijkirin
09:14 Ji ber krîzê wesayîtên xwe difiroşin
09:14 Her diçe rewşa Kemal Ozelamli xirabtir dibe
09:13 Berhema temenekî: Baweriyên Gelêrî
09:13 Ji heman biryarê 2 kes hatin berdan lê Akademîsyen Fusun Ustel hêj girtî ye
09:12 Di salên dawî de 30 bendav ava kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:51 Dozger îtîrazî biryara berata Doza Panzêrê kir
08:51 Hunermend ji bo Heskîfê derketin ser dikê: Em xwedî li Heskîfê derkevin
08:17 Aksakoglu ji girtîgehê derket
25/06/2019
19:05 Li Amedê pevçûneke çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:02 4 parêzerê Buroya Hiqûqê ya Gel girtin
16:22 Şopên xwînê ya li qeraxê Munzurê aîdî Eroglu derket
16:21 Zeviyên Şengalê dişewitin
15:41 Baroya Amedê: Dixwazin lêpirsîna Arkaş li ser derewan bi rêve bibin
15:08 Ekrem Îmamoglû mal û milkê xwe aşkera kir