AGIRÎ - Cendirmeyan êrîşî parlementer û malbatên girtiyan ên xwestin li ber Girtîgeha Tîpa L a Patnosê daxuyanî bidin, kirin.
Cendirmeyan êrîşî parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Koç, Mensûr Işik û malbatên girtiyan ên xwestin li ber Girtîgeha Tîpa L a Patnosê daxuyanî bidin çapemeniyê kirin. Cendirmeyan biryara qedexeya Qeymexamtiya Patnosê weke hincet nîşan dan û destûr nedan daxuyaniyê.
AXAFTINA KURDÎ ASTENB KIRIN
Cendirmeyan girseya li ber girtîgehê kirin ablûkê û ava şid berdan. Malbat û parlementerên hatin astengkirin, “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Di dema çalakiyê de dayikekê, got; “Dayikên we jî hene. Em naxwazin zarokên me bimirin. Em ne şer, aştiyê dixwazin.”
Piştî mudaxileyê malbat û parlementeran banga rakirina tecrîdê kirin.