Hiquqnas Alataş: Heta hişmendî neyê guhertin, bi weşandina belgeyan gav nayê avêtin 2019-06-12 11:19:44 ENQERE - Hiqûqnas û Cîgirê Serokê Gişti yê FÎDH'ê Yusuf Alataş, diyar kir bi pakêta “Reforma Darazê" tu tişt nayê guhertin û wiha got: “Heta ku hişmendiya giştî neyê guhertin, bi derxistina belge û weşandina belgeyan tiştek nayê guhertin û gav nayên avêtin."  Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan "Belgeya Stratejiya Reforma Darazê" aşkere kiribû û niqaşên vê belgeyê didomin. Têkildarî belgeya Reforma Darazê, Hiqûqnas û Cîgirê Serokê Gişti yê Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FÎDH) Yusuf Alataş nirxandinên girîng kir. Alataş, da zanin ku belgeya darazê ya hat weşandin îtirafek e û wiha got: “Ev nîşan dide ku daraz ne di astek baş de ye. Nîşan dike ku êdî civak baweriya xwe bi darazê nîne. Di encama 17 salên îktîdarê de nokteya em hatine nîşan dide ku rewşek ku ibret dide ye. Êdî civak bi darazê bawer nabe. Êdî darizandinek edlî pêş nakeve. Di asta em hatine hêj mumaleyea xerab û îşkence bi temamî ji holê ranebûye."     'ÇIMA DARAZ HATIYE VÊ ASTÊ?   Alataş, pirsa 'Çima daraz hatiye vê astê? jî pirsî û wiha got: "Darizandinek baş nayê kirin û nakin. Tedbîra girtinê di cih û dema wê de nakin. Li ser esasê siyasî tev digerin. Di vê mijarê de ewil Kanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) tê aqilê mirovan. Sedema îtîrafa vê darazê TMK ye. Li ser navê TMK'ê azadiya mirovan tê bi sînorkirin. Dengê hêza muxalif tê qutkirin. Siyasetmedar şaredar tên girtin. Tişta esil TMK ye. Dema bi terorê re têdikoşin, mafên mirovan binpê dikin, hiqûq, demokrasiyê bi sînor dikin. Vê yekê bi zanebûn dikin."    ‘TMK PIRSGIRÊKA SEREKE YE'   Alataş, bal kişand ser hebûna xala TMK’ê û wiha lê zêde kir: "Hebûna TMK'ê bi serê xwe pirsgirêka herî mezin e. Li Tirkiye dema dibêjin sûcê terorê tenê rêxistina çektarî nayê aqilan. Li cem me sûcên rêxistina terorê pir berfireh e. Daxuyaniya çapemeniyê, meş, çalakiya rûniştinê, xebatên siyasî tev wekî sûcê rêxistinê tên hesibandin û qebûlkirin. Hemû mafên demokratîk wekî sûcê terorê tên hesibandin. Rojnameger ji ber dinivîse wekî sûcê terorê qebûl dikin. Niha li Tirkiye 160 rojnameger girtî ne. Li gorî wan hemû terorîst in. Hemû ji ber rojnameger in tên darizandin. Wekî ku Rojnamegerî suc be nêzîk dibin.Ji ber vê yekê mifteya çareseriya pirsgirêkê rakirina xala TMK'ê ye. Divê di nava têkoşîna terorê û azadiya mirovan, mafên mirovan de hevsengiyek hebe."     DIVÊ JI BO HEMÛ GIRTIYAN HEMAN HIQÛQ HEBE   Alataş, bal kişand ser cudakariya di navbera girtiyên siyasî û edlî de û wiha pêde çû: "Divê ji bo hemû girtiyên siyasî û girtiyên edlî heman tişt bên kirin. Divê berî her tiştî pêdiviya sereke ya Tirkiye aştiya navxweyî pêş bixin. Demokrasî û mafên mirovan pêş bixin. Ger ku krîterê sereke yê Yekîtiya Ewropa azadiya ramanê wekî sûc bibînin wê demê gav nayê avêtin. Hêj salek berê endamên TTB'ê ji ber fikrên xwe rastî lîncê hatin. Bi kîn û nifrînê ceza kirin. Çima? Ji ber ku gotin 'Ji şer re na'. Devlet Bahçelî ji bo Alaadin Çakici efu xwest. Divê berî her tiştî li gorî startên Yekîtiya Ewropayê di TMK’ê de hin guhertin bikin. TMK an jî zagona ceza dibe divê hemû zagon li gorî mafên mirovan û azadiya ramane bên sazkirin. Li vî welatî êdî serxwebûna darazê nemaye. Em ji Lijneya Dozger û Hekîman (HSK) dest pê bikin. Ji 13 endamên HSK’ê 6 ji wan ji aliyê Serokomarê AKP'ê ve tên hilbijartin. 7 endam jî  bi dengê Meclîsê tên hilbijartin. Niha TBMM herî zêde ji kijan partiyê pêk tê. Ji îktîdarê pêk tê. Yanî îktîdar temamê 13 endamên YSK'ê hildibijêre. Ji HSK'yek wisa biryara serbixwe nayê payin. Bi vî rengî darazek serbixwe nayê avakirin.    ‘TU CARÎ EW QAS NEKETIBÛ'    Alataş, bal kişand ser serdemên Rewşa Awarte, Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM), Dadgehên Bi Rayeya Taybet  û wiha bi dawî kir: “Me digot bê alî û adîl tên darizandin. Ewil dadgehên eskerî derxistin. Piştre ew rakirin Dadgehên Bi Rayeya Taybet derxistin. Lê tucarî bi qasî niha neketibû asta jêr. Niha ne kiraz û ne jî cewher maye. Her tişt li holê ye. Niha dibêjin 'Me darizand, ceza kir û çû. Rêyên îtîrazê jî girtine. Dibêjin me îşkence qedandiye. Lê di belgeyan de çiqas rast bikin û biguherînin jî ya girîng feraset çiqas hatiye guhertin. Ev meseleya hişmendiyê ye. Heta hûn ferasetê neguherînin hûn nikarin rê li pêş tundî û îşkenceyê bigirin. Ger ku demokrasî ne armanc û hedef be nabe. Ger ku demokrasî amûr be nabe. Ger ku demokrasî li şûna armancê amûr be, wê ev pêkanînên li dijî mafên mirovan berdewam bike."      MA / Berîvan Altan