Çîftyurek: Pêdivî bi îtîfaqa ku çavdêriya Ocalan dike heye 2019-06-12 10:15:21 AMED - Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, diyar kir ku meseleya Kurd êdî li herêmê û gerdûnê bûye meseleya "Kurdistan" û wiha got: "Dewleta ku naxwaze vê yekê qebûl bike, di 19'ê Gulanê de li Semsûnê bi kişandina wêneyekî peyam dan. Li dijî vî wêneyî, pêdivî bi siyaseta Kurd a "îtîfaqa ku çavdêriya Ocalan dike" heye.    Piştî çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi tevlêbûna hezaran girtiyan di peşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de li hemû girtîgehan belav bû, di roja 200'emîn a çalakiya Leyla Guven de di 2'ê Gulanê de parêzer çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê bi hevre peyamek hevpar belav kirin û bal kişandin ser 7 xalên çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet. Ocalan, di deklarasyonê de xwest bi rêya siyaseta demokratîk, aştiya bi rûmet û li hevkirina civakî ev pirsgirêk çareser bibe.    Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, têkildarî peyama Ocalan, sekna siyaseta kurd û helwesta hikûmeta AKP'ê nirxandin kir. Çîftyurek, anî ziman ku tecrîdkirina Ocalan her dem li dijî zagon, hiqûq û mirovahiyê ye û wiha got: “Ev çalakiya grevabirçîbûnê berxwedanek mezin bû. Her çend di encama çalakiyên greva birçîbûnê de ev gav hatibe avêtin jî mirov nikare bêje tecrîd rabûye. Îro ji ber polîtîkayên hikûmetê di nava civakê de berberiyek kûr û pevçûnek kûr pêş ketiye. Ocalan li dijî vê berberiya civakê û birîna kûr Lihevkirina Civakî pêşniyar dike. Ji bo lihevkirina civakî xwest her kes têkeve nava hewldanan. Banga Ocalan bangek di cih de ye. Divê siyaseta Kurd beyî şer di nava lihevkirina civakî de vê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bike."     AKP-MHP JI BINGEHA LIHEVKIRINA DEMOKRATÎK DÛR E   Çîftyurek, bal kişand ser îtîfaqa Cumhur û Millet û wiha got: "Divê herdu îtîfaq jî bêtir xwe nêzî çareseriya pirsgirêka Kurd bikin. Lê li şûna xwe nêzîk bikin îtifaqa AKP-MHP'ê ji lihevkirina esasê demokratik  dûr e. AKP niha ji ber hilbijartinê hin peyam dide Kurdan. Em hevî dikin ku ev peyam ne tenê ji bo hilbijartina Stenbolê be. Ger ku ev gav piştî 23'ê Hezîranê jî berdewam bikin, wê banga Ocalan gavek be jî bersîv bistîne. Jibo pirsgirêka Kurd bi siyaseta demokratîk çareser bibe şert û merc pêş ketine. Emrê AKP'ê wê di hilbijartina 23'ê Hezîranê de diyar bibe."    GELÊ KURD TU CARÎ NEBÛYE ALÎGIRÊ ŞER Û XWÎNÊ    Çîftyurek, bal kişand ser peyama Ocalan û wiha lê zêde kir:  "Divê pirsgirêka Kurd, li dûrî tundiyê bê çareserkirin. Divê bi rêbazên niqaş û diyaloga demokratîk bê çareserkirin. Gelê Kurd tu carî ne alîgirê şer û xwînê ye. "Kurd salin 150 salin di nava hêsir, xwin û êşê de dijîn. Kurd, dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêya çareseriya demokratîk û aştiyane çareser bikin. Divê dîsa Kurdan ne xapînin. Di sala 2013'an de hatin cem hev û piştre nigê xwe li masê xistin. Divê dîsa wisa nebe. Niha li Başûr bi awayekî fîîlî dewleta Tirk heye. Kurdên li Sûriye niha dibêjin 'Em tenê mafê xwe yê çandî razi nabin. Çepera mafê xwe firehtir kiriye. Mafê gelên din jî dixwaze. Tirkiye ji dixwaze dîwaran li dora vî mafê wî bipeçe û mafê Kurdan bi tepisîne. Tepisandin û bincilkirin ne çareserî ye. Meseleya Kurd êdî bûye Meseleya Kurdistanê."   WÊNEYÊ SEMSÛNÊ LI DIJÎ ÇARESIYÊ YE    Çiftyurek bal kişand ser wêneyê ku Erdogan di 19'ê Gulanê de li Semsûrê bi serokên Partiyan re kişand û wiha bi dawî kir: "Ger ku di demên pêş de pirsgirêka Kurd bînin rojevê wê wekî projeya dewletê bînin rojevê. Wê ji înîsiyatifa Erdogan derxin. Çareseriya vê pirsgirêkê wê li ser aktorên nû yên siyasê pêş bikeve. Ev wêne hinekî vê yekê nîşan dide. Ocalan, di sala 2013'an de helwestek nîşan da. Di vê peyama xwe de nişan da ku li ser helwest û xeta xwe ya 2013'an e. Diyar kir ku xeta 2013'an bêtir kûr û firehtir kiriye. Gelê Kurd di vê pêvajoyê de destkeftiyên xwe parastin. Ji ber vê yekê her çareseriya siyasî ne dubarekirina ya berê ye. Em ê niha wêneyê li Semsûnê hatiye kişandin temaşe bikin. Ka bê tabloyek çawa li pêş me be. Ger ku vî wêneyî derxin pêş me, divê Siyaseta Kurd jî îtîfaqa neteweyî ku çardêriya Ocalan bike bê avakirin.    Çîftyurek,herî dawî da zanîn ku Kurd her dem çareseriyê dixwazin û destê aştiyê dirêj dikin.