Bayhan ê di rojiya mirinê de: Bi qasî pêdiviya me bi azadiya Rêberê me heye, pêdiviya wî bi me tune ye 2019-05-13 09:10:34 STENBOL – Çalakgerê Rojiya Mirinê Zekî Bayhan ê di 10'ê Gulanê de dest bi Rojiya mirinê kir diyar kir ku ew roji bi roj ji bo jiyanek azad û bi rûmet bedena xwe dihilînin û wiha got. "Em dest ji rêwîtiya jiyana azad û bi rumet bernadin. Em bang li her kesî dikin ku bibin şirîkê cesareta dayikan. Zêdetir pêdiviya me ji Rêber Apo heye. Pêdiviya me gelê Kurd, Tirk, Ereb jin, ciwan, bindestan û hemû kesên jiyana azad dixwazin heye."  Çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina li Îmraliyê berdewam dikin. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 187'an de berdewamdike. Çalakiya Rojiya Mirinê ya Koma 1'emîn di roja 14'an de û ya Koma 2'emîn di roja 4'an de berdewam dike. Yek ji çalakgerê Rojiya Mirinê Zekî Bayhan ê li Girtîgeha Hêjmar 2 a Tekîrdagê ye. Bayhan di 10'ê Gulanê de dest bi rojiya mirinê kir. Bayhan, têkildarî çalakiya xwe name şand û wiha got: “Ji bo em li dijî tecrîda Îmraliyê derkevin, li dijî faşizmê derkevin û rûmeta mirovahiyê, heysîyeta mirovan, azadî, maf û aştiyê biparêzin, jiyana hevpar a aştiyane biparêzin me dest bi vê çalakiyê kir. "    Bayhan, anî ziman ku têkoşînka li dijî faşizmê mafekî rewa ye û wiha nivîsî: “Derketina li dijî zilmê xwedî derketina rûmeta mirovahiyê û jiyana azad e. Berpirsiyarî ye. Ji ber ku bêdengiya li dijî zilmê şirîkatiya li dijî zilmê ye. Armanca sereke ya rojiya mirinê derketina li dijî tecrîda li Îmraliyê ye. Çalakiya me di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, parastina jiyana azad û bi rumet a gelê me ye. Em rêwitiya mirinê nadin destpêkirin. Em bi hilandina bedena xwe ya roj bi roj, rêwitiya jiyana azad û bi rûmet didin destpêkirin. Em dest ji jiyana azad û bi rûmet bernadin. Pêşengên me 40 sal berê gotin 'Êm bi qasî di oxira wê de bimirin jiyanê hez dikin'. "    ‘ÎMRALÎ PERGAL Û REJÎMEK E'    Bayhan, bal kişand ser pergala li Îmraliyê û wiha li nameya xwe zêde kir: "Em Îmraliyê yek ji girtigehên ji rêzê nabînin. Mesele ne îhlala dewletê ya qanûnan e jî. Bi vî rengî nêzîkbûn hêsankirina pirsgirêkê ye. Ji ber ku tişta li Îmraliyê di meriyetê de rejîm e. Îhlala heq û rawestandina hiqûqê encama vê rejîmê ye. Îmralî pergalek e. Rejîmek e. Ew rejîm û pergala li wir hatiye avakirin pêl bi pêl belav dikin. Hemû beşên civakê dixe bin pêlên xwe. Em binerin piştî rejîm û pergala li Îmraliyê dest pê kir, li hemû girtîgehên din ji belav bûn. Piştre li ser beşên cuda yên civakê bi rêk û pêk belav bûn. Em bang li her kesî dikin ku bibin layiqî qêrîna dayikan. Îro ne tenê li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan pergala zext û tundiyê hkeye. Li ser hemû kesên li dijî perguala faşîst zext heye. Li ser hemû beşên şoreşger û demokrat, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ev pergal tê meşandin. Vê pergalê hemû saziyên dewletê  û hiqûqê bi dest xistine. Dixwazin hemû kesên li dijî vê pergalê deng bikin rejîmek faşist dimeşîne. Em dizanin ku ev faşizma xwe mutlaq dibîne û dixwaze her kes serî li ber wê bitewîne hêza xwe ji bêdengiyê digire. Faşîzm ji deng û ronahiyê ditirse. Em nikarin bêtir li rejîma Îmraliyê temaşe bikin. Em dixwazin vê tariya ku li ser civakê belav dike perçe bikin û ronî bikin. Em dixwazin ji dengê dayikên me yên bi bedena xwe ya nazik di bin postalên polîsan de di eciqin bibin qerînek. Em dixwazin bibin ewladê layiqî qerîna wan."     ‘BES BIBIN DENG Û RONAHÎ'    Bayhan ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe bang li her kesî kirin ku tev li vê têkoşînê bibin û wiha cih da nameya xwe: “Em bang li gelê xwe, gelan û dostên xwe yên demokrat dikin. Em dixwazin li dijî tariya faşîzmê bibin ronahî û deng. Em bang li ciwan, jinan dikin ku bibin hevparê cesareta dayikan û xwe li pêş bedena wan bikin mertal. Em dibînin ku di şertên faşizmê de daxuyaniyek jî bedelekê dixwaze. Lê bila neyê ji bîr kirin ku bi sedan polîs ger ku çend dayikan li kolanê kaş bikin û darb bikin ne huner û serkeftinek e. Ev nîşan dide ku ev hişmendiya faşist  ji deng û rohahiya kolanan ditirse û ev rohanî û deng wê vê hişmendiyê perçe bike. Komkirina çend dayikan feraseta rejîma faşîst tar û mar kiriye. Bes em deng û ronahiya xwe bikin yek û li hev kom bikin. Em di ferqê de ne ku em pir dereng mane. Ger ku Rêberê me 20 salin girtî ye, di yek hucreyê de dimîne, ger ku di bin tecrîda giran de ye, para be û berpirsiyariya me jî di nava vê yekê de heye. Şareşgeriya me ya kêm û rêhevaltiya me ya kêm sedema vê yekê ye. Em êş û zanebûna vê yekê dizanin. Halê ku di rêya azadiyê de dimeşe, û pêşengiya vê rêşîtiyê divê vê tecrîdê tu carî qebûl neke û fêrî vê tecrîdê nebe. "    ‘PÊDIVIYA ME JI REBER APO HEYE'    Bayhan, da zanîn ku ew yek rojê jî tecrîdkirina Rêberê xwe Ocalan qebûl nakin wiha dirêjî da nameyê: "Dirûşmeya 'Bijî Serok Apo’ gelek bi wate ye. Lê divê vîna li pêş vê dirûşmeyê têkeve meriyetê. Ger ku ev vîn nekeve meriyetê. Ew dirûşme bê wate dimîne. Ev nabe qerîn û çalakî. ‘Bijî Serok Apo’ tenê bi xwedîderketina jiyana azad a Rêber Apo bi wate dibe. Gelê me di dîrokê de her dem zilma mezin dîtiye. Her dem rastî talankirin û wêrankirinê hatiye. Lê tu carî rûmeta xwe nexistiye bin piyê dijmin. Ji niha û şûnde jî rûmeta xwe naxe bin piyan. Baweriya me ji vê yekê tam e. Em jî hêza xwe ji berxwedana gelê xwe ya bi rûmet distînin. Ez bi baldarî û girîngî dibêjim, bi qasî pêdiviya me ji Rêber Apo heye, pêdiviya Rêber Apo ji me tune ye. Zêdetir pêdiviya me ji Rêber Apo heye. Pêdiviya me gelê Kurd, Tirk, Ereb jin, ciwan, bindestan û hemû kesên jiyana azad dixwazin heye."    'DIVÊ RASTIYA OCALAN JI NÛVE BÊ FIKIRÎN'    Bayhan di berdewamiya nameya xwe de bang li hemû dost û dijmin kir û xwest her kes ji nuve Rastiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bifikire û wiha dawî li nameyê anî: "Divê dost û dijmin her kes gavekê paşve bavêje û ji nuvê li Rastiya Ocalan bifikirin. Ocalan hemû temenê xwe ji bo azadî û rizgariya jin, ciwan, gelan, kedkar û bindestan xerç kir. Di dilê gelê Kurdistan û herêmê de tovê jiyan û heviyê çand. Her dem ji jiyana xwe tawîz da. Bi xwîn û canê xwe ev hevî av da û geş kir. Li hemberî vê yekê li qesr û qonaxan nefikirî. Tu carî ji bo xwe tu tişt nexwest. Ev fedekarî û bedelên mezin dixwaze. Ev çalakiya mirovê mezin û azad e. Ji ber vê yekê ye hemû muktedirên li ser ruyê erdê destê xwe dan hev û bi komployek navneteweyî ew dîl girtin. Lê vê yekê têr nekir, tecrîda giran li ser kûr kirin. Ew bi ramanî û fîzîkî ji civakê dûr xistin û qut kirin. Ew ji rêhevalên xwe qut kir. Lê wî tu carî ji sekna xwe ya jiyanê tiştek neguhert. 20 salin di bin tecrîda giran de ye. 20 salin di bin tecrîda giran de li ber xwe dide. Bi vînek di asta jora mirovan de li ber xwe da. Li peyamên wî yên li Îmraliyê dane binerin. Her bêje û her hevok li ser azadiya gelaen, jin, ciwan û kedkaran nivîsî ye. Li ser têkoşîna di vê oxirê de bê dayîn nivîsî ye. Hûn di tu hevok û peyamê de li ser jiyana xwe ya wî ya şexsî tiştekî nabînin. Hûn tu daxwwazên wî yên şexsî nabînin. Ji bo xwe tu tiştî naxwaze. Her tişt ji bo civaka azad û civakbûna azad e. Ji bo civakbûna azad çi bike û çawa bike. Çawa dikare civakê ji kemîn û lîstikên pêş wan rizgar bike. Pêşketignên siyasî yên konjektorel  çawa dikare di lehê gelan û bindestan de pêş bixe û li bersîva vê yekê digere. Hemû rojeva wî di îfadeyên wî de heye.    'DERKETINA LI DIJÎ TECRÎDÊ PARASTINA YEKÎTIYA GELAN E'    Peyamek biçûk ya Rêber Apo xwedî wateyek gelek dewlemend û mezin e. Dîyalektîka wî ya duh, îro û sibê vediguhere perspektifa têkoşînê. Azadiya Civakî bi têkoşîn û çalakiya wî re bûye yek. Ji ber vê yekê tecrîda Ocalan ne tenê tecrîda şexsî ye. Tecrîda nasnameya siyasî, tekoşîna civakî ye. Em dubare dikin. Îmralî pergal û rejîm e. Îro rejîm û pergala faşist a ceberûd ku di meriyetê de ye û wekî gloka dezî Kurd, Tirk, siyasetmedar, rojnameger û hemû kesên li dijî vê pergala faşist bi siyaseta tirsê fetisandiye û hewl dide tune bike, li Îmraliyê bingehê xwe danîye. Bi tuglayê tecrîdê dest pê kiriye. Ji ber vê yekê derketina li dijî tercrîda li Îmraliyê, Di heman demê de derketina li dijî faşîzmê ye. Ji bo em li dijî tecrîda Îmraliyê derkevin, li dijî faşizmê derkevin û rûmeta mirovahiyê, heysîyeta mirovan, azadî, maf û aştiyê biparêzin, jiyana hevpar a aştiyane biparêzin me dest bi vê çalakiyê kir. Ev rêwitiya jiyana bi rûmet e. Em bang li  gelê me, dostên me û her kesên ku qîmetê dide mirovahiyê dikin ku deng bidin dengê me, Ez li ser navê xwe dibêjim êdî  bes e."