ENQERE - Siyasetzan Eren Aksoyoglû diyar kir ku desthilat dixwaze pêvajoyê li gorî geşedanên li Sûriyeyê birêve bibe û destnîşan kir ku desthilat pêvajoyê di çarçoveya polîtîkayên derve de dinirxîne û got: "Wê demê ev derî ne ji biratiyê re, ji cîrantiye re vedike."
Komîsyona Meclisê ya ku di çarçoveya Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê de hate avakirin, xebatên xwe yên ji bo rapor û pêşniyarên ku dê pêşkêşî Meclisê bike didomîne. Nîqaş û pêşniyarên der barê çareseriya pirsgirêkê de jî berdewam dikin. Siyasetzan Eren Aksoyoglû ku nîqaş, helwesta partiyên siyasî û xebatên komîsyonê nirxand, diyar kir ku divê raporên partiyan ên ku pêşkêşî komîsyonê kirine di du çarçoveyan de werin nirxandin.
Aksoyoglû wiha axivî: "Ya yekem, divê em raporên partiyên siyasî wekî berdewamiya bloka dîrokî ya AKP û MHP'ê û vegotina wan a dîrokî fêm bikin. Gotareke polîtîkaya derve, wate û girîngiya wê ya li hundir; domandina wêneyê dewletekî ku biryarên realîst û bi hêz dide bi rêya van raporan... Di nava rastgiriya Tirk de pêşdîtinek heye ku hîsteriya 'ji derve ve tê şopandin' heta qadeke fireh a wekî neteweperest û lîberalan belav bibe. Di dema xebatên vê komîsyonê de me ev yek gelek caran dît. Mîta 'di demekî nêz de dê tiştek biqewime' kirin motîvasyona sereke ya komîsyonê. Ya duyemîn jî, raporên bi vî rengî piranî ji aliyê derdoreke ramanî, ango entelîjansiya û raya giştî ya teng ve tên xwendin. Lêbelê, bi fikarên ku dê di raya giştî de bi berfirehî deng vede, refleksên klasîk tên nîşandan. Ji ber vê yekê li şûna hewldaneke entelektuel, em metnên hamasetê dixwînin. Ev yek rasterast dibe sedema lêpirsîna asta wan. Jixwe nakokî li vir dest pê dike. Madem di çarçoveya polîtîkaya derve de ev xebat pir bi nirx e, nexwe çima hûn zanîn û nêrîna xwe ya entelektuel dernaxin holê?"
REXNEYA LI CHP’Ê YA JI BO SIYASETA BI ULKUCUYAN RE
Aksoyoglû anî ziman ku ji bo partiyên çepgir yê siyaseta Tirkiyeyê, ne rast e mirov bibêje "pozîsyonên xwe yên klasîk parastine" û wiha pê de çû: "Ez raporên CHP û DEM Partiyê hinekî bi daxwaza pêşketinê re têkildar dibînim. Di rapora CHP'ê de; bal tê kişandin ser qeyûman, binçavkirinan û pêvajoyên avakirina hiqûqê. Wekî di pirsa we de jî heye, aliyê Pirsgirêka Kurd pir kêm e. Ji ber ku partî, mijûlbûna bi hilweşandina binyadî ya pirsgirêka Kurd û anîna çareseriyê ji bo vir, wekî karekî encambexş nabîne. Lêbelê nakokiya sereke li vir e, heke ev ne encambexş be, nexwe ya hîn encambexş çi ye? Rapora derketî holê, kurteya tiştên ku CHP’ê ji mêj ve digotin e. Belê bi kêmanî di asta gotinê de be jî, CHP’ya ku di serdema Kiliçdaroglû de ji aliyê 'dewletê ve' hatibû çewisandin, tune ye. Em dikarin ji ber hin zehmetiyan vê wekî destkeftiyekê bibînin. Lê divê sosyal demokrat vê xebata komîsyonê wekî antremanekê bibînin û divê CHP xwe ji siyaseta bi ulkucuyên wekî Umît Dîkbayir re azad bike."
'EM KADROYÊN PARTIYAN ÊN WÊREK NABÎNIN'
Aksoyoglû bal kişand ser daxuyaniya Serokwekîlê Koma CHP'ê Murat Emîr ku gotibû çima wan endam nedane Şandeya Îmraliyê ya Komîsyona Meclisê û wiha got: "Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku divê Abdullah Ocalan bi derfetên teknolojîk ve bi komîsyonê re biaxive. Vê yekê nîşan da ku CHP her çend bi baldarî be jî gavek avêtiye. Ger ev gav bi rêya raporê berdewam bikira, dê nîqaş di nav sosyal demokratan de hîn xurttir bubûna. Lêbelê, ger em hewildanên kesane yên Ozgur Ozel deynin aliyekî, divê em diyar bikin ku beşek ji kadroyên partiyê di vî warî de ne xwedî gotin û ne xwedî deng in. Wisa xuya dike ku dînamîka guherînê hîna negihîştiye kadroyan. Em kadroyên wêrek ên siyasetê nabînin."
'PIRSGRÊKA KURD Û ELEWIYAN JI BO ÇEPGIRAN SERNAVÊN WEKHEV IN'
Aksoyoglû diyar kir ku her pirsgirêk bi qasî ku ji raya giştî re tê nîşandan nirx dibîne û wiha domand: "Heta demekî nêz, hema hema her meh rojevbûna Elewiyan, ji bo tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê girîng bû. Îro jî bi qasî ku tê rojevê, tê parastin û pûte pê tê dayîn. Li gorî min pirsgirêka Kurd ji bo tevgera sosyalîst heman sernav e. Herwiha, berevajî Elewiyan, tevgereke siyasî ya Kurd û ezmûneke wê ya rêxistinî ya sedsalekê heye. Ev jî dibe sedem ku her aktorekî tevgera sosyalîst pozîsyonên cuda bigire. Lê rexmê her tiştî, di çarçoveya siyasetê de tu partî nikare bi qasî DEM Partiyê li ber xwe bide."
'GOTINA EZ LI VIR IM Û WIHA DINÊRIM, NE BES E'
Aksoyoglû destnîşan kir ku heke pirsgirêka Kurd di nav 10-15 salên pêş de bi hin qonaxan bibe rojeva Tirkiyeyê, divê tevgera sosyalîst jî ji bo çareseriyê xwedî giraniyekê be. Aksoyoglû anî ziman ku divê mirov ji nêzikatiya "zz li vir im, ez wiha li meselê dinêrim" dûr bikeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lewra ev yek di heman demê de tê wateya 'ez bi pirsgirêkê re ewqas jî ne eleqedar im'. Karakterê şoreşgerî yê tevgera sosyalîst divê bibe hêza tespîta pirsgirêkê û çareseriyê. Dema vê dikin; divê mirov bikeve nîqaşeke berfireh û binêre ka ew nîqaş tevkariyeke rastîn dike an na. Nexwe rexnekirin ya herî hêsan e. Em dikarin bibêjin: 'Nexwe, hûn li şûna tiştê ku hûn rexne dikin çi datînin?'"
'DÊ BI RABÛNA TOZA JI ERDÊ BI DAWÎ BIBE'
Aksoyoglû bal kişand ser nakokiyên di navbera raporên partiyên siyasî de berî metna dawî ya komîsyonê û got: "Bi îxtîmaleke mezin metnekî derkeve ku CHP'ê îmze neke û DEM Partî jî bi daxuyaniya fikarên xwe vebêje. Em ê di metnê de gelek peyva 'Tirkiyeya bê teror' bixwînin. Jixwe ji bo xurtkirina wê metnê, desthilatdariyê heta dem jî da HSD'ê. Xebatên komîsyonê bi îhtimaleke mezin bi rabûna toza ji erdê re dê bi dawî bibe."
'DIXWAZIN PÊVAJOYÊ BI SÛRIYEYÊ VE GIRÊ BIDIN'
Aksoyoglû diyar kir ku desthilata AKP'ê demê qezenc dike û nîqaşên li ser komîsyonê wekî "qalikê gûzê danagirin" pênase kir û wiha berdewam kir: "Dibe ku li pişt xwesteka dirêjkirina nîqaşên li ser karên ku dikarin di demeke kurt de werin kirin, ev hebe. Ji ber ku dixwazin xebatên vê komîsyonê û pêvajoya çareseriyê li gorî geşedanên li Sûriyeyê bi rêve bibin. Berevajî tiştê ku ji raya giştî re tê gotin, heke her çalakiyeke li Sûriyeyê destê Enqereyê xurt bike an ji vir destkeftiyekê li gorî berjewendiyên xwe biafirîne, wê demê pêvajoya çareseriyê dikare bi dawî bibe. Rewş bi zelalî nîşan dide ku geşedanên li qada Sûriyeyê pir girîng in. Ketina hêzên HSD'ê bin fermana rêveberiya Şamê, hema hema wekî 'çareseriya pirsgirêka Kurd' tê dîtin."
'KURDÊN SÛRIYEYÊ BIRAYÊ ME NE YAN CÎRANÊ ME?'
Aksoyoglû rave kir ku sernava herî girîng ê hefteya borî di metna lihevkirina hevpar a Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê de veşartî bû û got: "Ev civîn, di asta herêmî de Enqere di rewşeke dijwar de hişt. Bi vî awayî blokek derket holê ku qada tevgera xwe ji Rojhilatê Deryaya Spî heta başûrê Sûriyeyê fireh kir. Ev wekî xetereyek mezin tê dîtin. Herwiha ev rewş dibe sedem ku hem hundir were xurtkirin û hem jî bi hêzên herêmî yên wekî Îranê re dîsa li ser maseyê rûnên. Lêbelê, balkêş e ku daxuyanî ne ji partiya desthilatdar, lê ji aliyê nûnerê wê yê di komîsyonê de hat dayîn. Ev jî nîşan dide ku desthilat tevahiya pêvajoya çareseriyê di çarçoveya polîtîkaya derve de dinirxîne. Wê demê ev derî ne ji biratiyê re, ji cîrantiye re vedike. Divê biryar were dayîn; Kurdên li Sûriyeyê birayên me ne an cîranên me ne?"
'DIVÊ NAVENDEKÎ CIVAKÎ WERE AVAKIRIN'
Aksoyoglû ku ji destpêka pêvajoyê ve pêşniyara avakirina pêvajoyê li ser navendekî civakî dike, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Yekitiya qanûnan an pêvajoyên destûra bingehîn divê li pey vê werin. Ji ber ku di tevahiya dîroka Komarê de me berevajî vê ceriband. Me destura bingehîn nivîsî lê me nekarî navenda civakî ava bikin. Beşên civakî bi her awayî ev metn vereşiyan û nexwestin qebûl bikin. Nexwe, em pêşî li ser hîskirina formula xwe ya jiyana bi hev re bisekinin. Li şûna 'kîjan koma rêgezan', ka em bala xwe bidin 'kîjan pratîk' dê me mercê pêkvejiyanê bide me. Heke ev pêk were, nivîsandina qanûnan û bê guman pêkanîna wan, dibe hûrgulî."
MA / Omer Gungor
