Tercîha hilbijêrên kurd zelal û diyare

  • rojane
  • 10:35 12 Hezîran 2019
  • |
img

STENBOL - Hilbijêrên Kurd ên derbarê hilbijartina Şaredariya Stenbolê de axivîn, bal kişandin ser lewheya kurdî ya li Bedlîsê hat rakirin û nîqaşên derbarê navê Dersimê de hatin kirin û gotin: “Desthilatdarî di mijara Kurdan de ne jidile û ev helwest dê bandora xwe li sindoqan bixwe.” 

Ligel ku namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglû di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê qezenc kir jî, AKP’ê bi piştgiriya Saziya Hilbijartina Bilind (YSK) hilbijartina betal kir û biyar da ku di 23’ê Hezîranê de ji nû de li Stenbolê hilbijartin bê kirin. Hilbijêrên Kurd ên di 31’ê Adarê de dengên xwe dan Îmamoglû, dê di hilbijartina 23’yê Hezîranê de jî, dîsan dengê xwe bibin Îmamoglû.  
 
 ‘LI BEDLÎSÊ LEWHÊ RADIKIN, LI STENBOLÊ JÎ DENGAN DIXWAZIN’ 
 
Faîk Elmas ê li Bedlîsê bal kişand ser girîngiya hilbijartinê, wiha axivî: “Hilbijartina Stenbolê di raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê de cihê xwe girt. Li gelek bajaran îtîraz qebûl nekirin. Lê ji ber ku tenê kesekê îtîrazî hilbijartina Stenbolê kir, demildest hat betalkirin. Hilbijartina 31’ê Adarê, rejîma yek zilamî hejand. Wisan bi bandor bû ku, Bînalî Yildirim diçe herêmê û behsa mebûsên Kurdistanê dike. Kesên heya dûn jî digotin çareserî bi dawî bûye, îro behsa mebûsên Kurdistanê dike. Li aliyekê lewheya bi zimanê Kurdî li ser Şaredariya Bedlîsê radikin û li aliyê din jî dengan ji gelê Kurdi dixwazin. Di vir de dirûtiyek mezin heye.” 
 
‘BEDLÎSÎ DÊ BI TUND BERSIV BIDIN’
 
Elmas, diyar kir ku rakirina lewheya kurdî bandorek mezin li wan kiriye û wiha got: “Ez bang li hemşeriyên xwe yên li Stenbolê dijîn dikim, ‘Gelo hûnê çawan dengên xwe bidin desthilatdariya tehemûlê lewheya kurdî nake? Stenbol cihek mezine. Li gelek cihan lewheyên erebî, îngîlîzî û hwd hene. Lê tenê bi kurdî tuneye. Şaredariyek me hebû, ew jî rakirin. Ev nayê qebûl kirin. Dê berteka me Bedlîsiyan tund be. Emê vê yekê li ber çavan bigirin.” 
 
 
‘ME TUNE BI HESIBÎNIN JÎ, EM HENE’
 
Salîh Kaymaz jî, da zanîn ku li ser kurdan zilmek mezin heye û wiha axivî: “Çi dikin bila bikin, helwesta me dê neguhere. Hevserokên me çibêjin emê wê bikin. Ew çiqasê me tune bi hesibînin jî, em hene.”
 
‘DEMA DIBE HILBIJARTIN, KURT HENE’
 
Jina binavê Maşallah Kaymaz a li Taxa Kanarya dijî jî, destnîşan kir ku ev 35 salin CHP’ê ji Taxa Kanary deng ne girtine û wiha got: “Ger îro dengan digire di saya HDP’ê deye. Dema ku dibe hilbijartin hebûna kurdan tê bîra wan, lê dema hilbijartin diqedin, kurd jî ji bo wan diqedin. Ez hêvî dikim ku hîn baş bibe û Îmamoglû qezenc bike. Ger qezenc bike jî, dê saya me kurdan qezenc bike. Dema qezenc kirin jî divê kurdan ji bîr nekin.”
 
‘PEYAM DIDIN’
 
Serokê Komeleya Bedlîsiyan a li Îkîtellî Nezîr Altintaş jî, anî ziman ku ev hilbijartin ji bo wan têkoşîna demokrasiyê ye û wiha bilêv kir: “Di hilbijartina  23’ê yê Hezîranê de, dê hêzên demokrasiyê qezenc bikin. Ji şêxan bibin heya axayan, ji cemaetan bigirin heya melayan ji bo AKP’ê dixebitin. Lê emê tucarî guh nedin van polîtîkayên wan ên bi salane bi rêve dibin. Emê dengê xwe bidin demokrasiyê.”
 
‘JI BO PAŞVEXISTINA FAŞÎZMÊ’ 
 
Serokê Komeleya Piştevanî û Çanda Dersim a Îkîtellî Metîn Yildiz jî, bal kişand ser nîqaşên li ser Dersimê û wiha axivî: “Dema ku navê Dersimê fermî bû, dê arşîv bên vekirin û winda derbikevin holê. Ew Dersimê tune bikin jî, emê dîsan biafirînin. En ku me tune dihesibînin, em wan nas nakin. Dersimî dê xwedî vîna xwe derbikevin û wisan dengê xwe bidin. Îmamoglû ji bo me ne çareseriye, lê ji bo ku faşîzm tê biçe, emê deng dibin. Teqez divê hemû kurdên ji derveyî bajêr jî bên dengên xwe bidin. Gel dê qezenc bike û her tişt dê pir xweşik bibe.”
 
‘AKP LI SER RANT Û SERFKIRINÊ HEBÛNA XWE DIDE AVAKIRIN’
 
Îrfan Îskender jî, da zanîn ku piştî sala 2015’an qeyûm tanînê şaredariyên bajarên kurdan kirin û wiha got: “Hevşaredarên kurdan hemû girtin û ji peywirê avêtin. AKP li ser rant û serfkirinê hebûna xwe dide avakirin. Em li dijî vê yekê ne.” 
 
‘BI WIJDANÎ ME NE REHET DIKE’
 
Sedef Atilgan a ji Meletiyê jî, diyar kir ku berê kargehek wê hebû, lê ji ber ku stranên Ahmet kaya û yên cuda dida guhdar kirin, di saya desthilatdariyê de hat girtin. Atilgan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku min stranên kurdî û kirmancî didin guhdar kirin, dikana min hat girtin. Di vê pêvajoya ku dixwazin zimanê min ê zikmakî tune bikin de, ez dengê xwe nadin desthilatdariyê. Bi wijdanî jî ev yek min ne aciz dike.” 
 
‘NE  JI DILIN’
 
Durdane Oz a li Taxa Atakent a Kuçukçekmece dijî jî, daxuya kirin ku bêmafiyên li mirovan hatin kirin, wê pir xemgîn dike û wiha got: “Divê jin bibin yek û xwe bi rêxistin bikin. Em bi awayekê cudakar nêzî hev nebin. Emê dîsan mezbeteya xwe îadeyî Îmamoglû bikin. Ev cîhan têra me hemeyan heye û besê me ye. Ez spasiya kurdan dikim. Gotinên Bînalî Yildirim ên li Amedê ne jidilin. Em dibînin ku çi ji kesên ji wan re gotin biçin Kurdistanê dikin. Em bibin yek, ji bo ku her tişt pir xweşik bibe.” 
 
‘EM SÛR Û CÎZÎRÊ BAŞ DIZANIN’
 
Azîz Yûrt jî, da zanîn ku li gorî hilbijartina 31’ê Adarê, eleqeya gel zêdetir bûye û wiha axivî: “Kesên ku heya niha deng didan AKP’ê, ji ber biryara YSK’ê bi bertekin. Hemû kes di ferqa neheqiya li Îmamoglû hatiye kirin dene. Dema ku kurdan behsa xwesertiyê kirin, ji wan re gotin biçin Başûrê Iraqê. Gotina Bînalî Yildirim a mebûsên Kurdistanê dê tu bandorê li ser hilbijêrên HDP’ê neke. Hilbijêrên HDP’ê baş dizanîn ku dê li ku derê çi bikin. Êş tu carî nayin ji bîr kirin. Em ciwanên li Sûrê hatin kuştin û mirovên li Cizîrê di jêrzemînan de hatin şewitandin baş dizanin. Mafê hemû kesan heye û divê ev maf bên dayîn.”

Sernavên din

14/06/2019
09:17 'Dînên' Nisêbînê kir belgefîlm
09:16 Paleyiya sîran dest pê kir: Ne di dest hilberîneran ne jî di dest karkeran de tiştek nema
09:15 Bertek nîşanî bernameya Îmamoglû û Yildirim dan: Mudaxeleyî qada rojnamegeriyê hatiye kirin
09:15 Ji ÎHD'ê ji bo zarokan şahî: Zarok li parkan kêfxweş in
09:13 Beşek mezin a Çemê Dîcleyê di talûkeyê de ye
09:12 Pêşengehek estetîk: Peykerên ji têlên înşatan hatine çêkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2019'AN
13/06/2019
18:46 Li Esenyûrtê jinek hat kuştin
15:49 HDP'ê Hilbijartinên Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê şermezar kir
15:17 Meclîsên Ciwanên HDP’ê dê serlêdana sûc bikin
15:14 Rojnameger Şahin û Gayip şandin hepsa malê
14:39 Yuksekdag dê sibê cara 12’emîn derkeve pêşberî dadger
14:38 Rêxistinên Demokratîk bang kirin: Mudaxaleyî agir bikin
14:13 Li Hevserokê HDP'î 18 meh ceza birîn
13:57 11 Efrîniyên li Hatayê tên darizandin nehatin berdan
13:53 Çavûşoglû: Dê S-400 bên Tirkiyeyê
13:47 Agaoglu: Cudakariya li dijî penaberan xwe bi rêxistin dike
13:38 KDP li Bradostê civînan pêk tîne
12:58 Dozger di doza Dînk de daxwaza veqetîna 9 dosyayan kir
12:52 Tetwaniyan: Rakirina lewheya Kurdî dewama înkar û bişavtinê ye
12:31 ‘Ji Sûrê dengê zarokan û hunerê bilind bû'
12:30 Li nexweşxaneyek Antalya teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
12:11 Li herêma Mehsertê pevçûn û şewat: Destûrê nadin mudaxileyê
11:20 Li Xalfetî û Pirsûsê 3 kes hatin binçavkirin
10:40 Pirtûka ‘Kê gurçik xwar?’ nedan girtî
10:39 Hevşaredarên HDP'î hatin gel hev
10:28 'Întîhar neke xwe bi rêxistin bike'
10:17 Wezaretê ranedestkirina xaniyên TOKÎ'yê yên Şirnexê saziyên herêmî berpirsyar nîşan da
10:10 Formayê Amedsporê nedan girtiyan
10:05 Şaredariya Silopya jî biryara dewrkirina neguhêzbaran betal kir
09:11 Yîgît ê 142 rojan di greva birçîbûnê de ma: Ji bo bi temamî tecrîd rabe em têbikoşin
09:11 Li qada futbolê jî êrîşî kurdî kirin!
09:10 Adiguzel: Em dengekî xwe jî ji dijberê xwe re nahêlin
09:09 Şilêrên Dersimê
09:09 Li herêmê rêjeya bandorgirtina ji krîza aborî 94.3 ye
09:09 Esnafên Wanê: Heta aştî çênebe wê krîz hebe
09:08 Hatin îşkencekirin, lê li holê tu lêpirsîn û doz tune ye!
09:08 Soylû hedef girt, dozger xwest cezayê muebeta giran bê birîn
09:07 Parêzerê malbata Şenyaşar: Lêpirsîneke çalak tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2019'AN
12/06/2019
17:26 Parêzerên Ocalan ji Îmraliyê vegeriyan
17:18 Gelê Tilhemîs: Heta canê me jî bişewite emê axa xwe terk nekin
16:42 Rojnameger Ayşe Duzkan serbest berdan
16:27 Di doza Dînk de eskerê şahid: Efser Şahîn bi Ogun Samast re hevditîn dikir
16:21 HDP: Em qîmetê bidin zarokan
15:56 Baroya Amedê: Barê giran ê jiyanê li ser milên biçûk rakin
15:54 Doza Mehmet Ayvalitaş: Dozger beraeta bersûcan xwest
15:09 Îlankirina ‘Sala Têkoşîna Bi Zarokên Karker Re’ jî tabloya tarî neguhert
15:08 Malbatê piştî 14 mehan cenazeyê kurê xwe Ferdî Akdag girt
15:08 Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê: Karkeriya zarokan rawestînin
14:54 Nivîskarê girtî Îlhamî Çinar nayê dermankirin
14:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê bi rê ketin
14:20 Di operasyona Xakurkê de kî çi dike û armanca wan çi ye?
13:56 Endamê OHD’ê Tombûl nehat berdan
13:55 HDP'ê Ferîdûn Yazar li ser gora wî bi bîr anî
13:38 Pero Dundar pirsa 'Kurdistanê' ji Soylû kir
13:37 Endamên Komîsyona NY Şaredariya Amedê ziyaret kirin
12:51 Angaşta îşkenceya li Heskîfê di otobusa binçavkirinê de îşkence
12:23 Berteka raftîngê: Walî Dersimê tune dike
12:08 Navê Navenda Jinan a Nûda îade kirin
11:39 Mudaxileyî malbatên xizmên xwe di qezaya trênê de winda kirin, kirin
11:28 Polîsan li Heskifê mudaxaleyî HDP'iyan kir. 33 kes binçav kirin
11:19 Hiquqnas Alataş: Heta hişmendî neyê guhertin, bi weşandina belgeyan gav nayê avêtin
11:18 Rohat Aktaş ê hat kuştin û 26 xebatkarên Azadiya Welat xistin ber lêpirsînê
11:17 ‘Pêwîste şaredarên ku tabelayan daxistin ji gel lêborînê bixwazin’
10:45 'Tevn li hemberî zihniyeta baviksalarî serhildan e'
10:35 Tercîha hilbijêrên kurd zelal û diyare
10:15 Çîftyurek: Pêdivî bi îtîfaqa ku çavdêriya Ocalan dike heye
09:45 Derbarê malên TOKÎ'yê yên Nisêbûnî de vekolîn hat destpêkirin
09:27 Li Dersimê 2 esker hatin kuştin
09:26 ‘Em ji Somayê dizanin, patron tenê bi awayekî nimûneyî tên girtin'
09:25 Wê HDP ji bo hilbijartina Stenbolê çalak tev bigere
09:24 'Divê girtî li nexweşxaneyê bên tedawîkirin'
09:23 ‘Heta krîz hebe wê zarokên karker jî bimirin'
09:22 Dozger ji dêvla îşkencekaran, bav û parêzer tawanbar kir!
09:22 Emîne Şenyaşar: Ên hatin kuştin jî, ên hatin girtin jî em in, çima?
09:21 ZMO: Şewitandina pirêzeyê zirarê dide axê
09:21 Bi rojan e şivan û cola pez li wî aliyê robar mahsûr mane
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2019'AN
11/06/2019
23:23 Zarokan bafirok hilfirandin
20:17 Li Bedlisê tabelayek din a Kurdî daxistin
19:57 Li Rojava bi sed hezaran dolim zeviyên genim şewitîn
19:21 14 rêxistinên demokratîk ên Amedê: Werin em bi hevre Tirkiyeya demokratîk ava bikin
18:34 Ciwanên HDP'î avakirina meclîsa xwe ya Enqere îlan kirin
17:34 Di Gulanê de 37 jin hatin kuştin
16:37 Li Dersimê zebeşên Amedê û petexên Balikesîrê hatin çandin
16:24 Doza Şemzînanê hat dîtin
16:05 ÎSÎG'ê li Amedê meclîs ava kir
15:46 Dadgeha Makeqanûnê serlêdana malbata Elvan red kir
15:45 ‘Em êrîşên li dijî goran lanet dikin’
15:36 Li 3 navendan bang kirin: Em li hemberî şewata daristanê bêdeng namînin
14:51 Boz ê kêr di navê wî de çikilandin: Ji bo ku min got heq, hiqûq û edalet gef li min xwarin
14:31 Pirsa têkildarî MÎT'ê ya doza Hrant Dink hêj bê bersîv e
14:31 Îmamoglu: Li gorî daxwazan em ê ji bo zimanê kurdî xizmetê bidin
13:59 Qeyika penaberan noqî avê bû: 2 jê zarok 7 penaberan jiyana xwe ji dest dan
13:53 Menfiye Çelîk û Habîbe Karakûş hatin definkirin
13:48 Parlementerê Sînn Fêîn Maskey: Divê Ocalan bê berdan
13:38 Ji bo îşkenceya li Xalfetiyê serî li Komîsyona Mafên Mirova ya Meclîsê dan
13:27 Şandeya Yekitiya Navbera Parlamenteran HDP’ê ziyaret kir
13:19 Hevserokê HDP'ê yê Sariçamê Îpekten jiyana xwe ji dest da