Çalakgerê rojiya mirinê Cengîz: Divê em têkoşînê pêş bixin 2019-06-18 09:07:03 WAN - Erol Cengîz ku li dijî tecrîda Îmraliyê 27 rojan di rojiya mirinê de ma, got: "Êdî aştî, edalet û demokrasî daxwaza her kesî ye. Loma divê em jî li ser bilindkirina têkoşînê hûr bibin û nîqaş bikin."    Li Girtîgeha Wanê Erol cengîz ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 1'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû, di 30'yê Nîsanê de çalakiya xwe veguherandibû rojiya mirin û di 26'ê Gulanê de jî bi bangawaziya Ocalan wekî çalakgerên din wî jî çalakiya xwe bi dawî kiribû. Erol, di 10'ê Hezîranê de hat berdan.    ‘ME ZEXT Û ZORÎ QEBÛL NEDIKIRIN'    Cengîz, diyar kir ku di 3 salên dawî de herî zêde zext û zorî li girtîgehan hebûne û got: "Li girtîgehê tim em nerihet dikirin. Îşkence û zext hebûn. Çi ji destê wan bihata dikirin. Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an zext û zoriyên li ser me zêde bûn. Lêgerîna atzî dihat ferzkirin. Gardiyan tim dihatin qawîşan û di bin navê lêgerînê de her der belawela dikirin. Lê me ev pêkanîn qebûl nedikirin. Li hemberî van pêkanînan helwestek me hebû û ji ber gelek caran em li hucreyan heps dikirin."    ‘BWERIYA ME ZÊDE BÛ'    Cengîz, bilêv kir ku li dijî pêkanînên li girtîgehan û li dijî tecrîda li ser Ocalan ji xeynî berxwedanêt tiştek li ebr wan tune bû û got: "Piştî hevrê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir, li girtîgehan jî hevalên me daxilî nav çalakiyê bûn. Moralê hevalên koma ewil pir xurt bû. «aşê di 1'ê Adarê de em ektin greva birçîbûnê. Li girtîgehan li ser asasê jiyana komunalbi têkoşînê me pêwendiyeke xurt bi hev re danî. Wê çaxê moralê me pir baş bû. Çimkî me baş abwer dikir ku wê berxwedan bi ser bikeve. A rast ji ber vê em bêtir lis er piya diman."    Cengîz, destnîşan kir ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê ketin asteke krîtîk wan biryar girtiye ku dest bi rojiya mirinê bikin û got: "Li gel hemû hevalan ruhê têkoşînê zêde bibû. her kesî dixwest tiştekî bike û dizanibûn wê berxwedan bi ser bikeve. Çimkî êdî tu çare nemabû. Çalakiya heval Leyla 170 roj li dû xwe hiştibûn û rewşa hevalên girtîgehê di asteke pir krîtîk de bû. Me jî biryar girt ku em ê dest bi rojiya mirinê bikin. Her 5 hevalên ku em ketin rojiya mirinê me berê hevdu nas dikir. Ez û Ozhan ceyhan xizmên hev in, ez û Saît Ozturk jî di sala 2012'an de bi hev re di greva birçîbûnêd e bûn. Loma me tim moralê hev baş dikir. Helbet rojiya mirinê zehmet e. lê belê ji ber me dizanibû em ê bi ser bikevin muqawemeta me nediqediya."    ‘PÊŞXISTINA TÊKOŞÎNÊ'    Cengîz, destnîşan kir ku wan peyama Ocalan a ewil bi baldarî xwendiye û got: "Bi dxuyaniya wê rojê me fêm kiribû ku faşîzma AKP-MHP'ê ji bo berxwedana me bişikîne tev digere û me dizanibû divê em çalakiya xwe bidomînin. Ji ber hevdîtin bi Birêz Ocalan re hat çêkirin em kêfxweş bûn, lê me dizanibû ev nayêw ateya bidawîbûna tecrîdê. Loma me biryar grit ku divê em çalakiya xwe bidomînin. Me bi peyama Ocalan a 26'ê Gulanê re çalakiya xwe bi dawî kir. Eger em netêkoşin û bi paş ve gav bavêjin, îktîdar ji bo destekftiyên me ji dest me bigire çi ji desta bê wê bike. Loma divê em têkoşînê bi pêş ve bixin."    BAŞ ETDAWÎ NEKIRINE    Cengîz, anî ziman ku piştî rojiya mirinê bi dawî kiriye bîrkorî bûye û dema diaxivî nikaribûye hevokên xwe bide ser hev û bal kişand ser pêvajoya tedawiyê: "Wexta me çalakiya rojiya mirinê bi dawî kir, qaşo ji bo tedawiyê em birin. Lê belê baş tedawî nekirin. Ji ber vê gelek tiştan ji bîr dikim û nikarim hevokên xwe bidim ser hev. Li girtîgehê gelek hevalên me yên rewşa wan krîtîk e nehatin tedawîkirin û lîsteya ji aliyê dîyetîsyenan ve hatibû amadekirin an nedidan an jî dema me gelek tiştên di lîsteyê de ji kantînê dixwest nedianîn. Ji ber vê di pêş de dibe pirsgirêkên cidî li hevalên me peyda bibin. Divê rê li ber vê bê girtin. Divê Odeya Bijîşkan rê li ber vê bigire."    TÊKOŞÎNA DAYIKAN   Cengîz, bal kişand ser çalakiya dayikên kitanspî û got: "Di vê têkoşîn û berxwedanêd e para têkoşîn û berxwedana dayikan zêde ye. Gelek caran bi êrîşan re rû bi rû man, heqaret li wan hat kirin. Lê belê kêliyekê jî paş ve gav neavêtin. Hemû dayikên berxwedêr silav dikim. A rast dayikan nîşanî her kesî da ku bê berxwedan çi qas girîng e. Loma divê her kes ji bo edalet, demokrasî û aştiyê bitêkoşe."    'DIVÊ PEYAMÊN OCALAN BÊN NÎQAŞKIRIN'    Cengîz, destnîşan kir ku divê peyamên Ocalan bên nîqaşkirin û got: "Birêz Ocalan ji bo demokrasî û aştiya Tirkiyeyê bang kiriye. Divê her kes vê banagwaziyê baş binirxîne û nîqaş bike. Êdî aştî, edalet û demokrasî daxwaziya her kesî ye. Loma divê em bêtir lis er têkoşînê û pêşxistina wê hûr bibin û nîqaş bikin. Ji bo demokrasî, edalet û aştî li vî welatî bê avakirin divê têkoşîn tim dînamîk be û çalakiyên demokratîk bên kirin. Em ê tim û tim ji bo demokrasiyê bitêkoşin."