Ocalan: Ger ku Kurdan li Mezopotamya xelas bikin wê li Anatoliyê Tirk nemînin

  • rojane
  • 12:42 18 Hezîran 2019
  • |
img

STENBOL –  Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê herî dawî di 12'ê Hezîranê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Parêzeran destnîşan kir ku Ocalan di vê hevdîtinê de bi gotina "Kengî Kurdên Mezopotamya bên tunekirin, wê demê li Anadotoliyê li ser navê Tirkan tu tişt namîne. Hebûn û pêşketina Kurdan, pêşketina Tirkan e jî. Ev nîşaneya dîrokê ye. Ev ne îcada me ye. Divê her kes vê yekê wisa fam bike." bal kişandiye ser girîngîya yekîtiya gelê Kurd û Tirk. 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê herî dawî di 12'ê Hezîranê de cara 3’emin çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin kir. Ocalan di hevdîtina dawî de bal kişand ser rêbazên çalakiyê û got: "Ya girîng siyaseta Jiyan û Jiyandinê ye." Ocalan bal kişandibû ser tekoşina Hallac-i Mansur û dîsa tekiliya gelê Kurd û Tirk. Ocalan anîbû ziman ku Tirk bêyî Kurd û Kurd jî bêyî Tirk nikarin bijîn û wiha got: "Kengî Kurdên Mezopotamya bên tunekirin, wê demê li Anatoliyê li ser navê Tirkan tu tişt namîne. Hebûn û pêşketina Kurdan, pêşketina Tirkan e." 
 
Prz. Newroz Uysal û Rezan Sarica, têkildarî peyamên Ocalan ên dawî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Parêzeran diyar kirin ku Ocalan weki her carê niha jî zêde neket nava detayên rewşa tenduristiya xwe. Parêzeran da zanîn ku bi qasî ew dîtin rewşa tenduristiya wî baş bû û li ser xwe bû. Gelek bijar bi ket vegotin. Parêzeran bal kişand ser peyama Ocalan a ‘Pozîsyona siyaseta jiyan û jiyandinê" û wiha gotin: "Di 3 hevditinan de jî diyar kir ku ew ji bo çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ji biryar û vîna ku nîşan dane re hurmetê nîşan dide. Dîsa xwest li gel vê fedekariyê lêhûrbûn û erkdariyê pêş bixin. Diyar kir ku ev çalakî vîn û fedakâriyekê dixwaze, lê li aliyê din nebesiyekê jî datîne holê. Dikarin bimirin û xwe bikujin. Lê nizanin bijîn û bidin jiyandin. Em li dijî mirinê jiyanê diparêzin. Ya me siyaseta jiyanê ye. Ocalan berî her tiştî ji ber banga wî çalakgeran dawî li çalakiyê anî kêfxweşiya xwe anî ziman. Yên di greva birçîbunê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmetî bibîr anî. Dubare xwesd di milê bedenî, ruhî û zihnî de xwe xurt bikin û bi wîre hevkariyê bikin. 
 
'KUŞTIN DAYE PÊŞ ÇAVÊ XWE Û HEQÎQET PARASTINE'  
 
Parêzeran bal kişand ser peyama Ocalan a der barê têkoşina Hallac-i Mansur jî û wiha gotin: "Brêz Ocalan got 'Li hundir Hallaç dixwînin. Çi hatiye serê wî. Mirinek çawa. Mirina wî pir trajik e. Lê teî mirinê dîsa heqîqet parastiye û ji pey heqîqetê venegeriya ye. Ez jî lêgerînerê edalet, azadî û heqîqetê me. Edaleta rast, demokrasiya rast û azadiya Rast. Gelek di girtîgehê de mane. 20-30 salin girtî ne. Lê hêj siyaseta mirinê dimeşînin. Siyaseta jiyan û jiyandinê kêm e. Ez jî 21 salin li vir im. Ez hewl didim jiyandina xwe jî û ya we tevan jî bipararêzim. Hûn jî dikarin bi rêbaz û feraseta rast xwe bidin jiyandin.' û xwest siyaseta jiyanê pêş bixin. 
 
Ocalan li ser siyaseta demokratîk, kemasiyên rêveberiyên herêmî, cinayetên jinan, zewaca jinan a di temenê biçûk de, civakibûna Kurd, çand û dîroka Kurd rawestiya. Diyar kir ku têkiliya Kurd û Tirk têkiliyek dîrokî û rojane ye. Dîsa bal kişand ser têkilî û nakokiyên di navbera Sûriye, Bakurê Sûriye û Tirkiye de. Di Newroza 2013'an de jî bal kişandibû ser xwişk û biratiya gelê Kurd û Tirk. Xwestibû li ser aştiya bi rûmet li hev rûnên û li hev bên. Destnîşan kiribû ku 26 salin ji bo vê hewl dide. 
 
'LÊHÛRBÛNA OCALAN JI YA NEWROZA 2013'AN KÛRTIR E
 
Parêzeran, anîn ziman ku Ocalan destnişan kiriye ku lêhûrbûn û kûrbûna wî ya li ser vê fikrê ji ya Newroza 2013'an zêdetir e û gotin: "Ocalan bal kişand ser têkiliyên Kurd û Tirkan a dîrokî î got: "Kengî Kurdên Mezopotamya bên tunekirin, wê demê li Anadoluyê li ser navê Tirkan tu tişt namîne. Hebûn û pêşketina Kurdan, pêşketina Tirkan e jî. Ev nîşaneya dîrokê ye. Ev ne îcada me ye. Divê her kes vê yekê wisa fam bike. Ne wisa be her kes wê winda bike. Bere jî min gotibû 'Kurd bê Tirk, Tirk jî bêyî Kurd nabe'. Ev wisa ye." û li ser girîngiya tevkariya Kurd û Tirkan rawestiya. 
 
Ocalan dîsa bal kişand ser ferasetên ku dixwazin pergala malbatî, eşîrî û qabîletiyê pêş bixin û wiha got: "Li Kurdistan, Şirnex û li bajarên din dixwazin vê ferasetê pêş bixin. Beşek ji vana li hemberî çanda Kurdan ku nehatiuye avakirni wekî projeyekê pêş dixin. Lê ji ber siyaseta demokratîk di gelek aliyan de kêm dimîne, ev pirsgirêk nayên çareserkirin." Ocalan bal kişand ser taxrîbata pergala malbatî û eşîrî û talûkeya wan. Dîsa di 3 hevdîtinan de balê dikişîne ser Mem û Zinê. Diyar kir ku siyaseta li ser malbat û xizmtiyê êdî nabe çareserî." 
 
OCALAN ÇARESERIYA AFIRÎNER Û SIVÎL PÊŞNIYAR DIKE
 
Parêzeran destnîşan kir ku Ocalan herî zêde girîngiyê dide Çareseriya Demokratîk û gotin: "Ocalan çareseriya Demokratik pêşniyar dike. Dixwaze ji bo vê yekê xwe bi rêxistin bikin û pêş bixin. Dixwazin siyaseta demokratîk ava bikin. Bi taybetî dixwaze di qada sivîl de çareseriyên sivîl pêş bixin. Di vê mijarê de mînaka Gandhî daye. Dixwaze çareseriyê sivîl û afirîner pêş bixin." 
 
Parêzeran xwest Barûrê Sûriye bi bin baneyê Yekîtiya Sûriye de li gorî xweserî û federasyon pirsgirêk bê çareserkirin. 
 
'MIROVÊN AQIL PÊŞ BIXIN TUNE' 
 
Parêzeran bal kişand ser sekna Ocalan a li dijî cinayetên jinan û tundiya li dijî jinê û gotin "Ocalan têkildarî mijara jinê got: 'Bila jin jî nebêjin li min nehatiye kirin. Tişta li hemcînsê me hatiye kirin li me tevan hatiye kirin. Min berê mînaka Ozgecan dabû. Heman hişmendiyê qetil kir. Tecawizî wê kirin. Destê wê kişandin. Çavê wê derxistin. Heri dawî ew şewitandin û kuştin. Hemû kirin. Em dibînin hemû di nava malbatê de pêş dikeve. Ev rewşa civakê nîşan dide. Cînayetên jinê heye. Pirsgirêkên civakî hene. Pirsgirêkên aborî hene. Lê siyaseta çareseriyê bibîne tune. Mirovê aqil pêş bixe tune. Siyaset nayê kirin.' 
 
Ocalan bal kişand ser evîna Mem û Zînê û got: 'Evîna Mem û Zînê evînek bê îmkan e. Mem taşta nepêkan pêk anîye.' Birêz Ocalan çîrok ne wekî çîroka evînê, bi analîza civaknasiyê girtiye dest. Hem aliyê dîrokî u hem aliyê rojane dide ber hev. Li gorî wi wê demê di çîrokê de Bekoyek hebû. Niha di nava ciakê de hezar Beko hene. 
 
 
MA / Sadiye Eser 
 
 
 

Sernavên din

20/06/2019
09:09 Jinên HDP'î bang li jinan kirin: Dengê xwe bidin xwe
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2019'AN
19/06/2019
16:51 Temellî: Ocalan hêz da teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’
16:20 Kurtulan: Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin
16:09 ‘Berpirsê hemû êşên penaberan polîtîkayên şerin’
15:39 Doza Panzêrê: Polîsek berat kirin û tenê 2 sal û mehek ceza li polîsek birîn
15:09 HDP: Demildest endamên Meclîsa Ciwanên me berdin
15:04 Yekbun û Dîlan Îzol ên dayik û bavê wan hatin kuştin: Ev zilm a 17 salan e
14:40 Berdana Bîlgîlî yê kiryarê tecawîzê hat şermezarkirin
14:40 Ji bo Çemê Dîcleyê banga ‘Avêtina Mezin’ hat kirin
14:27 ESP'ê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir
14:13 Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo zarokan dersa kurdî dide destpêkirin
14:06 Ewil cendirmeyan lêgerîna çekan kirin, piştre bi ser de girtin
14:00 Êzidiyên Kelhokê: Em dixwazin vegerin gundê xwe
13:36 2 welatiyên Mexmûrî yên PDK'ê ew binçav kiribûn li ku ne?
13:35 3 kes li Mersînê hatin binçavkirin
13:16 Li Qersê dema festîvalê ye
13:14 Demîrtaş: Cemaetê gelek hez ji Bînalî Yildirim dikir
12:52 Înîsiyatifa Maf: Di 2 salên dawî de 28 kes bi korsanî hatin revandin
12:36 TJA: Divê Tirkiye mafê penaberan biparêze
12:35 Oldarên Başûr: Operasyon şermezar kirin
12:35 Sara Kaya nehat berdan
11:53 Hunermend Çiya berdan, xwestin hunermend Arhat binçav bikin
11:46 Li Îzmîrê 12 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza rojnamegeran de dadgehê ji emniyetê agahî xwest
11:30 DMME’yê got ‘binpêkirina maf’: Piştî 26 salan hat berdan
11:26 Karkerê Nexweşxaneyê întîhar kir
11:20 'Îbrahîm Layik piştî ji kar hat derxistin întîhar kir'
11:00 Li Amedê kesek hat girtin
10:48 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat binçavkirin
10:38 ‘Ji bo ku Bîlgîlî ceza bigire, ezê têbikoşim’
10:34 Di bombebarana Newala Qoriyê de 2 sivîl hatin kuştin
10:34 Polisên bi ser malê de girt li kolanê jî gef xwarin
10:13 Qeymeqamê Cizîrê destûr neda lêpirsina mirina 2 pitikan
10:09 Xizmên windayan 'biryara qedexeyê' dibin dadgehê
10:04 Ji bo 32 jinan beraet, Leyla Guven fezleke
10:03 DMME’ê derbarê wekîlên HDP’ê de ji Tirkiyeyê parastin xwest
09:23 Wanî: Li Stenbole dê kurd bersiva pêwîst bidin AKP'ê
09:23 ‘Di 4 salên dawî de 2 hezar û 500 penaber li peravên Ege fetisîn
09:22 HTŞ, li Reyhanliyê li hev dicive!
09:16 Encu: Ji ber min Komkujiya Robiskiyê anî ziman ceza li min birîn
09:15 Bi hunera xêzê texrîbata şer ji ser xwe davêjin
09:14 Denîz: Dewlet bi destekê dikare rê li ber şewitandina pirêzeyan bigire
09:14 Selexane û axurên ku qeyûm çêkirin bêyî bên vekirin rûxiyan'
09:13 Çîrokbêj Erkmen: Ez ê gund bi gund bigerim û çîrokan vebêjim
09:11 Cotkaran dev ji firingî û îsotan berdan, berê xwe dan xox û mûzan
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2019'AN
18/06/2019
18:02 Wesayît li refûjê xist: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
16:37 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zextên tên kirin hêceta têkoşîna me ne
16:28 Leyla Guven, Fatma û Mehmet Ocalan beraat kirin
14:54 Heqê ziyareta Xerabreşkê ji 5 tl derxistin 35 tl'yan
14:10 ‘Em bang dikin ku li dijî binçavkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin'
14:06 Li Edenê xwestin ciwan bên berdan
13:42 Hejmara 3’yemîn a fanzîna Biçûkêd Kurmancan derçû
13:26 Birayê Îbrahiîm Layik: Derûniya birayê min baş bû
13:21 Demîrhan ê di greva birçîbûnê de çavekê wî kor bû nehat berdan
13:12 Demîrtaş: Ji bo ku mirov li Tikriyeyê nemirin em têkoşiyan
12:58 Li Midurê Karê Nivîsan a Yenî Yaşamê Akin doz hat vekirin
12:42 Ocalan: Ger ku Kurdan li Mezopotamya xelas bikin wê li Anatoliyê Tirk nemînin
12:07 Hewldana Jiyankirina Heskîfê: Hêj ku dereng nebûye bikevin tevgerê
12:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Walîtiyê jina 90 salî avêt kuçeyê
11:36 Welatiyên Amedê xwest Kurdên Stenbolê dengê xwe bidin Îmamoglu
11:33 Zarokên, dayika xwe di Komkujiya Garê de winda kirin dixwazin bavê wan bê berdan
11:07 Demîrtaş ji bo Stenbolê bang kir: Ez bi bawerim bêbiryarî tune ye
11:00 Hevserokê MED-DER’ê: Lewheyên rakirin sedama hebûna gelê Kurd e
10:40 Nameyên Ocalan nedan girtiyan
10:29 Qeyûmê Amedê 759 milyon deyn li pey xwe hişt
10:22 Danişîna biryara Doza Panzêrê sibê ye: Biyarek adil û bêalî bidin
10:07 Dadgeha Îstinafê beraeta doza komkujiya Licê li gorî hiqûqê dît
09:57 Li Girtîgeha Xarpêtê îşkence li girtiyên nimêj nakin hat kirin
09:50 Şaredariya Amedê ji bo zarokan dest bi kursên havînê dike
09:50 Walîtiya Colemêrgê mehek din çalakî qedexe kirin
09:08 Hem çanda xwe didomînin hem jî pê debara xwe dikin
09:08 ‘Cotkar erdê xwe, mal, erse û wesayîyên xwe difiroşin'
09:07 Wê li dijî neheqiyê biçin ser sindoqan
09:07 Çalakgerê rojiya mirinê Cengîz: Divê em têkoşînê pêş bixin
09:06 Tekane kolînerê Rihayê ji ber krîza aborî wê dev ji karê xwe berde
09:06 Cotkar êdî maşîneyên xwe difiroşin
09:05 Duzkan: Di azadiya çapemeniyê de em di dema herî xirab de ne
09:05 Nalbûr: Heta atmosfereke ewle çênebe wê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2019'AN
17/06/2019
23:19 Li Agiriyê ji ber lehî û birûskê 4 kes mirin
20:54 Serokomarê xistî yê Misirê Mursî li eywana dadgehê mir
19:23 Li Hezexê şewat dîsa dest pê kir
18:45 Desteya Çandinî û Aboriyê: Şewatê 19 milyar lîre zerar da welatiyan
18:02 Temellî: Bila ne Heskif bila AKP di bin avê de bimîne
17:06 Arslan: Hêza pêşeng a demokrasî û azadiyê kurd in
16:25 35 kes li Edenê dibin çavan dene
16:03 'Agahiya we ji Avşîna 1 salî ya girtî heye?'
15:19 TTB: Em hemû kesên edaletê dixwazin vedixwînin kongreyê
15:16 Hevşaredarê Dêrikê yê berê hat berdan
15:13 Olûç: Hişmendiya 'Biçehimin biçin' û 'Emê rojhilatê Firatê paqij bikin' yeke
15:02 Rojnamegeran binçavkirina hempîşeyen xwe şermezar kirin
14:48 Li navenda Qamişlo teqînek rû da
14:39 Temellî: Em ê di sindoqan de bersiv bidin dijminên kedê
13:02 Şaredariya Geverê ji ber deynê qeyûm nikare kar bike
12:30 Kêştiya penaberan noqî avê bû: 9 kesan jiyan xwe ji dest dan
12:12 Gundiyan şewata piştî pevçûnê rû da vemiranedin
11:37 Polîsê ku qeyûm kiribû midur ji kar hat vêtin