Tercîha hilbijêrên kurd zelal û diyare 2019-06-12 10:35:33 STENBOL - Hilbijêrên Kurd ên derbarê hilbijartina Şaredariya Stenbolê de axivîn, bal kişandin ser lewheya kurdî ya li Bedlîsê hat rakirin û nîqaşên derbarê navê Dersimê de hatin kirin û gotin: “Desthilatdarî di mijara Kurdan de ne jidile û ev helwest dê bandora xwe li sindoqan bixwe.”  Ligel ku namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglû di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê qezenc kir jî, AKP’ê bi piştgiriya Saziya Hilbijartina Bilind (YSK) hilbijartina betal kir û biyar da ku di 23’ê Hezîranê de ji nû de li Stenbolê hilbijartin bê kirin. Hilbijêrên Kurd ên di 31’ê Adarê de dengên xwe dan Îmamoglû, dê di hilbijartina 23’yê Hezîranê de jî, dîsan dengê xwe bibin Îmamoglû.      ‘LI BEDLÎSÊ LEWHÊ RADIKIN, LI STENBOLÊ JÎ DENGAN DIXWAZIN’    Faîk Elmas ê li Bedlîsê bal kişand ser girîngiya hilbijartinê, wiha axivî: “Hilbijartina Stenbolê di raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê de cihê xwe girt. Li gelek bajaran îtîraz qebûl nekirin. Lê ji ber ku tenê kesekê îtîrazî hilbijartina Stenbolê kir, demildest hat betalkirin. Hilbijartina 31’ê Adarê, rejîma yek zilamî hejand. Wisan bi bandor bû ku, Bînalî Yildirim diçe herêmê û behsa mebûsên Kurdistanê dike. Kesên heya dûn jî digotin çareserî bi dawî bûye, îro behsa mebûsên Kurdistanê dike. Li aliyekê lewheya bi zimanê Kurdî li ser Şaredariya Bedlîsê radikin û li aliyê din jî dengan ji gelê Kurdi dixwazin. Di vir de dirûtiyek mezin heye.”    ‘BEDLÎSÎ DÊ BI TUND BERSIV BIDIN’   Elmas, diyar kir ku rakirina lewheya kurdî bandorek mezin li wan kiriye û wiha got: “Ez bang li hemşeriyên xwe yên li Stenbolê dijîn dikim, ‘Gelo hûnê çawan dengên xwe bidin desthilatdariya tehemûlê lewheya kurdî nake? Stenbol cihek mezine. Li gelek cihan lewheyên erebî, îngîlîzî û hwd hene. Lê tenê bi kurdî tuneye. Şaredariyek me hebû, ew jî rakirin. Ev nayê qebûl kirin. Dê berteka me Bedlîsiyan tund be. Emê vê yekê li ber çavan bigirin.”      ‘ME TUNE BI HESIBÎNIN JÎ, EM HENE’   Salîh Kaymaz jî, da zanîn ku li ser kurdan zilmek mezin heye û wiha axivî: “Çi dikin bila bikin, helwesta me dê neguhere. Hevserokên me çibêjin emê wê bikin. Ew çiqasê me tune bi hesibînin jî, em hene.”   ‘DEMA DIBE HILBIJARTIN, KURT HENE’   Jina binavê Maşallah Kaymaz a li Taxa Kanarya dijî jî, destnîşan kir ku ev 35 salin CHP’ê ji Taxa Kanary deng ne girtine û wiha got: “Ger îro dengan digire di saya HDP’ê deye. Dema ku dibe hilbijartin hebûna kurdan tê bîra wan, lê dema hilbijartin diqedin, kurd jî ji bo wan diqedin. Ez hêvî dikim ku hîn baş bibe û Îmamoglû qezenc bike. Ger qezenc bike jî, dê saya me kurdan qezenc bike. Dema qezenc kirin jî divê kurdan ji bîr nekin.”   ‘PEYAM DIDIN’   Serokê Komeleya Bedlîsiyan a li Îkîtellî Nezîr Altintaş jî, anî ziman ku ev hilbijartin ji bo wan têkoşîna demokrasiyê ye û wiha bilêv kir: “Di hilbijartina  23’ê yê Hezîranê de, dê hêzên demokrasiyê qezenc bikin. Ji şêxan bibin heya axayan, ji cemaetan bigirin heya melayan ji bo AKP’ê dixebitin. Lê emê tucarî guh nedin van polîtîkayên wan ên bi salane bi rêve dibin. Emê dengê xwe bidin demokrasiyê.”   ‘JI BO PAŞVEXISTINA FAŞÎZMÊ’    Serokê Komeleya Piştevanî û Çanda Dersim a Îkîtellî Metîn Yildiz jî, bal kişand ser nîqaşên li ser Dersimê û wiha axivî: “Dema ku navê Dersimê fermî bû, dê arşîv bên vekirin û winda derbikevin holê. Ew Dersimê tune bikin jî, emê dîsan biafirînin. En ku me tune dihesibînin, em wan nas nakin. Dersimî dê xwedî vîna xwe derbikevin û wisan dengê xwe bidin. Îmamoglû ji bo me ne çareseriye, lê ji bo ku faşîzm tê biçe, emê deng dibin. Teqez divê hemû kurdên ji derveyî bajêr jî bên dengên xwe bidin. Gel dê qezenc bike û her tişt dê pir xweşik bibe.”   ‘AKP LI SER RANT Û SERFKIRINÊ HEBÛNA XWE DIDE AVAKIRIN’   Îrfan Îskender jî, da zanîn ku piştî sala 2015’an qeyûm tanînê şaredariyên bajarên kurdan kirin û wiha got: “Hevşaredarên kurdan hemû girtin û ji peywirê avêtin. AKP li ser rant û serfkirinê hebûna xwe dide avakirin. Em li dijî vê yekê ne.”    ‘BI WIJDANÎ ME NE REHET DIKE’   Sedef Atilgan a ji Meletiyê jî, diyar kir ku berê kargehek wê hebû, lê ji ber ku stranên Ahmet kaya û yên cuda dida guhdar kirin, di saya desthilatdariyê de hat girtin. Atilgan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku min stranên kurdî û kirmancî didin guhdar kirin, dikana min hat girtin. Di vê pêvajoya ku dixwazin zimanê min ê zikmakî tune bikin de, ez dengê xwe nadin desthilatdariyê. Bi wijdanî jî ev yek min ne aciz dike.”    ‘NE  JI DILIN’   Durdane Oz a li Taxa Atakent a Kuçukçekmece dijî jî, daxuya kirin ku bêmafiyên li mirovan hatin kirin, wê pir xemgîn dike û wiha got: “Divê jin bibin yek û xwe bi rêxistin bikin. Em bi awayekê cudakar nêzî hev nebin. Emê dîsan mezbeteya xwe îadeyî Îmamoglû bikin. Ev cîhan têra me hemeyan heye û besê me ye. Ez spasiya kurdan dikim. Gotinên Bînalî Yildirim ên li Amedê ne jidilin. Em dibînin ku çi ji kesên ji wan re gotin biçin Kurdistanê dikin. Em bibin yek, ji bo ku her tişt pir xweşik bibe.”    ‘EM SÛR Û CÎZÎRÊ BAŞ DIZANIN’   Azîz Yûrt jî, da zanîn ku li gorî hilbijartina 31’ê Adarê, eleqeya gel zêdetir bûye û wiha axivî: “Kesên ku heya niha deng didan AKP’ê, ji ber biryara YSK’ê bi bertekin. Hemû kes di ferqa neheqiya li Îmamoglû hatiye kirin dene. Dema ku kurdan behsa xwesertiyê kirin, ji wan re gotin biçin Başûrê Iraqê. Gotina Bînalî Yildirim a mebûsên Kurdistanê dê tu bandorê li ser hilbijêrên HDP’ê neke. Hilbijêrên HDP’ê baş dizanîn ku dê li ku derê çi bikin. Êş tu carî nayin ji bîr kirin. Em ciwanên li Sûrê hatin kuştin û mirovên li Cizîrê di jêrzemînan de hatin şewitandin baş dizanin. Mafê hemû kesan heye û divê ev maf bên dayîn.”