DERSIM - Li Dersimê, pevçûna dinavbera esker û HPG’iyan de derket dewam dike. Hat diyar kirin k udi pevçûnê de, serçawîşek û HPG’iyekê jiyana xwe ji dest dane.
Li çoltera navçeya Pîlemûr a Dersimê, di encama operasyona leşkerî ya bi tevlîbûna polîsên hêzên taybet de, şerê di navberan HPG’î û eskeran de derketibû dewam dike. Hat diyar kirin ku Serçawîşê Cendirmeyan Ferdîcan Altûnbak ê 30 salî û endamekê HPG’ê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku pevçûn, bi alîkariya helîkopteran dewam dike.