Amîrê DAIŞ'ê yê Tirkiye ku di destê QSD'ê de ye axivî

img

RIMÊLAN - Amîrê DAIŞ'ê yê Tirkiye Îlyas Aydın (Ebu Ubeyde Turkî) ku QSD'ê ew di operasyona Dêra Zorê de dîl girt, rêxistinbûna DAÎŞ'ê û piştgiriya ku DAIŞ'ê ji Tirkiye girtiye û hûrguliyên teqîna li Pirsûsê vegot. 

 
Hêsên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di operasyona li Dêra Zorê ku li dijî DAIŞ'ê pêk anî de Amîrê DAÎŞ'ê yê Tirkiye Îlyas Aydin dîl girtin. Aydin ku di nava DAîŞ'ê de navê wî wekî "Ebu Ubeyde Turkî" tê zanîn, di heman demê de li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji doza DAÎŞ'ê ya sereke tê darizandin. Pekî bersûcê yekemîn yê dozê tê darizandin. Aydin, di nava rêxistina DAİŞ'ê de wekî berpirsê qada bîrdozî yê axa Şamê tê zanîn. Aydin, di heman demê de li Tirkiye Serokatiya cemaetekê jî kiriye. Aydin, têkildarî komkujiya li Pîrsûsê, têkiliya DAIŞ'ê û Tirkiye û xebatên DAIŞ'ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
ÇÛNA MISIRÊ 
 
Aydin ku bi eslê xwe ji Navçeya Îspîrê ya Erziromê ye, li Stenbolê ji dayik bû û mezin bûye. Lîse xelas kiriye. Heta niha gelek caran ji doza El Kaide hat binçavkirin û girtin. Ji van dozan heta 25 salan ceza xwar.  Aydin, piştî lîse xelas kir, di salên 2007-2008'an de çû Misirê û Ilmê şer-î xwend. Aydin 2 caran zewiciye û 8 zarokên wî hene. 
 
CEMAETA EBU UBEYDE AVA KIR
 
Aydin, diyar kir ku piştî ji Misirê vegeriya Stenbolê, ciwan perwerde kirin û bi wan re ders dît û wiha got: "Ev dersên ku me dît, hem dersên îtikadî û hem jî dersên fıkhî bûn. Dersên ku me dîtin, me li ser înternettê jî parve kirin. Me ji bo van dersan rûpela înternetê ya bi navê “www.islamdaveti.com” vekir. Beriya van dersan min cemaeta bi navê Ebu Ubeyde ava kiribû. Me bi rêya vê malperê agahî parve kirin û yên ev malper dîtin bi mere ketin nava dan û stendinê. Me beşek ji bo têkiliyan ava kir. Piştre me li Şirinevlerê mescitek vekir. Me her roja înê mirov dawetî vir kir. Min li wir dersên tefsirê dan. Ez bi vî şiklî mezin bûm. Rêberê vê cemaetê ez im. Cemaeta min ava kir, bi dehan kes tev li DAÎŞ'ê kir."  
 
MIN LI STENBOLÊ NIMÊJA CEJNÊ DA KIRIN
 
Aydin, anî ziman ku di sala 2014’an de wî li Omerlî ya Stenbolê nimêja cejnê bi rêxistin kir û wiha got: "Min li hemberî girseya nimêja cejnê axaftin kir. Yê li pêş girsê nimêj kir Zaza Mustafa  bû. Wê demê em li cemaetên mezin û biçûk dihatin cem hev."  
 
ÎLHAMÎ BALI TÊKILIYÊ DATÎNE
 
Aydin, destnîşan kir ku hin kesên wê demê bi DAİŞ'ê re xebitîn nas dike û wiha lê zêde kir: "“Di nava wan de Ebu Bekir Turkî jî hebû. Wê demê berpirsê sînor ê DAÎŞ’ê bû. Navê wî yê rastîn Îlhamî Balî ye. Min ew berê jî nas dikir. Îlhamî kesên birîndar dianî Tirkiye û bi wan eleqeder dibû. Wî gelek kes ji DAÎŞ’ê nas dikir. Ligel wî zarokê bi navê Abdulhakim hebû. Dema wi ez nas kirim, got tu çima tev li wan nabe. Tu çima nabe alikarê me. Mirov ji te hez dikin û te dişopînin. Li Tirkiye hêzek te heye. Min jî got hin meseleyên bîrdozî hene. Divê ez wan zelal bikim. Di heman demê de bû wesîle ku ez amîrê jor ê Dewleta Îslamê nas bikim. Got 'Ger ku tu yekî rayedar bibîne dibe ku me li hev bikin' Min jî got' Ji bo min tu erk û rutbe ne pîvan e. Ji bo min yekî payebilind lazim e. Wî Ebu Muhammed Adnanî pêşniyar kir. Piştî Bagdadî yê Dewleta Îslamê mirovê duyemîn e. Berdefkê fermî yê DAÎŞ’ê ye. Min bi wî şiklî qebûl kir ku bi wan re hevdîtin bikim." 
 
DI NAVA DAÎŞ'Ê DE BERPIRSÊ BÎRDOZIYÊ BÛM
 
Aydin, bal kişand ser êrîşa DAÎŞ’ê ya li dijî Kobanê jî û wiha lê zêde kir: "Dema DAIŞ'ê êrîşî Kobane kir, ez di Hezîrana 2014'an de derbasi Sûriye bûm. Dema ez tev li DAÎŞ’ê bûm, DAIŞ'ê li Kobanê 315 gundên Kobanê dagir kir. Dema şer li Kobanê berdewam dikir, ez çûm Girê Spî û vegeriyam. Ji bo ez biçim Girê Spî Îlhamî Balî bû alîkar. Hemû berpirsiyariya rê Îlhami Balî da ser milê xwe. Her kesî nikarîbû li gorî serê xwe sînor derbas bike û tev li Dewleta Îslamê bibe. Ji ber agahiya yên jor hebû mirovên Adnanî ez li Cerablusê hilgirtim. Ez di sînorê Dîlokê re derbasî Cerablusê bûm. Bab navenda Adnanî bû. Berpirsê herêma Heleb, Minbic, Ezaz, Cerablus û Hama bû. Ez li Babê bi Adnani re li biryargehek eskerî hatim cem hev. Ez ketim bin fermana wî. Piştî ez tev li rêxistinê bûm, 2 sal şûnde ez bi Bagdadî re hatim cem hev. Piştî tev li DAİŞ'ê bûm ez bûm berpirsiyarê qada bîrdozî. DAIŞ Sûriyeyê wekî axa Şamê qebûl dike. Ez li vir yek ji kesên payebilind bûm."
 
SÎNORÊ KOBANÊ Û TIRKIYE 
 
Aydin, bal kişand ser êrîşên li dijî Kobanê jî û wiha berdewam kir: "Kobanê yek ji pêvajoya hearî dijwar a DAÎŞ'ê ye. Em wekî rêxistinên cîhanê yên din ne xwedî rêxistinek demokratîk in. Dema êrîşî cihekî din bikin naçin ji eskerên wwe napirsin. Rêveberê Dewleta Îslamê Îmam e. Di bin fermana Îmam de 6 kesên ku şûreya eskerî pêk tînin hene. Hemû rêxistin ji aliyê ekîba 7 kesan ve tê rêveberin. Hemû biryarên tên stendin tenê Îmam û şûraya bilind a ji 7 kesan pêk tê dizanin. Meclîsa Şûrayê ji 2 kesan pêk tê. Biryara êrîşa li dijî Kobanê ji aliyê 3 kesan ve hat dayîn. Wê demê Til Ebyad û Cerablus di deste rêxistinê de bû. Hemû muhacîr li ser Tirkiye derbas dibûn. Em hemû teqemenî, madeyên kîmyewî, dermankirina kesên birîndar û hemû têkiliyan di ser deriyê Tirkiye re pêk tînin. Ji bo 2 nokte bigêjin hev, Kantona Kobanê heye. Hêzên Kurd ên li wir diyar dikirin ku ew herêm ya wan e û wê bistînin. Vir herêma herî nêz a Rakka bû. Ev rewş talûke bû." 
 
‘ŞAŞIYA HERÎ MEZIN LI KOBANÊ PÊK HAT'
 
Aydin, bibîr xist ku di milê siyasî û eskerî de şaşiyên wan çêbûn û wiha lê zêde kir: “Me di mile siyasî de tu carî siyaseta ku em dijmin kêm bikin nemeşand. Me bêtir dijminê xwe zêde kir. Ev yek ne li gori siyaseta Hz. Muhammed bû jî. Ew dema çû Medine ewil bi cuhîyan re li hev kir. Lê me dijberî wê kir. Ev şaşiya meya siyasî bû. Şaşiya din milê eskerî bû. Me mirov li pêş kamerayan serjêkirin û şewitandin. Vê yekê dijminantiya li hemberî me zêde kir. 
 
TIRKIYE DERIYÊ XWE VEKIR
 
Aydin, herî dawî anî ziman ku DYA û Tirkiye di destpêka şer de deriyê Tirkiye vekir û wiha bi dawî kir: "Ji bo ciwanan li dijî Beşar Esad bidin şerkirin şandin Sûriyeyê. Ev ciwanên radikal û îslamparêz bûn. Ev gav bi gav heta DAIŞ'ê hatin. Ev heta êrîşa li dijî Pirsûsê berdewam kir. Yekîneya operasyonên eskerî ya derve ya Dewleta ÎSlam êrîşa Pirsûsê pêk anî. Yekîneya Alaqatil Xarîciye (Têkiliyên derve) e. Ev yekîne hemû erîşên Ewropa û derve tevan pek tîne. Êrîşa wan a ewil êrîşa li navenda Rakka bû. Piştre hemû êrîş bi şiklê “Tenê kurd" pêk anîn. Yanî kesên têkiliya wan a bîrdozî bi rêxistinê re hebûn pêk anîn. Di nava vê yekîneyê de maseyek taybet hebû. Mektebil Turkî ango Masaya Tirkiye. Ev mase ji êrîşên li Tirkiye berpirisyar bû. Vê maseyê kesên ku çalakiyên întîharî pêk dianî amade dikir û perwerde dikir. Kesên dişandin Tirkiye. Yek ji kesên ji bo întîharê şandin Tirkiye Abdurrahman Alagoz bû. Êrîşa li Pirsûsê pêk anî. Birayên Alagoz ew kesên li Pirsûs û Enqereyê êrîş pêk anîn e. Ew hêj nehatibûn Tirkiye wêneyen wan hatin weşandin. Ev jî pir aşkere nîşan dide ku îstixbarata Tirkiye xwe gîhandiye vê maseyê. Ev teqîn bi fermana Bagdadî pêk nehat. Wê demê Ebu Zeynep Rakkavî berpirsiyarê vê maseyê bû. Bi biryara wi ev êrîş pêk hatin. 
 
Vegotina Amîrê DAÎŞ'ê yê Tirkiye Îlyas Aydın (Ebu Ubeyde Turkî) wê bidome. 
 
MA / Nazim Daştan
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/05/2019
09:41 Welatiyên gundê wan tê valakirin: Etî Bakir terorê pêk tîne
09:39 Berxwedana Leyla Guven di roja 183'yan de dewam dike
09:27 'X-Ray, bi awayekî filî pêkanîneke qeyûma ye'
09:26 Bertek nîşanî Waliyê Dersimê dan: Hûn nikarin nirxên me yên pîroz bieciqînin
09:25 Êdî çavê nivîskarê di greva birçîbûnê de nabîne
09:25 Gulsum Kav: Tiştên divê dozger bikin malbat dikin
09:24 Bi 4 zimanan dîroka Pira Malabadê vedibêje
09:23 Dayikan bang kir: Gavan bavêjin
09:23 Şaredariya Rihayê ne xera dike ne jî dihêle mirov saz bikin
09:22 Kaboglû: Tecrîd nayê qebûlkirin
09:21 'Wekî findekê dihelin'
09:20 ‘Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ne ji bo bidawîbûna tecrîdê ye'
09:18 'Hikûmet li şûna aloziyê divê gavên bi bawerî bavêje'
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2019'AN
08/05/2019
20:19 Mizrakli: Pêdivî ne bi amûra X-Ray bi aqlê selîm heye
19:31 Li girtîgehan koma duyem dest bi rojiya mirinê dike
17:32 Polîs dixwazin bi darê zorê amûra X-Rayê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi cih bikin
16:11 Kaplan ê di rojiya mirinê de ye: Heta tecrîd rabe em ê li ber xwe bidin
15:57 Cerdevan hevjîn û kurê xwe kuşt
15:41 HDP'ê der barê grevên birçîbûnê de hikumet hişyar kir: Sibe pir dereng e
15:25 Meheke polîs li Gebzeyê malbatan asteng dikin
15:13 Humermendên Kurd li pêş Parlamentoya Ewropa piştgirî dan çalakgerên grevê
15:12 Balyozxaneya Swêdê Şaredariya Amedê ziyaret kir
14:57 Jinên li Wêranşar û Îzmîrê hatibûn binçvkirin, hatin berdan
14:50 Dayikên girtiyan: Bi lez tecrîdê rakin
14:48 Li ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Daxwaza girtiyan pêk bînin
14:47 Cendirmeyan êrîşî gundiyên li dijî Etî Bakirê kir
14:12 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
13:37 Danişîna rojnameger Durket Suren hat dîtin
13:26 Ji Şaredariya Cizîrê û Walîtiya Şirnexê daxuyaniya ‘X-ray’
13:26 Der barê 9 HDP’iyan de 13 fezleke şandin meclîsê
13:10 Dayik li cihê lê hatin astengkirin çalakiya rûniştin li dar xistin
13:04 Mornîng Star ji bo 'Kîbriye Evren' dest bi kampanyeya azadiyê kir
13:03 49 baro li dijî biryara YSK’ê derketin
12:16 Di doza Berkîn Elvan de rapora keşfê ne hat
12:15 Adolfo Perez Esquivel li dijî tecrîdê name ji CPT re şandin
11:45 HDK: YSK bûye amûra darbeyê ya îktîdarê
11:38 Cezakirina bijîşkan şermezar kirin
11:37 Cezayê çawîşê ku Pakîze Hazar kuşt kêm kirin
11:28 Dadgehê danişîna rojnamegeran taloq kir
11:27 Meheke ji bo zarokên xwe li ser pêya ne
11:15 Amîrê DAIŞ'ê Îlyas Aydin pêvajoya têkçûna DAIŞ'ê vegot
11:04 Hunermendên piştgirî dan Îmamaglû morh kirin!
10:11 Li pêş şaredariyên HDP'ê cîhazên X-Ray bi cih kirin
09:56 Heyeta Şopandinê rapora çalakgerên grevê ji Wezareta Dadê re şand
09:08 Parêzerê Doza Panzêrê: Divê wek roja ewil xwedî li dozê bê derketin
09:07 ‘Lutfiye Xanim ji qaseya şaredariyê bi 300 hezar TL xwarin xwariye'
09:06 Çaygera şaredariyê ku qeyûm ew ji kar avêt bû hevşaredar
09:05 Mizrakli: Biryara der barê Stenbolê de darbe ye
09:05 Birayê xwe kir cîgirê xwe
09:04 Rismê ku xêz kir ji Leyla Guven re şand
09:04 'Bereketa meha Remezanê jî nemaye'
09:04 Girtiyê nexweş ê 69 roj in di grevê de ye xwîn ji devê wî tê
09:00 Berxwedana Leyla Guven di roja 182'yan de dewam dike
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2019'AN
08:43 Malbata Alî Ete 9 meh şûnde gihişt cenaze
08:15 Li dijî tecrîdê laçikên spî bi daran ve girêdan
07/05/2019
21:45 'Ji bo ev pêvajoya tarî bi dawî bibe, divê tecrîdê bê rakirin'
21:34 Malbatên hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:09 Egitîm Sen'ê encama 11'emîn pêşbirga Çîrokan a Abdullah Dûran aşkere kir
18:05 Nobeta 'Deng bide jiyanê' di roja 4’an de li ÎHD'ê didome
Adar: Teqez em ê bi ser bikevin
17:53 Dadgehê 10 meh ceza li Rojnameger Pişkin birî
16:44 Dayikên girtiyan serdana DBP’ê kirin
16:40 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê bertek betalkirina hilbijartina Stenbolê dan
16:22 Malbatên girtiyan: Em ê her roj li Parka Koşuyolu bin
15:59 Eskeran Hevşaredarê berê yê Îdirê Yîkît binçav kirin
15:39 Ahmet Turk: Peyama ferzkirina aştiyê hat dayîn
15:37 Wekîlên di grevê de: Divê îktîdar aşkere û misoger bike ku tecrîd bi tevahî rakiriye
15:22 Maşînê li keriyê pez qeliband: 6 kes birîndar bûn 50 mih mirar bûn
15:11 Bijîşkan li Stenbol û Rihayê cezakirina bijîşkan şermezar kir
14:46 Dayik li ber girtîgehan dengê xwe bilind kirin
14:17 Temellî xwest hevdîtinên li gel Ocalan bidomin
14:15 Şaredariya Sûrê: AKP ji mexdûriyeta 146 kesan berpirsyar e
14:11 Akademisyen Ustel beriya têkeve girtîgehê: Em ê gotinên xwe bilind bikin
13:33 Biryara dadgehê ya ku pêşiya hevdîtina li Îmraliyê vekir
13:03 Baroya Amedê: Em ê destûr nedin tunekirina qadên şîn
12:38 Wezareta Karên Hundir, polîs li ber şaredariya HDP’ê danî
12:35 Rojnameger Kîbriye Evren nehat berdan
12:09 Emîrê DAIŞ’ê Îlyas Aydin, Pirsûs, Enqere, Cerablûs û şewitandina 2 eskerên tirk vegot
12:08 Hilbijêrên KHK’î wê serî li AYM'ê bidin
12:04 Baroya Edene: Biryara YSK'ê darbeya li dijî demokrasiyê ye
11:29 Ergîn Akhan ê di rojiya mirinê de: Em bi biryarin, emê tecrîdê bişkînin
11:09 Prof. Dr. Sîbel Perçîner: Heta tecrîd ranebe tu kes nikarin nefes bistînin
10:41 Rojnameger Turay ê di greva birçîbûnê de: Em wek roja ewil bi biryardarî dewam bikin
10:28 Li Gebarê leşkerekî din jî jiyana xwe ji dest da
10:23 CHP: Rêya nehesibandina vîna gel vebû
10:23 Festîvala 7’emîn a Belgefîlma FîlmAmed sibê dest pê dike
10:09 Leyla Guven 181 rojin di greva birçîbûne de ye
09:27 Înîsiyatifa Deng bide Leylayê, peyam û çîrokên girtiyên di grevê de weşandin
09:08 Baroya Îzmire li dijî biryara YSK'ê 'Nobeta demokrasiyê' da destpekirin
09:07 ‘Her ku roja dayikan nêz dibe dilşikestî dibim'
09:07 Malbata xaniyê wan li ber lehiyê çû li benda alîkariyê ye
09:07 Çîroka Gaye Yûrttaş a ji Dersimê wêneyê Tirkiyeyê bi her awayî dide der
09:06 Berxwedana karkerên SÎBAŞ'ê ya li dijî kedxwariyê didome
09:06 Hevjîna Ateş ê di greva birçîbûnê de: Tenê ne dayik divê ker kes têbikoşe
09:05 Girtiyê 101 roj in di greva birçîbûnê de: Heta em bi ser nekevin wê çalakiya me bidome
09:05 Girtiyê ji ber protestokirina Komkujiya Roboskiyê 18 sal ceza lê hat birîn 137 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:05 Koma ewil a şanoya xweser a Rojava: Teatra Sarya Baran
09:04 Dayika ku kurê wê 26 sal in girtiye: Gava em dest bidin destê hevdu em ê karibin rê li ber mirinê bigirin
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2019'AN