Pero Dundar pirsa 'Kurdistanê' ji Soylû kir 2019-06-12 13:38:05 ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar vê pirsê "Li aliyekî kesên peywa Kurdistanê bi kar tînin tên darizandin û cezakirin, li aliyê din bikaranîn vê peyvê ya ji bo propagandaya hilbijartinê hûn çawa dinirxînin?" ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû kir.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê kurdî, girtina saziyên perwerdeyê yên kurdî, daxistina tabelayên kurdî û qedexekirina peyva "Kurdistanê" bir rojeva meclisê û bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bibersivîne Peşniyaz Pirsekî da Serokatiya Meclisê.   Dundar têkildarî mijarê van pirsan ji Soylû kir;   * Çend saziyên bi kurdî perwerdeya didan hatin girtin? Binasiya qanûnî ya girtina van saziyan çî ye?   * Bi girtina saziyên zimanê kurdî çi tê armancakirin?   * Çend saziyên weşana kurdî dikirin hatin girtin? Binasiya qanûnî ya girtina van saziyan çî ye?   * Çend welatiyên ku ji ber kurdî axivîne rastî êrîşê hatine û jiyana xwe ji dest dane hene? Çend kesên ku van êrîşan pêk anîne hatine girtin? Ji bo pêşîlêgirtina van êrîşan xebatên bi çi rengî hatine kirin?   * Armanca daxwaza di bin avê de hiştina Heskîfê qirkirina çandî nîne?    * Çima bi kar anîna "Kurdistanê" hatiye qedexekirin?   * Li aliyekî kesên peywa Kurdistanê bi kar tînin tên darizandin û cezakirin, li aliyê din bikaranîn vê peyvê ya ji bo propagandaya hilbijartinê hûn çawa dinirxînin?   * Tabeleya pirzimanî ya Şaredariya Bedlîsê çima hatiye daxistin? Ev bêtemûliya li dijî kurdî nîne?   * Dê tabelaya pirzimanî ya Şaredariya Bedlisê kîngê bê daleqandin? Tu hewldaneke we ji bo ji nû ve daleqandin vê tabeleyê çê bibe?   * Bi derxistina peyvên kurdî yên ji tabeleya Şaredariya Bedlîsê hûn difikirin ku ji kurdan deng bigirin?   * Hûn ê kîngê dev ji bikaranîna gelê kurd û kurdî ya ji bo porpagandaya hilbijartinê berdin?   * Kurdî dê kîngê bigihîje ewlewiya makeqanûnî? Ji bo ku kurdî bigihîje ewlehiya makeqanûnî xebatên bi çi rengî hatine kirin?