Dayikên Laçik Spî li qadan bûn

  • rojane
  • 19:20 21 Gulan 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li dijî tecrîdê di greva biçîbûnê de ne, bi armanca dengê zarokên xwe bilind bikin û tecrid bi dawî bibe, li Antalya, Mêrsîn, Amed û Gebzeyê tevi hemû astengiyên polîsan daketin qadan û ji Wezîrê Dadê xwestin gavan bavêjin. 
 
Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, bi armanca piştgiriyê bidin daxwazên zarokên xwe li Antalya, Mêrsîn, Amed û Gebzeye çalakî li dar xistin. 
 
AMED 
 
21 roj in Parka Koşuyoluya Rêzana Amedê bi bariyeran hatiye dorpêçkirin. Dayikên girtiyan di roja 21'emîn de ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, li pêş Fabrîkaya Ard a li hemberî Parka Koşuyoluyê kom bûn û li gel astengia polîsan, bi tilîlî û çepikan çalakiya xwe ya rûniştinê li dar xistin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Farîsogullari, Meral Daniş Beştaş, Feleknas Uca û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata tevlî çalakiya rûniştinê bûn. Dayikan piştî çalakiyê li gel astengiya polîsan bi meşê berê xwe da avahiya Komeleya Piştewaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER). Di dema meşê de welatiyên derdorê jî bi çepîk û tilîliyan piştgirî da çalakiya dayikan. Li ber avahiya TUAY-DER'ê parlamenter Meral Daniş Beştaş daxuyanî da.  Meral, bal kişand ser berxwedana dayikan û wiha got: "Aştî dê bi saya dayikan pêk bê. Çalakiya dayikan îro jî bi astengiya polîsan re rû bi rû ma û bi din dorpêça polîsan de çalakî pêk hat. Her wiha pişgiriya mêr û ciwanan jî hat astengkirin. Her wiha astengkirina çapemeniyê jî nayê qebûlkirin."
 
Meral, qala greva birçîbûnê û rojiya mirinê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê Wezareda Dadê çi hewce be wî tiştî bike. Dibêjîn qedexe rabûye. Heke wisa be bila parêzer biçin Îmraliyê. Ev bêbawerî ne tenê îro bi sala ne pêk tê. Divê tecrîd ji holê bê rakirin."
 
KOCAELΠ
 
Malbatên Girtiyan duh xwestin balê bikişînin ser daxwazên xizmên xwe yên li dijî tecrîdê di gereva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ya Jinan çalakî li darxistin û ji aliyê polîsan ve bi derbkirinê bi zorê li wesayitan hatin siwarkirin. Dayikan îro, derbarê polîsan de serlêdana sûc kirin.   Malbatên ku xwestin serlêdana sûc bikin bi rapora derbkirinê ku ji nexweşxaneyê girtin û di nav wan de parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî hebû çûn Edliyeya Gebzeyê. Malbatan li Edliyeyê daxwaznameya ku amade kiribûn dan Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê û OHD'ê jî xwest ku li ber edliyeyê daxuyaniyê bide.  Malbatên ku bertek nîşanî qedexeya daxuyaniyê ya li ber edliyeyê dan wiha gotin: "Ev şerma walîtiyê ye. Destûrê nadin ku daxuyaniyek jî bê dayîn."
 
Li gel hemû îtîrazan parêzez û malbat ji ber edliyeyê hatin dûrxixtin, parlamentera HDP'ê Ayşe Suruc ya ku bi tena xwe li ber edliyê ma daxuyanî da. Ayşe bi bîr xist ku hevseroka KCD'ê Leyla Guven 195 roj e di grevê de ye û wiha got: "Xizmên girtiyan 42 roj in li ber Girtîgeha Gebzeyê daxwazên xwe tînin ziman. Ji ber ku zarokên wan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, malbat ji jiyana zarokên xwe bi gûman in û naxwazin ku zarokên wan jiyana xwe ji dest bidin."
 
Ayşe Surucu anî ziman ku ew ê li gel malabtan cih bigirin  û wiha berdewam kir: "Wê ev zim wiha neçe. Bêyî ku parlamenteriya me li ber çav bigirin heqaret kirin .Em ê heta dawiyê li pey mafên xwe bin. Ji ber wê em îro li vir derbarê rayedaran de serlêdana sûc dikin." Surucu herî dawî bang li Wezrîê Dadê kir ku li daxuyaniya xwe ya ku got tecrîd bi dawî bûye xwedî derê. 
 
ANTALYA 
 
Rêxitina HDP'ê ya Antalya, jî bi armanca balê bikişîne ser daxwazên girtiyên di grevê de, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, diyar kir ku bi jinên bajar de kom bûne û wiha got: "Çalakiyên grevê berdewam dikni Lê hikûmet û dewlet li hemberî daxwazên girtiyan bêdeng in. Dîsa deng û awazên çalakgerên li derve naçin wan. Girtî tenê tiştekî dixwazin. Dixwaze hikrûmet zagonên xwe pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin. Heta tecrid bi dawî bibe emê li gel çalakgeran cih bigirin." 
 
MÊRSÎN 
 
Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan girtî bi heman armancê li Parka Aştî ya Akdenîza Mêrsînê kom bûn û bal kişandin ser daxwazên zarokên xwe. Di çalakiyê de Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan û nûrenên gelek rêxistinên demokratît tev li çalakiyê bûn. Polîsan li vir park dorpêç kir û kesên tev li çalakiyê bûn di lêgerîna GBT'ê re derbas kir. Lê dîsa koma li vir kom bûn dirûşme berz kirin û bal kişandin ser daxazên zarokên xwe. Dayikan bi dirûşme û tîlîlîyan dawî li çalakiya xwe anîn. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

22/05/2019
15:42 Ji pêş Girtîgeha Patnosê bang kirin: Tecrîdê bi temamî rakin
15:36 Polisan li Dihê 2 kesan binçav kir
15:26 Çalakgerê greva birçîbûnê MLKP'î Gerçek: Em ne piştgir kirdeya çalakiyê ne
15:23 SES: Emê nelirêtiyan bişopînin
15:03 Çalakiya Dayikên Laçik Spî di roja 22’an de kom bûn: Heta tecrîd bi dawî bibe çalakiyê bidomin
14:56 Ji bo îskenceya Xalfetiyê bangî civaka navneteweyî kir: Tirkiyeyê rawestînin!
14:33 Li Semsûrê banga rakirina tecrîdê
14:28 Dayikan astengî nas nekirin û li pêş Gebze rûniştin
13:48 'Em bang li Wezîrê Dadê dikin bi lez zagonên xwe pêk bînin'
13:48 Dadgeha Makeqanûnê serlêdana Osman Kavala red kir
13:29 Ji 47 kesên li Xalfetiyê hatin binçav kirin 3 zarok hatin berdan
13:24 Dayikên Laçik Spî ji Wezareta Dadê re faks şandin û meşiyan
13:24 Xizmên girtiyan ji Bakirkoyê meşiyan Şirinevlerê
13:23 Gelo PDK'ê û AKP'ê li ser çi li hev kirine?
13:03 SES'ê bijîsjkê hevjîna xwe kuşt bi daxwaza îxracê sewqî lijneya dîsiplînê kir
12:00 Bi ser kogûşa Tuncel, Tûglûk û Yuksekdag de girtin
11:51 4 kes li Mêrsînê binçav kirin
11:47 Çalakgerê greva birçîbûnê Sertkal: Em heta sax bin dê têkoîna xwe bidomînin
11:29 Dibe ku Rojnameger Duzkan derbasî girtîgeha servekirî bibe
11:05 Parêzerên Ocalan ber bi Îmraliyê ve ketin rê
11:04 Girtiyên Jin ên Girtîgeha Şirnexê: Gardiyanên zilam tacîz dikin
10:59 ‘LI şûna Muzeyyen, kujerê wê parastin'
10:43 Piştî 3 salan cenaze dan malbatê
10:35 'Em pêşî deng didin zarokên xwe paşê difitirin'
09:38 Qeymeqamê Hezroyê hat binçavkirin
09:36 Leyla Guven 196 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 23'an de didome
09:35 Ji xwediyê marketê ji bo greva birçîbunê çalakiyek balkêş
09:35 'Polîs got 'Şehîdekî me heye' û gule li ser me reşandin'
09:34 Li Dîlokê pitika 8 rojî ji sersariyê xwîn çû ser mejiyê wê
09:33 Dayika çalakgerê greva birçîbûnê: Heta tecrîd rabe nobeta me wê bidome
09:32 Girtiyên li Kurkçulerê: Berxwedana me wê bidome
09:31 Endamên KESK'ê ji bo mafê xwe wê li Enqereyê bigêjin hev
09:31 Jinên Efrînî yên Koçî Îzmirê kirin dixazin şer bi dawî bibe
09:30 Rêveberiya girtîgehê ji malbatan xwest zarokên wan dev ji grevê berdin
09:00 ROJEVA 22'Ê GULANA 2019'AN
21/05/2019
21:21 'Min jina pîr a nexweş li şaxa TEM'a Rihayê hiştim û derketim'
19:20 Dayikên Laçik Spî li qadan bûn
17:06 Heyeta HDP'ê: Haya hemû rayadarên dewletê ji tiştên li Rihayê diqewimin heye
16:36 Malbatên girtiyan ji Wezareta Dadê re faks şandin
16:13 Malbatên girtiyan li Wan û Edeneyê çalakî di dar xistin
15:44 Derbarê polisan ku malbatên li Gebzeyê derb kirin serlêdana sûc hat kirin
15:24 Dîmenên îskenceya Rihayê derketin holê: Bi zorê dimeşin
14:38 Meclisa Jinan a HDP'ê: Ji bo azadiya xwe em rêxistinbûna xwe mezin dikin
14:14 Malbatên girtiyan ji Girtîgeha Bakirkoyê ber bi Şîrînevlerê ve meşiyan
14:07 Temellî: Êdî dem dema demokrasî, aştî û edaletê ye
14:01 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgirî da cotkaran
13:34 Hevserokê DBP'ê yê Êlihê hat binçavkirin
13:06 Li TEM'a Rihayê di bin zor û îşkenceyê de îfade girtin
12:54 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:36 HDP: Em barbariya li Xelfetiyê rû da ji nêzîk ve dişopînin
12:06 Dayika 71 salî ji bo edaletê Hezar û 217 kilometre meşiya û hat Enqereyê
11:55 Jinan li dijî firoşkerên hişbirê rê girtin
11:25 Birayê ciwanê betal ê xwe şewitand: Sedema wê krîza aborî ye
11:07 'Îskence li hewşên qereqolan didome'
10:59 Wezîr 9 endamên meclîsê yên HDP’ê ji peywirê dûr xistin
10:32 Li Ebexê 12 kes binçav kirin
10:25 Eksîk: Ne tenê mirovan sewalan jî tecrîd dikin
10:09 Qeyûm şaredariya Colemêrgê dı bın deynan de hiştiye
10:02 Dayika 23 salan ji bo kurê xwe li kolana bû niha ji bo neviyê xwe li kolanê ye
09:12 Jin li Dersîmê hem karsaz, hem karker û hem jî hilberiner in
09:12 ÎHD: Şertên Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ji bo girtiyên nexweş pir giran e
09:11 Karkerên ji şaredariyê hatin dûrxistin wê bimeşin Enqereyê
09:11 Şilêran Zozanê Şilek xemiland
09:00 ROJEVA 21 GULANA 2019'AN
08:58 Leyla Guven 195 rojin di greva birçîbûnê de ye
Rojiya mirinê di roja 22'an de didome
20/05/2019
21:54 CPT'ê daxuyanî da: Me Îmralî jî di navde gelek girtîgeh ziyaret kirin
16:30 Bi stran û pîzpîzikan dengê xwe bilind kirin
15:50 Parêzer: Dev û diranên kesên li Xalfetî hatin binçavkirin şikandine
15:35 Hêzên Demokrasiyê yên Wanê: Daxwazên girtiyan nayên bersivandi
15:20 Dayikên Laçik Spî yên li Gebze: Êdî Bes e
15:05 Li Dersimê banga 'yasayên xwe pêk bîne û pirsgirêkê çareser bike'
14:49 Kurtalan: Îktîdar wekî li komkujiyê binere li greva birçîbûnê dinere
14:25 3 bersûcên tecawizê hatin berdan
14:16 Ji Herêm Mehmûd bang: Li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin
14:10 Ocalan gulebarankirina karkerên çandiniyê ji Soylû pirsî
13:51 Bozgeyik: Bila Wezirê Dadê gavên pratîk bavêje
13:36 Radyoyên çalakgerên rojiya mirinê desteser kirin
13:00 Hunermendên MKM'ê: Bila daxwazên çalakgerann bên bersivandin
12:53 Başkaya: Tu tişt ji daxwaza aştiyek bi rûmet rewatir tune ye
11:24 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
11:08 HDP'ê serdegirtina kawîşan ji Wezîrê Dadê pirsîn
11:00 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 'Serdegirtinên koguşan bandoreke neyînî li tenduristiya çalakgeran dike'
10:45 Li Kanîreşê TIR'a sewal bar kiribûn qulipî
10:33 Çandina sebzeyan li Kobanê dest pê kir
09:51 Êrîşî avahiya AKP'ê kirin
09:49 Vesîsê girtiyê nexweş bi maşina tipa hucre birin hevdîtinê
09:03 Her roj li qada çalakiyê ye: Em bêdeng bibin zarokên me wê bimirin
09:03 Polîsan zarokê 17 salî binçav kir û xwestin bibe sîxur
09:02 Bave ku 3 zarokên wî girtî: Me mijûl nekin gavan bavêjin
09:02 ‘Tenê daxwaze me rakirina tecridê ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2019'AN
08:47 Leyla Guven 194 rojin di greva birçîbûnê de ye
Rojiya mirinê di roja 21'an de didome
19/05/2019
21:53 Rojiya xwe tenê bi avê vekirin
21:29 Li Esenyûrt û Dersîmê bi çalakiyên meş û rûniştinê tecrîd şermezar kirin
21:06 Şaredariya Periyê gava yekemîn a kooperatifê avêt
17:43 Hevjîna xwe ya parêzer kuşt
17:10 Odeyên Tabîban ên Heremê bang li hikumetê kirin: Dibe sibê pir dereng be
16:27 ‘Hiqûqa xwe pêk bînin'
16:05 Dayikên Laçik Spî li Rihayê di nobetê de bûn, li Edeneyê jî li qadan bûn