‘Me ji bo jiyanê di vê têkoşînê de cih girt'

  • rojane
  • 09:07 16 Gulan 2019
  • |
img

AMED – Bûrhan Şik ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye, diyar kir ku ji bo jiyanê di vê têkoşînê de cih girtine û got: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê têkoşîna me berdewam bike." 

Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê, Bûrhan Şik ê 31 salî di 1' Adarê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû, di 30'yê Nîsanê de çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Şik, di sala 2008'an de wexta xwendekarê Zanîngeha Sêrtê bû ye, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û piştî 5 mehan hatiye berdab. Di sala 2012'an de li Stenbolê bi hinceta di nav xebatên BDP'ê de cih girtiye hat girtin 20 mehan girtî ma. Di sala 2012'an de li girtîgehê tev li çalakiya greva birçîbûnê jî bû. Di sala 2016'an de jî li ser rêya Wan-Agiriyê hat binçavkirin û paşê hat girtin û 20 sal ceza lê hat birîn. 
 
Dayik Ferhan Şik ku di 8'ê Gulanê de çû girtîgehê û di 14'ê Gulanê de jî bi telefonê bi kurê xwe re axivî, anî ziman ku kurê wê pir zihîf bûye. Şik, diyar kir ku moralê kurê wê pir baş e û got: "Kurê min ji min re got 'Dayê, di vê rêyê de min her tişt li be rçavan girtiya, ez ê heta dawiyê bitêkoşim. Em ji bo jiyanê û jiyandinê hene. Loma min di nav vê têkoşînê de cih girt. Înşelleh wê gel jî xwedî li vê têkoşîna me ya birûmet derkeve. Di 2'yê Gulenê de parêzeran hevdîtin bi Birêz Ocalan re çêkir, lê paşê ev hevdîtin çênebûn. Çi bû? Qey hevdîtin çênebûne? Bila ke se nexapîne. An wê malbat û parêzer bi awayekî rêk û pêk hevdîtinan çê bikin an jî em ê qet dev ji vê çalakiyê bernedin." 
 
‘ZEXT Û ZORÎ ZÊDE BÛNE' 
 
Şik, bilêv kir ku li girtîgehê zext û zoriyên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de zêde bûne, radyoyên girtiyan hatine desteserkirin û mafê wan ê pêwendîdayînê hatine astengkirin. 
 
‘EM NAXWAZIN ZAROKÊN ME BIMIRIN' 
 
Dayik Şik, destnîşan kir ku wê têkoşîna kurê wê heta dawiyê dewam bike û got: "Rica dikim, bila her kes xwedî li vê têkoşîna birûmet derkeve. Ji bo têkoşîna zarokên me çi ji destê min bê ez amade me. Em naxwazin zarokên me bimirin. Mirin ne rihet e. Hêvîdar im zarokên me bijîn. Em dixwazin daxwazên wan bên qebûlkirin. Wexta hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re çêbibin wê polîs, leşker û gerîla nemirin. Em ne mirinê, jiyanê dixwazin." 
 
Dayik Şik, destnîşan kir ku ger tecrîd bi dawî nebe, hin gav neyên avêtin çi biqewime di stuyê Serokomar û Wezîrê Dadê de ye û got: "Her wiha kesên bêdeng jî berpirsiyar in. Bila dewlet lig or qanûnên xwe tev bigere. Mafê Ocalan e ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê çêbike. Madem tu dibêjî 'ez serokomarê vê dewletê me', nexwe tu mecbûrî daxwaza van mirovan pêk bînî. Eger tiştek bê serê zarokên me, wê dewlet birûxe. Li Zindana Amedê rojiyên mirinê dîrokek nivîsandin. Hîn jî ew dîrok tê bilêvkirin. Wê cîhan hemû dîroka vê tkoşînê bilêv bike." 
 
 

Sernavên din

12:06 Dayika 71 salî ji bo edaletê Hezar û 217 kilometre meşiya û hat Enqereyê
11:55 Jinan li dijî firoşkerên hişbirê rê girtin
11:25 Birayê ciwanê betal ê xwe şewitand: Sedema wê krîza aborî ye
11:07 'Îskence li hewşên qereqolan didome'
10:59 Wezîr 9 endamên meclîsê yên HDP’ê ji peywirê dûr xistin
10:32 Li Ebexê 12 kes binçav kirin
10:25 Eksîk: Ne tenê mirovan sewalan jî tecrîd dikin
10:09 Qeyûm şaredariya Colemêrgê dı bın deynan de hiştiye
10:02 Dayika 23 salan ji bo kurê xwe li kolana bû niha ji bo neviyê xwe li kolanê ye
09:12 Jin li Dersîmê hem karsaz, hem karker û hem jî hilberiner in
09:12 ÎHD: Şertên Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ji bo girtiyên nexweş pir giran e
09:11 Karkerên ji şaredariyê hatin dûrxistin wê bimeşin Enqereyê
09:11 Şilêran Zozanê Şilek xemiland
09:00 ROJEVA 21 GULANA 2019'AN
08:58 Leyla Guven 195 rojin di greva birçîbûnê de ye
Rojiya mirinê di roja 22'an de didome
20/05/2019
21:54 CPT'ê daxuyanî da: Me Îmralî jî di navde gelek girtîgeh ziyaret kirin
16:30 Bi stran û pîzpîzikan dengê xwe bilind kirin
15:50 Parêzer: Dev û diranên kesên li Xalfetî hatin binçavkirin şikandine
15:35 Hêzên Demokrasiyê yên Wanê: Daxwazên girtiyan nayên bersivandi
15:20 Dayikên Laçik Spî yên li Gebze: Êdî Bes e
15:05 Li Dersimê banga 'yasayên xwe pêk bîne û pirsgirêkê çareser bike'
14:49 Kurtalan: Îktîdar wekî li komkujiyê binere li greva birçîbûnê dinere
14:25 3 bersûcên tecawizê hatin berdan
14:16 Ji Herêm Mehmûd bang: Li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin
14:10 Ocalan gulebarankirina karkerên çandiniyê ji Soylû pirsî
13:51 Bozgeyik: Bila Wezirê Dadê gavên pratîk bavêje
13:36 Radyoyên çalakgerên rojiya mirinê desteser kirin
13:00 Hunermendên MKM'ê: Bila daxwazên çalakgerann bên bersivandin
12:53 Başkaya: Tu tişt ji daxwaza aştiyek bi rûmet rewatir tune ye
11:24 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
11:08 HDP'ê serdegirtina kawîşan ji Wezîrê Dadê pirsîn
11:00 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 'Serdegirtinên koguşan bandoreke neyînî li tenduristiya çalakgeran dike'
10:45 Li Kanîreşê TIR'a sewal bar kiribûn qulipî
10:33 Çandina sebzeyan li Kobanê dest pê kir
09:51 Êrîşî avahiya AKP'ê kirin
09:49 Vesîsê girtiyê nexweş bi maşina tipa hucre birin hevdîtinê
09:03 Her roj li qada çalakiyê ye: Em bêdeng bibin zarokên me wê bimirin
09:03 Polîsan zarokê 17 salî binçav kir û xwestin bibe sîxur
09:02 Bave ku 3 zarokên wî girtî: Me mijûl nekin gavan bavêjin
09:02 ‘Tenê daxwaze me rakirina tecridê ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2019'AN
08:47 Leyla Guven 194 rojin di greva birçîbûnê de ye
Rojiya mirinê di roja 21'an de didome
19/05/2019
21:53 Rojiya xwe tenê bi avê vekirin
21:29 Li Esenyûrt û Dersîmê bi çalakiyên meş û rûniştinê tecrîd şermezar kirin
21:06 Şaredariya Periyê gava yekemîn a kooperatifê avêt
17:43 Hevjîna xwe ya parêzer kuşt
17:10 Odeyên Tabîban ên Heremê bang li hikumetê kirin: Dibe sibê pir dereng be
16:27 ‘Hiqûqa xwe pêk bînin'
16:05 Dayikên Laçik Spî li Rihayê di nobetê de bûn, li Edeneyê jî li qadan bûn