Şenoglu: Dem dema pêşxistina vîna jiyana hevpar a gelan e 2019-06-28 09:08:49 STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû, destnîşan kir ku îktîdar di hilbijartina 23'yê Hezîranê de têk çûye û got: "Encamên hilbijartinê wê bibe nîşaneya guherînên celebî. Êdî dem dema bilindkirina vîna jiyana bi hev re ya gel e."  Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, hilbijartina 23'yê Hezîranê nirxand û got: "Di hilbijartina 23'yê Hezîranê de gel ji dêvla faşîzmê demokrasî tercîh kir. Gel di hilbijartina Stenbolê de xwest ku pirsgirêkên Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk bên çareserkirin. Encamên hilbijartinê wê bibe nîşaneya guherînên celebî. Êdî wext e ku gel bi hev re vîna jiyana bi hev re bilind bikin."    Şenoglû, destnîşan kir ku di warê çendayî de encamên hilbjartinê wê bibin nîşaneya guherînên celebî jî û divê ev guherîn tenê wekî hilbijartina Stenbolê neyên nirxandin. Şenoglû, got: "Rayedarên îktîdarê gotibûn em vê tenê wekî hilbijartina Stenbolê esas nagirin. Me jî gotibû, ev tenê ne hilbijartina Stenbolê ye. Me ev wekî hilbijartina Stenbolê dinirxand. Bi vê hilbijartinê dixwastin rejîma yekzilamî tam pêk bînin. Lê tersa wê çêbû. Yanî gel bi awayekî teqez li hemberî faşîzmê demokrasî tercîh kir. Em jî vê yekê bi vî awayî dixwînin. Gel di hilbijartina Stenbolê de xwest ku pirsgirêkên Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk bên çareserkirin."    STRATEJIYA HDP'Ê    Şenoglû, bilêv kir ku di hilbijartinê de stratejiya HDP'ê bûye stratejiyeke diyarker û got: "Ji xeynî hebûna Tevgera Azadiyê ya Kurd û HDP'ê, li ber Tirkiyeyê tu alternatîfeke ji bo demokrasiyê tune ye. Eger wê Tirkiye demokratîk bibe, nexwe divê rejîma yekzilamî bê berterefkirin da îstikrara civakiyî pêk bê û divê têkoşîna gelê kurd jî kirdeya sereke ya vê yekê be. Helbet di nezda HDP'ê de bi yekîtiya çepgir-sosyalîst, kedkar û jinan wê pêk bê. Di hilbijartina Stenbolê de bi awayekî aşkere hat dîtin ku stratejiya HDP'ê baş pêk hatiye. Îktîdar, xwest bi nameya Ocalan a ji Îmraliyê anî taktîka HDP'ê manîpule bike. Lê ev pêngava îktîdarê jî pûç bû. Tevî hemû manîpulasyonan dîsa jî gelê kurd demokrasî tercîh kir û pêngava îktîdarê pûç kir."    ‘ÊDÎ DEM DEMA BILINDKIRINA VÎNA JIYANA BI HEV RE YE'    Şenoglû, bilêv kir ku ger îtifaqa civakiyî berbelav bibe wê li ber Tirkiyeyê rêya ji bo demokrasî, aştî û edaletê vebibe û got: "Îtifaqa civakiyî; îktîdarbûyîna gel e. Wexta em dibên îktîdarbûyîna gel, divê ev tenê wek bikaranîna deng neyê nirxandin. Em vê wekî ku gel ji bo pêşeroja xwe biryaran bigire dinirxînin. Ev jî divêtiyeke demokrasiya xwecihî ye. Me di vê hilbijartinê de dît ku demokrasiya xwecihî bêtir xurt bûye. Divê êdî pêşengiya daxwazên civakê bê kirin. Divê feraseta jiyana bi hev re esas bê girtin û mirov ji gotin û helwestên cihêkar dûr bikeve. Êdî dem dema bilindkirina vîna jiyana bi hev re ya gel e. Xebatên me di vî warî de bûn û em ê ji bo ji niha û pê ve bêtir bixebitin."    ‘ÎKTÎDAR TÊK ÇÛ'    Şenoglû, anî ziman ku her diçe taybetiya rêvebirinê ya îktîdarê têk diçe û got: "Îktîdareke ku ji bo berdewamiya xwe hêza dewletê ya bi darê zorê bi kar tîne. A rast AKP, ji hilbijartina 7'ê Hezîranê ve ji îktîdarê ketiye. Piştî 7'ê Hezîranê ew MHP'ê bûn îtifaq û bi vî awayî îktîdar e. Îktîdara heyî xwedî avaniyeke şikestiyî ye. Di hilbijartina 23'yê Hezîranê de têk çû, lê ne bi temamî. Mesele jî ew e ku bi temamî biçe."    MA / Naci Kaya - İrfan Tuncçelik