Dayikên Laçik Spî li qadan bûn 2019-05-21 19:20:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li dijî tecrîdê di greva biçîbûnê de ne, bi armanca dengê zarokên xwe bilind bikin û tecrid bi dawî bibe, li Antalya, Mêrsîn, Amed û Gebzeyê tevi hemû astengiyên polîsan daketin qadan û ji Wezîrê Dadê xwestin gavan bavêjin.    Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, bi armanca piştgiriyê bidin daxwazên zarokên xwe li Antalya, Mêrsîn, Amed û Gebzeye çalakî li dar xistin.    AMED    21 roj in Parka Koşuyoluya Rêzana Amedê bi bariyeran hatiye dorpêçkirin. Dayikên girtiyan di roja 21'emîn de ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, li pêş Fabrîkaya Ard a li hemberî Parka Koşuyoluyê kom bûn û li gel astengia polîsan, bi tilîlî û çepikan çalakiya xwe ya rûniştinê li dar xistin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Farîsogullari, Meral Daniş Beştaş, Feleknas Uca û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata tevlî çalakiya rûniştinê bûn. Dayikan piştî çalakiyê li gel astengiya polîsan bi meşê berê xwe da avahiya Komeleya Piştewaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER). Di dema meşê de welatiyên derdorê jî bi çepîk û tilîliyan piştgirî da çalakiya dayikan. Li ber avahiya TUAY-DER'ê parlamenter Meral Daniş Beştaş daxuyanî da.  Meral, bal kişand ser berxwedana dayikan û wiha got: "Aştî dê bi saya dayikan pêk bê. Çalakiya dayikan îro jî bi astengiya polîsan re rû bi rû ma û bi din dorpêça polîsan de çalakî pêk hat. Her wiha pişgiriya mêr û ciwanan jî hat astengkirin. Her wiha astengkirina çapemeniyê jî nayê qebûlkirin."   Meral, qala greva birçîbûnê û rojiya mirinê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê Wezareda Dadê çi hewce be wî tiştî bike. Dibêjîn qedexe rabûye. Heke wisa be bila parêzer biçin Îmraliyê. Ev bêbawerî ne tenê îro bi sala ne pêk tê. Divê tecrîd ji holê bê rakirin."   KOCAELΠ   Malbatên Girtiyan duh xwestin balê bikişînin ser daxwazên xizmên xwe yên li dijî tecrîdê di gereva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ya Jinan çalakî li darxistin û ji aliyê polîsan ve bi derbkirinê bi zorê li wesayitan hatin siwarkirin. Dayikan îro, derbarê polîsan de serlêdana sûc kirin.   Malbatên ku xwestin serlêdana sûc bikin bi rapora derbkirinê ku ji nexweşxaneyê girtin û di nav wan de parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî hebû çûn Edliyeya Gebzeyê. Malbatan li Edliyeyê daxwaznameya ku amade kiribûn dan Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê û OHD'ê jî xwest ku li ber edliyeyê daxuyaniyê bide.  Malbatên ku bertek nîşanî qedexeya daxuyaniyê ya li ber edliyeyê dan wiha gotin: "Ev şerma walîtiyê ye. Destûrê nadin ku daxuyaniyek jî bê dayîn."   Li gel hemû îtîrazan parêzez û malbat ji ber edliyeyê hatin dûrxixtin, parlamentera HDP'ê Ayşe Suruc ya ku bi tena xwe li ber edliyê ma daxuyanî da. Ayşe bi bîr xist ku hevseroka KCD'ê Leyla Guven 195 roj e di grevê de ye û wiha got: "Xizmên girtiyan 42 roj in li ber Girtîgeha Gebzeyê daxwazên xwe tînin ziman. Ji ber ku zarokên wan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, malbat ji jiyana zarokên xwe bi gûman in û naxwazin ku zarokên wan jiyana xwe ji dest bidin."   Ayşe Surucu anî ziman ku ew ê li gel malabtan cih bigirin  û wiha berdewam kir: "Wê ev zim wiha neçe. Bêyî ku parlamenteriya me li ber çav bigirin heqaret kirin .Em ê heta dawiyê li pey mafên xwe bin. Ji ber wê em îro li vir derbarê rayedaran de serlêdana sûc dikin." Surucu herî dawî bang li Wezrîê Dadê kir ku li daxuyaniya xwe ya ku got tecrîd bi dawî bûye xwedî derê.    ANTALYA    Rêxitina HDP'ê ya Antalya, jî bi armanca balê bikişîne ser daxwazên girtiyên di grevê de, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, diyar kir ku bi jinên bajar de kom bûne û wiha got: "Çalakiyên grevê berdewam dikni Lê hikûmet û dewlet li hemberî daxwazên girtiyan bêdeng in. Dîsa deng û awazên çalakgerên li derve naçin wan. Girtî tenê tiştekî dixwazin. Dixwaze hikrûmet zagonên xwe pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin. Heta tecrid bi dawî bibe emê li gel çalakgeran cih bigirin."    MÊRSÎN    Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan girtî bi heman armancê li Parka Aştî ya Akdenîza Mêrsînê kom bûn û bal kişandin ser daxwazên zarokên xwe. Di çalakiyê de Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan û nûrenên gelek rêxistinên demokratît tev li çalakiyê bûn. Polîsan li vir park dorpêç kir û kesên tev li çalakiyê bûn di lêgerîna GBT'ê re derbas kir. Lê dîsa koma li vir kom bûn dirûşme berz kirin û bal kişandin ser daxazên zarokên xwe. Dayikan bi dirûşme û tîlîlîyan dawî li çalakiya xwe anîn.