ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar vê pirsê "Li aliyekî kesên peywa Kurdistanê bi kar tînin tên darizandin û cezakirin, li aliyê din bikaranîn vê peyvê ya ji bo propagandaya hilbijartinê hûn çawa dinirxînin?" ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû kir.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê kurdî, girtina saziyên perwerdeyê yên kurdî, daxistina tabelayên kurdî û qedexekirina peyva "Kurdistanê" bir rojeva meclisê û bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bibersivîne Peşniyaz Pirsekî da Serokatiya Meclisê.
Dundar têkildarî mijarê van pirsan ji Soylû kir;
* Çend saziyên bi kurdî perwerdeya didan hatin girtin? Binasiya qanûnî ya girtina van saziyan çî ye?
* Bi girtina saziyên zimanê kurdî çi tê armancakirin?
* Çend saziyên weşana kurdî dikirin hatin girtin? Binasiya qanûnî ya girtina van saziyan çî ye?
* Çend welatiyên ku ji ber kurdî axivîne rastî êrîşê hatine û jiyana xwe ji dest dane hene? Çend kesên ku van êrîşan pêk anîne hatine girtin? Ji bo pêşîlêgirtina van êrîşan xebatên bi çi rengî hatine kirin?
* Armanca daxwaza di bin avê de hiştina Heskîfê qirkirina çandî nîne?
* Çima bi kar anîna "Kurdistanê" hatiye qedexekirin?
* Li aliyekî kesên peywa Kurdistanê bi kar tînin tên darizandin û cezakirin, li aliyê din bikaranîn vê peyvê ya ji bo propagandaya hilbijartinê hûn çawa dinirxînin?
* Tabeleya pirzimanî ya Şaredariya Bedlîsê çima hatiye daxistin? Ev bêtemûliya li dijî kurdî nîne?
* Dê tabelaya pirzimanî ya Şaredariya Bedlisê kîngê bê daleqandin? Tu hewldaneke we ji bo ji nû ve daleqandin vê tabeleyê çê bibe?
* Bi derxistina peyvên kurdî yên ji tabeleya Şaredariya Bedlîsê hûn difikirin ku ji kurdan deng bigirin?
* Hûn ê kîngê dev ji bikaranîna gelê kurd û kurdî ya ji bo porpagandaya hilbijartinê berdin?
* Kurdî dê kîngê bigihîje ewlewiya makeqanûnî? Ji bo ku kurdî bigihîje ewlehiya makeqanûnî xebatên bi çi rengî hatine kirin?