Dayik li ber girtîgehan dengê xwe bilind kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayik û malbatên girtiyan bi armanca piştgiriyê bidin zarokên xwe yên girtî û di greva birçîbûnê de li Êlih, Edene Bakirkoy û Dîlokê daketin kolanan û çalakî pêk anîn. Polîsan li pêş Girtîgeha Tîpa M a Êlihê 19 kes binçav kirin. 
 
Malbat û dayikên girtiyan bi armanca piştgiriyê bidin zarokên xwe yên girtî li pêş girtîgehên Dîlok, Êlih Bakirkoy û Edeneyê kom bûn û xwestin deng bidin dengê zarokên xwe yên girtî. 
 
ÊLIH 
 
Dayik û malbatnên ku zarokên wan li girtîgehan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê kom bûn, xwestin li pêş Girtîgehê daxuyaniyê bidin. Polîsên ku dora komê pêçan, bi hinceta biryara walîtiyê heye destûr nedan ku dayik daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Xizmên girtiyan jî ev helwesta polîsan qeyûl nekir û xwest daxuyaniyê bidin. Piştî malbatan hewl da daxuyaniyê bidin polîsan mudaxale kir û di navde Wekîlê Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Îkram îrgi jî di navde 19 kes binçav kirin. Polîsan 19 kesên binçav kirin birin midûriyeta polîsan a Dîlokê. 
 
EDENE 
 
Dayik û malbatnên ku zarokên wan li girtîgehan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de li ber Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê jî kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiya malbatên girtiyan de endam û rêveberên HDP, DBP û rêveberên TUAYDER a Edeneyê jî amade bûn. Dema malbat û nûnerên partî û rêxistinan kom bûn û xwestin bimeşin pêş deriyê girtîgehê, polîsan pêş komê bi maşîneyên zirxî birî û destûr neda û gefa mudaxale bike li malbatan xwar. 
Malbat piştî li ber girtigeha Kurkçuler rastî astengiya polîsan hatin, vê carê bi otobusê 33 kilometre hatin ber Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê û li vir daxuyanî dan. Dayikan li vir wêneyê zarokên xwe hembêz kirin û daxuyanî dan. Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Mehmet Mahsun Erîg jî diyar kir ku ewê li gel dayikan heta tecrîd bi dawi bibe li qadan bin. Komê piştî demekê dirûşmeyên "Bijî berwedana zindana", "Leyla Guven rûmeta me ye."berz kirin. 
 
DÎLOK 
 
Reveberên ÎHD'ê ya Dîlokê û xizmên girtiyan ên Dîlokê jî bi heman armanc û daxwazê, li pêş Girtigeha Tîpa H a Dîlokê daxuyanî dan. Malbatan diyar kirin ku ger li girtîgehan bûyerên neyînî pêk bên îktîdar berpirsiyarê vê yekê ye. Rêveberên HDP, DBP û parêzerên Baroya Dîlokê jî piştgirî da malbatan. Komê di çalakiyê de bê navber dirûşmeya "Biji berxwedana zindanan" berz kirin. Li vir Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Salman Yergin, diyar kir ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 2'ê Gulanê de bi rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine. Yergîn, anî ziman ku di hevdîtinê de ji saziyên sivîl û rêxistinên demokratîk hat xwestin ku her kes berpirsiyariya xwe pêk bînin. 
 
Komê piştî demekê li pêş Girtîgeha Dîlokê çalakiya rûniştinê pêk anîn belav bûn.
 
BAKIRKOY 
 
Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne îro jî li ber Girtîgeha Bakirkoyê dewam kir. Malbat li ber rawestgeha li ser rêya E-5 li hev kom bûn xwestin heta ber girtîgehê bimeşin. Polîsan malbatan asteng kir û gotin li dar xistina çalakiyê qedexe ye. 
 
'JI ME DITIRSIN’ 
 
Polîsan xwest malbat ji hev belav bibin. Dayikek girtî bertek nîşanî polîsan da û got ew ê rûnên. Xizmek din a girtî jî ji polîsan re wiha got: “Em ê çibikin. Em ê kî bikujin. Em li vir 10 jin in. Çima hûn ji me ditirsin? Netirsin. Hûn her roj li jinan didin û wan binçav dikin. Xwelî li serê we be. Em li vir in. Em ê her roj werin. Heta tecrîd rabe em ê werin.” 
 
'DEWLET KESÎ NAS NAKE’ 
 
Hurî Turgut a li ber Girtîgeha Bakirkoyê du caran hat binçavkirin jî got: “Dewlet jin û extiyaran nas nake. Parêzerên me maf û hiqûqa me ne. Hûn li wan didin. Bila kes li malê xwe rûnenê. Êdî dem dema qîrkirinê ye. Ev zilm zêde dibe. Êdî bes e. Heta kengê wê dewam bike.” 
 
Malbatên ku çalakiya wan ji aliyê polîsan ve hat astengkirin diyar kirin ku ew ê sibê dîsa bên ber girtîgehê. 
 
 

Sernavên din

09/05/2019
09:41 Welatiyên gundê wan tê valakirin: Etî Bakir terorê pêk tîne
09:39 Berxwedana Leyla Guven di roja 183'yan de dewam dike
09:27 'X-Ray, bi awayekî filî pêkanîneke qeyûma ye'
09:26 Bertek nîşanî Waliyê Dersimê dan: Hûn nikarin nirxên me yên pîroz bieciqînin
09:25 Êdî çavê nivîskarê di greva birçîbûnê de nabîne
09:25 Gulsum Kav: Tiştên divê dozger bikin malbat dikin
09:24 Bi 4 zimanan dîroka Pira Malabadê vedibêje
09:23 Dayikan bang kir: Gavan bavêjin
09:23 Şaredariya Rihayê ne xera dike ne jî dihêle mirov saz bikin
09:22 Kaboglû: Tecrîd nayê qebûlkirin
09:21 'Wekî findekê dihelin'
09:20 ‘Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ne ji bo bidawîbûna tecrîdê ye'
09:18 'Hikûmet li şûna aloziyê divê gavên bi bawerî bavêje'
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2019'AN
08/05/2019
20:19 Mizrakli: Pêdivî ne bi amûra X-Ray bi aqlê selîm heye
19:31 Li girtîgehan koma duyem dest bi rojiya mirinê dike
17:32 Polîs dixwazin bi darê zorê amûra X-Rayê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi cih bikin
16:11 Kaplan ê di rojiya mirinê de ye: Heta tecrîd rabe em ê li ber xwe bidin
15:57 Cerdevan hevjîn û kurê xwe kuşt
15:41 HDP'ê der barê grevên birçîbûnê de hikumet hişyar kir: Sibe pir dereng e
15:25 Meheke polîs li Gebzeyê malbatan asteng dikin
15:13 Humermendên Kurd li pêş Parlamentoya Ewropa piştgirî dan çalakgerên grevê
15:12 Balyozxaneya Swêdê Şaredariya Amedê ziyaret kir
14:57 Jinên li Wêranşar û Îzmîrê hatibûn binçvkirin, hatin berdan
14:50 Dayikên girtiyan: Bi lez tecrîdê rakin
14:48 Li ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Daxwaza girtiyan pêk bînin
14:47 Cendirmeyan êrîşî gundiyên li dijî Etî Bakirê kir
14:12 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
13:37 Danişîna rojnameger Durket Suren hat dîtin
13:26 Ji Şaredariya Cizîrê û Walîtiya Şirnexê daxuyaniya ‘X-ray’
13:26 Der barê 9 HDP’iyan de 13 fezleke şandin meclîsê
13:10 Dayik li cihê lê hatin astengkirin çalakiya rûniştin li dar xistin
13:04 Mornîng Star ji bo 'Kîbriye Evren' dest bi kampanyeya azadiyê kir
13:03 49 baro li dijî biryara YSK’ê derketin
12:16 Di doza Berkîn Elvan de rapora keşfê ne hat
12:15 Adolfo Perez Esquivel li dijî tecrîdê name ji CPT re şandin
11:45 HDK: YSK bûye amûra darbeyê ya îktîdarê
11:38 Cezakirina bijîşkan şermezar kirin
11:37 Cezayê çawîşê ku Pakîze Hazar kuşt kêm kirin
11:28 Dadgehê danişîna rojnamegeran taloq kir
11:27 Meheke ji bo zarokên xwe li ser pêya ne
11:15 Amîrê DAIŞ'ê Îlyas Aydin pêvajoya têkçûna DAIŞ'ê vegot
11:04 Hunermendên piştgirî dan Îmamaglû morh kirin!
10:11 Li pêş şaredariyên HDP'ê cîhazên X-Ray bi cih kirin
09:56 Heyeta Şopandinê rapora çalakgerên grevê ji Wezareta Dadê re şand
09:08 Parêzerê Doza Panzêrê: Divê wek roja ewil xwedî li dozê bê derketin
09:07 ‘Lutfiye Xanim ji qaseya şaredariyê bi 300 hezar TL xwarin xwariye'
09:06 Çaygera şaredariyê ku qeyûm ew ji kar avêt bû hevşaredar
09:05 Mizrakli: Biryara der barê Stenbolê de darbe ye
09:05 Birayê xwe kir cîgirê xwe
09:04 Rismê ku xêz kir ji Leyla Guven re şand
09:04 'Bereketa meha Remezanê jî nemaye'
09:04 Girtiyê nexweş ê 69 roj in di grevê de ye xwîn ji devê wî tê
09:00 Berxwedana Leyla Guven di roja 182'yan de dewam dike
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2019'AN
08:43 Malbata Alî Ete 9 meh şûnde gihişt cenaze
08:15 Li dijî tecrîdê laçikên spî bi daran ve girêdan
07/05/2019
21:45 'Ji bo ev pêvajoya tarî bi dawî bibe, divê tecrîdê bê rakirin'
21:34 Malbatên hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:09 Egitîm Sen'ê encama 11'emîn pêşbirga Çîrokan a Abdullah Dûran aşkere kir
18:05 Nobeta 'Deng bide jiyanê' di roja 4’an de li ÎHD'ê didome
Adar: Teqez em ê bi ser bikevin
17:53 Dadgehê 10 meh ceza li Rojnameger Pişkin birî
16:44 Dayikên girtiyan serdana DBP’ê kirin
16:40 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê bertek betalkirina hilbijartina Stenbolê dan
16:22 Malbatên girtiyan: Em ê her roj li Parka Koşuyolu bin
15:59 Eskeran Hevşaredarê berê yê Îdirê Yîkît binçav kirin
15:39 Ahmet Turk: Peyama ferzkirina aştiyê hat dayîn
15:37 Wekîlên di grevê de: Divê îktîdar aşkere û misoger bike ku tecrîd bi tevahî rakiriye
15:22 Maşînê li keriyê pez qeliband: 6 kes birîndar bûn 50 mih mirar bûn
15:11 Bijîşkan li Stenbol û Rihayê cezakirina bijîşkan şermezar kir
14:46 Dayik li ber girtîgehan dengê xwe bilind kirin
14:17 Temellî xwest hevdîtinên li gel Ocalan bidomin
14:15 Şaredariya Sûrê: AKP ji mexdûriyeta 146 kesan berpirsyar e
14:11 Akademisyen Ustel beriya têkeve girtîgehê: Em ê gotinên xwe bilind bikin
13:33 Biryara dadgehê ya ku pêşiya hevdîtina li Îmraliyê vekir
13:03 Baroya Amedê: Em ê destûr nedin tunekirina qadên şîn
12:38 Wezareta Karên Hundir, polîs li ber şaredariya HDP’ê danî
12:35 Rojnameger Kîbriye Evren nehat berdan
12:09 Emîrê DAIŞ’ê Îlyas Aydin, Pirsûs, Enqere, Cerablûs û şewitandina 2 eskerên tirk vegot
12:08 Hilbijêrên KHK’î wê serî li AYM'ê bidin
12:04 Baroya Edene: Biryara YSK'ê darbeya li dijî demokrasiyê ye
11:29 Ergîn Akhan ê di rojiya mirinê de: Em bi biryarin, emê tecrîdê bişkînin
11:09 Prof. Dr. Sîbel Perçîner: Heta tecrîd ranebe tu kes nikarin nefes bistînin
10:41 Rojnameger Turay ê di greva birçîbûnê de: Em wek roja ewil bi biryardarî dewam bikin
10:28 Li Gebarê leşkerekî din jî jiyana xwe ji dest da
10:23 CHP: Rêya nehesibandina vîna gel vebû
10:23 Festîvala 7’emîn a Belgefîlma FîlmAmed sibê dest pê dike
10:09 Leyla Guven 181 rojin di greva birçîbûne de ye
09:27 Înîsiyatifa Deng bide Leylayê, peyam û çîrokên girtiyên di grevê de weşandin
09:08 Baroya Îzmire li dijî biryara YSK'ê 'Nobeta demokrasiyê' da destpekirin
09:07 ‘Her ku roja dayikan nêz dibe dilşikestî dibim'
09:07 Malbata xaniyê wan li ber lehiyê çû li benda alîkariyê ye
09:07 Çîroka Gaye Yûrttaş a ji Dersimê wêneyê Tirkiyeyê bi her awayî dide der
09:06 Berxwedana karkerên SÎBAŞ'ê ya li dijî kedxwariyê didome
09:06 Hevjîna Ateş ê di greva birçîbûnê de: Tenê ne dayik divê ker kes têbikoşe
09:05 Girtiyê 101 roj in di greva birçîbûnê de: Heta em bi ser nekevin wê çalakiya me bidome
09:05 Girtiyê ji ber protestokirina Komkujiya Roboskiyê 18 sal ceza lê hat birîn 137 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:05 Koma ewil a şanoya xweser a Rojava: Teatra Sarya Baran
09:04 Dayika ku kurê wê 26 sal in girtiye: Gava em dest bidin destê hevdu em ê karibin rê li ber mirinê bigirin
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2019'AN