Rayedarên MEB’ê ji dayika zaroka wê rastî tecawîz hat re gotin: Ger bê bihîstin dê sazî zirar bibîne

  • rojane
  • 13:08 20 Hezîran 2019
  • |
img
STENBOL - Li Bazîdê, Cemîle Keskîn a ragihand ku zaroka wê ya 12 salî B.K. rastî tecawîza mamosteyê xwe hatiye, diyar kir ku kesên ji Wezareta Perwerdê ya Mîllî hatin gel wê jêre gotine ‘Dinava perwerdê de bûyer wiha hatiye jiyîn, ger bê bihîstin dê sazî zirar bibîne.’ 
 
Li dibistana gundekê navçeya Bazîda Agiriyê, mamosteyê Perwerdeya Wezîrşê H.K. di 22’yê Gulanê roja Çarpemê tecawazî zaroka 12 salî B.K. kir. B.K. bûyer ji Midûrê dibistanê re vegot. Midûr jî agahî da cendirmeyan. Ekîbên cendirmeyan 4 saet şûn de tên gund û mamoste binçav dikin. Mamosteyê dûre sewqî dadgehê hat kirin, bi hinceta “Gumana bihêz” hat girtin û şandin girtîgehê.  
 
‘DIXWAZIN SER BÛYERÊ BIGIRIN’
 
Xalê B.K. Îbrahîm Halîl Yildiz ê li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê dijî û dayika wê Cemîle Keskîn a li Bazîdê dijî, bûyera B.K. jiya ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegotin. 
 
Xalê B.K. Îbrahîm Halîl Yildiz, diyar kir ku qereqol ji bo ku îfade bi bangî dayika B.K. dikin û wiha axivî: “Ji qereqolê ji Cemîle geriyan û rê gotin keça te rastî tecawîza mamosteyê xwe hatiye. Xwişka min ser vê yekê diçe qereqolê. Lê ligel vê yekê dema îfadeya keça wê digirin, destûr nadinê ku ligel keça xwe  cih bigire. Kiçên keça me şandin Saziya Tipa Edlî (ATK), lê nêzê mehekê sere derbas bû. Nû hatin û dibin navê  dermankirina derûnîde B.K. bi xwe re birin navenda Agiriyê. Dixwazin îfadeya B.K. biguherînin, pere bidin malbatê û wisan ser bûyerê bigirin.”  
 
'DEWLET BÛYERÊ VEDIŞÊRE’ 
 
Yildiz, anî ziman ku wan derbarê bûyerê de, li Wezareta Dadê, Wezareta Civakî û Karê Malbatê, Wezareta Perwerdê ya Mîllî û Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) geriyan, lê heya niha kesekê derbarê mijarê de tu agahî nedane wan. Yildiz, pirsa dewlet çima dixwaze vê bûyerê veşêre? kir û wiha got: “Derbarê bûyerê de tu agahî û belgeyan nadin me. Ji ber ku naxwazin medya seh bike.” 
 
BANGA HESTIYARIYÊ KIR
 
Yildiz, di dawiya axaftina xwe banga hestiyarê kir û wiha got: “Melayê gund A.K., muxtarê gund ê berê M.Y. û yên bi wan re ji malbarê xwestin ku keça 12 salî ya rastî tecawîzê hat, bi mamoste re bidin zewicandin û cezayê pêwîst bidin. Ez ji bo xwarziya xwe bang hestiyariyê dikim. Dixwazim hemû kes di vî warî de bi me re bibin alîkar. Bêhiqûqiyek mezin heye. Bavê B.K., A.K. hevjîna xwe berdaye, zarokên xwe terk kiriye û çûye Romanya. Birayên wê jî, xemsar nêzî bûyerê dibin. Dê wan bixwapînin, pere bidin wan û wisan ser bûyerê bigirin. Lê ezê şopdarê vê bûyerê bim. Ez dixwazim hemû kes dengê me bibisin. Bi taybetî dixwazim medya vê bûyerê servîs bike.”
 
'KEÇA MIN XISTIN ODEYEK BÎLGISEYARÊ Û DERÎ SER DE GIRTIN’
 
Dayika B.K. Cemîle Keskîn a bi telefonê me xwe gihandê jî, diyar kir ku piştî keça wî çû dibistanê û hat malê pir tengav bibû û wiha axivî: “Tu agahiya min ji bûyerê nebû. Ez dûre fêr bûm ku mamosteyê werîzê keça min tengav û aciz dike. Rojekê piyê keça min seqet bû. Rapor girt û çû dibistanê. Mamost H.K. ê di deriyê dibistanê de rawestiyayî, jê re dibêje ‘Gelo tu min dişopînî? Dengê xwe dernexwe.’ Keça min jî jê re dibêje ‘Ma çima ez we bişopînim?’ Mamoste nêzî 5 deqeyan keça min nerehet dike û dûre tecawîzê wê dike. Çawan ku midûr bûyerê dibihîse, agahiyê dide alîkarê xwe. Ji ber ku difikirin ku emê keça xwe bikujin, wê dixin odeya bîlgiseyarê û derî ser de digirin.” 
 
'DÊ ZIRARÊ BIDE SAZIYA PERWERDÊ’’ 
 
Keskîn, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Polîsan, dûre li min geriyan û bangî min kirin. Ez çûm qereqolê. Fermandarê qereqolê, pirsa ‘Xaltî ji vê bûyerê agahiya te heye? kir.  Min jî got na tuneye, ma çi bûye? Ligel ku agahiya min ji bûyerê tunebû jî, ji min re gotin ‘Tu gilîdarî?’ Ji ber ku agahiya min ji bûyerê tunebû, ez wisan mat mayî mam. Rayedarên Midûriyeta Perwerdê ya Mîllî û berbaz bi min re axivin. Ji min re gotin ‘Ger tu gilî bikî jî sûce, lê tu nekî jî sûçe. Bûyer wisan dinava perwerdê de rû daye. Ger bê bihîstin, dê saziya perwerdê zirar bibîne.’ Keça min hîna 12 saliye û wê pir êşandine.”
 
'JI MIN XWEST KU KEÇA XWE BI MAMOSTE RE BIDIM ZEWICANDIN’
 
Keskin, da zanîn ku ev hefteyeke rayedarên Midûriyeta Bajêr a Xizmeta Civakî û Karê Malbatê tên mala wê û wiha domand: “Kesên tên mala min, ji min re dibêjin ‘Kes te nerehet dike?’ Qaşo wisan rewşa min dipirsin. Melayê gund A.K. û mûxtarê gund ê berê M.Y. hatin mala min û ji min re gotin ‘Dest ji gilî kirinê berde. Bila mamoste hevjîna xwe berde û beramberî pere em keça te bidin wî.’ Min jî ji wan re got, ‘Ev ne karê edaletê ye, ev zilme.’ Ez dîsan dibêjim ev nayê qebûl kirin û nêzîkatiyek dij mirovhiye.” 
 
'BILA ÇAPEMENÎ BÊEDALETIYÊ BINIVÎSE’ 
 
Keskîn, dest nîşan kir ku rayedarên miduriyetê keça wê ji malê girtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez dixwazin bûyera hat serê keça min, bê bihîstin. Ez naxwazim zarokên din jî rastî bûyerek wiha bên. Bila çapemenî bêedaletiya heyî binivîse.” 
 
MA / Îrfan Tunççelik
 

Sernavên din

23/06/2019
09:04 'Sivîlan dişînin Atmeyê, milîtanan dişînin Îdlibê'
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
08:23 Li Sîlopî bi hezaran ciwan tevlî şahiyê bûn
08:17 Hilbijartina li Stenbolê dest pê kir hilbijêr diçin ser sindoqan
22/06/2019
21:06 Komeleya Ekolojiyê: Warê me talan dikin
16:16 'Gelo çima girtiyekî nexweş ê 74 salî girtî ye?’
16:02 ‘Girtiyê nexweş Akay serbest berdin'
15:35 Komîsyona Jinê ya Navenda ÎHD'ê: Li Xelfetê îşkenceya zayendî hat belgekirin
15:34 Koçyîgît: Stratejiya HDP'ê fêrbûnan guhert
15:33 ‘Divê girtiyê nexweş Abdulazîz Ozdemîr li nexweşxanê bê dermankirin’
14:59 Duyemin Serokê TTB'ê Çerkezoglu: Şer îro jî pirsgireka tenduristiya civakî ye
14:43 Dayikên Şemiyê vê heftê aqûbeta Ahmet Ustun pirsîn
14:36 ‘Walî bi qedexeyan nikare ser rastiyan bigire'
13:46 70'yemîn Kongreya TTB'ê dest pê kir
13:43 Kaftancioglû: Tifaqa Stenbolê dê qezenc bike
13:25 Hevserokên HDP’ê dê dengên xwe li Stenbolê bidin
13:12 Çîçek: Stratejiya me ya Îtîfaqa Demokrasiyê wê gelê Tirkiyeyê bi ser bixe
12:32 Polisan li Mêrdînê 4 cîwan binçav kir
12:24 Parêzerê navbênkarî kir kuştin
12:23 Qaymeqamiya Derikê bernameya îmzekirinê ya Nivîskar Mehdî Perînçek qedexe kir
12:07 Hejmara kesên li Sîwereg hatin binçavkirin derket 6’an
12:07 ‘Biryara ji bo Abdullah Altûn, ji bo mexdûrên DGM'ê emsal e '
11:11 10'emîn Kongreya Pena Kurd dest pê kir
10:51 Pêşengên eşîrên Reqa: Banga Ocalan çareseriya Tirkiye û Sûriyeyê ye
10:42 Malbata Layik: ÎGA dixwaze sûcê xwe bincil bike
10:41 Koca ya MÎT’ê gef lê xwar: Emê bi piştevahiya jinan van êrîşan têk bibin
10:15 Xalê min di mizgeftê de kuştin
09:38 250 parêz dê ji Îzmîrê ji bo ewlekariya hilbijartinê biçin Stenbolê
09:35 Li Dersimê 'Zinare Ko Bermenî' cezb dikin
09:23 Bijîşk henekê xwe bi girtiyê çavên wî kor bûn, kir: Bi şev li stêrkan mêze bike!
09:13 Ji 10 keyayên ji peywirê hatibûn girtin 6 jê vegeriyan ser karê xwe
09:12 'Divê ser skandala tecawizî ya li Agiriyê neyê girtin'
09:12 Dema şelengoyan dest pê kir
09:11 Dest ji Stenbolê berdan hatin Westanê: Divê jin dest ji axê bernedin
09:11 Nivîskar Îlhamî Çinar di greva birçîbûnê de romanek nivîsand
09:10 Êşa xwe bi çêkirina berhemên hunerî re dixeritîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
08:38 4 penaber li Stenbolê şewitîn û mirin
21/06/2019
17:00 Li Amedê zarokek mirî hat dîtin
16:59 Taş: Îşkenceya li kurdan tê kirin ji nedîtî ve tê
16:09 Baroya Amedê komkujiya Sîweregê şermezar kir
14:52 Hat angaştkirin ku Zulfîkar Îzol li Meclisê bi parlamenterên AKP'ê re hevdîtin kiriye
14:28 Pêşmergeyên Dêrîn li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê çûn Qendîlê
14:25 Li Amedê tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat şermezarkirin
14:03 Li Enqereyê 5 ESP'î hatin binçavkirin
14:01 HDP: Daxuyaniya Ocalan û siyaseta HDP'ê hev temam dikin, di stratejiya hilbijartinê de jî guhertin nîne
13:59 Turk: Em alîgirê demokrasiyê ne
13:25 Temellî: Helwesta me ya 31’ê Adarê çibû, dê di 23’yê Hezîranê de jî eynî be
12:51 Operasyona li Xakurkê bi ser neket!
12:24 ÎGA’yê ji bo Layik daxuyanî da: Me wî ji kar dernexistiye
12:23 Li Tirkiye pirsgirêka penaberan: Em li ser bombeyê rûniştine
12:12 Cenazeyê du kesên ber lehiyê ketin hat dîtin
12:11 'Her Mal Dibistanek' xelat girt
11:23 Dîlan Îzol dike hawar û qîrîn: Gefên li ser me dewam dikin
10:59 Dema dixwestin biçin Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
10:35 Taşçier bangî Barzanî kir: Divê em li dijî ‘Bira kujiyê’ rawestin
10:34 Koçbera Şêx Mexsûd: Me jiyana xwe li pey xwe hişt û hatin
10:07 Ocalan: Divê HDP rêya xwe biparêze
09:50 Doza "biçûkxistina Serokkomar" li berdevkê OGÎ'yê Boltan hat vekirin
09:36 Parêzerê birayên Yildirim: Dema bersûc polîs û leşker bin berteka dewletê diguhere
09:27 Omer Ocalan: Dewlet ji nû ve eşîrparêziyê gûr dike
09:26 Endama Parlementoya Ewropayê Ward: Bendava Ilisûyê çênekin, guh bidin gelê xwe
09:25 Komeleya jinan girtin, lê deyn negirtin
09:24 Daneyên dawî yên Lêkolîna Avrasya: hilbijêrên AKP'î kêm dibin, ferq dê mezin be
09:23 Serokê TGS'ê Dûrmûş: Zext û zoriyên li ser rojnamevanên kurd zêdetir in
09:21 Ligel bertekan dîsa li ser hewzeya Ava Asiyê Santrala Enerjiyê ya Biyokutle çêdikin
09:15 Ji ber krîzê êdî mirov ji bo dawetan zêran kirê dikin!
09:14 Bi 100 dolarî wan dişînin şerê Îdlibê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2019'AN
20/06/2019
18:12 Ji Sêweregê bang kir: Dewlet û peywirdarên wê li kuderê ne?
16:38 TJA: Pirsgirêk bi bombebaranê û binavkirinê çareser nabe
16:37 Şaredariya Hewagê jî dest bi rakirina lewheyên Kurdî kirin
16:36 Dozger xwest rojnameger Akin bê cezakirin
15:39 Gunay: Hûnê têkildarî kuştina 2 sivîlên li Hezexê daxuyanî bidin?
15:30 Dayika Ekîn Wan bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê kirin
15:18 Partiyên kurd operasyona Xakûrkê şermezar kirin: Siyaseta eskerî çareseriyê li pêş naxe
15:02 Boraya Wanê: Sînorê Îran û Wanê bûye gora penaberan
15:02 UNHCR: 70 milyon û 800 hezar mirov bêwar in
14:15 Ji Baroya Dersimê daxuyaniya 'ekîba profesyonel'
14:01 Personelê ewlekariyê Îbrahîm Layik hat definkirin
13:57 Mijara êrîşa zayendî ya Muftiyê Hezro birin meclîsê
13:42 Ji ÎHD’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Divê hemû dewlet çareseriyê hilberînin
13:41 HDP’ê banga ‘dengê stratejîk’ li hilbijêrên xwe kir
13:29 Li Siwêregê hejmara girtiyan derket 5'an
13:08 Rayedarên MEB’ê ji dayika zaroka wê rastî tecawîz hat re gotin: Ger bê bihîstin dê sazî zirar bibîne
13:02 Temellî: Divê her kes bi Ocalan re hevdîtin bike
12:39 'Derbarê Zulfîkar Îzol ê AKP'î û birayên wî de lêpirsînek hatiye destpêkirin heye?'
11:56 Zilamê ku ji girtîgehê bi destûr derket 2 jin kuştin
11:43 Derbarê serokê TÎP'ê Baş de fezleke hat amadekirin
11:21 Altun ê 24 sal in girtîbû piştî biryara AYM’ê hat berdan
10:32 Li dijî Buroya Hiqûqê ya Gel operasyon: 7 binçav kirin
09:59 Polîsê ku Recep Hantaş kuşt hat berdan
09:58 Bavê birayên Yildirim: Sûcdar hatin xelatkirin
09:51 Di roja penaberan de gelê Dîlokê û penaberên Sûriye hev hembêz kirin
09:29 Ji bo neyên binçavkirin xwe li Newala Qoriyê veşartin
09:12 Genç: Kurd dê li Stenbolê li vîna xwe xwedî derkevin
09:12 Ji kuçeyên dîrokî yên Sûrê heta nava dîwaran çîroka azadîxwazekî: Zulkuf Gezen
09:12 'Wê AKP nikaribe Stenbolê bi dest bixe'
09:11 DMME'yê di doza KCK'ê de Tirkiye mehkûm kir
09:10 Koçeran berê xwe dan zozanên Serhedê