Çîçek: Kurd di çarçoveya peyama Ocalan de çûn ser sindoqan

  • rojane
  • 10:14 27 Hezîran 2019
  • |
img

STENBOL – Hevserokê Rêxistina HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek hilbijartina Stenbolê nirxand û got: “Gelê kurd peyama Birêz Ocalan girt û piştî peyama wî hewcetî bi çûyîna ser sindoqan dîtin.” 

 
Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratî ka Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê Cengîz Çîçek encama hilbijartinê Stenbolê ya nû bû nirxand. 
 
'XETA TÊKOŞÎNA POLÎTÎK BÛ’ 
 
Çîçek da zanîn ku encama hilbijartina Stenbolê ji bo îktîdarê peyameke û gelên Tirkiyeyê ji hemû polîtîkayên zilmdar re got “bes e” û bersiv bidawîkirina polîtîkayên nebaş da. Çîçek got hilbijartina Stenbolê tenê ne ji bo şaredariyê bû û di heman demê de xeta têkoşînek polîtîk e. Çîçek anî ziman ku encamên hilbijartinê ji bo demokratîkbûyînê hêviya civakî ava kiriye û got: “Di mijara îtîfaqa demokrasiyê de pêwîste hevparî çê bibe. Rêya sêyemîn li Tirkiyeyê em dibînin ku di îtîfaqa demokrasiyê de di eslê xwe de dînamîkên zemîna civakî ava kiriye. Divê ji vê derekve rê û piştî hilbijartina 23’ê hezîranê ji bo rêxistinkirina vê rêya sêyemîn hemû partî civakê û dewletê veguherîne demokratîkbûyînê û em difikirin di vî warî de tevgera civakî birêxistin bikin.” 
 
'OCALAN AKTOREK POLÎTÎK E’ 
 
Çîçek da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan aktorek polîtîk e û ji bo demokratîkbûyîn Tirkiyeyê û çareseriya wê lîderek pêşeng e û got: “Ji bo beşek mezin a kurdan rêberek mezin e. Divê viya bê qebûlkirin. Heke ku alîkariya birêz Ocalan a jibo siyaseta demokratîk û çanda demokratîk neyê dîtin û tenê peyamê wî ji bo hilbijartinê bên nirxandin tenê xefletek polîtîk e. Dixwazin hewldan û têkoşîna Birêz Ocalan a ji bo demokatîkkirina Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji nedîtî ve werin. Heke dixwazin Birêz Ocalan baş nas bikin û Tirkiye bikeve nava rewşa demokrasiyê lazime tecrîda li Îmraliyê bi temamî bê rakirin.” 
 
'KURDAN PEYAMÊ BI AWAYEK DIN XWEND’ 
 
Çîçek gotinên Tayyîp Erdogan ên derbarê Ocalan de jî bibîr xist û got: “Îdayên tên kirin îşaretî ehlaqê kurmî dike. Dixwestin bi ser nameya Birêz Ocalan re nêzîkatiyek spekulatîf pêk bînin û gelê kurd ji sindoqan sar bikin. Lê kurdan jibera serdestan xra kir û peyamê bi awayek din xwend. Çimkî kurd birêz Ocalan baş nas dikin. Hêj hea duh bi hezaran însan ji bo Ocalan di greva birçîbûnê de bûn. Bi gotinek Ocalan ev pêvajo bi dawî bû. Divê ku ewqas hişê meriv ne wek ên masîyan be. Kurd û dostên xwe bi salane ji bo azadiya Ocalan têkoşînê birêve dibe. Helbet serwer dê li hember daxwazek ewqas mezin a civakê bitirsin. Çimkî ev girêdan bi gel ve hatiye girêdan û bûye yek ruh. Di esasê xwe de dixwazin bitecrîda li Îmraliyê Birêz Ocalan ji gel dûr bikin û bidin jibîrkirin.” 
 
‘GELÊ KURD PEYAMA OCALAN GIRT’ 
 
Çîçek bal kişand ser têkiliya navbera gelê kurd û Ocalan û got: “Gelê kurd peyama Birêz Ocalan girtiye û piştî peyama wî hewcetî bi çûyîna ser sindoqan dîtin.” 
 
‘ME DENG JI BO ARAMIYA TIRKIYEYÊ DA’ 
 
Çîçek bibîr xist ku wan deng daye asayîbûna Tirkiyeyê û got: “Ji bo faşîzma AKP’ê têk biçe me dengê xwe da. Me dengê xwe da siyaseta demokratîk a dixwaze Tirkiye aram bibe. Tabloya Stenbolê carek din nîşanî me da ku li Tirkiyeyê bêyî kurdan demokrasî pêk nayê. Li gel kurdan bindestên li Tirkiyeyê di 23’ê Hezîranê de peyama bê me demokrasî ne pêkane dan. HDP wê xwe div ê çarçoveyê de bajar bi bjar û kolan bi kolan birêxistin bike.” 
 
‘DIVÊ CHP MUHASEBEYA XWE DÎROKÎ BIKE’ 
 
Çîçek diyar kir kul i Stenbolê ji milyonek zêdetir dengên HDP’ê hene û hilbijêran ji CHP’ê re jî got ku HDP heye û bêyî HDP’ê tu tiştek nayê birêvebirin. Çîçek anî ziman ku divê CHP muhasebeya xwe ya dîrokî bike. 
 
 
MA /Îrfan Tuncçelîk – Nacî Kaya 
 

Sernavên din

28/06/2019
14:16 Xizmên kesên li Kortekê hatin kuştin: Rejîma Tirkiye ji ya Baasê jî xiraptire
14:14 Li Dersimê agir bi daristanê ket
14:02 Ceryanê ji sedî 15 zem kirin
14:01 Operasyona leşkerî ya li Lîcê bi dawî bû -
13:44 Aydin: Em bang dikin ku daraz li gorî azadiya îfadeyê tev bigerin
13:30 Ji ber ku di cenazeyê kurê xwe de wêneyê wî hilgirt doz lê vekirin
13:05 Şahidê dosya Nîhat Kazanhan û 7 kesên din hatin berdan
12:58 Jina ku maşînê lê xist jiyana xwe ji dest da
12:57 Li Dersimê 30 herêm hatin qedexekirin
12:25 Di bombebaranê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn
12:24 Beştaş: Çima qadên bi dar û ber tune dikin?
12:18 KCD'ê Şêx Seîd û Hevalên wî bi bîr anî
12:12 NÇM: Li Heskîfê dagirkerî heye, werin em lê xwedî derkevin
11:45 Jina ku daxwaza wê ya parastinê nehat qebûlkirin, hat kuştin
11:26 Li Qersê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:25 Girtiyên greva birçîbûnê bi dawî kirin, bi heftana sewqî nexweşxanê nayin kirin
11:19 Dayika Medenî Yildirim: Hêviya min ji adaletê nemaye
11:18 Di ser koçkirina Orhan Dogan ê ji bo aştiyê lêborîn xwest re 12 sal borîn
10:49 Li Girtîgehên Xarpêtê binpêkirina mafan didome
10:41 Hevseroka HDP’ê ya Qilabanê hat binçavkirin
10:23 Cezayê hucrê dan girtiyên jin ên bertek nîşanî kamerayên nava qawîşan dan
10:06 Şaredariyên HDP'ê pirzimaniyê dixwazin lê 3 meh in gav neavêtine
09:12 Wê Mazlûm Erencî li ser gora wî bibîr bînin
09:11 Girtinek cuda
09:11 Li herêma Omeriyan hestiyên kesekî/ê hatin dîtin
09:10 Li Girtîgeha Tarsûsê 100 girtî giliyê gardiyanan kir
09:09 Hetîketiya li ser hetîketiyê: Dadgehê wêneyê 'şaş' şand, TRT'ê jî got 'ew bi xwe ye'
09:09 'Ji bo 'jinûve darizandinê' pêdivî bi destekeke hiqûqî heye'
09:08 Şenoglu: Dem dema pêşxistina vîna jiyana hevpar a gelan e
09:08 Sîbera daran li dijî germa zêde derman e
09:07 'Ev der ne girtîgehe, dibistaneke leşkerî ye'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:30 8 sal şûnde li Kortekê komkujiya duyemîn
27/06/2019
16:51 Kesê li Qoserê daran şikand hat binçavkirin
16:33 Êrîşên li dijî Bîrdariya Komkujiya Enqereyê şermezar kirin
16:30 Li Cizîrê 8 kesan binçav kirin
15:18 Ji bo pêşxistina muzîka kurdî derdikevin rê
15:11 Ji bo tevlêbûna Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Serhedê bang
14:50 Li Wanê keyayek din jî ji peywirê girtin
14:25 Li başûrê Liceyê operasyona leşkerî dest pê kir
14:12 Efrîniyên ku tên darizandin nehatin berdan
13:59 Di doza Dink de dozger xwest 7 kes bên cezakirin
13:36 HDK: Em li dijî faşîzmê têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê bilind bikin
13:17 Qeydên Konservatura Bajêr dest pê kirin
12:44 DMME’yê ji bo zimanê sûryanî Tirkiyeyê neheq kir
12:09 Dê Meclis îsal nekeve betlaneyê
11:57 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Polisan bi ser mala endama meclisa şaredariyê ya HDP'î de girt û hemû ferdê malbatê binçav kir
11:19 Serokeşîrên Kerkûkê: Em dikarin xwe bi birêve bibin
10:40 Lİ Îdirê Mihrîcana Kevneşop a Mişmişan dest pê dike
10:39 'Qanûna Parastina Havzaya Gola Wanê' bikin zagon
10:25 Bayrak: Divê pirsgirêka bingehîn a ji niha şûn ve lihevkirina civakî ya kûr be
10:14 Çîçek: Kurd di çarçoveya peyama Ocalan de çûn ser sindoqan
09:32 Di bin navê ‘muayenekirinê’ de ji jimara 2’an sewqî jimara 1’an kirin
09:31 Li Amedê operasyona 'raporên sexte'
09:09 Sûlava Kanispiyê di bin talûkeya HES'ê de ye
09:08 Ekolojist Yalniç: Divê îktîdar dest polîtîkayên şer ên xwezayê talan dike berde
09:07 Çemê Dîcleyê di 3 salan de 42 kes daqurtand
09:07 Qeyûmê Nisêbînê malê şaredariyê diyarî midûriyeta perwerdehiyê kiriye
09:06 Naklîyevanên Rihayê îflas kirin
09:05 Rêwîtiya zozanan dest pê kir
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2019'AN
26/06/2019
22:35 Erdogan: Ez nizanim ku bi bultena sor li Osman Ocalan digerin
17:59 HDP’ê konferansa xwe ya Anatoliya Navîn li dar xist
17:39 Sibê dê ji bo Engîn Eroglu qapaxên bendavê bên girtin
17:21 Kesek di Çemê Firatê de xeniqî
16:16 Xebatkarê Azadiya Welat, Nîzamettîn Yilmaz hat berdan
14:57 'Dinyayek bêîşkence mimkin e’
14:25 Kaftancioglu roja înê derdikeve pêşberî dadger
13:46 SES’a Amedê xwest daxwazên wan ên TÎS’ê bên qebûlkirin
13:28 Cenazeyê ciwanê di Çemê Dîcle de fetisî hat dîtin
13:20 Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Rihayê tahliye bûn
12:59 Mamoste Ayşe Çelîk hat beratkirin
12:31 Raportorê NY Kaye: Tirkiye nakeve nava hewldanan
12:06 Ji rojnameger Bêrîtan Canozer re 15 sal ceza hat xwestin
11:21 Li Stenbolê jinek bi îşkenceyê hat kuştinê
10:59 Cenazeyê Alinbay li Pîranê hat veşartin
10:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 11 kesan jiyana xwe ji dest da
10:33 Dixwazin gundên li ser Çemê Dîcleyê vala bikin
09:17 Nîvgirava Bodrûmê bi RES'an tê texrîbatkirin
09:16 Hunermend Çiya: Gotin 'Stranên kurdî jî ji bo me sedema propagandaya rêxistinê ne'
09:16 Civîna li avahiya HDP'î jî sûc e!
09:15 Bûlût: Wê Hikûmeta Başûr bi vî awayî nikaribe li ser piya bimîne
09:15 'Em bi zorê debara xwe dikin'
09:14 Colemêrgî dixwazin dora Gola Zûrya bê çêkirin û paqijkirin
09:14 Ji ber krîzê wesayîtên xwe difiroşin
09:14 Her diçe rewşa Kemal Ozelamli xirabtir dibe
09:13 Berhema temenekî: Baweriyên Gelêrî
09:13 Ji heman biryarê 2 kes hatin berdan lê Akademîsyen Fusun Ustel hêj girtî ye
09:12 Di salên dawî de 30 bendav ava kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:51 Dozger îtîrazî biryara berata Doza Panzêrê kir
08:51 Hunermend ji bo Heskîfê derketin ser dikê: Em xwedî li Heskîfê derkevin
08:17 Aksakoglu ji girtîgehê derket
25/06/2019
19:05 Li Amedê pevçûneke çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:02 4 parêzerê Buroya Hiqûqê ya Gel girtin
16:22 Şopên xwînê ya li qeraxê Munzurê aîdî Eroglu derket
16:21 Zeviyên Şengalê dişewitin
15:41 Baroya Amedê: Dixwazin lêpirsîna Arkaş li ser derewan bi rêve bibin
15:08 Ekrem Îmamoglû mal û milkê xwe aşkera kir