Hiquqnas Alataş: Heta hişmendî neyê guhertin, bi weşandina belgeyan gav nayê avêtin

  • rojane
  • 11:19 12 Hezîran 2019
  • |
img

ENQERE - Hiqûqnas û Cîgirê Serokê Gişti yê FÎDH'ê Yusuf Alataş, diyar kir bi pakêta “Reforma Darazê" tu tişt nayê guhertin û wiha got: “Heta ku hişmendiya giştî neyê guhertin, bi derxistina belge û weşandina belgeyan tiştek nayê guhertin û gav nayên avêtin." 

Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan "Belgeya Stratejiya Reforma Darazê" aşkere kiribû û niqaşên vê belgeyê didomin. Têkildarî belgeya Reforma Darazê, Hiqûqnas û Cîgirê Serokê Gişti yê Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FÎDH) Yusuf Alataş nirxandinên girîng kir. Alataş, da zanin ku belgeya darazê ya hat weşandin îtirafek e û wiha got: “Ev nîşan dide ku daraz ne di astek baş de ye. Nîşan dike ku êdî civak baweriya xwe bi darazê nîne. Di encama 17 salên îktîdarê de nokteya em hatine nîşan dide ku rewşek ku ibret dide ye. Êdî civak bi darazê bawer nabe. Êdî darizandinek edlî pêş nakeve. Di asta em hatine hêj mumaleyea xerab û îşkence bi temamî ji holê ranebûye."  
 
'ÇIMA DARAZ HATIYE VÊ ASTÊ?
 
Alataş, pirsa 'Çima daraz hatiye vê astê? jî pirsî û wiha got: "Darizandinek baş nayê kirin û nakin. Tedbîra girtinê di cih û dema wê de nakin. Li ser esasê siyasî tev digerin. Di vê mijarê de ewil Kanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) tê aqilê mirovan. Sedema îtîrafa vê darazê TMK ye. Li ser navê TMK'ê azadiya mirovan tê bi sînorkirin. Dengê hêza muxalif tê qutkirin. Siyasetmedar şaredar tên girtin. Tişta esil TMK ye. Dema bi terorê re têdikoşin, mafên mirovan binpê dikin, hiqûq, demokrasiyê bi sînor dikin. Vê yekê bi zanebûn dikin." 
 
‘TMK PIRSGIRÊKA SEREKE YE'
 
Alataş, bal kişand ser hebûna xala TMK’ê û wiha lê zêde kir: "Hebûna TMK'ê bi serê xwe pirsgirêka herî mezin e. Li Tirkiye dema dibêjin sûcê terorê tenê rêxistina çektarî nayê aqilan. Li cem me sûcên rêxistina terorê pir berfireh e. Daxuyaniya çapemeniyê, meş, çalakiya rûniştinê, xebatên siyasî tev wekî sûcê rêxistinê tên hesibandin û qebûlkirin. Hemû mafên demokratîk wekî sûcê terorê tên hesibandin. Rojnameger ji ber dinivîse wekî sûcê terorê qebûl dikin. Niha li Tirkiye 160 rojnameger girtî ne. Li gorî wan hemû terorîst in. Hemû ji ber rojnameger in tên darizandin. Wekî ku Rojnamegerî suc be nêzîk dibin.Ji ber vê yekê mifteya çareseriya pirsgirêkê rakirina xala TMK'ê ye. Divê di nava têkoşîna terorê û azadiya mirovan, mafên mirovan de hevsengiyek hebe."
 
 
DIVÊ JI BO HEMÛ GIRTIYAN HEMAN HIQÛQ HEBE
 
Alataş, bal kişand ser cudakariya di navbera girtiyên siyasî û edlî de û wiha pêde çû: "Divê ji bo hemû girtiyên siyasî û girtiyên edlî heman tişt bên kirin. Divê berî her tiştî pêdiviya sereke ya Tirkiye aştiya navxweyî pêş bixin. Demokrasî û mafên mirovan pêş bixin. Ger ku krîterê sereke yê Yekîtiya Ewropa azadiya ramanê wekî sûc bibînin wê demê gav nayê avêtin. Hêj salek berê endamên TTB'ê ji ber fikrên xwe rastî lîncê hatin. Bi kîn û nifrînê ceza kirin. Çima? Ji ber ku gotin 'Ji şer re na'. Devlet Bahçelî ji bo Alaadin Çakici efu xwest. Divê berî her tiştî li gorî startên Yekîtiya Ewropayê di TMK’ê de hin guhertin bikin. TMK an jî zagona ceza dibe divê hemû zagon li gorî mafên mirovan û azadiya ramane bên sazkirin. Li vî welatî êdî serxwebûna darazê nemaye. Em ji Lijneya Dozger û Hekîman (HSK) dest pê bikin. Ji 13 endamên HSK’ê 6 ji wan ji aliyê Serokomarê AKP'ê ve tên hilbijartin. 7 endam jî  bi dengê Meclîsê tên hilbijartin. Niha TBMM herî zêde ji kijan partiyê pêk tê. Ji îktîdarê pêk tê. Yanî îktîdar temamê 13 endamên YSK'ê hildibijêre. Ji HSK'yek wisa biryara serbixwe nayê payin. Bi vî rengî darazek serbixwe nayê avakirin. 
 
‘TU CARÎ EW QAS NEKETIBÛ' 
 
Alataş, bal kişand ser serdemên Rewşa Awarte, Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM), Dadgehên Bi Rayeya Taybet  û wiha bi dawî kir: “Me digot bê alî û adîl tên darizandin. Ewil dadgehên eskerî derxistin. Piştre ew rakirin Dadgehên Bi Rayeya Taybet derxistin. Lê tucarî bi qasî niha neketibû asta jêr. Niha ne kiraz û ne jî cewher maye. Her tişt li holê ye. Niha dibêjin 'Me darizand, ceza kir û çû. Rêyên îtîrazê jî girtine. Dibêjin me îşkence qedandiye. Lê di belgeyan de çiqas rast bikin û biguherînin jî ya girîng feraset çiqas hatiye guhertin. Ev meseleya hişmendiyê ye. Heta hûn ferasetê neguherînin hûn nikarin rê li pêş tundî û îşkenceyê bigirin. Ger ku demokrasî ne armanc û hedef be nabe. Ger ku demokrasî amûr be nabe. Ger ku demokrasî li şûna armancê amûr be, wê ev pêkanînên li dijî mafên mirovan berdewam bike." 
 
 
MA / Berîvan Altan 
 

Sernavên din

14/06/2019
09:17 'Dînên' Nisêbînê kir belgefîlm
09:16 Paleyiya sîran dest pê kir: Ne di dest hilberîneran ne jî di dest karkeran de tiştek nema
09:15 Bertek nîşanî bernameya Îmamoglû û Yildirim dan: Mudaxeleyî qada rojnamegeriyê hatiye kirin
09:15 Ji ÎHD'ê ji bo zarokan şahî: Zarok li parkan kêfxweş in
09:13 Beşek mezin a Çemê Dîcleyê di talûkeyê de ye
09:12 Pêşengehek estetîk: Peykerên ji têlên înşatan hatine çêkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2019'AN
13/06/2019
18:46 Li Esenyûrtê jinek hat kuştin
15:49 HDP'ê Hilbijartinên Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê şermezar kir
15:17 Meclîsên Ciwanên HDP’ê dê serlêdana sûc bikin
15:14 Rojnameger Şahin û Gayip şandin hepsa malê
14:39 Yuksekdag dê sibê cara 12’emîn derkeve pêşberî dadger
14:38 Rêxistinên Demokratîk bang kirin: Mudaxaleyî agir bikin
14:13 Li Hevserokê HDP'î 18 meh ceza birîn
13:57 11 Efrîniyên li Hatayê tên darizandin nehatin berdan
13:53 Çavûşoglû: Dê S-400 bên Tirkiyeyê
13:47 Agaoglu: Cudakariya li dijî penaberan xwe bi rêxistin dike
13:38 KDP li Bradostê civînan pêk tîne
12:58 Dozger di doza Dînk de daxwaza veqetîna 9 dosyayan kir
12:52 Tetwaniyan: Rakirina lewheya Kurdî dewama înkar û bişavtinê ye
12:31 ‘Ji Sûrê dengê zarokan û hunerê bilind bû'
12:30 Li nexweşxaneyek Antalya teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
12:11 Li herêma Mehsertê pevçûn û şewat: Destûrê nadin mudaxileyê
11:20 Li Xalfetî û Pirsûsê 3 kes hatin binçavkirin
10:40 Pirtûka ‘Kê gurçik xwar?’ nedan girtî
10:39 Hevşaredarên HDP'î hatin gel hev
10:28 'Întîhar neke xwe bi rêxistin bike'
10:17 Wezaretê ranedestkirina xaniyên TOKÎ'yê yên Şirnexê saziyên herêmî berpirsyar nîşan da
10:10 Formayê Amedsporê nedan girtiyan
10:05 Şaredariya Silopya jî biryara dewrkirina neguhêzbaran betal kir
09:11 Yîgît ê 142 rojan di greva birçîbûnê de ma: Ji bo bi temamî tecrîd rabe em têbikoşin
09:11 Li qada futbolê jî êrîşî kurdî kirin!
09:10 Adiguzel: Em dengekî xwe jî ji dijberê xwe re nahêlin
09:09 Şilêrên Dersimê
09:09 Li herêmê rêjeya bandorgirtina ji krîza aborî 94.3 ye
09:09 Esnafên Wanê: Heta aştî çênebe wê krîz hebe
09:08 Hatin îşkencekirin, lê li holê tu lêpirsîn û doz tune ye!
09:08 Soylû hedef girt, dozger xwest cezayê muebeta giran bê birîn
09:07 Parêzerê malbata Şenyaşar: Lêpirsîneke çalak tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2019'AN
12/06/2019
17:26 Parêzerên Ocalan ji Îmraliyê vegeriyan
17:18 Gelê Tilhemîs: Heta canê me jî bişewite emê axa xwe terk nekin
16:42 Rojnameger Ayşe Duzkan serbest berdan
16:27 Di doza Dînk de eskerê şahid: Efser Şahîn bi Ogun Samast re hevditîn dikir
16:21 HDP: Em qîmetê bidin zarokan
15:56 Baroya Amedê: Barê giran ê jiyanê li ser milên biçûk rakin
15:54 Doza Mehmet Ayvalitaş: Dozger beraeta bersûcan xwest
15:09 Îlankirina ‘Sala Têkoşîna Bi Zarokên Karker Re’ jî tabloya tarî neguhert
15:08 Malbatê piştî 14 mehan cenazeyê kurê xwe Ferdî Akdag girt
15:08 Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê: Karkeriya zarokan rawestînin
14:54 Nivîskarê girtî Îlhamî Çinar nayê dermankirin
14:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê bi rê ketin
14:20 Di operasyona Xakurkê de kî çi dike û armanca wan çi ye?
13:56 Endamê OHD’ê Tombûl nehat berdan
13:55 HDP'ê Ferîdûn Yazar li ser gora wî bi bîr anî
13:38 Pero Dundar pirsa 'Kurdistanê' ji Soylû kir
13:37 Endamên Komîsyona NY Şaredariya Amedê ziyaret kirin
12:51 Angaşta îşkenceya li Heskîfê di otobusa binçavkirinê de îşkence
12:23 Berteka raftîngê: Walî Dersimê tune dike
12:08 Navê Navenda Jinan a Nûda îade kirin
11:39 Mudaxileyî malbatên xizmên xwe di qezaya trênê de winda kirin, kirin
11:28 Polîsan li Heskifê mudaxaleyî HDP'iyan kir. 33 kes binçav kirin
11:19 Hiquqnas Alataş: Heta hişmendî neyê guhertin, bi weşandina belgeyan gav nayê avêtin
11:18 Rohat Aktaş ê hat kuştin û 26 xebatkarên Azadiya Welat xistin ber lêpirsînê
11:17 ‘Pêwîste şaredarên ku tabelayan daxistin ji gel lêborînê bixwazin’
10:45 'Tevn li hemberî zihniyeta baviksalarî serhildan e'
10:35 Tercîha hilbijêrên kurd zelal û diyare
10:15 Çîftyurek: Pêdivî bi îtîfaqa ku çavdêriya Ocalan dike heye
09:45 Derbarê malên TOKÎ'yê yên Nisêbûnî de vekolîn hat destpêkirin
09:27 Li Dersimê 2 esker hatin kuştin
09:26 ‘Em ji Somayê dizanin, patron tenê bi awayekî nimûneyî tên girtin'
09:25 Wê HDP ji bo hilbijartina Stenbolê çalak tev bigere
09:24 'Divê girtî li nexweşxaneyê bên tedawîkirin'
09:23 ‘Heta krîz hebe wê zarokên karker jî bimirin'
09:22 Dozger ji dêvla îşkencekaran, bav û parêzer tawanbar kir!
09:22 Emîne Şenyaşar: Ên hatin kuştin jî, ên hatin girtin jî em in, çima?
09:21 ZMO: Şewitandina pirêzeyê zirarê dide axê
09:21 Bi rojan e şivan û cola pez li wî aliyê robar mahsûr mane
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2019'AN
11/06/2019
23:23 Zarokan bafirok hilfirandin
20:17 Li Bedlisê tabelayek din a Kurdî daxistin
19:57 Li Rojava bi sed hezaran dolim zeviyên genim şewitîn
19:21 14 rêxistinên demokratîk ên Amedê: Werin em bi hevre Tirkiyeya demokratîk ava bikin
18:34 Ciwanên HDP'î avakirina meclîsa xwe ya Enqere îlan kirin
17:34 Di Gulanê de 37 jin hatin kuştin
16:37 Li Dersimê zebeşên Amedê û petexên Balikesîrê hatin çandin
16:24 Doza Şemzînanê hat dîtin
16:05 ÎSÎG'ê li Amedê meclîs ava kir
15:46 Dadgeha Makeqanûnê serlêdana malbata Elvan red kir
15:45 ‘Em êrîşên li dijî goran lanet dikin’
15:36 Li 3 navendan bang kirin: Em li hemberî şewata daristanê bêdeng namînin
14:51 Boz ê kêr di navê wî de çikilandin: Ji bo ku min got heq, hiqûq û edalet gef li min xwarin
14:31 Pirsa têkildarî MÎT'ê ya doza Hrant Dink hêj bê bersîv e
14:31 Îmamoglu: Li gorî daxwazan em ê ji bo zimanê kurdî xizmetê bidin
13:59 Qeyika penaberan noqî avê bû: 2 jê zarok 7 penaberan jiyana xwe ji dest dan
13:53 Menfiye Çelîk û Habîbe Karakûş hatin definkirin
13:48 Parlementerê Sînn Fêîn Maskey: Divê Ocalan bê berdan
13:38 Ji bo îşkenceya li Xalfetiyê serî li Komîsyona Mafên Mirova ya Meclîsê dan
13:27 Şandeya Yekitiya Navbera Parlamenteran HDP’ê ziyaret kir
13:19 Hevserokê HDP'ê yê Sariçamê Îpekten jiyana xwe ji dest da