Çalakgerê rojiya mirinê Cengîz: Divê em têkoşînê pêş bixin

  • rojane
  • 09:07 18 Hezîran 2019
  • |
img

WAN - Erol Cengîz ku li dijî tecrîda Îmraliyê 27 rojan di rojiya mirinê de ma, got: "Êdî aştî, edalet û demokrasî daxwaza her kesî ye. Loma divê em jî li ser bilindkirina têkoşînê hûr bibin û nîqaş bikin." 

 
Li Girtîgeha Wanê Erol cengîz ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 1'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû, di 30'yê Nîsanê de çalakiya xwe veguherandibû rojiya mirin û di 26'ê Gulanê de jî bi bangawaziya Ocalan wekî çalakgerên din wî jî çalakiya xwe bi dawî kiribû. Erol, di 10'ê Hezîranê de hat berdan. 
 
‘ME ZEXT Û ZORÎ QEBÛL NEDIKIRIN' 
 
Cengîz, diyar kir ku di 3 salên dawî de herî zêde zext û zorî li girtîgehan hebûne û got: "Li girtîgehê tim em nerihet dikirin. Îşkence û zext hebûn. Çi ji destê wan bihata dikirin. Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an zext û zoriyên li ser me zêde bûn. Lêgerîna atzî dihat ferzkirin. Gardiyan tim dihatin qawîşan û di bin navê lêgerînê de her der belawela dikirin. Lê me ev pêkanîn qebûl nedikirin. Li hemberî van pêkanînan helwestek me hebû û ji ber gelek caran em li hucreyan heps dikirin." 
 
‘BWERIYA ME ZÊDE BÛ' 
 
Cengîz, bilêv kir ku li dijî pêkanînên li girtîgehan û li dijî tecrîda li ser Ocalan ji xeynî berxwedanêt tiştek li ebr wan tune bû û got: "Piştî hevrê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir, li girtîgehan jî hevalên me daxilî nav çalakiyê bûn. Moralê hevalên koma ewil pir xurt bû. «aşê di 1'ê Adarê de em ektin greva birçîbûnê. Li girtîgehan li ser asasê jiyana komunalbi têkoşînê me pêwendiyeke xurt bi hev re danî. Wê çaxê moralê me pir baş bû. Çimkî me baş abwer dikir ku wê berxwedan bi ser bikeve. A rast ji ber vê em bêtir lis er piya diman." 
 
Cengîz, destnîşan kir ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê ketin asteke krîtîk wan biryar girtiye ku dest bi rojiya mirinê bikin û got: "Li gel hemû hevalan ruhê têkoşînê zêde bibû. her kesî dixwest tiştekî bike û dizanibûn wê berxwedan bi ser bikeve. Çimkî êdî tu çare nemabû. Çalakiya heval Leyla 170 roj li dû xwe hiştibûn û rewşa hevalên girtîgehê di asteke pir krîtîk de bû. Me jî biryar girt ku em ê dest bi rojiya mirinê bikin. Her 5 hevalên ku em ketin rojiya mirinê me berê hevdu nas dikir. Ez û Ozhan ceyhan xizmên hev in, ez û Saît Ozturk jî di sala 2012'an de bi hev re di greva birçîbûnêd e bûn. Loma me tim moralê hev baş dikir. Helbet rojiya mirinê zehmet e. lê belê ji ber me dizanibû em ê bi ser bikevin muqawemeta me nediqediya." 
 
‘PÊŞXISTINA TÊKOŞÎNÊ' 
 
Cengîz, destnîşan kir ku wan peyama Ocalan a ewil bi baldarî xwendiye û got: "Bi dxuyaniya wê rojê me fêm kiribû ku faşîzma AKP-MHP'ê ji bo berxwedana me bişikîne tev digere û me dizanibû divê em çalakiya xwe bidomînin. Ji ber hevdîtin bi Birêz Ocalan re hat çêkirin em kêfxweş bûn, lê me dizanibû ev nayêw ateya bidawîbûna tecrîdê. Loma me biryar grit ku divê em çalakiya xwe bidomînin. Me bi peyama Ocalan a 26'ê Gulanê re çalakiya xwe bi dawî kir. Eger em netêkoşin û bi paş ve gav bavêjin, îktîdar ji bo destekftiyên me ji dest me bigire çi ji desta bê wê bike. Loma divê em têkoşînê bi pêş ve bixin." 
 
BAŞ ETDAWÎ NEKIRINE 
 
Cengîz, anî ziman ku piştî rojiya mirinê bi dawî kiriye bîrkorî bûye û dema diaxivî nikaribûye hevokên xwe bide ser hev û bal kişand ser pêvajoya tedawiyê: "Wexta me çalakiya rojiya mirinê bi dawî kir, qaşo ji bo tedawiyê em birin. Lê belê baş tedawî nekirin. Ji ber vê gelek tiştan ji bîr dikim û nikarim hevokên xwe bidim ser hev. Li girtîgehê gelek hevalên me yên rewşa wan krîtîk e nehatin tedawîkirin û lîsteya ji aliyê dîyetîsyenan ve hatibû amadekirin an nedidan an jî dema me gelek tiştên di lîsteyê de ji kantînê dixwest nedianîn. Ji ber vê di pêş de dibe pirsgirêkên cidî li hevalên me peyda bibin. Divê rê li ber vê bê girtin. Divê Odeya Bijîşkan rê li ber vê bigire." 
 
TÊKOŞÎNA DAYIKAN
 
Cengîz, bal kişand ser çalakiya dayikên kitanspî û got: "Di vê têkoşîn û berxwedanêd e para têkoşîn û berxwedana dayikan zêde ye. Gelek caran bi êrîşan re rû bi rû man, heqaret li wan hat kirin. Lê belê kêliyekê jî paş ve gav neavêtin. Hemû dayikên berxwedêr silav dikim. A rast dayikan nîşanî her kesî da ku bê berxwedan çi qas girîng e. Loma divê her kes ji bo edalet, demokrasî û aştiyê bitêkoşe." 
 
'DIVÊ PEYAMÊN OCALAN BÊN NÎQAŞKIRIN' 
 
Cengîz, destnîşan kir ku divê peyamên Ocalan bên nîqaşkirin û got: "Birêz Ocalan ji bo demokrasî û aştiya Tirkiyeyê bang kiriye. Divê her kes vê banagwaziyê baş binirxîne û nîqaş bike. Êdî aştî, edalet û demokrasî daxwaziya her kesî ye. Loma divê em bêtir lis er têkoşînê û pêşxistina wê hûr bibin û nîqaş bikin. Ji bo demokrasî, edalet û aştî li vî welatî bê avakirin divê têkoşîn tim dînamîk be û çalakiyên demokratîk bên kirin. Em ê tim û tim ji bo demokrasiyê bitêkoşin." 

Sernavên din

20/06/2019
09:10 Melayên Kurd ji bo hilbijartina Stenbolê dixebitin
09:09 Jinên HDP'î bang li jinan kirin: Dengê xwe bidin xwe
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2019'AN
19/06/2019
16:51 Temellî: Ocalan hêz da teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’
16:20 Kurtulan: Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin
16:09 ‘Berpirsê hemû êşên penaberan polîtîkayên şerin’
15:39 Doza Panzêrê: Polîsek berat kirin û tenê 2 sal û mehek ceza li polîsek birîn
15:09 HDP: Demildest endamên Meclîsa Ciwanên me berdin
15:04 Yekbun û Dîlan Îzol ên dayik û bavê wan hatin kuştin: Ev zilm a 17 salan e
14:40 Berdana Bîlgîlî yê kiryarê tecawîzê hat şermezarkirin
14:40 Ji bo Çemê Dîcleyê banga ‘Avêtina Mezin’ hat kirin
14:27 ESP'ê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir
14:13 Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo zarokan dersa kurdî dide destpêkirin
14:06 Ewil cendirmeyan lêgerîna çekan kirin, piştre bi ser de girtin
14:00 Êzidiyên Kelhokê: Em dixwazin vegerin gundê xwe
13:36 2 welatiyên Mexmûrî yên PDK'ê ew binçav kiribûn li ku ne?
13:35 3 kes li Mersînê hatin binçavkirin
13:16 Li Qersê dema festîvalê ye
13:14 Demîrtaş: Cemaetê gelek hez ji Bînalî Yildirim dikir
12:52 Înîsiyatifa Maf: Di 2 salên dawî de 28 kes bi korsanî hatin revandin
12:36 TJA: Divê Tirkiye mafê penaberan biparêze
12:35 Oldarên Başûr: Operasyon şermezar kirin
12:35 Sara Kaya nehat berdan
11:53 Hunermend Çiya berdan, xwestin hunermend Arhat binçav bikin
11:46 Li Îzmîrê 12 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza rojnamegeran de dadgehê ji emniyetê agahî xwest
11:30 DMME’yê got ‘binpêkirina maf’: Piştî 26 salan hat berdan
11:26 Karkerê Nexweşxaneyê întîhar kir
11:20 'Îbrahîm Layik piştî ji kar hat derxistin întîhar kir'
11:00 Li Amedê kesek hat girtin
10:48 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat binçavkirin
10:38 ‘Ji bo ku Bîlgîlî ceza bigire, ezê têbikoşim’
10:34 Di bombebarana Newala Qoriyê de 2 sivîl hatin kuştin
10:34 Polisên bi ser malê de girt li kolanê jî gef xwarin
10:13 Qeymeqamê Cizîrê destûr neda lêpirsina mirina 2 pitikan
10:09 Xizmên windayan 'biryara qedexeyê' dibin dadgehê
10:04 Ji bo 32 jinan beraet, Leyla Guven fezleke
10:03 DMME’ê derbarê wekîlên HDP’ê de ji Tirkiyeyê parastin xwest
09:23 Wanî: Li Stenbole dê kurd bersiva pêwîst bidin AKP'ê
09:23 ‘Di 4 salên dawî de 2 hezar û 500 penaber li peravên Ege fetisîn
09:22 HTŞ, li Reyhanliyê li hev dicive!
09:16 Encu: Ji ber min Komkujiya Robiskiyê anî ziman ceza li min birîn
09:15 Bi hunera xêzê texrîbata şer ji ser xwe davêjin
09:14 Denîz: Dewlet bi destekê dikare rê li ber şewitandina pirêzeyan bigire
09:14 Selexane û axurên ku qeyûm çêkirin bêyî bên vekirin rûxiyan'
09:13 Çîrokbêj Erkmen: Ez ê gund bi gund bigerim û çîrokan vebêjim
09:11 Cotkaran dev ji firingî û îsotan berdan, berê xwe dan xox û mûzan
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2019'AN
18/06/2019
18:02 Wesayît li refûjê xist: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
16:37 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zextên tên kirin hêceta têkoşîna me ne
16:28 Leyla Guven, Fatma û Mehmet Ocalan beraat kirin
14:54 Heqê ziyareta Xerabreşkê ji 5 tl derxistin 35 tl'yan
14:10 ‘Em bang dikin ku li dijî binçavkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin'
14:06 Li Edenê xwestin ciwan bên berdan
13:42 Hejmara 3’yemîn a fanzîna Biçûkêd Kurmancan derçû
13:26 Birayê Îbrahiîm Layik: Derûniya birayê min baş bû
13:21 Demîrhan ê di greva birçîbûnê de çavekê wî kor bû nehat berdan
13:12 Demîrtaş: Ji bo ku mirov li Tikriyeyê nemirin em têkoşiyan
12:58 Li Midurê Karê Nivîsan a Yenî Yaşamê Akin doz hat vekirin
12:42 Ocalan: Ger ku Kurdan li Mezopotamya xelas bikin wê li Anatoliyê Tirk nemînin
12:07 Hewldana Jiyankirina Heskîfê: Hêj ku dereng nebûye bikevin tevgerê
12:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Walîtiyê jina 90 salî avêt kuçeyê
11:36 Welatiyên Amedê xwest Kurdên Stenbolê dengê xwe bidin Îmamoglu
11:33 Zarokên, dayika xwe di Komkujiya Garê de winda kirin dixwazin bavê wan bê berdan
11:07 Demîrtaş ji bo Stenbolê bang kir: Ez bi bawerim bêbiryarî tune ye
11:00 Hevserokê MED-DER’ê: Lewheyên rakirin sedama hebûna gelê Kurd e
10:40 Nameyên Ocalan nedan girtiyan
10:29 Qeyûmê Amedê 759 milyon deyn li pey xwe hişt
10:22 Danişîna biryara Doza Panzêrê sibê ye: Biyarek adil û bêalî bidin
10:07 Dadgeha Îstinafê beraeta doza komkujiya Licê li gorî hiqûqê dît
09:57 Li Girtîgeha Xarpêtê îşkence li girtiyên nimêj nakin hat kirin
09:50 Şaredariya Amedê ji bo zarokan dest bi kursên havînê dike
09:50 Walîtiya Colemêrgê mehek din çalakî qedexe kirin
09:08 Hem çanda xwe didomînin hem jî pê debara xwe dikin
09:08 ‘Cotkar erdê xwe, mal, erse û wesayîyên xwe difiroşin'
09:07 Wê li dijî neheqiyê biçin ser sindoqan
09:07 Çalakgerê rojiya mirinê Cengîz: Divê em têkoşînê pêş bixin
09:06 Tekane kolînerê Rihayê ji ber krîza aborî wê dev ji karê xwe berde
09:06 Cotkar êdî maşîneyên xwe difiroşin
09:05 Duzkan: Di azadiya çapemeniyê de em di dema herî xirab de ne
09:05 Nalbûr: Heta atmosfereke ewle çênebe wê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2019'AN
17/06/2019
23:19 Li Agiriyê ji ber lehî û birûskê 4 kes mirin
20:54 Serokomarê xistî yê Misirê Mursî li eywana dadgehê mir
19:23 Li Hezexê şewat dîsa dest pê kir
18:45 Desteya Çandinî û Aboriyê: Şewatê 19 milyar lîre zerar da welatiyan
18:02 Temellî: Bila ne Heskif bila AKP di bin avê de bimîne
17:06 Arslan: Hêza pêşeng a demokrasî û azadiyê kurd in
16:25 35 kes li Edenê dibin çavan dene
16:03 'Agahiya we ji Avşîna 1 salî ya girtî heye?'
15:19 TTB: Em hemû kesên edaletê dixwazin vedixwînin kongreyê
15:16 Hevşaredarê Dêrikê yê berê hat berdan
15:13 Olûç: Hişmendiya 'Biçehimin biçin' û 'Emê rojhilatê Firatê paqij bikin' yeke
15:02 Rojnamegeran binçavkirina hempîşeyen xwe şermezar kirin
14:48 Li navenda Qamişlo teqînek rû da
14:39 Temellî: Em ê di sindoqan de bersiv bidin dijminên kedê
13:02 Şaredariya Geverê ji ber deynê qeyûm nikare kar bike
12:30 Kêştiya penaberan noqî avê bû: 9 kesan jiyan xwe ji dest dan
12:12 Gundiyan şewata piştî pevçûnê rû da vemiranedin