Çîçek: Kurd di çarçoveya peyama Ocalan de çûn ser sindoqan 2019-06-27 10:14:51 STENBOL – Hevserokê Rêxistina HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek hilbijartina Stenbolê nirxand û got: “Gelê kurd peyama Birêz Ocalan girt û piştî peyama wî hewcetî bi çûyîna ser sindoqan dîtin.”    Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratî ka Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê Cengîz Çîçek encama hilbijartinê Stenbolê ya nû bû nirxand.    'XETA TÊKOŞÎNA POLÎTÎK BÛ’    Çîçek da zanîn ku encama hilbijartina Stenbolê ji bo îktîdarê peyameke û gelên Tirkiyeyê ji hemû polîtîkayên zilmdar re got “bes e” û bersiv bidawîkirina polîtîkayên nebaş da. Çîçek got hilbijartina Stenbolê tenê ne ji bo şaredariyê bû û di heman demê de xeta têkoşînek polîtîk e. Çîçek anî ziman ku encamên hilbijartinê ji bo demokratîkbûyînê hêviya civakî ava kiriye û got: “Di mijara îtîfaqa demokrasiyê de pêwîste hevparî çê bibe. Rêya sêyemîn li Tirkiyeyê em dibînin ku di îtîfaqa demokrasiyê de di eslê xwe de dînamîkên zemîna civakî ava kiriye. Divê ji vê derekve rê û piştî hilbijartina 23’ê hezîranê ji bo rêxistinkirina vê rêya sêyemîn hemû partî civakê û dewletê veguherîne demokratîkbûyînê û em difikirin di vî warî de tevgera civakî birêxistin bikin.”    'OCALAN AKTOREK POLÎTÎK E’    Çîçek da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan aktorek polîtîk e û ji bo demokratîkbûyîn Tirkiyeyê û çareseriya wê lîderek pêşeng e û got: “Ji bo beşek mezin a kurdan rêberek mezin e. Divê viya bê qebûlkirin. Heke ku alîkariya birêz Ocalan a jibo siyaseta demokratîk û çanda demokratîk neyê dîtin û tenê peyamê wî ji bo hilbijartinê bên nirxandin tenê xefletek polîtîk e. Dixwazin hewldan û têkoşîna Birêz Ocalan a ji bo demokatîkkirina Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji nedîtî ve werin. Heke dixwazin Birêz Ocalan baş nas bikin û Tirkiye bikeve nava rewşa demokrasiyê lazime tecrîda li Îmraliyê bi temamî bê rakirin.”    'KURDAN PEYAMÊ BI AWAYEK DIN XWEND’    Çîçek gotinên Tayyîp Erdogan ên derbarê Ocalan de jî bibîr xist û got: “Îdayên tên kirin îşaretî ehlaqê kurmî dike. Dixwestin bi ser nameya Birêz Ocalan re nêzîkatiyek spekulatîf pêk bînin û gelê kurd ji sindoqan sar bikin. Lê kurdan jibera serdestan xra kir û peyamê bi awayek din xwend. Çimkî kurd birêz Ocalan baş nas dikin. Hêj hea duh bi hezaran însan ji bo Ocalan di greva birçîbûnê de bûn. Bi gotinek Ocalan ev pêvajo bi dawî bû. Divê ku ewqas hişê meriv ne wek ên masîyan be. Kurd û dostên xwe bi salane ji bo azadiya Ocalan têkoşînê birêve dibe. Helbet serwer dê li hember daxwazek ewqas mezin a civakê bitirsin. Çimkî ev girêdan bi gel ve hatiye girêdan û bûye yek ruh. Di esasê xwe de dixwazin bitecrîda li Îmraliyê Birêz Ocalan ji gel dûr bikin û bidin jibîrkirin.”    ‘GELÊ KURD PEYAMA OCALAN GIRT’    Çîçek bal kişand ser têkiliya navbera gelê kurd û Ocalan û got: “Gelê kurd peyama Birêz Ocalan girtiye û piştî peyama wî hewcetî bi çûyîna ser sindoqan dîtin.”    ‘ME DENG JI BO ARAMIYA TIRKIYEYÊ DA’    Çîçek bibîr xist ku wan deng daye asayîbûna Tirkiyeyê û got: “Ji bo faşîzma AKP’ê têk biçe me dengê xwe da. Me dengê xwe da siyaseta demokratîk a dixwaze Tirkiye aram bibe. Tabloya Stenbolê carek din nîşanî me da ku li Tirkiyeyê bêyî kurdan demokrasî pêk nayê. Li gel kurdan bindestên li Tirkiyeyê di 23’ê Hezîranê de peyama bê me demokrasî ne pêkane dan. HDP wê xwe div ê çarçoveyê de bajar bi bjar û kolan bi kolan birêxistin bike.”    ‘DIVÊ CHP MUHASEBEYA XWE DÎROKÎ BIKE’    Çîçek diyar kir kul i Stenbolê ji milyonek zêdetir dengên HDP’ê hene û hilbijêran ji CHP’ê re jî got ku HDP heye û bêyî HDP’ê tu tiştek nayê birêvebirin. Çîçek anî ziman ku divê CHP muhasebeya xwe ya dîrokî bike.      MA /Îrfan Tuncçelîk – Nacî Kaya