'Hem xizmên me winda kirin û hem jî pêşeroja me dizîn' 2019-05-18 09:16:37 WAN – Servet Ertak ê hêj 6 salî bû bavê wî Mehmet Ertak di binçavan dewinda kirin got: "Tenê bav û xizmên me winda nekirin, pêşeroja me û hêviyên me jî dizîn."    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji sala 1995'an ve 17-31'ê Gulanê wekî "Hefteya Windayan" bi bîr tîne. Ji sala 1980'yî heta niha li Tirkiyeyê li gor hejmarên fermî 17 hezar û 500 cinayetên kiryar nediyar hene. Ji bo kiryar bên dîtin di serî de Dayikên Şemiyê û bi giştî tevahiya xizmên windayan bi salan e têdikoşin. Yek ji xizmên windayan Servet Ertak e. 27 sal berê bavê wî Mehmet Ertak hat binçavkirin û paşê hat windakirin. Ertak, 27 sal in tu agahiyê ji bavê xwe nagire.    Mehmet Ertak, di Tebaxa 1992'yan de wexta li Şirnexê ji karê xwe yê kana komirê vedigeriya li Wanê polîsan ew da sekinandin û binçav kir. Ji wê rojê ve Ertak venegeriyaye malê. Malbata wî 27 sal in ji bo cenazeyê wî bibîne û kiryarên wî bên dîtin têdikoşe.    ‘27 SAL IN EM LI PERÇEYEKÎ HESTÎ DIGERIN'    Hevjîna wî Emîne Ertak, diyar kir ku ev qas sal in ew ji bo hestiyên hevjînê xwe bibîne tev digere. Ertak, diyar kir ku hevjînê wê li ber çavê hevalên xwe hatiye binçavkirin û paşê bavê wî û apên wî gelek caran çûne qereqolê lê belê tu xeber jê negirtine. Ertak, got: "Em tenê dixwazin goristaneke me hebe da em li ser fatîheyekê bixwînin. 27 sal in em digerin, lê hê jî me hestiyek nedîtiye. Ji bo nevî û zarokên wî biçin ser, em goristanekê dixwazin."    DEMA BAVÊ WÎ HAT WINDAKIRIN 6 SALÎ BÛ    Servet Ertak, wexta bavê wî hat windakirin 6 salî bû. Niha Ertak, rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê ye. Ertak, anî ziman ku bi salan ew li bendê bûn ku bavê wî vegere û di warê hiqûqî de têkoşiyane, lê belê ji ber li Tirkiyeyê hiqûq xitimiye serî li DMME'yê dane û DMME'yê di sala 2005'an de Tirkiyeyê mehkûm kiriye. Ertak, anî ziman ku lê belê DMME'yê tenê di warê tazmînata maddî de Tirkiye mehkûm kiriye.    LI GOR QEYDN HÎN JÎ SAX E!    Ertak, anî ziman ku di nifûsê de hîn jî bavê wî sax dixuyê û di her hilbijartinê de kaxeza hilbijartinê ya bavê wî tê û got: "Wexta kaxez tê hestên cuda li mirov peyda dibin. Tenê xizmekî windayan dikare vê hestê fêm bike. Pênasekirina vê rewşê pir zehmet e."    Ertak, got: "Wexta xizmek mirov dimire, mirov dizane êdî gorek te heye. Hûn diçin ser gorê, dua dikin. Lê jiyana me di navbera razberî û şênberiyê de ye. A rast hêviyeke ev qasî ya mezin a xizmên windayan tune ye. Dayik dixwazin gorên zarokên wan hebin. Zarok doza gora bavê xwe dikin. Em dixwazin gorek me hebe da em dua bikin. Lê belê li ber çavê dewletê ji bo xizmên windayan gorek jî zêde tê."    'BI HÊVIYA ROJEK...'    Ertak, diyar kir ku wekî hemû xizmên windayan hêviya ku dê rojek bavê wî were lê peyda dibe, lê belê her diçe ev hêvî kêm dibe. Ertak, destnîşan kir ku 27 sal in wan daye pêyî hezkiriyên xwe û got: "Heta min Dayikên Şemiyê nas nedikir, min digot qey ev tenê hatiye serê me. Rojekê min ew nas kirin. Wê çaxê min got 'jiyaneke me ya hevpar heye.' Bi saya hevalekî xwe di salvegera 22'yemîn a bavê xwe de min Masîde Ocak nas kir. Xwişka Masîde û ên din, windayê me wekî windayê xwe dîtin. Li wir me gelek kes nas kirin. Jiyaneke me ya hevpar hebû."    Ertak, diyar kir ku piştî wî Dayikên Şemiyê nas kiriye ÎHD jî nas kiriye û di sala 2016-2018'an de li ÎHD'ê di Komîsyona Cinayetên Kiryar Nediyar û Ên Di Bin Çavan De Winda bûne de cih girtiye û hîn jî rêveberê komeleyê ye. Ertak, destnîşan kir ku ji ber windayan di ÎHD'ê de cih girtiye.    'HÊVÎ Û PÊŞEROJA WAN HAT DIZÎN'    Ertak, di sala 2015'an de di hefteya 500'emîn de ji xizmên windayan xwestiye wêneyên di dest xwe de bilind bikin û got: "Li wir tenê wêneyek hebû. Ew jî wêneyê windakirinê bû. Di wî wêneyî de hêviya jinan a hatiye dizîn, hêzî û pêşeroja zarokên hatiye dizîn hebû. Wan tenê bavên me, xizmên me winda nekirin. Pêşeroja me û hêviyên me jî dizîn. Di vî warî de bi tu awayî li me venegeriyan. Lê heta em sax bin em ê di vî warî de bitêkoşin. Bila tu şik û gumanên kesî tune bin."    MA / Mujdat Can