Dayik li ber girtîgehan dengê xwe bilind kirin 2019-05-07 14:46:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Dayik û malbatên girtiyan bi armanca piştgiriyê bidin zarokên xwe yên girtî û di greva birçîbûnê de li Êlih, Edene Bakirkoy û Dîlokê daketin kolanan û çalakî pêk anîn. Polîsan li pêş Girtîgeha Tîpa M a Êlihê 19 kes binçav kirin.    Malbat û dayikên girtiyan bi armanca piştgiriyê bidin zarokên xwe yên girtî li pêş girtîgehên Dîlok, Êlih Bakirkoy û Edeneyê kom bûn û xwestin deng bidin dengê zarokên xwe yên girtî.    ÊLIH    Dayik û malbatnên ku zarokên wan li girtîgehan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê kom bûn, xwestin li pêş Girtîgehê daxuyaniyê bidin. Polîsên ku dora komê pêçan, bi hinceta biryara walîtiyê heye destûr nedan ku dayik daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Xizmên girtiyan jî ev helwesta polîsan qeyûl nekir û xwest daxuyaniyê bidin. Piştî malbatan hewl da daxuyaniyê bidin polîsan mudaxale kir û di navde Wekîlê Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Îkram îrgi jî di navde 19 kes binçav kirin. Polîsan 19 kesên binçav kirin birin midûriyeta polîsan a Dîlokê.    EDENE    Dayik û malbatnên ku zarokên wan li girtîgehan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de li ber Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê jî kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiya malbatên girtiyan de endam û rêveberên HDP, DBP û rêveberên TUAYDER a Edeneyê jî amade bûn. Dema malbat û nûnerên partî û rêxistinan kom bûn û xwestin bimeşin pêş deriyê girtîgehê, polîsan pêş komê bi maşîneyên zirxî birî û destûr neda û gefa mudaxale bike li malbatan xwar.  Malbat piştî li ber girtigeha Kurkçuler rastî astengiya polîsan hatin, vê carê bi otobusê 33 kilometre hatin ber Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê û li vir daxuyanî dan. Dayikan li vir wêneyê zarokên xwe hembêz kirin û daxuyanî dan. Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Mehmet Mahsun Erîg jî diyar kir ku ewê li gel dayikan heta tecrîd bi dawi bibe li qadan bin. Komê piştî demekê dirûşmeyên "Bijî berwedana zindana", "Leyla Guven rûmeta me ye."berz kirin.    DÎLOK    Reveberên ÎHD'ê ya Dîlokê û xizmên girtiyan ên Dîlokê jî bi heman armanc û daxwazê, li pêş Girtigeha Tîpa H a Dîlokê daxuyanî dan. Malbatan diyar kirin ku ger li girtîgehan bûyerên neyînî pêk bên îktîdar berpirsiyarê vê yekê ye. Rêveberên HDP, DBP û parêzerên Baroya Dîlokê jî piştgirî da malbatan. Komê di çalakiyê de bê navber dirûşmeya "Biji berxwedana zindanan" berz kirin. Li vir Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Salman Yergin, diyar kir ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 2'ê Gulanê de bi rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine. Yergîn, anî ziman ku di hevdîtinê de ji saziyên sivîl û rêxistinên demokratîk hat xwestin ku her kes berpirsiyariya xwe pêk bînin.    Komê piştî demekê li pêş Girtîgeha Dîlokê çalakiya rûniştinê pêk anîn belav bûn.   BAKIRKOY    Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne îro jî li ber Girtîgeha Bakirkoyê dewam kir. Malbat li ber rawestgeha li ser rêya E-5 li hev kom bûn xwestin heta ber girtîgehê bimeşin. Polîsan malbatan asteng kir û gotin li dar xistina çalakiyê qedexe ye.    'JI ME DITIRSIN’    Polîsan xwest malbat ji hev belav bibin. Dayikek girtî bertek nîşanî polîsan da û got ew ê rûnên. Xizmek din a girtî jî ji polîsan re wiha got: “Em ê çibikin. Em ê kî bikujin. Em li vir 10 jin in. Çima hûn ji me ditirsin? Netirsin. Hûn her roj li jinan didin û wan binçav dikin. Xwelî li serê we be. Em li vir in. Em ê her roj werin. Heta tecrîd rabe em ê werin.”    'DEWLET KESÎ NAS NAKE’    Hurî Turgut a li ber Girtîgeha Bakirkoyê du caran hat binçavkirin jî got: “Dewlet jin û extiyaran nas nake. Parêzerên me maf û hiqûqa me ne. Hûn li wan didin. Bila kes li malê xwe rûnenê. Êdî dem dema qîrkirinê ye. Ev zilm zêde dibe. Êdî bes e. Heta kengê wê dewam bike.”    Malbatên ku çalakiya wan ji aliyê polîsan ve hat astengkirin diyar kirin ku ew ê sibê dîsa bên ber girtîgehê.