Bi stran û pîzpîzikan dengê xwe bilind kirin

  • rojane
  • 16:30 20 Gulan 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, ji bo piştgiriya zarokên xwe îro careke din li Amed, Wan, Şirnex û Edeneyê çalakî pêk anîn û ji bo bersivandina daxwazên zarokên xwe û rakirina tecrîdê, bang li hikumetê kirin. 

 
Çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin bi israr didomin. Piştgiriya ji bo vê yekê ya ku ji aliyê malbnatên çalakgeran ve tê dayîn jî her ku diçe mezintir dibe. Di vê çarçoyê de malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Amed, Wan, Şirnex û Edeneyê ji bo piştgiriya zarokên xwe çalakî li dar xistin û bang li hikumetê kirin ku daxuyaniyên xwe derbarê tecrîdê bike meriyetê û ji bo dawîkririna çalakiya zarokên wan tecrîda li ser Ocalan rake.
 
Li Amedê li gel hemû astengiyên polisan jî malbatên girtiyan di roja 20'emîn de li ber Fabrîqeya  Arvan a li hemberî Parqa Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê hatin gel hev û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Mûsa Farisogûllari û Semra Guzel û gelek kesên derdorê piştgirî dan çalakiya mabatan. Dayikên ku di bin dorpêça polisan de çalakiya xwe pêk anîn, bi berzkirina dûrişmeyan, bi gotina stranan û bi lêdana pîzpîzikan dengê xwe bilind kirin. 
 
'DAYIK NATIRSIN
 
Piştî çalakiya rûniştinê, dayik di bin dorpêça polisan a bi TOMA û maşîneyên zirxî de di Kolana Sûnay de ber bi TÛAY-DER'ê ve meşiyan. Dayikan di meşê de dûrişmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Amed ranezê li girtiyan xwedî derkeve" û “Her der zindan her der berxwedan" berz kirin, li pîzpîzikan da û çepikan xistin. Polisan di vê kêliyê xwestin ku rojnamegeran asteng bikin û bi hinceta dûrişmeyên tên avêtin mudaxaleyî meşê bikin. 
 
Piştî meşê li ser navê dayikan dayika Zehra Şahîn daxuyanî da. Şahîn bal kişand ser tundiya polisan a li hemberî wan û ev tişt anî ziman: "Dixwazin dayikan bitirsînin. Lê dayik natirsin. Heta rihê di laşê me de hebe, em ê pişta zarokên xwe bin. Ewropa jî di nav de hemû cihanê çav û guhê xwe girtine. Êdî çavên xwe vekin. Zarokên me ji birçîna dimirin, xwarinê ji xwe bîr kirine. Di gewreya me de tiştekî derbas nabe. Laşê cîwanê me dihele lê ne zarokên me diqedin û ne jî em diqedin. Êdî bes e. Zarokên Erdogan ne 6-7 meh nikarin mehek jî birçî bimînin. Bila destê xwe deyne ser wijdanê xwe, êdî bes e." Piştî daxuyaniyê çalaÎ bi çepikan bi dawî bû. 
 
WAN
 
Li Wanê jî Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê li parqa ku li ser Kolana Mîllî Egemenlîkê çalakiya rûniştinê pêk anî. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan, endamên TÛAY-DER'ê piştgirî dan çalakiya dayikan. Li ser navê dayikan daxuyaniyê dayika girtî bi navê Ayhan Kaçak ku 101 roj in li Girtîgeha Tîpa T a Wanê di greva birçîbûnê de ye Hanîfe Kaçak da. 
 
Kaçak diyar kir ku encamek ji daxuyaniya CPT û Wezîrê Dadê derneketiye û wiha got: "Divê herkes derstê xwe deyne ser wijdanê xwe. Ji bo zarokên me nemirin divê gav bên avêtin. Sibê dê pir dereng be. Wezîrê Dadê daxuyaniyek da lê tu gav nehat avêtin. Tecrîd hê jî didome. Em dayikên aştiyê dixwazin dengê xwe ji vir bilind bikin. Heta ku daxwazên zarokên me bên qebûlkirin em ê jî her roj derkevin kuçeyan. Me bikujin jî em ê dev ji çalakiya xwe ber nedin. Bila mirin çênebin. Daxwaza me derneketina cenazeyan e." Piştî daxuyaniyê çalakî bi dûrişmeyên mîna "Bijî berxwedana zindana", "Deng bide grevan", "Leyla Guven rûmeta me ye" bi dawî bû. 
 
ŞIRNAK 
 
Dayikên Laçik Spî yên Şirnexê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Şirnexê daxuyanî dan. Di civîna çapemeniyê de Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û gelek rêveberen HDP'ê amade bûn. Ozguneş, diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan li dijî hiqûq û zagonan e û xwezt tecrîd bi dawî bibe. Ozguneş, xwest hemû kesên bi wîcdan, aştî û demokrasiyê diparêze berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. 
 
Piştî daxuyaniyê komê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
LICE
 
Li navçeya Lice ya Amedê jî bi heman armancê Dayikên Laçik Spî li Parka Medeni Yildirim di roja 14'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên ku li Parka Medenî Yildirim kom bûn tevî astengiya polisan dîsa meşiyan. Di çalakiyê de parlamentera HDP'ê Remziye Tosun, Hevşaredara Licê Ruken Yilmaz û Tarik Mercan rêveberên HDP'ê piştgirî dan çalakiyê. Dayikan di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindana", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Silav ji berxwedêrên zindanan re" berz kirin. Malbat piştî çalakiya rûniştinê heta avahiya HDP'ê ya Lice meşiyan. 
 
EDENE 
 
Li Edeneyê jî dayikên Laçik Spî yên zarokên wan girti bi heman armancê di roja 11'emîn de li Parka Îsmet Înonu kom bûn û daxuyani dan. Dayiken ku li parkê kom bûn dîsa di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Polîsên hatin parkê dayik dorpêç kirin û bi mertalên xwe dîwar ava kirin. Polîsan destûr nedan ku welatî piştgiriyê bidin çalakiya dayikan. Li gel vê yekê dîsa parlamentera HDP'ê Tulay Hatimogullari, endam û rêveberên HDP, HDK û TUAY-DER'ê hati ntev li çalakiya dayikan bûn û piştgirî dan dayikan. Polîsan dîsa li GBT ya çalakgeran neri û bi hinceta  der barê binçavkirinê heye kesek binçavkirin. 
 
Li vir Dayika Laçik Spî Vesile Ulaş, bang li hikûmetê kir û xwest ji girtîgehan darbest dernekevin û demek berî demekê heyet biçin Îmraliyê û tecrîd bi dawi bibe. Dayika Laçik Spî Turkan Şimşek jî bang li hikûmetê kir û xwest êdî dawî li vê zilmê bînin. 
Dayik Ayfer Yavaş  jî bang li hikûmet û dewletê kir û got: “Êdî Bes e. Vê qêrîna me bibhîzin. Bila zarokên me nemirin. Dayikan çalakiya xwe bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî kir. 
 
 
 
 

Sernavên din

22/05/2019
15:42 Ji pêş Girtîgeha Patnosê bang kirin: Tecrîdê bi temamî rakin
15:36 Polisan li Dihê 2 kesan binçav kir
15:26 Çalakgerê greva birçîbûnê MLKP'î Gerçek: Em ne piştgir kirdeya çalakiyê ne
15:23 SES: Emê nelirêtiyan bişopînin
15:03 Çalakiya Dayikên Laçik Spî di roja 22’an de kom bûn: Heta tecrîd bi dawî bibe çalakiyê bidomin
14:56 Ji bo îskenceya Xalfetiyê bangî civaka navneteweyî kir: Tirkiyeyê rawestînin!
14:33 Li Semsûrê banga rakirina tecrîdê
14:28 Dayikan astengî nas nekirin û li pêş Gebze rûniştin
13:48 'Em bang li Wezîrê Dadê dikin bi lez zagonên xwe pêk bînin'
13:48 Dadgeha Makeqanûnê serlêdana Osman Kavala red kir
13:29 Ji 47 kesên li Xalfetiyê hatin binçav kirin 3 zarok hatin berdan
13:24 Dayikên Laçik Spî ji Wezareta Dadê re faks şandin û meşiyan
13:24 Xizmên girtiyan ji Bakirkoyê meşiyan Şirinevlerê
13:23 Gelo PDK'ê û AKP'ê li ser çi li hev kirine?
13:03 SES'ê bijîsjkê hevjîna xwe kuşt bi daxwaza îxracê sewqî lijneya dîsiplînê kir
12:00 Bi ser kogûşa Tuncel, Tûglûk û Yuksekdag de girtin
11:51 4 kes li Mêrsînê binçav kirin
11:47 Çalakgerê greva birçîbûnê Sertkal: Em heta sax bin dê têkoîna xwe bidomînin
11:29 Dibe ku Rojnameger Duzkan derbasî girtîgeha servekirî bibe
11:05 Parêzerên Ocalan ber bi Îmraliyê ve ketin rê
11:04 Girtiyên Jin ên Girtîgeha Şirnexê: Gardiyanên zilam tacîz dikin
10:59 ‘LI şûna Muzeyyen, kujerê wê parastin'
10:43 Piştî 3 salan cenaze dan malbatê
10:35 'Em pêşî deng didin zarokên xwe paşê difitirin'
09:38 Qeymeqamê Hezroyê hat binçavkirin
09:36 Leyla Guven 196 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 23'an de didome
09:35 Ji xwediyê marketê ji bo greva birçîbunê çalakiyek balkêş
09:35 'Polîs got 'Şehîdekî me heye' û gule li ser me reşandin'
09:34 Li Dîlokê pitika 8 rojî ji sersariyê xwîn çû ser mejiyê wê
09:33 Dayika çalakgerê greva birçîbûnê: Heta tecrîd rabe nobeta me wê bidome
09:32 Girtiyên li Kurkçulerê: Berxwedana me wê bidome
09:31 Endamên KESK'ê ji bo mafê xwe wê li Enqereyê bigêjin hev
09:31 Jinên Efrînî yên Koçî Îzmirê kirin dixazin şer bi dawî bibe
09:30 Rêveberiya girtîgehê ji malbatan xwest zarokên wan dev ji grevê berdin
09:00 ROJEVA 22'Ê GULANA 2019'AN
21/05/2019
21:21 'Min jina pîr a nexweş li şaxa TEM'a Rihayê hiştim û derketim'
19:20 Dayikên Laçik Spî li qadan bûn
17:06 Heyeta HDP'ê: Haya hemû rayadarên dewletê ji tiştên li Rihayê diqewimin heye
16:36 Malbatên girtiyan ji Wezareta Dadê re faks şandin
16:13 Malbatên girtiyan li Wan û Edeneyê çalakî di dar xistin
15:44 Derbarê polisan ku malbatên li Gebzeyê derb kirin serlêdana sûc hat kirin
15:24 Dîmenên îskenceya Rihayê derketin holê: Bi zorê dimeşin
14:38 Meclisa Jinan a HDP'ê: Ji bo azadiya xwe em rêxistinbûna xwe mezin dikin
14:14 Malbatên girtiyan ji Girtîgeha Bakirkoyê ber bi Şîrînevlerê ve meşiyan
14:07 Temellî: Êdî dem dema demokrasî, aştî û edaletê ye
14:01 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgirî da cotkaran
13:34 Hevserokê DBP'ê yê Êlihê hat binçavkirin
13:06 Li TEM'a Rihayê di bin zor û îşkenceyê de îfade girtin
12:54 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:36 HDP: Em barbariya li Xelfetiyê rû da ji nêzîk ve dişopînin
12:06 Dayika 71 salî ji bo edaletê Hezar û 217 kilometre meşiya û hat Enqereyê
11:55 Jinan li dijî firoşkerên hişbirê rê girtin
11:25 Birayê ciwanê betal ê xwe şewitand: Sedema wê krîza aborî ye
11:07 'Îskence li hewşên qereqolan didome'
10:59 Wezîr 9 endamên meclîsê yên HDP’ê ji peywirê dûr xistin
10:32 Li Ebexê 12 kes binçav kirin
10:25 Eksîk: Ne tenê mirovan sewalan jî tecrîd dikin
10:09 Qeyûm şaredariya Colemêrgê dı bın deynan de hiştiye
10:02 Dayika 23 salan ji bo kurê xwe li kolana bû niha ji bo neviyê xwe li kolanê ye
09:12 Jin li Dersîmê hem karsaz, hem karker û hem jî hilberiner in
09:12 ÎHD: Şertên Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ji bo girtiyên nexweş pir giran e
09:11 Karkerên ji şaredariyê hatin dûrxistin wê bimeşin Enqereyê
09:11 Şilêran Zozanê Şilek xemiland
09:00 ROJEVA 21 GULANA 2019'AN
08:58 Leyla Guven 195 rojin di greva birçîbûnê de ye
Rojiya mirinê di roja 22'an de didome
20/05/2019
21:54 CPT'ê daxuyanî da: Me Îmralî jî di navde gelek girtîgeh ziyaret kirin
16:30 Bi stran û pîzpîzikan dengê xwe bilind kirin
15:50 Parêzer: Dev û diranên kesên li Xalfetî hatin binçavkirin şikandine
15:35 Hêzên Demokrasiyê yên Wanê: Daxwazên girtiyan nayên bersivandi
15:20 Dayikên Laçik Spî yên li Gebze: Êdî Bes e
15:05 Li Dersimê banga 'yasayên xwe pêk bîne û pirsgirêkê çareser bike'
14:49 Kurtalan: Îktîdar wekî li komkujiyê binere li greva birçîbûnê dinere
14:25 3 bersûcên tecawizê hatin berdan
14:16 Ji Herêm Mehmûd bang: Li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin
14:10 Ocalan gulebarankirina karkerên çandiniyê ji Soylû pirsî
13:51 Bozgeyik: Bila Wezirê Dadê gavên pratîk bavêje
13:36 Radyoyên çalakgerên rojiya mirinê desteser kirin
13:00 Hunermendên MKM'ê: Bila daxwazên çalakgerann bên bersivandin
12:53 Başkaya: Tu tişt ji daxwaza aştiyek bi rûmet rewatir tune ye
11:24 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
11:08 HDP'ê serdegirtina kawîşan ji Wezîrê Dadê pirsîn
11:00 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 'Serdegirtinên koguşan bandoreke neyînî li tenduristiya çalakgeran dike'
10:45 Li Kanîreşê TIR'a sewal bar kiribûn qulipî
10:33 Çandina sebzeyan li Kobanê dest pê kir
09:51 Êrîşî avahiya AKP'ê kirin
09:49 Vesîsê girtiyê nexweş bi maşina tipa hucre birin hevdîtinê
09:03 Her roj li qada çalakiyê ye: Em bêdeng bibin zarokên me wê bimirin
09:03 Polîsan zarokê 17 salî binçav kir û xwestin bibe sîxur
09:02 Bave ku 3 zarokên wî girtî: Me mijûl nekin gavan bavêjin
09:02 ‘Tenê daxwaze me rakirina tecridê ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2019'AN
08:47 Leyla Guven 194 rojin di greva birçîbûnê de ye
Rojiya mirinê di roja 21'an de didome
19/05/2019
21:53 Rojiya xwe tenê bi avê vekirin
21:29 Li Esenyûrt û Dersîmê bi çalakiyên meş û rûniştinê tecrîd şermezar kirin
21:06 Şaredariya Periyê gava yekemîn a kooperatifê avêt
17:43 Hevjîna xwe ya parêzer kuşt
17:10 Odeyên Tabîban ên Heremê bang li hikumetê kirin: Dibe sibê pir dereng be
16:27 ‘Hiqûqa xwe pêk bînin'
16:05 Dayikên Laçik Spî li Rihayê di nobetê de bûn, li Edeneyê jî li qadan bûn