Çîftyurek: Pêdivî bi îtîfaqa ku çavdêriya Ocalan dike heye

  • rojane
  • 10:15 12 Hezîran 2019
  • |
img

AMED - Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, diyar kir ku meseleya Kurd êdî li herêmê û gerdûnê bûye meseleya "Kurdistan" û wiha got: "Dewleta ku naxwaze vê yekê qebûl bike, di 19'ê Gulanê de li Semsûnê bi kişandina wêneyekî peyam dan. Li dijî vî wêneyî, pêdivî bi siyaseta Kurd a "îtîfaqa ku çavdêriya Ocalan dike" heye. 

 
Piştî çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi tevlêbûna hezaran girtiyan di peşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de li hemû girtîgehan belav bû, di roja 200'emîn a çalakiya Leyla Guven de di 2'ê Gulanê de parêzer çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê bi hevre peyamek hevpar belav kirin û bal kişandin ser 7 xalên çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet. Ocalan, di deklarasyonê de xwest bi rêya siyaseta demokratîk, aştiya bi rûmet û li hevkirina civakî ev pirsgirêk çareser bibe. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, têkildarî peyama Ocalan, sekna siyaseta kurd û helwesta hikûmeta AKP'ê nirxandin kir. Çîftyurek, anî ziman ku tecrîdkirina Ocalan her dem li dijî zagon, hiqûq û mirovahiyê ye û wiha got: “Ev çalakiya grevabirçîbûnê berxwedanek mezin bû. Her çend di encama çalakiyên greva birçîbûnê de ev gav hatibe avêtin jî mirov nikare bêje tecrîd rabûye. Îro ji ber polîtîkayên hikûmetê di nava civakê de berberiyek kûr û pevçûnek kûr pêş ketiye. Ocalan li dijî vê berberiya civakê û birîna kûr Lihevkirina Civakî pêşniyar dike. Ji bo lihevkirina civakî xwest her kes têkeve nava hewldanan. Banga Ocalan bangek di cih de ye. Divê siyaseta Kurd beyî şer di nava lihevkirina civakî de vê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bike."  
 
AKP-MHP JI BINGEHA LIHEVKIRINA DEMOKRATÎK DÛR E
 
Çîftyurek, bal kişand ser îtîfaqa Cumhur û Millet û wiha got: "Divê herdu îtîfaq jî bêtir xwe nêzî çareseriya pirsgirêka Kurd bikin. Lê li şûna xwe nêzîk bikin îtifaqa AKP-MHP'ê ji lihevkirina esasê demokratik  dûr e. AKP niha ji ber hilbijartinê hin peyam dide Kurdan. Em hevî dikin ku ev peyam ne tenê ji bo hilbijartina Stenbolê be. Ger ku ev gav piştî 23'ê Hezîranê jî berdewam bikin, wê banga Ocalan gavek be jî bersîv bistîne. Jibo pirsgirêka Kurd bi siyaseta demokratîk çareser bibe şert û merc pêş ketine. Emrê AKP'ê wê di hilbijartina 23'ê Hezîranê de diyar bibe." 
 
GELÊ KURD TU CARÎ NEBÛYE ALÎGIRÊ ŞER Û XWÎNÊ 
 
Çîftyurek, bal kişand ser peyama Ocalan û wiha lê zêde kir:  "Divê pirsgirêka Kurd, li dûrî tundiyê bê çareserkirin. Divê bi rêbazên niqaş û diyaloga demokratîk bê çareserkirin. Gelê Kurd tu carî ne alîgirê şer û xwînê ye. "Kurd salin 150 salin di nava hêsir, xwin û êşê de dijîn. Kurd, dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêya çareseriya demokratîk û aştiyane çareser bikin. Divê dîsa Kurdan ne xapînin. Di sala 2013'an de hatin cem hev û piştre nigê xwe li masê xistin. Divê dîsa wisa nebe. Niha li Başûr bi awayekî fîîlî dewleta Tirk heye. Kurdên li Sûriye niha dibêjin 'Em tenê mafê xwe yê çandî razi nabin. Çepera mafê xwe firehtir kiriye. Mafê gelên din jî dixwaze. Tirkiye ji dixwaze dîwaran li dora vî mafê wî bipeçe û mafê Kurdan bi tepisîne. Tepisandin û bincilkirin ne çareserî ye. Meseleya Kurd êdî bûye Meseleya Kurdistanê."
 
WÊNEYÊ SEMSÛNÊ LI DIJÎ ÇARESIYÊ YE 
 
Çiftyurek bal kişand ser wêneyê ku Erdogan di 19'ê Gulanê de li Semsûrê bi serokên Partiyan re kişand û wiha bi dawî kir: "Ger ku di demên pêş de pirsgirêka Kurd bînin rojevê wê wekî projeya dewletê bînin rojevê. Wê ji înîsiyatifa Erdogan derxin. Çareseriya vê pirsgirêkê wê li ser aktorên nû yên siyasê pêş bikeve. Ev wêne hinekî vê yekê nîşan dide. Ocalan, di sala 2013'an de helwestek nîşan da. Di vê peyama xwe de nişan da ku li ser helwest û xeta xwe ya 2013'an e. Diyar kir ku xeta 2013'an bêtir kûr û firehtir kiriye. Gelê Kurd di vê pêvajoyê de destkeftiyên xwe parastin. Ji ber vê yekê her çareseriya siyasî ne dubarekirina ya berê ye. Em ê niha wêneyê li Semsûnê hatiye kişandin temaşe bikin. Ka bê tabloyek çawa li pêş me be. Ger ku vî wêneyî derxin pêş me, divê Siyaseta Kurd jî îtîfaqa neteweyî ku çardêriya Ocalan bike bê avakirin. 
 
Çîftyurek,herî dawî da zanîn ku Kurd her dem çareseriyê dixwazin û destê aştiyê dirêj dikin. 

Sernavên din

14/06/2019
09:17 'Dînên' Nisêbînê kir belgefîlm
09:16 Paleyiya sîran dest pê kir: Ne di dest hilberîneran ne jî di dest karkeran de tiştek nema
09:15 Bertek nîşanî bernameya Îmamoglû û Yildirim dan: Mudaxeleyî qada rojnamegeriyê hatiye kirin
09:15 Ji ÎHD'ê ji bo zarokan şahî: Zarok li parkan kêfxweş in
09:13 Beşek mezin a Çemê Dîcleyê di talûkeyê de ye
09:12 Pêşengehek estetîk: Peykerên ji têlên înşatan hatine çêkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2019'AN
13/06/2019
18:46 Li Esenyûrtê jinek hat kuştin
15:49 HDP'ê Hilbijartinên Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê şermezar kir
15:17 Meclîsên Ciwanên HDP’ê dê serlêdana sûc bikin
15:14 Rojnameger Şahin û Gayip şandin hepsa malê
14:39 Yuksekdag dê sibê cara 12’emîn derkeve pêşberî dadger
14:38 Rêxistinên Demokratîk bang kirin: Mudaxaleyî agir bikin
14:13 Li Hevserokê HDP'î 18 meh ceza birîn
13:57 11 Efrîniyên li Hatayê tên darizandin nehatin berdan
13:53 Çavûşoglû: Dê S-400 bên Tirkiyeyê
13:47 Agaoglu: Cudakariya li dijî penaberan xwe bi rêxistin dike
13:38 KDP li Bradostê civînan pêk tîne
12:58 Dozger di doza Dînk de daxwaza veqetîna 9 dosyayan kir
12:52 Tetwaniyan: Rakirina lewheya Kurdî dewama înkar û bişavtinê ye
12:31 ‘Ji Sûrê dengê zarokan û hunerê bilind bû'
12:30 Li nexweşxaneyek Antalya teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
12:11 Li herêma Mehsertê pevçûn û şewat: Destûrê nadin mudaxileyê
11:20 Li Xalfetî û Pirsûsê 3 kes hatin binçavkirin
10:40 Pirtûka ‘Kê gurçik xwar?’ nedan girtî
10:39 Hevşaredarên HDP'î hatin gel hev
10:28 'Întîhar neke xwe bi rêxistin bike'
10:17 Wezaretê ranedestkirina xaniyên TOKÎ'yê yên Şirnexê saziyên herêmî berpirsyar nîşan da
10:10 Formayê Amedsporê nedan girtiyan
10:05 Şaredariya Silopya jî biryara dewrkirina neguhêzbaran betal kir
09:11 Yîgît ê 142 rojan di greva birçîbûnê de ma: Ji bo bi temamî tecrîd rabe em têbikoşin
09:11 Li qada futbolê jî êrîşî kurdî kirin!
09:10 Adiguzel: Em dengekî xwe jî ji dijberê xwe re nahêlin
09:09 Şilêrên Dersimê
09:09 Li herêmê rêjeya bandorgirtina ji krîza aborî 94.3 ye
09:09 Esnafên Wanê: Heta aştî çênebe wê krîz hebe
09:08 Hatin îşkencekirin, lê li holê tu lêpirsîn û doz tune ye!
09:08 Soylû hedef girt, dozger xwest cezayê muebeta giran bê birîn
09:07 Parêzerê malbata Şenyaşar: Lêpirsîneke çalak tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2019'AN
12/06/2019
17:26 Parêzerên Ocalan ji Îmraliyê vegeriyan
17:18 Gelê Tilhemîs: Heta canê me jî bişewite emê axa xwe terk nekin
16:42 Rojnameger Ayşe Duzkan serbest berdan
16:27 Di doza Dînk de eskerê şahid: Efser Şahîn bi Ogun Samast re hevditîn dikir
16:21 HDP: Em qîmetê bidin zarokan
15:56 Baroya Amedê: Barê giran ê jiyanê li ser milên biçûk rakin
15:54 Doza Mehmet Ayvalitaş: Dozger beraeta bersûcan xwest
15:09 Îlankirina ‘Sala Têkoşîna Bi Zarokên Karker Re’ jî tabloya tarî neguhert
15:08 Malbatê piştî 14 mehan cenazeyê kurê xwe Ferdî Akdag girt
15:08 Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê: Karkeriya zarokan rawestînin
14:54 Nivîskarê girtî Îlhamî Çinar nayê dermankirin
14:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê bi rê ketin
14:20 Di operasyona Xakurkê de kî çi dike û armanca wan çi ye?
13:56 Endamê OHD’ê Tombûl nehat berdan
13:55 HDP'ê Ferîdûn Yazar li ser gora wî bi bîr anî
13:38 Pero Dundar pirsa 'Kurdistanê' ji Soylû kir
13:37 Endamên Komîsyona NY Şaredariya Amedê ziyaret kirin
12:51 Angaşta îşkenceya li Heskîfê di otobusa binçavkirinê de îşkence
12:23 Berteka raftîngê: Walî Dersimê tune dike
12:08 Navê Navenda Jinan a Nûda îade kirin
11:39 Mudaxileyî malbatên xizmên xwe di qezaya trênê de winda kirin, kirin
11:28 Polîsan li Heskifê mudaxaleyî HDP'iyan kir. 33 kes binçav kirin
11:19 Hiquqnas Alataş: Heta hişmendî neyê guhertin, bi weşandina belgeyan gav nayê avêtin
11:18 Rohat Aktaş ê hat kuştin û 26 xebatkarên Azadiya Welat xistin ber lêpirsînê
11:17 ‘Pêwîste şaredarên ku tabelayan daxistin ji gel lêborînê bixwazin’
10:45 'Tevn li hemberî zihniyeta baviksalarî serhildan e'
10:35 Tercîha hilbijêrên kurd zelal û diyare
10:15 Çîftyurek: Pêdivî bi îtîfaqa ku çavdêriya Ocalan dike heye
09:45 Derbarê malên TOKÎ'yê yên Nisêbûnî de vekolîn hat destpêkirin
09:27 Li Dersimê 2 esker hatin kuştin
09:26 ‘Em ji Somayê dizanin, patron tenê bi awayekî nimûneyî tên girtin'
09:25 Wê HDP ji bo hilbijartina Stenbolê çalak tev bigere
09:24 'Divê girtî li nexweşxaneyê bên tedawîkirin'
09:23 ‘Heta krîz hebe wê zarokên karker jî bimirin'
09:22 Dozger ji dêvla îşkencekaran, bav û parêzer tawanbar kir!
09:22 Emîne Şenyaşar: Ên hatin kuştin jî, ên hatin girtin jî em in, çima?
09:21 ZMO: Şewitandina pirêzeyê zirarê dide axê
09:21 Bi rojan e şivan û cola pez li wî aliyê robar mahsûr mane
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2019'AN
11/06/2019
23:23 Zarokan bafirok hilfirandin
20:17 Li Bedlisê tabelayek din a Kurdî daxistin
19:57 Li Rojava bi sed hezaran dolim zeviyên genim şewitîn
19:21 14 rêxistinên demokratîk ên Amedê: Werin em bi hevre Tirkiyeya demokratîk ava bikin
18:34 Ciwanên HDP'î avakirina meclîsa xwe ya Enqere îlan kirin
17:34 Di Gulanê de 37 jin hatin kuştin
16:37 Li Dersimê zebeşên Amedê û petexên Balikesîrê hatin çandin
16:24 Doza Şemzînanê hat dîtin
16:05 ÎSÎG'ê li Amedê meclîs ava kir
15:46 Dadgeha Makeqanûnê serlêdana malbata Elvan red kir
15:45 ‘Em êrîşên li dijî goran lanet dikin’
15:36 Li 3 navendan bang kirin: Em li hemberî şewata daristanê bêdeng namînin
14:51 Boz ê kêr di navê wî de çikilandin: Ji bo ku min got heq, hiqûq û edalet gef li min xwarin
14:31 Pirsa têkildarî MÎT'ê ya doza Hrant Dink hêj bê bersîv e
14:31 Îmamoglu: Li gorî daxwazan em ê ji bo zimanê kurdî xizmetê bidin
13:59 Qeyika penaberan noqî avê bû: 2 jê zarok 7 penaberan jiyana xwe ji dest dan
13:53 Menfiye Çelîk û Habîbe Karakûş hatin definkirin
13:48 Parlementerê Sînn Fêîn Maskey: Divê Ocalan bê berdan
13:38 Ji bo îşkenceya li Xalfetiyê serî li Komîsyona Mafên Mirova ya Meclîsê dan
13:27 Şandeya Yekitiya Navbera Parlamenteran HDP’ê ziyaret kir
13:19 Hevserokê HDP'ê yê Sariçamê Îpekten jiyana xwe ji dest da