Bayhan ê di rojiya mirinê de: Bi qasî pêdiviya me bi azadiya Rêberê me heye, pêdiviya wî bi me tune ye

  • rojane
  • 09:10 13 Gulan 2019
  • |
img

STENBOL – Çalakgerê Rojiya Mirinê Zekî Bayhan ê di 10'ê Gulanê de dest bi Rojiya mirinê kir diyar kir ku ew roji bi roj ji bo jiyanek azad û bi rûmet bedena xwe dihilînin û wiha got. "Em dest ji rêwîtiya jiyana azad û bi rumet bernadin. Em bang li her kesî dikin ku bibin şirîkê cesareta dayikan. Zêdetir pêdiviya me ji Rêber Apo heye. Pêdiviya me gelê Kurd, Tirk, Ereb jin, ciwan, bindestan û hemû kesên jiyana azad dixwazin heye." 

Çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina li Îmraliyê berdewam dikin. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 187'an de berdewamdike. Çalakiya Rojiya Mirinê ya Koma 1'emîn di roja 14'an de û ya Koma 2'emîn di roja 4'an de berdewam dike. Yek ji çalakgerê Rojiya Mirinê Zekî Bayhan ê li Girtîgeha Hêjmar 2 a Tekîrdagê ye. Bayhan di 10'ê Gulanê de dest bi rojiya mirinê kir. Bayhan, têkildarî çalakiya xwe name şand û wiha got: “Ji bo em li dijî tecrîda Îmraliyê derkevin, li dijî faşizmê derkevin û rûmeta mirovahiyê, heysîyeta mirovan, azadî, maf û aştiyê biparêzin, jiyana hevpar a aştiyane biparêzin me dest bi vê çalakiyê kir. " 
 
Bayhan, anî ziman ku têkoşînka li dijî faşizmê mafekî rewa ye û wiha nivîsî: “Derketina li dijî zilmê xwedî derketina rûmeta mirovahiyê û jiyana azad e. Berpirsiyarî ye. Ji ber ku bêdengiya li dijî zilmê şirîkatiya li dijî zilmê ye. Armanca sereke ya rojiya mirinê derketina li dijî tecrîda li Îmraliyê ye. Çalakiya me di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, parastina jiyana azad û bi rumet a gelê me ye. Em rêwitiya mirinê nadin destpêkirin. Em bi hilandina bedena xwe ya roj bi roj, rêwitiya jiyana azad û bi rûmet didin destpêkirin. Em dest ji jiyana azad û bi rûmet bernadin. Pêşengên me 40 sal berê gotin 'Êm bi qasî di oxira wê de bimirin jiyanê hez dikin'. " 
 
‘ÎMRALÎ PERGAL Û REJÎMEK E' 
 
Bayhan, bal kişand ser pergala li Îmraliyê û wiha li nameya xwe zêde kir: "Em Îmraliyê yek ji girtigehên ji rêzê nabînin. Mesele ne îhlala dewletê ya qanûnan e jî. Bi vî rengî nêzîkbûn hêsankirina pirsgirêkê ye. Ji ber ku tişta li Îmraliyê di meriyetê de rejîm e. Îhlala heq û rawestandina hiqûqê encama vê rejîmê ye. Îmralî pergalek e. Rejîmek e. Ew rejîm û pergala li wir hatiye avakirin pêl bi pêl belav dikin. Hemû beşên civakê dixe bin pêlên xwe. Em binerin piştî rejîm û pergala li Îmraliyê dest pê kir, li hemû girtîgehên din ji belav bûn. Piştre li ser beşên cuda yên civakê bi rêk û pêk belav bûn. Em bang li her kesî dikin ku bibin layiqî qêrîna dayikan. Îro ne tenê li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan pergala zext û tundiyê hkeye. Li ser hemû kesên li dijî perguala faşîst zext heye. Li ser hemû beşên şoreşger û demokrat, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ev pergal tê meşandin. Vê pergalê hemû saziyên dewletê  û hiqûqê bi dest xistine. Dixwazin hemû kesên li dijî vê pergalê deng bikin rejîmek faşist dimeşîne. Em dizanin ku ev faşizma xwe mutlaq dibîne û dixwaze her kes serî li ber wê bitewîne hêza xwe ji bêdengiyê digire. Faşîzm ji deng û ronahiyê ditirse. Em nikarin bêtir li rejîma Îmraliyê temaşe bikin. Em dixwazin vê tariya ku li ser civakê belav dike perçe bikin û ronî bikin. Em dixwazin ji dengê dayikên me yên bi bedena xwe ya nazik di bin postalên polîsan de di eciqin bibin qerînek. Em dixwazin bibin ewladê layiqî qerîna wan."  
 
‘BES BIBIN DENG Û RONAHÎ' 
 
Bayhan ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe bang li her kesî kirin ku tev li vê têkoşînê bibin û wiha cih da nameya xwe: “Em bang li gelê xwe, gelan û dostên xwe yên demokrat dikin. Em dixwazin li dijî tariya faşîzmê bibin ronahî û deng. Em bang li ciwan, jinan dikin ku bibin hevparê cesareta dayikan û xwe li pêş bedena wan bikin mertal. Em dibînin ku di şertên faşizmê de daxuyaniyek jî bedelekê dixwaze. Lê bila neyê ji bîr kirin ku bi sedan polîs ger ku çend dayikan li kolanê kaş bikin û darb bikin ne huner û serkeftinek e. Ev nîşan dide ku ev hişmendiya faşist  ji deng û rohahiya kolanan ditirse û ev rohanî û deng wê vê hişmendiyê perçe bike. Komkirina çend dayikan feraseta rejîma faşîst tar û mar kiriye. Bes em deng û ronahiya xwe bikin yek û li hev kom bikin. Em di ferqê de ne ku em pir dereng mane. Ger ku Rêberê me 20 salin girtî ye, di yek hucreyê de dimîne, ger ku di bin tecrîda giran de ye, para be û berpirsiyariya me jî di nava vê yekê de heye. Şareşgeriya me ya kêm û rêhevaltiya me ya kêm sedema vê yekê ye. Em êş û zanebûna vê yekê dizanin. Halê ku di rêya azadiyê de dimeşe, û pêşengiya vê rêşîtiyê divê vê tecrîdê tu carî qebûl neke û fêrî vê tecrîdê nebe. " 
 
‘PÊDIVIYA ME JI REBER APO HEYE' 
 
Bayhan, da zanîn ku ew yek rojê jî tecrîdkirina Rêberê xwe Ocalan qebûl nakin wiha dirêjî da nameyê: "Dirûşmeya 'Bijî Serok Apo’ gelek bi wate ye. Lê divê vîna li pêş vê dirûşmeyê têkeve meriyetê. Ger ku ev vîn nekeve meriyetê. Ew dirûşme bê wate dimîne. Ev nabe qerîn û çalakî. ‘Bijî Serok Apo’ tenê bi xwedîderketina jiyana azad a Rêber Apo bi wate dibe. Gelê me di dîrokê de her dem zilma mezin dîtiye. Her dem rastî talankirin û wêrankirinê hatiye. Lê tu carî rûmeta xwe nexistiye bin piyê dijmin. Ji niha û şûnde jî rûmeta xwe naxe bin piyan. Baweriya me ji vê yekê tam e. Em jî hêza xwe ji berxwedana gelê xwe ya bi rûmet distînin. Ez bi baldarî û girîngî dibêjim, bi qasî pêdiviya me ji Rêber Apo heye, pêdiviya Rêber Apo ji me tune ye. Zêdetir pêdiviya me ji Rêber Apo heye. Pêdiviya me gelê Kurd, Tirk, Ereb jin, ciwan, bindestan û hemû kesên jiyana azad dixwazin heye." 
 
'DIVÊ RASTIYA OCALAN JI NÛVE BÊ FIKIRÎN' 
 
Bayhan di berdewamiya nameya xwe de bang li hemû dost û dijmin kir û xwest her kes ji nuve Rastiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bifikire û wiha dawî li nameyê anî: "Divê dost û dijmin her kes gavekê paşve bavêje û ji nuvê li Rastiya Ocalan bifikirin. Ocalan hemû temenê xwe ji bo azadî û rizgariya jin, ciwan, gelan, kedkar û bindestan xerç kir. Di dilê gelê Kurdistan û herêmê de tovê jiyan û heviyê çand. Her dem ji jiyana xwe tawîz da. Bi xwîn û canê xwe ev hevî av da û geş kir. Li hemberî vê yekê li qesr û qonaxan nefikirî. Tu carî ji bo xwe tu tişt nexwest. Ev fedekarî û bedelên mezin dixwaze. Ev çalakiya mirovê mezin û azad e. Ji ber vê yekê ye hemû muktedirên li ser ruyê erdê destê xwe dan hev û bi komployek navneteweyî ew dîl girtin. Lê vê yekê têr nekir, tecrîda giran li ser kûr kirin. Ew bi ramanî û fîzîkî ji civakê dûr xistin û qut kirin. Ew ji rêhevalên xwe qut kir. Lê wî tu carî ji sekna xwe ya jiyanê tiştek neguhert. 20 salin di bin tecrîda giran de ye. 20 salin di bin tecrîda giran de li ber xwe dide. Bi vînek di asta jora mirovan de li ber xwe da. Li peyamên wî yên li Îmraliyê dane binerin. Her bêje û her hevok li ser azadiya gelaen, jin, ciwan û kedkaran nivîsî ye. Li ser têkoşîna di vê oxirê de bê dayîn nivîsî ye. Hûn di tu hevok û peyamê de li ser jiyana xwe ya wî ya şexsî tiştekî nabînin. Hûn tu daxwwazên wî yên şexsî nabînin. Ji bo xwe tu tiştî naxwaze. Her tişt ji bo civaka azad û civakbûna azad e. Ji bo civakbûna azad çi bike û çawa bike. Çawa dikare civakê ji kemîn û lîstikên pêş wan rizgar bike. Pêşketignên siyasî yên konjektorel  çawa dikare di lehê gelan û bindestan de pêş bixe û li bersîva vê yekê digere. Hemû rojeva wî di îfadeyên wî de heye. 
 
'DERKETINA LI DIJÎ TECRÎDÊ PARASTINA YEKÎTIYA GELAN E' 
 
Peyamek biçûk ya Rêber Apo xwedî wateyek gelek dewlemend û mezin e. Dîyalektîka wî ya duh, îro û sibê vediguhere perspektifa têkoşînê. Azadiya Civakî bi têkoşîn û çalakiya wî re bûye yek. Ji ber vê yekê tecrîda Ocalan ne tenê tecrîda şexsî ye. Tecrîda nasnameya siyasî, tekoşîna civakî ye. Em dubare dikin. Îmralî pergal û rejîm e. Îro rejîm û pergala faşist a ceberûd ku di meriyetê de ye û wekî gloka dezî Kurd, Tirk, siyasetmedar, rojnameger û hemû kesên li dijî vê pergala faşist bi siyaseta tirsê fetisandiye û hewl dide tune bike, li Îmraliyê bingehê xwe danîye. Bi tuglayê tecrîdê dest pê kiriye. Ji ber vê yekê derketina li dijî tercrîda li Îmraliyê, Di heman demê de derketina li dijî faşîzmê ye. Ji bo em li dijî tecrîda Îmraliyê derkevin, li dijî faşizmê derkevin û rûmeta mirovahiyê, heysîyeta mirovan, azadî, maf û aştiyê biparêzin, jiyana hevpar a aştiyane biparêzin me dest bi vê çalakiyê kir. Ev rêwitiya jiyana bi rûmet e. Em bang li  gelê me, dostên me û her kesên ku qîmetê dide mirovahiyê dikin ku deng bidin dengê me, Ez li ser navê xwe dibêjim êdî  bes e." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/05/2019
12:15 Pena Kurd Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir
12:14 Nurcan a 3 salî ev 2 rojin windaye
12:03 Dadgehê doza Rojnameger Fatîh Polat taloq kir
11:52 Rêxistinên civakî 301 karker bibîr anîn: Edalet di bin hezazê de ma
11:46 Ji bo ‘rewşa perwerdê’ ya dayikên hatin binçavkirin weke ‘nezan’ li girtekan nivîsandin
11:27 Di mehekê de 18 cenaze hatin dîtin
11:13 ‘Ji salên 1990’î ve min tiştekî wiha nedît’
11:11 'Divê hemû kes bibin şerkerê zimanê xwe yê zikmakî’
10:53 ‘Bila Wazareta Tenduristiyê hekîm û rêxistinên tenduristiyê bi hevre bixebitin'
10:39 Dadgeriya înfazê hevdîtina parêzeran a girtiyê 160 rojin di greva birçîbûnê deye, bi sînor kir
10:17 Cizîrî: Netew bi ziman dibe xwedî nasname
10:16 Ji MNG Kargoyê peyameke sosret: Tiştê we şand teslîmî HDP PKK’ê bûye
10:16 Kesên li Esenyûrtê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
10:07 Çîroka ciwanê qeyûm ji kar avêt û bû sedam ku întîxar bike!
09:19 Ey xweşika şevê LEYL!
09:17 Dîmenên gulebûkan
09:12 ‘Belgefîlm paceya li rastiyan ve dibe ye’
09:08 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em xwedî zarokên xwe derkevin
09:06 Tanrikûlû: Em bi binpêkirinên mafan ên salî 90’î derbas kirin re rû bi rû ne
09:04 Gundiyan ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe firotin
09:02 Komeleya Lêkolîna Kurdî di Roja Cejna Zimanê Kurdî de 16 mamosteyên kurdî mezûn dike
09:01 Li Girtîgeha Baybûrt’ê bi hincetên biçûk înfaza girtiyan dişewitînin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2019'AN
08:28 Berxwedana Guven di roja 188'an û rojiya mirinê ya koma 1'emîn jî di roja 15'an de didomin
13/05/2019
22:15 Li Geverê, di êrîşa li dijî baregeha eskerî de leşker mir
21:42 Malbatên girtiyan dîsa di bin dorpêça polîsan de li dijî tecrîdê li qada Esenyurtê çalakiya rûniştinê li dar xistin
20:03 26 kesên îfadeyên wan hatin girtin, hatin berdan
16:48 Ji bo dayikên Bakirkoyê daxwaza girtinê
16:28 Şaredariya Yenîşehîrê 12 kesên ku qeyûm ‘nelirê’ girtibû kar, ji kar derxistin
16:13 Li plansazê teqîna Reyhanliyê Nazîk 53 caran cezayê muebeta giran birîn
15:51 ‘Erka Wezareta Derdorê parastina Sûran e'
15:21 Polat a 129 rojin di greva birçîbûnê deye: Dê dawî bi heybet be
15:14 Dayik: Îro hûn deng nedin me, sibê kes deng nade we
14:43 Ligel astengiyan jî li ber Girtîgeha Gebze rûniştin
14:42 Em ji bo we jî li vir in!
14:27 'Bila wezareta zarokan bê avakirin'
14:19 Parêzer ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin, serlêdan kirin
14:17 Li bendêye ku dayik û rojnamegerên dibin çavan de derxin edliyê
14:05 Dogan: Ji ber dayika min li kurê xwe geriya 35 rojan binçav kirin
13:07 Olûç: Ma gotina ‘Bila Ocalan bi parêzeran re hevdîtinê bike’ pir zor e?
13:07 Li Êlihê Laçikên Spî bi daran ve girêdan
12:57 Li Sîlopiyê teqîn: 1 jê giran 3 cerdevan birîndar bûn
12:46 Li Idlibê peyama 'operasyona' li dijî Tirkiye: Ji axa Sûriye derkeve
12:20 Bi hezaran Dayikên Qamîşlo piştgirî dan dayikên girtiyan
11:34 Salih Muslum: Heke rêzê nîşanî daxwaza Ocalan bidin, em ê hêj hêsantir li hev bikin
11:01 Ji Nazim Hikmet heta 14'ê Tîrmehê duh û îroya çalakiyên greva birçîbûnê
09:33 Mihrîcana FîlmAmed bi ‘Her Malek Dibistanek’ bi dawî bû
09:14 Berxwedana Leyla Guven di roja 187'emîn de didome
Rojiya Mirinê ya koma 1'emîn di roja 14'an de didome
09:13 Li Girtîgeha Tarsûsê rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de nebaş e!
09:12 ‘Wê dîrok kesên bêdeng dimînin efû neke'
09:11 Esnafên bazarê: Fiyetên zebze û fêkiyan û fiyetên zêran ketine ber hev
09:10 Bayhan ê di rojiya mirinê de: Bi qasî pêdiviya me bi azadiya Rêberê me heye, pêdiviya wî bi me tune ye
09:09 Xwendekarên Lêkolîna Kurdî: Xwedî li zimanê xwe derkevin
09:08 Dengbêj Necîbe klamên xwe ji bo Guven distirîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2019'AN
12/05/2019
20:46 Temellî li konê fitarê fitirî
20:14 Ji bo Leyla Guven rê li ber wesayîtan girtin
18:24 Serokê Baroya Amedê Aydin: Ji bo dayik êşê nekişînin em li gel wan in
17:03 Di Roja Dayikan de li qadan qîriyan: Vê qîrînê bibihîsin
16:29 Temellî: Em hemû hêzên demokrasiyê bibin yek em dikarin rê vekin
16:15 Dayikên li Gebzê di nobetê dene: Ev 10 salin Roja Dayikan pîroz nakim
16:14 Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Nisêbînê hat îlankirin
15:43 Li Mêrsînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin
15:28 Xizmên windayan ên Arjantîn, Stenbol, Amed û Şirnexê li Stenbolê gihiştin hev
15:13 Dayik ji bo zarokên xwe bi qûrnefîlan ber bi Girtîgehê ve meşiyan
14:36 Ji Guven peyama Roja Dayikan: Pêkanîna aştiyek birûmet bila soza me ya ji bo wan be
14:25 RTUK'ê herî zêde ceza li Fox TV û Halk TV birî
13:59 Wezîr Soylû: Aşkere dibêjim wê şaredariyên HDP'ê nemînin
13:31 Sebîha Temîzkan bi peyamekê Roja Dayikan pîroz kir
12:25 Dayikên girtiyan: Xelata herî xweş azadiya girtiyan e
11:57 Bi boneya Roja Dayikan otobusên mor ji bo jinan belaşe
11:21 Parazvana mafê jinan û Rojnameger Mîna Mangol li Afganîstanê kuştin
10:37 Dozger biryar da: Srûda 'Herne Pêş' ne sûc e
10:25 Çalakgerên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê: Serkeftina mezin nêzîk e
10:16 ‘Çi dema ku em bibin dengê dayikan, dê wê demê Roja Dayikan bi weta bibe’
10:11 Mihrîcana Film Amed bi fîlmên nû didome
09:43 Serçawişek li Dersimê di pêvçûnê de mir
09:42 Hacay Yılmaz: Pîneyê vê pergalê bi komkujiya Soma vebû
09:29 Tora fûhûşê ya dema qeyûm: Aresteyeke bi zanebûne
09:15 Wezîrê berê Gunay: Dibe hilbijêrên AKP'ê dengê xwe bidin CHP'ê
09:14 ‘Diyariya herî xweş qebûlkirina daxwaza zarokên me ye'
09:13 Benek: Ocalan, avakar û temînata aştiyê ye
09:09 Huseyîn Aydin ê di greva birçîbûnê de: Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin
09:08 Aydin ê di greva birçîbûnê de 23 kîlo winda kiriye
09:06 Kes ji rewşa heyî nerazî ye: Heqê me ye, çimkî me deng da AKP'ê
09:05 Okûdûcû yê 127 roj in di grevê de ye: Heta em encam bistînin wê çalakiya me bidome
09:03 Faîk Bûlût: Ocalan, hem tewsiyeyê li HSD'ê hem jî li Tirkiyeyê dike
09:02 ROJEVA 12'Ê GULANA 2019'AN
08:13 Berxwedana Leyla Guven di roja 186'emîn de dewam dike
11/05/2019
18:44 NÇM'ê Hozan Mizgîn bibîr anî
16:25 Qulûb danîn pêş Şaredariya Geverê û polîs lê bi cih kirin
15:56 Li Şirnexê hezan: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
15:55 Akademîseyanê Aştiyê Tuna Altinel hat girtin
15:49 Dayikên ku negihiştin zarokên xwe bibîr anîn: Emê şopdarên tekoşîna we bin
15:30 'Roja dayikan e, lê tişta ku tînin serê dayikên girtiyan li holê ye’
15:25 Serdozgeriyê serlêdana malbatan a Îmraliyê red kir
15:19 Xizmên girtiyan li Amed û Stenbolê li qadan bûn
14:49 ‘Roja bêhiqûqî biqede em ê Roja Dayikan pîroz bikin’
14:27 Dayikên Aştiyê yên Îranî: Heta Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
14:26 Malbatên li Gebzeyê: Kes nikare me asteng bike