Kuçukbalaban: Divê zagona bingehîn a zarokan hebe 2019-06-16 09:53:06   ENQERE - Endamê Komîsyona mafên Zarokan a ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban, bal kişand ser Stratejiya Reforma Darazê û anî ziman ku guhertinên der barê zarokan de kêm in xwest zagona bingehîn ya der barê zarokan de bê amadekirin.    Li Tirkiye 4 malên perwerdehiya zarokan heye. Li aliyê din 7 girtîgehên girtî yên zarokan hene. Li girtîgehan heta 31'ê Cotmeha 2018'an li gori daneyên Miduriyeta Giştîya Girtîgehan 743 zarok tevî dayikên xwe girtî ne. Bi gişti zêdeyî 3 hezar zarok girtî ne. Li Tirkiye ku zêdeyî 3 hezar zarok girtî ne, Serokomar û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan Stratejiya Reforma Darazê anî rojevê. Niqaşên li ser vê xalê didomin. Têkildarî mijarê Endamê Komîsyona Mafên Zarokan û Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyin Kuçukbalaban, nirxandinên girîng kir.    ‘228 HEZAR Û 616 ZAROK HATIN DARIZANDIN'   Kuçukbalaban, destnîşan kir ku li gorî daneyên rapora Wezareta Dadê ya 2018'an 228 hezar û 616 zarok hatine darizandin û wiha got: "Her çend di Stratejiya Reforma Darazê de der barê zarokan de hin guhertin hebe jî ev planên hatine kirin pirsgirêkê heyî çareser nake. Ya din xalên ku dixwazin biguherînin çiqas têkevin meriyetê jî ne diyar e. Di belgeyên stratejiyên berê de jî hin planên guhertinan hatin kirin. Lê neketin meriyetê. Her çend sala 2018'an sala têkoşîna li dijî karkeriya zarokan îlan kirin jî, lê dîsa hêjmara zarokên karker zêde bû. Weki parazvanên mafên mirovan bi salan e em pêşniyar dikin ku ji bo zarokan zagon bên sazkirin û mafê zarokan bi van zagonan bên parastin. Lê heta niha tu zagonên ku mafên zarokan biparêzin tune ye. Divê der barê mafê zarokan de zagona bingehîn bê avakirin. Li gorî Peymana Mafên Zarokan a Gerdûnî, hemû kesên kêmî 18 salî zarok tên hesibandin. Tirkiye jî alîgrê vê peymanê ye. Divê zagona ku xweseriya zarokan esas digire û hemû mafê wan ên bingehîn diparêze bê sazkirin. Em wekî parazvanên mafên mirovan girtina zarokekî jî pir zêde dibînin. Lê ger ku li welatekî gelek zarok girtî bin, divê ew pergal bê lêpirsîn."     'ZAROK TEVÎ DAYIKA XWE GIRTÎ NE'    Kuçukbalaban, anî ziman ku ew bi tu awayî girtina zarokan rast nabînin û wiha bi dawî kir: "Dibe ku ji bo dayikên ku zarokên wan hebe li girtîgehê şertên guncav ava dikin. Lê di encamê de wir girtîgeh e. Sînorê vir heye. Em dibînin ku zarok heta 6 salî li gel dayikên xwe girtî dimînin. Zarok heta vi temenî ji mafê xwe yê tenduristî û perwerdehiyê sûdê nagire. Dikarin heta 6 salan ceza taloq bikin an jî cezayê malê bidin. Dikarin bêyî ku zarok jî bê girtin çareser bikin. Divê li Meclîsê Komîsyona Mafên Zarokan bê avakirin. Ziman, bawerî, nijad, zayend û nasnameya zarok çi dibe bila bile zarok zarok e. Her zarok nêzîkatiya herî baş heq dikin. Di şert û mercên herî baş de mezin bibin heq dikin."