Bi stran û pîzpîzikan dengê xwe bilind kirin 2019-05-20 16:30:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, ji bo piştgiriya zarokên xwe îro careke din li Amed, Wan, Şirnex û Edeneyê çalakî pêk anîn û ji bo bersivandina daxwazên zarokên xwe û rakirina tecrîdê, bang li hikumetê kirin.    Çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin bi israr didomin. Piştgiriya ji bo vê yekê ya ku ji aliyê malbnatên çalakgeran ve tê dayîn jî her ku diçe mezintir dibe. Di vê çarçoyê de malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Amed, Wan, Şirnex û Edeneyê ji bo piştgiriya zarokên xwe çalakî li dar xistin û bang li hikumetê kirin ku daxuyaniyên xwe derbarê tecrîdê bike meriyetê û ji bo dawîkririna çalakiya zarokên wan tecrîda li ser Ocalan rake.   Li Amedê li gel hemû astengiyên polisan jî malbatên girtiyan di roja 20'emîn de li ber Fabrîqeya  Arvan a li hemberî Parqa Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê hatin gel hev û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Mûsa Farisogûllari û Semra Guzel û gelek kesên derdorê piştgirî dan çalakiya mabatan. Dayikên ku di bin dorpêça polisan de çalakiya xwe pêk anîn, bi berzkirina dûrişmeyan, bi gotina stranan û bi lêdana pîzpîzikan dengê xwe bilind kirin.    'DAYIK NATIRSIN   Piştî çalakiya rûniştinê, dayik di bin dorpêça polisan a bi TOMA û maşîneyên zirxî de di Kolana Sûnay de ber bi TÛAY-DER'ê ve meşiyan. Dayikan di meşê de dûrişmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Amed ranezê li girtiyan xwedî derkeve" û “Her der zindan her der berxwedan" berz kirin, li pîzpîzikan da û çepikan xistin. Polisan di vê kêliyê xwestin ku rojnamegeran asteng bikin û bi hinceta dûrişmeyên tên avêtin mudaxaleyî meşê bikin.    Piştî meşê li ser navê dayikan dayika Zehra Şahîn daxuyanî da. Şahîn bal kişand ser tundiya polisan a li hemberî wan û ev tişt anî ziman: "Dixwazin dayikan bitirsînin. Lê dayik natirsin. Heta rihê di laşê me de hebe, em ê pişta zarokên xwe bin. Ewropa jî di nav de hemû cihanê çav û guhê xwe girtine. Êdî çavên xwe vekin. Zarokên me ji birçîna dimirin, xwarinê ji xwe bîr kirine. Di gewreya me de tiştekî derbas nabe. Laşê cîwanê me dihele lê ne zarokên me diqedin û ne jî em diqedin. Êdî bes e. Zarokên Erdogan ne 6-7 meh nikarin mehek jî birçî bimînin. Bila destê xwe deyne ser wijdanê xwe, êdî bes e." Piştî daxuyaniyê çalaÎ bi çepikan bi dawî bû.    WAN   Li Wanê jî Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê li parqa ku li ser Kolana Mîllî Egemenlîkê çalakiya rûniştinê pêk anî. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan, endamên TÛAY-DER'ê piştgirî dan çalakiya dayikan. Li ser navê dayikan daxuyaniyê dayika girtî bi navê Ayhan Kaçak ku 101 roj in li Girtîgeha Tîpa T a Wanê di greva birçîbûnê de ye Hanîfe Kaçak da.    Kaçak diyar kir ku encamek ji daxuyaniya CPT û Wezîrê Dadê derneketiye û wiha got: "Divê herkes derstê xwe deyne ser wijdanê xwe. Ji bo zarokên me nemirin divê gav bên avêtin. Sibê dê pir dereng be. Wezîrê Dadê daxuyaniyek da lê tu gav nehat avêtin. Tecrîd hê jî didome. Em dayikên aştiyê dixwazin dengê xwe ji vir bilind bikin. Heta ku daxwazên zarokên me bên qebûlkirin em ê jî her roj derkevin kuçeyan. Me bikujin jî em ê dev ji çalakiya xwe ber nedin. Bila mirin çênebin. Daxwaza me derneketina cenazeyan e." Piştî daxuyaniyê çalakî bi dûrişmeyên mîna "Bijî berxwedana zindana", "Deng bide grevan", "Leyla Guven rûmeta me ye" bi dawî bû.    ŞIRNAK    Dayikên Laçik Spî yên Şirnexê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Şirnexê daxuyanî dan. Di civîna çapemeniyê de Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û gelek rêveberen HDP'ê amade bûn. Ozguneş, diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan li dijî hiqûq û zagonan e û xwezt tecrîd bi dawî bibe. Ozguneş, xwest hemû kesên bi wîcdan, aştî û demokrasiyê diparêze berpirsiyariyê bidin ser milê xwe.    Piştî daxuyaniyê komê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    LICE   Li navçeya Lice ya Amedê jî bi heman armancê Dayikên Laçik Spî li Parka Medeni Yildirim di roja 14'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên ku li Parka Medenî Yildirim kom bûn tevî astengiya polisan dîsa meşiyan. Di çalakiyê de parlamentera HDP'ê Remziye Tosun, Hevşaredara Licê Ruken Yilmaz û Tarik Mercan rêveberên HDP'ê piştgirî dan çalakiyê. Dayikan di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindana", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Silav ji berxwedêrên zindanan re" berz kirin. Malbat piştî çalakiya rûniştinê heta avahiya HDP'ê ya Lice meşiyan.    EDENE    Li Edeneyê jî dayikên Laçik Spî yên zarokên wan girti bi heman armancê di roja 11'emîn de li Parka Îsmet Înonu kom bûn û daxuyani dan. Dayiken ku li parkê kom bûn dîsa di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Polîsên hatin parkê dayik dorpêç kirin û bi mertalên xwe dîwar ava kirin. Polîsan destûr nedan ku welatî piştgiriyê bidin çalakiya dayikan. Li gel vê yekê dîsa parlamentera HDP'ê Tulay Hatimogullari, endam û rêveberên HDP, HDK û TUAY-DER'ê hati ntev li çalakiya dayikan bûn û piştgirî dan dayikan. Polîsan dîsa li GBT ya çalakgeran neri û bi hinceta  der barê binçavkirinê heye kesek binçavkirin.    Li vir Dayika Laçik Spî Vesile Ulaş, bang li hikûmetê kir û xwest ji girtîgehan darbest dernekevin û demek berî demekê heyet biçin Îmraliyê û tecrîd bi dawi bibe. Dayika Laçik Spî Turkan Şimşek jî bang li hikûmetê kir û xwest êdî dawî li vê zilmê bînin.  Dayik Ayfer Yavaş  jî bang li hikûmet û dewletê kir û got: “Êdî Bes e. Vê qêrîna me bibhîzin. Bila zarokên me nemirin. Dayikan çalakiya xwe bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî kir.