Turkdogan: Divê daxuyaniya wezîr a Îmraliyê di wateya 'Me astengiyên fîîlî rakir' de be

  • rojane
  • 11:50 17 Gulan 2019
  • |
img

ENQERE – Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Dadê ya ‘Me qedexe rakir' û got: "Ev gotina wezîr û biryara dadgehê ya rakirina qedexeyê ne heman tişt e. Di navbera salên 2011-2016'an de biryara dadgehê tune bû. Astengiyek fîîlî hebû. Divê gotina Wezir bê wateya ‘Me astengiyên fîîlî rakir' û ev yek têkeve pratîkê." 

 
Piştî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hezaran girtiyên siyasî ketin grevê û çalakiya xwe berdewam dikin. 6 mehin çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Niha 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2'ê Gulanê de çûn grava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Ocalan di vê hevdîtina xwe de banga xwe ya muzakereya demokratîk û aştiyane dubare kir. Piştî wê parêzeran dîsa ji bo çûna Îmraliyê serledan kir, lê heta niha daxwaza parêzeran nehatiye bersivandin. Duh Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul daxuyanî da û got "Qedexeya li ser parêzeran hatiye rakirin" Lê Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê di 17'ê Nisanê de biryar dabû û diyar kiribû ku qedexe hatiye rakirin. Li gel biryara dadgehê û daxuyaniya Wezîrê Dadê jî ji 2'ê Gulanê heta niha serlêdanên parêzeran ên ji bo biçin Îmraliyê hêj nehatine bersivandin. Daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û geşedanên dawî Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. 
 
ÎHD Û TîHV, BI CPT'Ê RE HEVDÎTIN KIR
 
Turkdogan, diyar kir ku hem hevditinên parêzezeran û hem jî daxuyaniya Wezîrê Dadê grîng e û wiha got: "Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Mûameleya Xerab (CPT) di 5'ê Gulanê de hat Tirkiye. Bi ÎHD û TÎHV'ê re di 6'ê Gulanê de hevdîtin kir. Me di hevdîtinê de rewşa grevên birçibûnê û pirsgirêka tecrîdkirina li Îmraliyê anî ziman. Me raporên xwe yên der barê muameleya xerab, îşkence û tecrîdê de parve kir. Me destnîşan kir ku pêwiste biçin Grava Îmraliyê û hevditin bikin. Me dizanrîbû ku wê biçin Grava Îmraliyê. Duh piştî daxuyaniuya Wezîr me fam kir ku CPT çûye Îmraliyê. Ji bo tespîta 2017’an çavderî bikin hatin Tirikyeyê. Di rewşek ku çalakiya grava birçibûnê heye de hatin Tirkiye. Çûyina wan a Îmraliyê pir girîng e. Me pêşniyar ji CPT’ê re kir. Wan jî diyar kir ku ewê li gorî wê tev bigerin. Ev yek pir girîng e." 
 
‘PEYAMA WEZÎR GIRÎNG E, DIVÊ PIŞTÎ VÊ YEKÊ HEVDÎTIN BÊN KIRIN'
 
Turkdogan, bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul a "Qedexe rabûye" û wiha lê zêde kir: “Bi vê peyamê em li bendê ne ku di nava hefteyê de parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin. Divê piştî vê daxuyaniyê êdî hevdîtin bên kirin. Ger ku hevdîdina parêzeran a li Îmraliyê pêk bê, wê fikra der barê greva birçîbûnê de bêtir zelal bibe. Destpêkirina hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê wê nişan bide ku tecrid şikestiye. Divê em li benda hevditina parêzeran û encama niqaşên li Îmraliyê bin. Di encamê de vîna girtiyên di grevê de heye. Ew ê binirxînin û biryarê bidin."  
 
‘GOTINA WEZÎR WATEYA TAAHHUT'Ê YE' 
 
Turkdogan, destnîşan kir ku daxuyaniya Wezîrê Dadê tê wateya “taahhutê” û wiha berdewam kir: "Gotina wezîr a ‘Me qedexe rakir" û biryara dadgehê ya rakirina qedexeyê ji hev cuda ye. Dadgeh biryara teknîkî distîne. Di salên 2011-2016'an de biryara dadgehê hebû. Lê disa hevdîtin pêk nedihat. Astengiya dadgehê tune bû, lê astengiya fîîlî hebû. Wezîrekî Dadê di televîzyonan de bêje 'Me qedexeya li Îmraliyê rakiriye' divê bê wateya ku 'Me astengiyên fîîlî rakirine'. Ez wisa şirove dikim. Biryara dadgehê û daxuyaniya wezîr ne heman tişt e. Ger ku heman tişt bûna divê parêzer ji 22'ê Nîsanê û şûnde bi rêk û pêk biçûna Îmraliyê û hevdîtin kiribûna. Lê li gel biryara dadgehê tenê carekê çûn Îmraliyê. Ger ku îro Wezîrê Dadê tiştekî wisa dibêje divê wekî taahhut bê destgirtin. Ji bo fikar ji holê rabin divê parêzer bi rêk û pêk hevdîtinê bikin." 
 
'GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ ENCAM DIYAR KIR' 
 
Turkdogan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê jî û wiha pêde çû: “Bi taybetî tevgera siyasî ya kurd bi israr xwestin mafên Ocalan bên dayîn û parastin. Xwest bi rêk û pêk Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevditin bike. Ev israr girîng bû. Di demên borî de heyetên cuda diçûn û dihatin. Di pêvajoya 2013-2015'an de heyeta Îmraliyê diçû Îmraliyê, lê destûr nedidan ku parêzer biçin Îmraliyê. Me wê demê jî rexne kiribû. Me xwestibû girtiyek mafê wî yê zagonî çibe divê ji hemû mafê xwe yê zagonî sûdê bigire. Me xwestibû bi rêk û pêk bi parêzerê xwe re hevdîtin bike. Niha ez difikirim ku rola mezin a ku parêzer biçin Îmraliyê çalakiya greva birçîbûnê ye. Çalakiya ku di 8'ê mijdarê de Leyla Guven dest pê kir, di 16'ê Kanûnê de li Girtîgehan belav bû. Piştî 1'ê Adadê li 90 girtîgehan 2 hezar û 983 girtî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Piştre jî 30 girti ketin rojiya mirinê. Vê çalakiyê bandorek mezin li ser biryarê kir. Vê çalakiyê zor li rayedarên dewletê kiriye ku di milê zagonî de gavan bajin." 
 
‘CIHÊ ŞER LÊ HEBE AŞTÎ NABE'
 
Turkdogan, destnişan kir ku meseleya herî girîng pozîsyona siyasî ya Rêberê PKK'ê Ocalan e û wiha axivî: "Hevdîtina bi Ocalan re li ser aştiyê girîng e. Piştî hevdîtin qut bû ji sala 2015’an heta niha şerê çekdarî berdewam dke. Ji ber polîtîkayên hikîmetê çareseriya pirsgirêka Kurd dîsa vegeriyaye rêbaza şer û tundiyê. Ev îro ne tenê li ser axa Tirkiye pêk tê. Li ser axa Sûriye, Iraq û Îranê jî belav bûye. Sûriye û Iraq vê yekê bi şerekî aşkere berdewam dikin. Heyet herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de bi Ocalan re hevdîtin kirin. Pakêta Ewlehiya Navxweşî bi awayekî fermî di rojnameya Fermî de hat weşandin. Di nîşenên hevdîtinê de em fêr bûn ku Ocalan wê rojê ji heyeta Îmraliye re gotiye hûn dikarin carek din neyên hevdîtina min. Her tişt bi hevre pir girêdayî hev e."  
 
‘DIVÊ TIRKIYE DÎSA VEGERE HEVDÎTINÊN JI BO AŞTIYE' 
 
Turkdogan, xwest ji niha û şûnde Tirkiye dîsa vegere hevdîtinen ji bo aştiyê û wiha bi dawî kir: "Ji bo vê yekê jî divê ji nûve bi Ocalan re hevdîtin bên kirin. Beriya ev hevdîtin dest pê bike jî divê teqez Ocalan ji hemû mafê xwe sûdê bigire û hemû mafê wî bên parastin. Divê Ocalan bi rêya parêzerê xwe bi derve re di nava dan û stendinê de be. Divê mafê daye hemû girtiyên din bide wî jî. Divê hevdinên aştiyê pêk bên. Peyama Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê ku di 6'ê Gulanê de şandin girîng in. Di peyamê dê de qala “Muzakereya Demokratik" û “Lihevkirina civakî" dike. Di şexsê Abdullah Ocalan de diyaloga navbera PKK - devletê pir kevn e. Cara yekem agirbest di sala 1993'an de pêk hat. Têkoşîn û hewldana birêz Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê pir kevn e. Di sala 1993’an de biryara agirbestê bi raya giştî re parve kirin. Di sala 2013'a de cara 8’emîn agirbest îlan kirin. Di sala 2013'an de firsendek mezin hat dayîn, lê hikûmetê ev firsend ji destê xwe revand. Ji ber vê yekê divê diyaloga di navbera Ocalan û raya giştî de bê vekirin. Ji bo muzakere dest pê bike divê berî her tiştî rê li pêş diyalogan bê vekirin."
Divê Muzareya Demoratîk pêş bikeve. Hemû kesên demokratîk di nava vê pêvajoyê de cihê xwe bigirin û rol bilîzin." 
 
MA / Berivan Altan

Sernavên din

19/05/2019
15:46 Can: Nêzîkatiya li hemberî greva birçîbûnê wê rêveçûna Tirkiye diyar bike
15:04 Ji Amedê bang li Wezîrê Dadê kirin: Gotina xwe pêk bîne
14:37 Bi çepik û kornayan piştgirî dan malbatan
14:17 SES: Bi lez endama me Sureyya Reşitoglu Çîftçî berdin
14:06 Malbat li Esenyurtê di roja 24'an de kom bûn
13:59 Nobeta Malbatên li Gebzeyê di roja 41’an de ye
13:19 Dayikên Laçik Spî yên Amedê di dorpêça TOMA de li Koşuyolû kom bûn
13:10 Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan: Em dipên ku kaosê vegerînin pevajoya aştiyê
12:33 Wekîlê HDP'î: Êrîşa li dijî çalakgerên grevê wê kaos û krîzê kûr bike
11:53 21 Dayikên Laçik Spî: Heta daxwazên me pêk neyên em ji Enqereyê venagerin
10:56 Malbata Plaza de Mayo: Bi yekîtiyê zext tên şikandin
09:43 Dozger li 10 jinên lîlandin doz vekirin
09:05 Dr. Gul: Dema mirov li girtîgehan birçî û bi rojî be em tu kes ne bi tendturistî ne
09:04 Endamê DÎK'ê: Êrîşa li dijî cenazeyan polîtîka dewletê ye
09:02 Bahadir ê 80 rojin di grevê de ye: Hêze bidin çalakiya dayikan
09:01 Dayika 75 salî ya kur û hevjînê wê girtî 20 rojin li ber xwe dide
09:00 144 rojin di grevê de ye: Heta dilopa xwînê ya dawî ezê têbikoşim
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2019'AN
08:04 Leyla Guven 193 rojin di greva birçîbûnê de ye
Rojiya mirinê di roja 20'an de didome
18/05/2019
17:43 Rêxistinên demokratîk Ferhat Kurtay û hevalên wî bibir anîn
17:23 Ji bo bîranîna windayan qurnefil avêtin bahrê
16:55 Malbatên çalakgeran îro jî li ser pîyan bûn
16:45 Xizmên windayan: Komîsyona Hevrûbûna Paşerojê ava bikin
15:56 Malbat li dijî tecrîdê ji Bakirkoyê heta Şirinevlerê meşiyan
15:51 Ji dayikên girtiyan ji bo Wezîrê Dadê: Li pişta peyama xwe bisekine
15:10 Alî Çîçek li ser gora wî bibîr anîn
15:07 Kilinç: Heta tecrîd ranebe dê çalakiya min jî bi dawî nebe
14:48 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Bakalci: Divê der barê çareseriyê de gav bên avêtin
14:34 Li Xalfetiyê piştî şer eskeran xaniyek şewitandin: 2 malbat binçav kirin
14:25 Xizmên windayan ên Îran, Kibris, Rûsya û Lubnanê piştgirî dan Dayikên Şemiyê
13:27 Girtiyên 152 rojin di grevê de ne name ji Wezîr re şandin: Ocalan temînata aştiyê ye
12:48 Li Rihayê angaşta îşkenceya di bin çavan de
12:41 Ciwanan Herêm Mehmûd ziyaret kir
12:23 Leyla 192 rojin li ber xwe dide
Rojiya mirinê di roja 19'an de ye
12:22 Polisan xwest ajokerên gotin 'Her tişt wê xweştir bibe' bêkar bîminin
12:15 Ji ber hecizê koltixa Hevşaredarê Qersê desteser kirin
12:01 Walîtiya Edeneyê Şahiya Cîwanan qedexe kir
11:43 Di dîroka Tirkiye de gavek yekemîn: 21 Laçik Spî 5 rojin li meclîsê di çalakiyê de ne
11:22 Li girtîgerha Şakranê di bin navê lêgerînê de dest danîn ser alavên girtiyan
10:48 Rojnamegerê di grevê de Guleş: Ez nikaribûm bêdeng bimama
10:27 Polîsan dolmîşa karkeran gulebaran kir: 6 karker birîndar bûn
10:00 Kêfa zarokan a avjeniyê
09:34 Îhsan Elîaçık: Êrîşa polisan a sifreya me jî cureyeke tecrîdê ye
09:21 Ji bo du pantoran 4 sal û 8 meh ceza lê birîn!
09:20 Cîwanê kurd ê şampiyonê Ewropa: Ez dixwazim Amedê bidim nasîn
09:19 Odeya Bijîşkan a Êlihê: Di rojiya mirinê de tu tiştên avî yên jiyanî nayên vexwarin
09:18 Hat berdan çalakiya xwe li malê didomîne
09:18 Ji girtîgehê ji bo dayikên Laçik Spi helbestek
09:17 'Em ê li Galatasarayê peykerê Dayikên Şemiyê biçikînin'
09:16 'Hem xizmên me winda kirin û hem jî pêşeroja me dizîn'
09:14 ‘Heta tecrîd rabe çalakiyê bidome'
09:13 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Em bi dengê we hêzdartir dibin
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2019'AN
07:59 Li Rihayê şer: Polîsekî jiyana xwe ji dest da
17/05/2019
20:14 Şaxa ÎHD'ê ya Amedê li eskerên pêl li cenaze kirin gilî kirin
20:04 Dayikên girtiyan: Bila hikûmet gavên şênber bavêje
18:51 Di bîranîna Tahir Elçî de bal kişandin ser grevên birçîbûnê
16:57 32 saziyan daxuyaniya hevpar dan: Daxwazên girtiyan pêk bînin
16:55 Dayikên girtiyan ên Amedê çalakiya xwe berdewam kirin
16:47 Malbatên çalakgeran bi rêvebirin AKP'ê re hevdîtin kirin
16:12 Pêkirina cenazeyan di rojeva Meclisê de ye
16:09 ÎHD'ê starta Hefteya Windayan li cihê Kaşikçi lê hat windakirin da
15:43 Hinceta fezleyekeya Guven stranên kurdî û sirûd e!
15:21 Partiya Azadî û Însan: Werin em bi hevre aştiyê ava bikin
15:18 Baroya Dersimê: Em bi Serokê Meclisê Şentop re grevên birçîbûnê axivîn
14:52 Dayikên li Gebze: Em her tişt ji bo zarokên xwe dixwazin
14:39 Malbatan ji bo çûyina Îmraliyê serlêdan kir
14:38 Endama SES'ê ji Rihayê sewqî Semsûrê kirin
14:12 Astengiya Polisan bi meşê şermezar kirin
14:11 Çalakgerê rojiya mirinê Topkaya: Kî vê zilmê temaşe bike we şirîkê sûc e
13:46 Berdevkê HDP'ê: Madem astengiya zagonî tune rêya Îmraliyê vekin
13:38 Li dihê pevçûn: Cerdevanek jiyana xwe ji dest da
13:23 X-ray û nuqteya kontrolê ya polisan li têketina Şaredariya Bazîdê jî hatin danin
13:22 Ji Soylu ‘Parka Koşuyolu çima girtî ye?' pirsî
12:41 Cendirmeyan li Îdire rojnamegerek û 2 kes binçav kirin
12:40 Li Sûrê jina ku pevçûnê ji hev diqetand hat kuştin
12:37 Îmir: Waliyê Şirnexê bi kijan armancê daxuyaniyan qedexe dike?
12:26 Şaredariya Licê deynê Qeyûmê parve kir
7 milyon û 536 hezar pereyê qasê xwar û 3 milyon û 586 hezar deyn hişt
12:13 ‘Em ê we jî bişînin cem zarokên we’
11:50 Turkdogan: Divê daxuyaniya wezîr a Îmraliyê di wateya 'Me astengiyên fîîlî rakir' de be
11:27 Polîs li Şaredariya Nisêbînê bi cih kirin
10:55 Çalakgerên rojiya mirinê bi zorê ji nav nivînan radibin
10:37 Peyva ‘Komkujiya Roboskî’ Serokê Meclisê êşand!
10:36 Endama SES'ê ya 7 meh ducanî binçav kirin
10:18 Lîstika 'Di Tuvaletê De' li Enqereyê lîstin
09:56 Dr. Kloiber: Em rêgezên Nelson Mandella ji bo Ocalan pêşniyar dikin
09:05 Apê HPG'iyê ku veşaritna wî hat astengkirin: A tê kirin faşîzm e
09:05 'Ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê hîn jî ne dereng e!'
09:04 'Em bi çanda berxwedanê mezin bûn'
09:04 Ciwanên Edeneyê dê li dijî tecrîdê bicivin
09:03 Sihora radibin û ji bo pincarê berhev bikin berê xwe didin çiyê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2019'AN
08:59 Leyla 191 rojin li ber xwe dide
Rojiya mirinê di roja 18'an de ye
08:27 TJA'yê li sifra erdê xwarina fitarê da jinan
16/05/2019
20:25 Parêzeran piştî biryara dadgehê 8 caran serlêdan kir lê tenê carekê çûn Îmraliyê
17:35 Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê
16:50 Polîsan bi ser Navenda Çanda Îdîl de girtin
16:44 Gunay a HDP’î: Daxwaz meşrû û qanûnîne
16:16 Parêzerê Ocalan Bilmez: Serlêdanên me bê bersîv dimînin
16:08 Dayikan astengî nas nekirin û meşiyan