Cendirmeyan êrîşî malbatên li ber Girtîgeha Patnosê daxuyanî dan, kirin 2019-05-15 14:01:17   AGIRÎ - Cendirmeyan êrîşî parlementer û malbatên girtiyan ên xwestin li ber Girtîgeha Tîpa L a Patnosê daxuyanî bidin, kirin.   Cendirmeyan êrîşî parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Koç, Mensûr Işik û malbatên girtiyan ên xwestin li ber Girtîgeha Tîpa L a Patnosê daxuyanî bidin çapemeniyê kirin. Cendirmeyan biryara qedexeya Qeymexamtiya Patnosê weke hincet nîşan dan û destûr nedan daxuyaniyê.    AXAFTINA KURDÎ ASTENB KIRIN    Cendirmeyan girseya  li ber girtîgehê kirin ablûkê û ava şid berdan. Malbat û parlementerên hatin astengkirin, “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Di dema çalakiyê de dayikekê, got; “Dayikên we jî hene. Em naxwazin zarokên me bimirin. Em ne  şer, aştiyê dixwazin.”    Piştî mudaxileyê malbat û parlementeran banga rakirina tecrîdê kirin.