Kuçukbalaban: Divê zagona bingehîn a zarokan hebe

  • rojane
  • 09:53 16 Hezîran 2019
  • |
img
ENQERE - Endamê Komîsyona mafên Zarokan a ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban, bal kişand ser Stratejiya Reforma Darazê û anî ziman ku guhertinên der barê zarokan de kêm in xwest zagona bingehîn ya der barê zarokan de bê amadekirin. 
 
Li Tirkiye 4 malên perwerdehiya zarokan heye. Li aliyê din 7 girtîgehên girtî yên zarokan hene. Li girtîgehan heta 31'ê Cotmeha 2018'an li gori daneyên Miduriyeta Giştîya Girtîgehan 743 zarok tevî dayikên xwe girtî ne. Bi gişti zêdeyî 3 hezar zarok girtî ne. Li Tirkiye ku zêdeyî 3 hezar zarok girtî ne, Serokomar û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan Stratejiya Reforma Darazê anî rojevê. Niqaşên li ser vê xalê didomin. Têkildarî mijarê Endamê Komîsyona Mafên Zarokan û Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyin Kuçukbalaban, nirxandinên girîng kir. 
 
‘228 HEZAR Û 616 ZAROK HATIN DARIZANDIN'
 
Kuçukbalaban, destnîşan kir ku li gorî daneyên rapora Wezareta Dadê ya 2018'an 228 hezar û 616 zarok hatine darizandin û wiha got: "Her çend di Stratejiya Reforma Darazê de der barê zarokan de hin guhertin hebe jî ev planên hatine kirin pirsgirêkê heyî çareser nake. Ya din xalên ku dixwazin biguherînin çiqas têkevin meriyetê jî ne diyar e. Di belgeyên stratejiyên berê de jî hin planên guhertinan hatin kirin. Lê neketin meriyetê. Her çend sala 2018'an sala têkoşîna li dijî karkeriya zarokan îlan kirin jî, lê dîsa hêjmara zarokên karker zêde bû. Weki parazvanên mafên mirovan bi salan e em pêşniyar dikin ku ji bo zarokan zagon bên sazkirin û mafê zarokan bi van zagonan bên parastin. Lê heta niha tu zagonên ku mafên zarokan biparêzin tune ye. Divê der barê mafê zarokan de zagona bingehîn bê avakirin. Li gorî Peymana Mafên Zarokan a Gerdûnî, hemû kesên kêmî 18 salî zarok tên hesibandin. Tirkiye jî alîgrê vê peymanê ye. Divê zagona ku xweseriya zarokan esas digire û hemû mafê wan ên bingehîn diparêze bê sazkirin. Em wekî parazvanên mafên mirovan girtina zarokekî jî pir zêde dibînin. Lê ger ku li welatekî gelek zarok girtî bin, divê ew pergal bê lêpirsîn."  
 
'ZAROK TEVÎ DAYIKA XWE GIRTÎ NE' 
 
Kuçukbalaban, anî ziman ku ew bi tu awayî girtina zarokan rast nabînin û wiha bi dawî kir: "Dibe ku ji bo dayikên ku zarokên wan hebe li girtîgehê şertên guncav ava dikin. Lê di encamê de wir girtîgeh e. Sînorê vir heye. Em dibînin ku zarok heta 6 salî li gel dayikên xwe girtî dimînin. Zarok heta vi temenî ji mafê xwe yê tenduristî û perwerdehiyê sûdê nagire. Dikarin heta 6 salan ceza taloq bikin an jî cezayê malê bidin. Dikarin bêyî ku zarok jî bê girtin çareser bikin. Divê li Meclîsê Komîsyona Mafên Zarokan bê avakirin. Ziman, bawerî, nijad, zayend û nasnameya zarok çi dibe bila bile zarok zarok e. Her zarok nêzîkatiya herî baş heq dikin. Di şert û mercên herî baş de mezin bibin heq dikin." 
 
 

Sernavên din

17/06/2019
12:12 Gundiyan şewata piştî pevçûnê rû da vemiranedin
11:37 Polîsê ku qeyûm kiribû midur ji kar hat vêtin
11:01 Rêveberekê DBP’ê hat binçavkirin
10:57 Di meha Adarê de rêjeya bêkariyê ji sedî 14.1 zêde bû
09:32 Li Edenê gelek ciwan hatin binçavkirin
09:31 Galaya belgefîlma ‘Sakli Hac’ hat kirin
09:30 Ji bo Bîlgîlî yê êrîşa zayendî kir dîsa bê girtin dê serlêdan bikin
09:30 ‘Pirsgirêka derdorê tuneye, pirsgirêka mirovan heye’
09:29 Li Heskîfê masî di talûkê de ne
09:29 Gergerlîoglu: Îdîayên li navendên girêdayî Wezareta Karê Hûn îşkence zêde bûne hene
09:27 HDP’ê bang li hilbijêrên xwe kir: Deng bidin Îmamoglû
09:26 Bila Ekremên din neyên kuştin
09:26 Li gundên Çinarê çinîna pîvazan dest pê kir
09:09 Li Amedê Muzeya Servekirî ya Mezopotamyayê tê avakirin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2019'AN
16/06/2019
19:16 KKP’ê li Amedê panela qeyrana aborî li dar xist
16:46 Temellî: Rêya têkbirina bloka faşîst di têkoşîna hevpa re derbas dibe
16:38 Li Kobanê zêdeyî 50 hektar zevî şewitî
15:10 Rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên hatin binçavkirin bi lez bên berdan
15:09 TJA: Ji bo azadiya jinê heta dawiyê têkoşîn
14:25 Li Çinarê 70 dolim zevî bûn xwelî
13:40 Derket holê ku qeyûm ketina Rojnameger Kanbal a şaredariyê asteng kiriye
13:28 Li operasyona Şirnexê de eskerekî jiyana xwe ji dest da
13:12 Qeymeqam destûr neda ku li dijî talankirina Heskifê daxuyanî bidin
12:41 Çalakgerên Mertalên Zindî ji Qendîlê banga piştgiriyê kirin
12:11 Mehabad û Qadî Mihemed: Wê kengî li şûna kindirê gul vedin
11:35 Li Gabarê operasyona eskerî dest pê kir
11:35 Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya: Rojnamegerên di bin çavan de berdin
10:49 Şaredariya AKP'î ku tabelayên Kurdî daxistin perava Golê paqij nake
09:53 Kuçukbalaban: Divê zagona bingehîn a zarokan hebe
09:11 Ji ber debra îsal kêm e, cotkar ji bo berê dudoyan dudilî ne
09:09 Cîhangîr Îslam: Di AKP'ê de jihevqutbûyîneke mezin heye
09:07 Ji 828 serlêdanan tenê 3 serlêdan qebûl kirin
09:05 Piştî 5 salan ji ber çalakiya 25'ê Mijdarê doz li 17 jinan hat vekirin
09:04 Gundê Yorukan ê 450 salî li dijî RES'an li ber xwe dide
09:02 Aborîzan Başer: Ji ber nebaweriya di siyasetê de derzên mezin li aboriyê ketin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2019'AN
15/06/2019
20:41 3 nûçegihanên Rojnameya Ozgur Gelecekê hatin binçavkirin
20:15 Pirtûka helbestvanê girtî Îlhan Çomak îmze kirin
18:28 Polîsan avêt ser ETHA'yê: 6 rojnameger binçav kirin
18:23 Rojnamevan Kaplanoglû hat berdan
17:09 Tevî rapora ATK’ê Aslan ê ji sedî 80 astengdar bernadin
15:44 Eskerên ku kamuflajê pêşmergayan li xwe dikin li Bradostan kontrola rê dikin
15:38 Li aqûbeta 6 welatiyan pirsîn
15:29 ÎHD: Hêzên paramîlîter bi hezaran mirov winda kirin
15:28 ‘Rojnameger Yilmaz ê pişika wî îflas kirî berdin’
14:08 Şaredariya Pirsûsê kampanyaya paqijiyê da destpêkirin
13:58 Temellî: Hûn li ku dibin bibin di 23'ê Hezîranê de biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin
13:53 Dayikên Şemiyê yên pirsa faîlên Çelîkbîlek kirin: Bila edalet pêk bê
13:22 Li Amedê sempozyuma çandiniyê: Em li axa xwe xwedî derkevin
13:00 Li Stewrê 3 hezar û 400 donim genim şewitî
12:59 TJA: Bila Nesrîn Sotoudeh bê berdan
12:55 Gelê Mexmûrê operasyona TSK'ê şermezar kir
12:49 Li Xakurkê rewşa dawî: Esker herêmê dişewitînin
12:38 Li Siwêregê pevçûna erdan: 6 kes mirin 5 kes birîndar bûn
11:31 HDP: Me nexşe derxist emê hemû hilbijêran bibin ser sindoqan
11:26 Serlêdana malbatan a Îmraliyê red kirin
10:51 Moody's, puanên krêdiya Tirkiye ya aborî daxist
09:53 Li Dersimê dem dema zozana ye
09:52 Kartal ê li Çorluyê xizmên xwe winda kirin: Têkoşîna me wê bidome
09:51 Pêşî bi balyoz şikand paşê jî 'lêborîn' xwest
09:24 Personelê çopê rijand kolanê ji kar hat derxistin
09:24 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Oztep: Em ê peyamên Ocalan ji gel re vebêjin
09:23 Hatîmogûllari: Li Rojhilata Navîn jiyaneke bi xwişk û bratî pêkan e
09:22 Miftiyê Hezroyê ji ber tecawizê hat darizandin
09:22 Dadgehê dosyeya bavê wî kir hincet û doza wî ya ji bo kar betal kir
09:21 Li Pasaja Pêlîstokan rewşa kar 5 qat kêm bûye
09:17 Her diçe Gola Wanê qirêjtir dibe!
09:16 'Lêborînê ji gel bixwazin û cardin tabeleyan bi cih bikin'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2019'AN
14/06/2019
23:01 Serhat Tugan hat berdan
21:19 Agirê li herêma Omeriyan hat tefandin
20:03 Yuksekdag nehat berdan
18:54 Serhat Tûgan ê 28 sal in girtiye wê bê berdan
16:57 Yuksekdag: Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe ev doz naqede
16:21 HDP’ê ji Meclisê re faks şand
15:52 HDP: Şaredariya Qersê ya gel ne ya çeteyan e
15:49 Malbat ji bo biçim Îmraliyê serlêdan kirin
15:49 Baroya Amedê: Qedexekirina ziman windakirina mirovahiyê ye
15:22 Rêveberên HDP'ê yên zilam dê ji tûndî û tecawizê re bibêjin raweste
14:51 Temellî ji bo 23'ê Hezîranê bang kir: Ji bo tifaqa demokrasiyê em bên gelhev
14:31 Şenyaşarî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:23 Li Hezoyê zilamê ku hevjîna xwe kuşt întîhar kir
14:23 Berdevkê HDP'ê Kubilay: Xwedîderketina sindoqan erêkirina demokrasiyê ye
14:19 Dilxwaz û gundî mudaxaleyî şewata Omeriya dikin
13:49 Wekîlê HDP'î Ferhat Encu hat berdan
13:25 Abdullah Ocalan: Li ser bingeha dersên pêvajoya rexne û rexnedayînê serkeftinê dixwazim
12:55 Li Dersimê keriyên pezkovî û miyan di nav hev de ne
12:20 'Ji xeynî Tirkî bi zimanê din ên zikmakî jî xizmeta tenduristiyê bidin'
11:38 Ceylan: Kurd wê qedera hilbijartina Stenbolê diyar bikin
11:14 Li herêma Omeriyan şewat belav dibe: Pêdivî bi dildaran heye
11:11 Ji Çavûşoglû daxuyaniya S-400'an: Dev jê berdana me ne pêkan e
10:54 Ji ber gotina 'Serokomarê herî biha yê cîhanê bi mere ye' ceza xwar
10:54 Îran: Angaşta Pompeo bê bingeh e
10:41 Gergerlioglû: Kesên bi KHK'ê hatine îxrackirin di lîjneya sindoqê de hatine peywirdarkirin
10:30 Ciwanên hatin derbkirin: Emê Heskîfê teslîmî hişmendiya betonbûyî nekin
10:24 Tarik Zîya Ekîncî: Pirsgirêka Kurd kirdeya demokratîkbûna Tirkiye ye
09:18 Midûrê qeyûm wê bi 'êrîşa zayendî ya hêsan' bê darizandin
09:18 Ji kavilê ku bi 5 zarokên xwe re tê de dijî, banga piştgiriyê kir
09:17 'Divê li cotkarên ku pirêzeyê dişewitîne herî kêm 2 sal cezayê nedestekkirinê bê birîn'