AMED - Li ser rêya Amed û Farqînê, wesayîtek qelibî. Di qezayê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Amed û Farqînê, wesayîtek ji rê derket û qeza kir. Di qezayê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên bi destketî, ajovanê wesayîta bi plakeya 34 SN 230 di dema di vîrajê de difetilî nikaribûye dîroksiyon kontrol bike û li refûjê xistiye. Piştî li refûjê qelibiye wesayît qelibiye û li cihê qewimînê kesek miriye û 3 kes jî birîndar bûne.
Ewilî koma tenduristiyê û îtfaiyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê mudaxileyî kesên birîndar kir û piştî mudaxileyê kesên di qezayê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahadîn Eyyûbî ya Amedê.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.