Ocalan: Ger ku Kurdan li Mezopotamya xelas bikin wê li Anatoliyê Tirk nemînin 2019-06-18 12:42:01 STENBOL –  Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê herî dawî di 12'ê Hezîranê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Parêzeran destnîşan kir ku Ocalan di vê hevdîtinê de bi gotina "Kengî Kurdên Mezopotamya bên tunekirin, wê demê li Anadotoliyê li ser navê Tirkan tu tişt namîne. Hebûn û pêşketina Kurdan, pêşketina Tirkan e jî. Ev nîşaneya dîrokê ye. Ev ne îcada me ye. Divê her kes vê yekê wisa fam bike." bal kişandiye ser girîngîya yekîtiya gelê Kurd û Tirk.  Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê herî dawî di 12'ê Hezîranê de cara 3’emin çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin kir. Ocalan di hevdîtina dawî de bal kişand ser rêbazên çalakiyê û got: "Ya girîng siyaseta Jiyan û Jiyandinê ye." Ocalan bal kişandibû ser tekoşina Hallac-i Mansur û dîsa tekiliya gelê Kurd û Tirk. Ocalan anîbû ziman ku Tirk bêyî Kurd û Kurd jî bêyî Tirk nikarin bijîn û wiha got: "Kengî Kurdên Mezopotamya bên tunekirin, wê demê li Anatoliyê li ser navê Tirkan tu tişt namîne. Hebûn û pêşketina Kurdan, pêşketina Tirkan e."    Prz. Newroz Uysal û Rezan Sarica, têkildarî peyamên Ocalan ên dawî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    Parêzeran diyar kirin ku Ocalan weki her carê niha jî zêde neket nava detayên rewşa tenduristiya xwe. Parêzeran da zanîn ku bi qasî ew dîtin rewşa tenduristiya wî baş bû û li ser xwe bû. Gelek bijar bi ket vegotin. Parêzeran bal kişand ser peyama Ocalan a ‘Pozîsyona siyaseta jiyan û jiyandinê" û wiha gotin: "Di 3 hevditinan de jî diyar kir ku ew ji bo çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ji biryar û vîna ku nîşan dane re hurmetê nîşan dide. Dîsa xwest li gel vê fedekariyê lêhûrbûn û erkdariyê pêş bixin. Diyar kir ku ev çalakî vîn û fedakâriyekê dixwaze, lê li aliyê din nebesiyekê jî datîne holê. Dikarin bimirin û xwe bikujin. Lê nizanin bijîn û bidin jiyandin. Em li dijî mirinê jiyanê diparêzin. Ya me siyaseta jiyanê ye. Ocalan berî her tiştî ji ber banga wî çalakgeran dawî li çalakiyê anî kêfxweşiya xwe anî ziman. Yên di greva birçîbunê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmetî bibîr anî. Dubare xwesd di milê bedenî, ruhî û zihnî de xwe xurt bikin û bi wîre hevkariyê bikin.    'KUŞTIN DAYE PÊŞ ÇAVÊ XWE Û HEQÎQET PARASTINE'     Parêzeran bal kişand ser peyama Ocalan a der barê têkoşina Hallac-i Mansur jî û wiha gotin: "Brêz Ocalan got 'Li hundir Hallaç dixwînin. Çi hatiye serê wî. Mirinek çawa. Mirina wî pir trajik e. Lê teî mirinê dîsa heqîqet parastiye û ji pey heqîqetê venegeriya ye. Ez jî lêgerînerê edalet, azadî û heqîqetê me. Edaleta rast, demokrasiya rast û azadiya Rast. Gelek di girtîgehê de mane. 20-30 salin girtî ne. Lê hêj siyaseta mirinê dimeşînin. Siyaseta jiyan û jiyandinê kêm e. Ez jî 21 salin li vir im. Ez hewl didim jiyandina xwe jî û ya we tevan jî bipararêzim. Hûn jî dikarin bi rêbaz û feraseta rast xwe bidin jiyandin.' û xwest siyaseta jiyanê pêş bixin.    Ocalan li ser siyaseta demokratîk, kemasiyên rêveberiyên herêmî, cinayetên jinan, zewaca jinan a di temenê biçûk de, civakibûna Kurd, çand û dîroka Kurd rawestiya. Diyar kir ku têkiliya Kurd û Tirk têkiliyek dîrokî û rojane ye. Dîsa bal kişand ser têkilî û nakokiyên di navbera Sûriye, Bakurê Sûriye û Tirkiye de. Di Newroza 2013'an de jî bal kişandibû ser xwişk û biratiya gelê Kurd û Tirk. Xwestibû li ser aştiya bi rûmet li hev rûnên û li hev bên. Destnîşan kiribû ku 26 salin ji bo vê hewl dide.    'LÊHÛRBÛNA OCALAN JI YA NEWROZA 2013'AN KÛRTIR E   Parêzeran, anîn ziman ku Ocalan destnişan kiriye ku lêhûrbûn û kûrbûna wî ya li ser vê fikrê ji ya Newroza 2013'an zêdetir e û gotin: "Ocalan bal kişand ser têkiliyên Kurd û Tirkan a dîrokî î got: "Kengî Kurdên Mezopotamya bên tunekirin, wê demê li Anadoluyê li ser navê Tirkan tu tişt namîne. Hebûn û pêşketina Kurdan, pêşketina Tirkan e jî. Ev nîşaneya dîrokê ye. Ev ne îcada me ye. Divê her kes vê yekê wisa fam bike. Ne wisa be her kes wê winda bike. Bere jî min gotibû 'Kurd bê Tirk, Tirk jî bêyî Kurd nabe'. Ev wisa ye." û li ser girîngiya tevkariya Kurd û Tirkan rawestiya.    Ocalan dîsa bal kişand ser ferasetên ku dixwazin pergala malbatî, eşîrî û qabîletiyê pêş bixin û wiha got: "Li Kurdistan, Şirnex û li bajarên din dixwazin vê ferasetê pêş bixin. Beşek ji vana li hemberî çanda Kurdan ku nehatiuye avakirni wekî projeyekê pêş dixin. Lê ji ber siyaseta demokratîk di gelek aliyan de kêm dimîne, ev pirsgirêk nayên çareserkirin." Ocalan bal kişand ser taxrîbata pergala malbatî û eşîrî û talûkeya wan. Dîsa di 3 hevdîtinan de balê dikişîne ser Mem û Zinê. Diyar kir ku siyaseta li ser malbat û xizmtiyê êdî nabe çareserî."    OCALAN ÇARESERIYA AFIRÎNER Û SIVÎL PÊŞNIYAR DIKE   Parêzeran destnîşan kir ku Ocalan herî zêde girîngiyê dide Çareseriya Demokratîk û gotin: "Ocalan çareseriya Demokratik pêşniyar dike. Dixwaze ji bo vê yekê xwe bi rêxistin bikin û pêş bixin. Dixwazin siyaseta demokratîk ava bikin. Bi taybetî dixwaze di qada sivîl de çareseriyên sivîl pêş bixin. Di vê mijarê de mînaka Gandhî daye. Dixwaze çareseriyê sivîl û afirîner pêş bixin."    Parêzeran xwest Barûrê Sûriye bi bin baneyê Yekîtiya Sûriye de li gorî xweserî û federasyon pirsgirêk bê çareserkirin.    'MIROVÊN AQIL PÊŞ BIXIN TUNE'    Parêzeran bal kişand ser sekna Ocalan a li dijî cinayetên jinan û tundiya li dijî jinê û gotin "Ocalan têkildarî mijara jinê got: 'Bila jin jî nebêjin li min nehatiye kirin. Tişta li hemcînsê me hatiye kirin li me tevan hatiye kirin. Min berê mînaka Ozgecan dabû. Heman hişmendiyê qetil kir. Tecawizî wê kirin. Destê wê kişandin. Çavê wê derxistin. Heri dawî ew şewitandin û kuştin. Hemû kirin. Em dibînin hemû di nava malbatê de pêş dikeve. Ev rewşa civakê nîşan dide. Cînayetên jinê heye. Pirsgirêkên civakî hene. Pirsgirêkên aborî hene. Lê siyaseta çareseriyê bibîne tune. Mirovê aqil pêş bixe tune. Siyaset nayê kirin.'    Ocalan bal kişand ser evîna Mem û Zînê û got: 'Evîna Mem û Zînê evînek bê îmkan e. Mem taşta nepêkan pêk anîye.' Birêz Ocalan çîrok ne wekî çîroka evînê, bi analîza civaknasiyê girtiye dest. Hem aliyê dîrokî u hem aliyê rojane dide ber hev. Li gorî wi wê demê di çîrokê de Bekoyek hebû. Niha di nava ciakê de hezar Beko hene.      MA / Sadiye Eser