Rayedarên MEB’ê ji dayika zaroka wê rastî tecawîz hat re gotin: Ger bê bihîstin dê sazî zirar bibîne 2019-06-20 13:08:19   STENBOL - Li Bazîdê, Cemîle Keskîn a ragihand ku zaroka wê ya 12 salî B.K. rastî tecawîza mamosteyê xwe hatiye, diyar kir ku kesên ji Wezareta Perwerdê ya Mîllî hatin gel wê jêre gotine ‘Dinava perwerdê de bûyer wiha hatiye jiyîn, ger bê bihîstin dê sazî zirar bibîne.’    Li dibistana gundekê navçeya Bazîda Agiriyê, mamosteyê Perwerdeya Wezîrşê H.K. di 22’yê Gulanê roja Çarpemê tecawazî zaroka 12 salî B.K. kir. B.K. bûyer ji Midûrê dibistanê re vegot. Midûr jî agahî da cendirmeyan. Ekîbên cendirmeyan 4 saet şûn de tên gund û mamoste binçav dikin. Mamosteyê dûre sewqî dadgehê hat kirin, bi hinceta “Gumana bihêz” hat girtin û şandin girtîgehê.     ‘DIXWAZIN SER BÛYERÊ BIGIRIN’   Xalê B.K. Îbrahîm Halîl Yildiz ê li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê dijî û dayika wê Cemîle Keskîn a li Bazîdê dijî, bûyera B.K. jiya ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegotin.    Xalê B.K. Îbrahîm Halîl Yildiz, diyar kir ku qereqol ji bo ku îfade bi bangî dayika B.K. dikin û wiha axivî: “Ji qereqolê ji Cemîle geriyan û rê gotin keça te rastî tecawîza mamosteyê xwe hatiye. Xwişka min ser vê yekê diçe qereqolê. Lê ligel vê yekê dema îfadeya keça wê digirin, destûr nadinê ku ligel keça xwe  cih bigire. Kiçên keça me şandin Saziya Tipa Edlî (ATK), lê nêzê mehekê sere derbas bû. Nû hatin û dibin navê  dermankirina derûnîde B.K. bi xwe re birin navenda Agiriyê. Dixwazin îfadeya B.K. biguherînin, pere bidin malbatê û wisan ser bûyerê bigirin.”     'DEWLET BÛYERÊ VEDIŞÊRE’    Yildiz, anî ziman ku wan derbarê bûyerê de, li Wezareta Dadê, Wezareta Civakî û Karê Malbatê, Wezareta Perwerdê ya Mîllî û Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) geriyan, lê heya niha kesekê derbarê mijarê de tu agahî nedane wan. Yildiz, pirsa dewlet çima dixwaze vê bûyerê veşêre? kir û wiha got: “Derbarê bûyerê de tu agahî û belgeyan nadin me. Ji ber ku naxwazin medya seh bike.”    BANGA HESTIYARIYÊ KIR   Yildiz, di dawiya axaftina xwe banga hestiyarê kir û wiha got: “Melayê gund A.K., muxtarê gund ê berê M.Y. û yên bi wan re ji malbarê xwestin ku keça 12 salî ya rastî tecawîzê hat, bi mamoste re bidin zewicandin û cezayê pêwîst bidin. Ez ji bo xwarziya xwe bang hestiyariyê dikim. Dixwazim hemû kes di vî warî de bi me re bibin alîkar. Bêhiqûqiyek mezin heye. Bavê B.K., A.K. hevjîna xwe berdaye, zarokên xwe terk kiriye û çûye Romanya. Birayên wê jî, xemsar nêzî bûyerê dibin. Dê wan bixwapînin, pere bidin wan û wisan ser bûyerê bigirin. Lê ezê şopdarê vê bûyerê bim. Ez dixwazim hemû kes dengê me bibisin. Bi taybetî dixwazim medya vê bûyerê servîs bike.”   'KEÇA MIN XISTIN ODEYEK BÎLGISEYARÊ Û DERÎ SER DE GIRTIN’   Dayika B.K. Cemîle Keskîn a bi telefonê me xwe gihandê jî, diyar kir ku piştî keça wî çû dibistanê û hat malê pir tengav bibû û wiha axivî: “Tu agahiya min ji bûyerê nebû. Ez dûre fêr bûm ku mamosteyê werîzê keça min tengav û aciz dike. Rojekê piyê keça min seqet bû. Rapor girt û çû dibistanê. Mamost H.K. ê di deriyê dibistanê de rawestiyayî, jê re dibêje ‘Gelo tu min dişopînî? Dengê xwe dernexwe.’ Keça min jî jê re dibêje ‘Ma çima ez we bişopînim?’ Mamoste nêzî 5 deqeyan keça min nerehet dike û dûre tecawîzê wê dike. Çawan ku midûr bûyerê dibihîse, agahiyê dide alîkarê xwe. Ji ber ku difikirin ku emê keça xwe bikujin, wê dixin odeya bîlgiseyarê û derî ser de digirin.”    'DÊ ZIRARÊ BIDE SAZIYA PERWERDÊ’’    Keskîn, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Polîsan, dûre li min geriyan û bangî min kirin. Ez çûm qereqolê. Fermandarê qereqolê, pirsa ‘Xaltî ji vê bûyerê agahiya te heye? kir.  Min jî got na tuneye, ma çi bûye? Ligel ku agahiya min ji bûyerê tunebû jî, ji min re gotin ‘Tu gilîdarî?’ Ji ber ku agahiya min ji bûyerê tunebû, ez wisan mat mayî mam. Rayedarên Midûriyeta Perwerdê ya Mîllî û berbaz bi min re axivin. Ji min re gotin ‘Ger tu gilî bikî jî sûce, lê tu nekî jî sûçe. Bûyer wisan dinava perwerdê de rû daye. Ger bê bihîstin, dê saziya perwerdê zirar bibîne.’ Keça min hîna 12 saliye û wê pir êşandine.”   'JI MIN XWEST KU KEÇA XWE BI MAMOSTE RE BIDIM ZEWICANDIN’   Keskin, da zanîn ku ev hefteyeke rayedarên Midûriyeta Bajêr a Xizmeta Civakî û Karê Malbatê tên mala wê û wiha domand: “Kesên tên mala min, ji min re dibêjin ‘Kes te nerehet dike?’ Qaşo wisan rewşa min dipirsin. Melayê gund A.K. û mûxtarê gund ê berê M.Y. hatin mala min û ji min re gotin ‘Dest ji gilî kirinê berde. Bila mamoste hevjîna xwe berde û beramberî pere em keça te bidin wî.’ Min jî ji wan re got, ‘Ev ne karê edaletê ye, ev zilme.’ Ez dîsan dibêjim ev nayê qebûl kirin û nêzîkatiyek dij mirovhiye.”    'BILA ÇAPEMENÎ BÊEDALETIYÊ BINIVÎSE’    Keskîn, dest nîşan kir ku rayedarên miduriyetê keça wê ji malê girtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez dixwazin bûyera hat serê keça min, bê bihîstin. Ez naxwazim zarokên din jî rastî bûyerek wiha bên. Bila çapemenî bêedaletiya heyî binivîse.”    MA / Îrfan Tunççelik