Turkdogan: Divê daxuyaniya wezîr a Îmraliyê di wateya 'Me astengiyên fîîlî rakir' de be 2019-05-17 11:50:11 ENQERE – Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Dadê ya ‘Me qedexe rakir' û got: "Ev gotina wezîr û biryara dadgehê ya rakirina qedexeyê ne heman tişt e. Di navbera salên 2011-2016'an de biryara dadgehê tune bû. Astengiyek fîîlî hebû. Divê gotina Wezir bê wateya ‘Me astengiyên fîîlî rakir' û ev yek têkeve pratîkê."    Piştî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hezaran girtiyên siyasî ketin grevê û çalakiya xwe berdewam dikin. 6 mehin çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Niha 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2'ê Gulanê de çûn grava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Ocalan di vê hevdîtina xwe de banga xwe ya muzakereya demokratîk û aştiyane dubare kir. Piştî wê parêzeran dîsa ji bo çûna Îmraliyê serledan kir, lê heta niha daxwaza parêzeran nehatiye bersivandin. Duh Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul daxuyanî da û got "Qedexeya li ser parêzeran hatiye rakirin" Lê Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê di 17'ê Nisanê de biryar dabû û diyar kiribû ku qedexe hatiye rakirin. Li gel biryara dadgehê û daxuyaniya Wezîrê Dadê jî ji 2'ê Gulanê heta niha serlêdanên parêzeran ên ji bo biçin Îmraliyê hêj nehatine bersivandin. Daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û geşedanên dawî Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.    ÎHD Û TîHV, BI CPT'Ê RE HEVDÎTIN KIR   Turkdogan, diyar kir ku hem hevditinên parêzezeran û hem jî daxuyaniya Wezîrê Dadê grîng e û wiha got: "Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Mûameleya Xerab (CPT) di 5'ê Gulanê de hat Tirkiye. Bi ÎHD û TÎHV'ê re di 6'ê Gulanê de hevdîtin kir. Me di hevdîtinê de rewşa grevên birçibûnê û pirsgirêka tecrîdkirina li Îmraliyê anî ziman. Me raporên xwe yên der barê muameleya xerab, îşkence û tecrîdê de parve kir. Me destnîşan kir ku pêwiste biçin Grava Îmraliyê û hevditin bikin. Me dizanrîbû ku wê biçin Grava Îmraliyê. Duh piştî daxuyaniuya Wezîr me fam kir ku CPT çûye Îmraliyê. Ji bo tespîta 2017’an çavderî bikin hatin Tirikyeyê. Di rewşek ku çalakiya grava birçibûnê heye de hatin Tirkiye. Çûyina wan a Îmraliyê pir girîng e. Me pêşniyar ji CPT’ê re kir. Wan jî diyar kir ku ewê li gorî wê tev bigerin. Ev yek pir girîng e."    ‘PEYAMA WEZÎR GIRÎNG E, DIVÊ PIŞTÎ VÊ YEKÊ HEVDÎTIN BÊN KIRIN'   Turkdogan, bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul a "Qedexe rabûye" û wiha lê zêde kir: “Bi vê peyamê em li bendê ne ku di nava hefteyê de parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin. Divê piştî vê daxuyaniyê êdî hevdîtin bên kirin. Ger ku hevdîdina parêzeran a li Îmraliyê pêk bê, wê fikra der barê greva birçîbûnê de bêtir zelal bibe. Destpêkirina hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê wê nişan bide ku tecrid şikestiye. Divê em li benda hevditina parêzeran û encama niqaşên li Îmraliyê bin. Di encamê de vîna girtiyên di grevê de heye. Ew ê binirxînin û biryarê bidin."     ‘GOTINA WEZÎR WATEYA TAAHHUT'Ê YE'    Turkdogan, destnîşan kir ku daxuyaniya Wezîrê Dadê tê wateya “taahhutê” û wiha berdewam kir: "Gotina wezîr a ‘Me qedexe rakir" û biryara dadgehê ya rakirina qedexeyê ji hev cuda ye. Dadgeh biryara teknîkî distîne. Di salên 2011-2016'an de biryara dadgehê hebû. Lê disa hevdîtin pêk nedihat. Astengiya dadgehê tune bû, lê astengiya fîîlî hebû. Wezîrekî Dadê di televîzyonan de bêje 'Me qedexeya li Îmraliyê rakiriye' divê bê wateya ku 'Me astengiyên fîîlî rakirine'. Ez wisa şirove dikim. Biryara dadgehê û daxuyaniya wezîr ne heman tişt e. Ger ku heman tişt bûna divê parêzer ji 22'ê Nîsanê û şûnde bi rêk û pêk biçûna Îmraliyê û hevdîtin kiribûna. Lê li gel biryara dadgehê tenê carekê çûn Îmraliyê. Ger ku îro Wezîrê Dadê tiştekî wisa dibêje divê wekî taahhut bê destgirtin. Ji bo fikar ji holê rabin divê parêzer bi rêk û pêk hevdîtinê bikin."    'GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ ENCAM DIYAR KIR'    Turkdogan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê jî û wiha pêde çû: “Bi taybetî tevgera siyasî ya kurd bi israr xwestin mafên Ocalan bên dayîn û parastin. Xwest bi rêk û pêk Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevditin bike. Ev israr girîng bû. Di demên borî de heyetên cuda diçûn û dihatin. Di pêvajoya 2013-2015'an de heyeta Îmraliyê diçû Îmraliyê, lê destûr nedidan ku parêzer biçin Îmraliyê. Me wê demê jî rexne kiribû. Me xwestibû girtiyek mafê wî yê zagonî çibe divê ji hemû mafê xwe yê zagonî sûdê bigire. Me xwestibû bi rêk û pêk bi parêzerê xwe re hevdîtin bike. Niha ez difikirim ku rola mezin a ku parêzer biçin Îmraliyê çalakiya greva birçîbûnê ye. Çalakiya ku di 8'ê mijdarê de Leyla Guven dest pê kir, di 16'ê Kanûnê de li Girtîgehan belav bû. Piştî 1'ê Adadê li 90 girtîgehan 2 hezar û 983 girtî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Piştre jî 30 girti ketin rojiya mirinê. Vê çalakiyê bandorek mezin li ser biryarê kir. Vê çalakiyê zor li rayedarên dewletê kiriye ku di milê zagonî de gavan bajin."    ‘CIHÊ ŞER LÊ HEBE AŞTÎ NABE'   Turkdogan, destnişan kir ku meseleya herî girîng pozîsyona siyasî ya Rêberê PKK'ê Ocalan e û wiha axivî: "Hevdîtina bi Ocalan re li ser aştiyê girîng e. Piştî hevdîtin qut bû ji sala 2015’an heta niha şerê çekdarî berdewam dke. Ji ber polîtîkayên hikîmetê çareseriya pirsgirêka Kurd dîsa vegeriyaye rêbaza şer û tundiyê. Ev îro ne tenê li ser axa Tirkiye pêk tê. Li ser axa Sûriye, Iraq û Îranê jî belav bûye. Sûriye û Iraq vê yekê bi şerekî aşkere berdewam dikin. Heyet herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de bi Ocalan re hevdîtin kirin. Pakêta Ewlehiya Navxweşî bi awayekî fermî di rojnameya Fermî de hat weşandin. Di nîşenên hevdîtinê de em fêr bûn ku Ocalan wê rojê ji heyeta Îmraliye re gotiye hûn dikarin carek din neyên hevdîtina min. Her tişt bi hevre pir girêdayî hev e."     ‘DIVÊ TIRKIYE DÎSA VEGERE HEVDÎTINÊN JI BO AŞTIYE'    Turkdogan, xwest ji niha û şûnde Tirkiye dîsa vegere hevdîtinen ji bo aştiyê û wiha bi dawî kir: "Ji bo vê yekê jî divê ji nûve bi Ocalan re hevdîtin bên kirin. Beriya ev hevdîtin dest pê bike jî divê teqez Ocalan ji hemû mafê xwe sûdê bigire û hemû mafê wî bên parastin. Divê Ocalan bi rêya parêzerê xwe bi derve re di nava dan û stendinê de be. Divê mafê daye hemû girtiyên din bide wî jî. Divê hevdinên aştiyê pêk bên. Peyama Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê ku di 6'ê Gulanê de şandin girîng in. Di peyamê dê de qala “Muzakereya Demokratik" û “Lihevkirina civakî" dike. Di şexsê Abdullah Ocalan de diyaloga navbera PKK - devletê pir kevn e. Cara yekem agirbest di sala 1993'an de pêk hat. Têkoşîn û hewldana birêz Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê pir kevn e. Di sala 1993’an de biryara agirbestê bi raya giştî re parve kirin. Di sala 2013'a de cara 8’emîn agirbest îlan kirin. Di sala 2013'an de firsendek mezin hat dayîn, lê hikûmetê ev firsend ji destê xwe revand. Ji ber vê yekê divê diyaloga di navbera Ocalan û raya giştî de bê vekirin. Ji bo muzakere dest pê bike divê berî her tiştî rê li pêş diyalogan bê vekirin." Divê Muzareya Demoratîk pêş bikeve. Hemû kesên demokratîk di nava vê pêvajoyê de cihê xwe bigirin û rol bilîzin."    MA / Berivan Altan