Wesayît li refûjê xist: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn 2019-06-18 18:02:42   AMED - Li ser rêya Amed û Farqînê, wesayîtek qelibî. Di qezayê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.    Li ser rêya Amed û Farqînê, wesayîtek ji rê derket û qeza kir. Di qezayê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên bi destketî, ajovanê wesayîta bi plakeya 34 SN 230 di dema di vîrajê de difetilî nikaribûye dîroksiyon kontrol bike û li refûjê xistiye. Piştî li refûjê qelibiye wesayît qelibiye û li cihê qewimînê kesek miriye û 3 kes jî birîndar bûne.    Ewilî koma tenduristiyê û îtfaiyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê mudaxileyî kesên birîndar kir û piştî mudaxileyê kesên di qezayê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahadîn Eyyûbî ya Amedê.    Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.