Serçawişek li Dersimê di pêvçûnê de mir 2019-05-12 09:43:08   DERSIM - Li Dersimê, pevçûna dinavbera esker û HPG’iyan de derket dewam dike. Hat diyar kirin k udi pevçûnê de, serçawîşek û HPG’iyekê jiyana xwe ji dest dane.    Li çoltera navçeya Pîlemûr a Dersimê, di encama operasyona leşkerî ya bi tevlîbûna polîsên hêzên taybet de, şerê di navberan HPG’î û eskeran de derketibû dewam dike. Hat diyar kirin ku Serçawîşê Cendirmeyan Ferdîcan Altûnbak ê 30 salî û endamekê HPG’ê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane.      Hat ragihandin ku pevçûn, bi alîkariya helîkopteran dewam dike.