‘Me ji bo jiyanê di vê têkoşînê de cih girt' 2019-05-16 09:07:17 AMED – Bûrhan Şik ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye, diyar kir ku ji bo jiyanê di vê têkoşînê de cih girtine û got: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê têkoşîna me berdewam bike."  Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê, Bûrhan Şik ê 31 salî di 1' Adarê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû, di 30'yê Nîsanê de çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Şik, di sala 2008'an de wexta xwendekarê Zanîngeha Sêrtê bû ye, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û piştî 5 mehan hatiye berdab. Di sala 2012'an de li Stenbolê bi hinceta di nav xebatên BDP'ê de cih girtiye hat girtin 20 mehan girtî ma. Di sala 2012'an de li girtîgehê tev li çalakiya greva birçîbûnê jî bû. Di sala 2016'an de jî li ser rêya Wan-Agiriyê hat binçavkirin û paşê hat girtin û 20 sal ceza lê hat birîn.    Dayik Ferhan Şik ku di 8'ê Gulanê de çû girtîgehê û di 14'ê Gulanê de jî bi telefonê bi kurê xwe re axivî, anî ziman ku kurê wê pir zihîf bûye. Şik, diyar kir ku moralê kurê wê pir baş e û got: "Kurê min ji min re got 'Dayê, di vê rêyê de min her tişt li be rçavan girtiya, ez ê heta dawiyê bitêkoşim. Em ji bo jiyanê û jiyandinê hene. Loma min di nav vê têkoşînê de cih girt. Înşelleh wê gel jî xwedî li vê têkoşîna me ya birûmet derkeve. Di 2'yê Gulenê de parêzeran hevdîtin bi Birêz Ocalan re çêkir, lê paşê ev hevdîtin çênebûn. Çi bû? Qey hevdîtin çênebûne? Bila ke se nexapîne. An wê malbat û parêzer bi awayekî rêk û pêk hevdîtinan çê bikin an jî em ê qet dev ji vê çalakiyê bernedin."    ‘ZEXT Û ZORÎ ZÊDE BÛNE'    Şik, bilêv kir ku li girtîgehê zext û zoriyên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de zêde bûne, radyoyên girtiyan hatine desteserkirin û mafê wan ê pêwendîdayînê hatine astengkirin.    ‘EM NAXWAZIN ZAROKÊN ME BIMIRIN'    Dayik Şik, destnîşan kir ku wê têkoşîna kurê wê heta dawiyê dewam bike û got: "Rica dikim, bila her kes xwedî li vê têkoşîna birûmet derkeve. Ji bo têkoşîna zarokên me çi ji destê min bê ez amade me. Em naxwazin zarokên me bimirin. Mirin ne rihet e. Hêvîdar im zarokên me bijîn. Em dixwazin daxwazên wan bên qebûlkirin. Wexta hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re çêbibin wê polîs, leşker û gerîla nemirin. Em ne mirinê, jiyanê dixwazin."    Dayik Şik, destnîşan kir ku ger tecrîd bi dawî nebe, hin gav neyên avêtin çi biqewime di stuyê Serokomar û Wezîrê Dadê de ye û got: "Her wiha kesên bêdeng jî berpirsiyar in. Bila dewlet lig or qanûnên xwe tev bigere. Mafê Ocalan e ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê çêbike. Madem tu dibêjî 'ez serokomarê vê dewletê me', nexwe tu mecbûrî daxwaza van mirovan pêk bînî. Eger tiştek bê serê zarokên me, wê dewlet birûxe. Li Zindana Amedê rojiyên mirinê dîrokek nivîsandin. Hîn jî ew dîrok tê bilêvkirin. Wê cîhan hemû dîroka vê tkoşînê bilêv bike."