'Hem xizmên me winda kirin û hem jî pêşeroja me dizîn'

  • rojane
  • 09:16 18 Gulan 2019
  • |
img

WAN – Servet Ertak ê hêj 6 salî bû bavê wî Mehmet Ertak di binçavan dewinda kirin got: "Tenê bav û xizmên me winda nekirin, pêşeroja me û hêviyên me jî dizîn." 

 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji sala 1995'an ve 17-31'ê Gulanê wekî "Hefteya Windayan" bi bîr tîne. Ji sala 1980'yî heta niha li Tirkiyeyê li gor hejmarên fermî 17 hezar û 500 cinayetên kiryar nediyar hene. Ji bo kiryar bên dîtin di serî de Dayikên Şemiyê û bi giştî tevahiya xizmên windayan bi salan e têdikoşin. Yek ji xizmên windayan Servet Ertak e. 27 sal berê bavê wî Mehmet Ertak hat binçavkirin û paşê hat windakirin. Ertak, 27 sal in tu agahiyê ji bavê xwe nagire. 
 
Mehmet Ertak, di Tebaxa 1992'yan de wexta li Şirnexê ji karê xwe yê kana komirê vedigeriya li Wanê polîsan ew da sekinandin û binçav kir. Ji wê rojê ve Ertak venegeriyaye malê. Malbata wî 27 sal in ji bo cenazeyê wî bibîne û kiryarên wî bên dîtin têdikoşe. 
 
‘27 SAL IN EM LI PERÇEYEKÎ HESTÎ DIGERIN' 
 
Hevjîna wî Emîne Ertak, diyar kir ku ev qas sal in ew ji bo hestiyên hevjînê xwe bibîne tev digere. Ertak, diyar kir ku hevjînê wê li ber çavê hevalên xwe hatiye binçavkirin û paşê bavê wî û apên wî gelek caran çûne qereqolê lê belê tu xeber jê negirtine. Ertak, got: "Em tenê dixwazin goristaneke me hebe da em li ser fatîheyekê bixwînin. 27 sal in em digerin, lê hê jî me hestiyek nedîtiye. Ji bo nevî û zarokên wî biçin ser, em goristanekê dixwazin." 
 
DEMA BAVÊ WÎ HAT WINDAKIRIN 6 SALÎ BÛ 
 
Servet Ertak, wexta bavê wî hat windakirin 6 salî bû. Niha Ertak, rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê ye. Ertak, anî ziman ku bi salan ew li bendê bûn ku bavê wî vegere û di warê hiqûqî de têkoşiyane, lê belê ji ber li Tirkiyeyê hiqûq xitimiye serî li DMME'yê dane û DMME'yê di sala 2005'an de Tirkiyeyê mehkûm kiriye. Ertak, anî ziman ku lê belê DMME'yê tenê di warê tazmînata maddî de Tirkiye mehkûm kiriye. 
 
LI GOR QEYDN HÎN JÎ SAX E! 
 
Ertak, anî ziman ku di nifûsê de hîn jî bavê wî sax dixuyê û di her hilbijartinê de kaxeza hilbijartinê ya bavê wî tê û got: "Wexta kaxez tê hestên cuda li mirov peyda dibin. Tenê xizmekî windayan dikare vê hestê fêm bike. Pênasekirina vê rewşê pir zehmet e." 
 
Ertak, got: "Wexta xizmek mirov dimire, mirov dizane êdî gorek te heye. Hûn diçin ser gorê, dua dikin. Lê jiyana me di navbera razberî û şênberiyê de ye. A rast hêviyeke ev qasî ya mezin a xizmên windayan tune ye. Dayik dixwazin gorên zarokên wan hebin. Zarok doza gora bavê xwe dikin. Em dixwazin gorek me hebe da em dua bikin. Lê belê li ber çavê dewletê ji bo xizmên windayan gorek jî zêde tê." 
 
'BI HÊVIYA ROJEK...' 
 
Ertak, diyar kir ku wekî hemû xizmên windayan hêviya ku dê rojek bavê wî were lê peyda dibe, lê belê her diçe ev hêvî kêm dibe. Ertak, destnîşan kir ku 27 sal in wan daye pêyî hezkiriyên xwe û got: "Heta min Dayikên Şemiyê nas nedikir, min digot qey ev tenê hatiye serê me. Rojekê min ew nas kirin. Wê çaxê min got 'jiyaneke me ya hevpar heye.' Bi saya hevalekî xwe di salvegera 22'yemîn a bavê xwe de min Masîde Ocak nas kir. Xwişka Masîde û ên din, windayê me wekî windayê xwe dîtin. Li wir me gelek kes nas kirin. Jiyaneke me ya hevpar hebû." 
 
Ertak, diyar kir ku piştî wî Dayikên Şemiyê nas kiriye ÎHD jî nas kiriye û di sala 2016-2018'an de li ÎHD'ê di Komîsyona Cinayetên Kiryar Nediyar û Ên Di Bin Çavan De Winda bûne de cih girtiye û hîn jî rêveberê komeleyê ye. Ertak, destnîşan kir ku ji ber windayan di ÎHD'ê de cih girtiye. 
 
'HÊVÎ Û PÊŞEROJA WAN HAT DIZÎN' 
 
Ertak, di sala 2015'an de di hefteya 500'emîn de ji xizmên windayan xwestiye wêneyên di dest xwe de bilind bikin û got: "Li wir tenê wêneyek hebû. Ew jî wêneyê windakirinê bû. Di wî wêneyî de hêviya jinan a hatiye dizîn, hêzî û pêşeroja zarokên hatiye dizîn hebû. Wan tenê bavên me, xizmên me winda nekirin. Pêşeroja me û hêviyên me jî dizîn. Di vî warî de bi tu awayî li me venegeriyan. Lê heta em sax bin em ê di vî warî de bitêkoşin. Bila tu şik û gumanên kesî tune bin." 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

19/05/2019
15:46 Can: Nêzîkatiya li hemberî greva birçîbûnê wê rêveçûna Tirkiye diyar bike
15:04 Ji Amedê bang li Wezîrê Dadê kirin: Gotina xwe pêk bîne
14:37 Bi çepik û kornayan piştgirî dan malbatan
14:17 SES: Bi lez endama me Sureyya Reşitoglu Çîftçî berdin
14:06 Malbat li Esenyurtê di roja 24'an de kom bûn
13:59 Nobeta Malbatên li Gebzeyê di roja 41’an de ye
13:19 Dayikên Laçik Spî yên Amedê di dorpêça TOMA de li Koşuyolû kom bûn
13:10 Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan: Em dipên ku kaosê vegerînin pevajoya aştiyê
12:33 Wekîlê HDP'î: Êrîşa li dijî çalakgerên grevê wê kaos û krîzê kûr bike
11:53 21 Dayikên Laçik Spî: Heta daxwazên me pêk neyên em ji Enqereyê venagerin
10:56 Malbata Plaza de Mayo: Bi yekîtiyê zext tên şikandin
09:43 Dozger li 10 jinên lîlandin doz vekirin
09:05 Dr. Gul: Dema mirov li girtîgehan birçî û bi rojî be em tu kes ne bi tendturistî ne
09:04 Endamê DÎK'ê: Êrîşa li dijî cenazeyan polîtîka dewletê ye
09:02 Bahadir ê 80 rojin di grevê de ye: Hêze bidin çalakiya dayikan
09:01 Dayika 75 salî ya kur û hevjînê wê girtî 20 rojin li ber xwe dide
09:00 144 rojin di grevê de ye: Heta dilopa xwînê ya dawî ezê têbikoşim
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2019'AN
08:04 Leyla Guven 193 rojin di greva birçîbûnê de ye
Rojiya mirinê di roja 20'an de didome
18/05/2019
17:43 Rêxistinên demokratîk Ferhat Kurtay û hevalên wî bibir anîn
17:23 Ji bo bîranîna windayan qurnefil avêtin bahrê
16:55 Malbatên çalakgeran îro jî li ser pîyan bûn
16:45 Xizmên windayan: Komîsyona Hevrûbûna Paşerojê ava bikin
15:56 Malbat li dijî tecrîdê ji Bakirkoyê heta Şirinevlerê meşiyan
15:51 Ji dayikên girtiyan ji bo Wezîrê Dadê: Li pişta peyama xwe bisekine
15:10 Alî Çîçek li ser gora wî bibîr anîn
15:07 Kilinç: Heta tecrîd ranebe dê çalakiya min jî bi dawî nebe
14:48 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Bakalci: Divê der barê çareseriyê de gav bên avêtin
14:34 Li Xalfetiyê piştî şer eskeran xaniyek şewitandin: 2 malbat binçav kirin
14:25 Xizmên windayan ên Îran, Kibris, Rûsya û Lubnanê piştgirî dan Dayikên Şemiyê
13:27 Girtiyên 152 rojin di grevê de ne name ji Wezîr re şandin: Ocalan temînata aştiyê ye
12:48 Li Rihayê angaşta îşkenceya di bin çavan de
12:41 Ciwanan Herêm Mehmûd ziyaret kir
12:23 Leyla 192 rojin li ber xwe dide
Rojiya mirinê di roja 19'an de ye
12:22 Polisan xwest ajokerên gotin 'Her tişt wê xweştir bibe' bêkar bîminin
12:15 Ji ber hecizê koltixa Hevşaredarê Qersê desteser kirin
12:01 Walîtiya Edeneyê Şahiya Cîwanan qedexe kir
11:43 Di dîroka Tirkiye de gavek yekemîn: 21 Laçik Spî 5 rojin li meclîsê di çalakiyê de ne
11:22 Li girtîgerha Şakranê di bin navê lêgerînê de dest danîn ser alavên girtiyan
10:48 Rojnamegerê di grevê de Guleş: Ez nikaribûm bêdeng bimama
10:27 Polîsan dolmîşa karkeran gulebaran kir: 6 karker birîndar bûn
10:00 Kêfa zarokan a avjeniyê
09:34 Îhsan Elîaçık: Êrîşa polisan a sifreya me jî cureyeke tecrîdê ye
09:21 Ji bo du pantoran 4 sal û 8 meh ceza lê birîn!
09:20 Cîwanê kurd ê şampiyonê Ewropa: Ez dixwazim Amedê bidim nasîn
09:19 Odeya Bijîşkan a Êlihê: Di rojiya mirinê de tu tiştên avî yên jiyanî nayên vexwarin
09:18 Hat berdan çalakiya xwe li malê didomîne
09:18 Ji girtîgehê ji bo dayikên Laçik Spi helbestek
09:17 'Em ê li Galatasarayê peykerê Dayikên Şemiyê biçikînin'
09:16 'Hem xizmên me winda kirin û hem jî pêşeroja me dizîn'
09:14 ‘Heta tecrîd rabe çalakiyê bidome'
09:13 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Em bi dengê we hêzdartir dibin
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2019'AN
07:59 Li Rihayê şer: Polîsekî jiyana xwe ji dest da
17/05/2019
20:14 Şaxa ÎHD'ê ya Amedê li eskerên pêl li cenaze kirin gilî kirin
20:04 Dayikên girtiyan: Bila hikûmet gavên şênber bavêje
18:51 Di bîranîna Tahir Elçî de bal kişandin ser grevên birçîbûnê
16:57 32 saziyan daxuyaniya hevpar dan: Daxwazên girtiyan pêk bînin
16:55 Dayikên girtiyan ên Amedê çalakiya xwe berdewam kirin
16:47 Malbatên çalakgeran bi rêvebirin AKP'ê re hevdîtin kirin
16:12 Pêkirina cenazeyan di rojeva Meclisê de ye
16:09 ÎHD'ê starta Hefteya Windayan li cihê Kaşikçi lê hat windakirin da
15:43 Hinceta fezleyekeya Guven stranên kurdî û sirûd e!
15:21 Partiya Azadî û Însan: Werin em bi hevre aştiyê ava bikin
15:18 Baroya Dersimê: Em bi Serokê Meclisê Şentop re grevên birçîbûnê axivîn
14:52 Dayikên li Gebze: Em her tişt ji bo zarokên xwe dixwazin
14:39 Malbatan ji bo çûyina Îmraliyê serlêdan kir
14:38 Endama SES'ê ji Rihayê sewqî Semsûrê kirin
14:12 Astengiya Polisan bi meşê şermezar kirin
14:11 Çalakgerê rojiya mirinê Topkaya: Kî vê zilmê temaşe bike we şirîkê sûc e
13:46 Berdevkê HDP'ê: Madem astengiya zagonî tune rêya Îmraliyê vekin
13:38 Li dihê pevçûn: Cerdevanek jiyana xwe ji dest da
13:23 X-ray û nuqteya kontrolê ya polisan li têketina Şaredariya Bazîdê jî hatin danin
13:22 Ji Soylu ‘Parka Koşuyolu çima girtî ye?' pirsî
12:41 Cendirmeyan li Îdire rojnamegerek û 2 kes binçav kirin
12:40 Li Sûrê jina ku pevçûnê ji hev diqetand hat kuştin
12:37 Îmir: Waliyê Şirnexê bi kijan armancê daxuyaniyan qedexe dike?
12:26 Şaredariya Licê deynê Qeyûmê parve kir
7 milyon û 536 hezar pereyê qasê xwar û 3 milyon û 586 hezar deyn hişt
12:13 ‘Em ê we jî bişînin cem zarokên we’
11:50 Turkdogan: Divê daxuyaniya wezîr a Îmraliyê di wateya 'Me astengiyên fîîlî rakir' de be
11:27 Polîs li Şaredariya Nisêbînê bi cih kirin
10:55 Çalakgerên rojiya mirinê bi zorê ji nav nivînan radibin
10:37 Peyva ‘Komkujiya Roboskî’ Serokê Meclisê êşand!
10:36 Endama SES'ê ya 7 meh ducanî binçav kirin
10:18 Lîstika 'Di Tuvaletê De' li Enqereyê lîstin
09:56 Dr. Kloiber: Em rêgezên Nelson Mandella ji bo Ocalan pêşniyar dikin
09:05 Apê HPG'iyê ku veşaritna wî hat astengkirin: A tê kirin faşîzm e
09:05 'Ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê hîn jî ne dereng e!'
09:04 'Em bi çanda berxwedanê mezin bûn'
09:04 Ciwanên Edeneyê dê li dijî tecrîdê bicivin
09:03 Sihora radibin û ji bo pincarê berhev bikin berê xwe didin çiyê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2019'AN
08:59 Leyla 191 rojin li ber xwe dide
Rojiya mirinê di roja 18'an de ye
08:27 TJA'yê li sifra erdê xwarina fitarê da jinan
16/05/2019
20:25 Parêzeran piştî biryara dadgehê 8 caran serlêdan kir lê tenê carekê çûn Îmraliyê
17:35 Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê
16:50 Polîsan bi ser Navenda Çanda Îdîl de girtin
16:44 Gunay a HDP’î: Daxwaz meşrû û qanûnîne
16:16 Parêzerê Ocalan Bilmez: Serlêdanên me bê bersîv dimînin
16:08 Dayikan astengî nas nekirin û meşiyan