Amîrê DAIŞ'ê yê Tirkiye ku di destê QSD'ê de ye axivî 2019-05-06 12:01:12 RIMÊLAN - Amîrê DAIŞ'ê yê Tirkiye Îlyas Aydın (Ebu Ubeyde Turkî) ku QSD'ê ew di operasyona Dêra Zorê de dîl girt, rêxistinbûna DAÎŞ'ê û piştgiriya ku DAIŞ'ê ji Tirkiye girtiye û hûrguliyên teqîna li Pirsûsê vegot.    Hêsên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di operasyona li Dêra Zorê ku li dijî DAIŞ'ê pêk anî de Amîrê DAÎŞ'ê yê Tirkiye Îlyas Aydin dîl girtin. Aydin ku di nava DAîŞ'ê de navê wî wekî "Ebu Ubeyde Turkî" tê zanîn, di heman demê de li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji doza DAÎŞ'ê ya sereke tê darizandin. Pekî bersûcê yekemîn yê dozê tê darizandin. Aydin, di nava rêxistina DAİŞ'ê de wekî berpirsê qada bîrdozî yê axa Şamê tê zanîn. Aydin, di heman demê de li Tirkiye Serokatiya cemaetekê jî kiriye. Aydin, têkildarî komkujiya li Pîrsûsê, têkiliya DAIŞ'ê û Tirkiye û xebatên DAIŞ'ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    ÇÛNA MISIRÊ    Aydin ku bi eslê xwe ji Navçeya Îspîrê ya Erziromê ye, li Stenbolê ji dayik bû û mezin bûye. Lîse xelas kiriye. Heta niha gelek caran ji doza El Kaide hat binçavkirin û girtin. Ji van dozan heta 25 salan ceza xwar.  Aydin, piştî lîse xelas kir, di salên 2007-2008'an de çû Misirê û Ilmê şer-î xwend. Aydin 2 caran zewiciye û 8 zarokên wî hene.    CEMAETA EBU UBEYDE AVA KIR   Aydin, diyar kir ku piştî ji Misirê vegeriya Stenbolê, ciwan perwerde kirin û bi wan re ders dît û wiha got: "Ev dersên ku me dît, hem dersên îtikadî û hem jî dersên fıkhî bûn. Dersên ku me dîtin, me li ser înternettê jî parve kirin. Me ji bo van dersan rûpela înternetê ya bi navê “www.islamdaveti.com” vekir. Beriya van dersan min cemaeta bi navê Ebu Ubeyde ava kiribû. Me bi rêya vê malperê agahî parve kirin û yên ev malper dîtin bi mere ketin nava dan û stendinê. Me beşek ji bo têkiliyan ava kir. Piştre me li Şirinevlerê mescitek vekir. Me her roja înê mirov dawetî vir kir. Min li wir dersên tefsirê dan. Ez bi vî şiklî mezin bûm. Rêberê vê cemaetê ez im. Cemaeta min ava kir, bi dehan kes tev li DAÎŞ'ê kir."     MIN LI STENBOLÊ NIMÊJA CEJNÊ DA KIRIN   Aydin, anî ziman ku di sala 2014’an de wî li Omerlî ya Stenbolê nimêja cejnê bi rêxistin kir û wiha got: "Min li hemberî girseya nimêja cejnê axaftin kir. Yê li pêş girsê nimêj kir Zaza Mustafa  bû. Wê demê em li cemaetên mezin û biçûk dihatin cem hev."     ÎLHAMÎ BALI TÊKILIYÊ DATÎNE   Aydin, destnîşan kir ku hin kesên wê demê bi DAİŞ'ê re xebitîn nas dike û wiha lê zêde kir: "“Di nava wan de Ebu Bekir Turkî jî hebû. Wê demê berpirsê sînor ê DAÎŞ’ê bû. Navê wî yê rastîn Îlhamî Balî ye. Min ew berê jî nas dikir. Îlhamî kesên birîndar dianî Tirkiye û bi wan eleqeder dibû. Wî gelek kes ji DAÎŞ’ê nas dikir. Ligel wî zarokê bi navê Abdulhakim hebû. Dema wi ez nas kirim, got tu çima tev li wan nabe. Tu çima nabe alikarê me. Mirov ji te hez dikin û te dişopînin. Li Tirkiye hêzek te heye. Min jî got hin meseleyên bîrdozî hene. Divê ez wan zelal bikim. Di heman demê de bû wesîle ku ez amîrê jor ê Dewleta Îslamê nas bikim. Got 'Ger ku tu yekî rayedar bibîne dibe ku me li hev bikin' Min jî got' Ji bo min tu erk û rutbe ne pîvan e. Ji bo min yekî payebilind lazim e. Wî Ebu Muhammed Adnanî pêşniyar kir. Piştî Bagdadî yê Dewleta Îslamê mirovê duyemîn e. Berdefkê fermî yê DAÎŞ’ê ye. Min bi wî şiklî qebûl kir ku bi wan re hevdîtin bikim."    DI NAVA DAÎŞ'Ê DE BERPIRSÊ BÎRDOZIYÊ BÛM   Aydin, bal kişand ser êrîşa DAÎŞ’ê ya li dijî Kobanê jî û wiha lê zêde kir: "Dema DAIŞ'ê êrîşî Kobane kir, ez di Hezîrana 2014'an de derbasi Sûriye bûm. Dema ez tev li DAÎŞ’ê bûm, DAIŞ'ê li Kobanê 315 gundên Kobanê dagir kir. Dema şer li Kobanê berdewam dikir, ez çûm Girê Spî û vegeriyam. Ji bo ez biçim Girê Spî Îlhamî Balî bû alîkar. Hemû berpirsiyariya rê Îlhami Balî da ser milê xwe. Her kesî nikarîbû li gorî serê xwe sînor derbas bike û tev li Dewleta Îslamê bibe. Ji ber agahiya yên jor hebû mirovên Adnanî ez li Cerablusê hilgirtim. Ez di sînorê Dîlokê re derbasî Cerablusê bûm. Bab navenda Adnanî bû. Berpirsê herêma Heleb, Minbic, Ezaz, Cerablus û Hama bû. Ez li Babê bi Adnani re li biryargehek eskerî hatim cem hev. Ez ketim bin fermana wî. Piştî ez tev li rêxistinê bûm, 2 sal şûnde ez bi Bagdadî re hatim cem hev. Piştî tev li DAİŞ'ê bûm ez bûm berpirsiyarê qada bîrdozî. DAIŞ Sûriyeyê wekî axa Şamê qebûl dike. Ez li vir yek ji kesên payebilind bûm."   SÎNORÊ KOBANÊ Û TIRKIYE    Aydin, bal kişand ser êrîşên li dijî Kobanê jî û wiha berdewam kir: "Kobanê yek ji pêvajoya hearî dijwar a DAÎŞ'ê ye. Em wekî rêxistinên cîhanê yên din ne xwedî rêxistinek demokratîk in. Dema êrîşî cihekî din bikin naçin ji eskerên wwe napirsin. Rêveberê Dewleta Îslamê Îmam e. Di bin fermana Îmam de 6 kesên ku şûreya eskerî pêk tînin hene. Hemû rêxistin ji aliyê ekîba 7 kesan ve tê rêveberin. Hemû biryarên tên stendin tenê Îmam û şûraya bilind a ji 7 kesan pêk tê dizanin. Meclîsa Şûrayê ji 2 kesan pêk tê. Biryara êrîşa li dijî Kobanê ji aliyê 3 kesan ve hat dayîn. Wê demê Til Ebyad û Cerablus di deste rêxistinê de bû. Hemû muhacîr li ser Tirkiye derbas dibûn. Em hemû teqemenî, madeyên kîmyewî, dermankirina kesên birîndar û hemû têkiliyan di ser deriyê Tirkiye re pêk tînin. Ji bo 2 nokte bigêjin hev, Kantona Kobanê heye. Hêzên Kurd ên li wir diyar dikirin ku ew herêm ya wan e û wê bistînin. Vir herêma herî nêz a Rakka bû. Ev rewş talûke bû."    ‘ŞAŞIYA HERÎ MEZIN LI KOBANÊ PÊK HAT'   Aydin, bibîr xist ku di milê siyasî û eskerî de şaşiyên wan çêbûn û wiha lê zêde kir: “Me di mile siyasî de tu carî siyaseta ku em dijmin kêm bikin nemeşand. Me bêtir dijminê xwe zêde kir. Ev yek ne li gori siyaseta Hz. Muhammed bû jî. Ew dema çû Medine ewil bi cuhîyan re li hev kir. Lê me dijberî wê kir. Ev şaşiya meya siyasî bû. Şaşiya din milê eskerî bû. Me mirov li pêş kamerayan serjêkirin û şewitandin. Vê yekê dijminantiya li hemberî me zêde kir.    TIRKIYE DERIYÊ XWE VEKIR   Aydin, herî dawî anî ziman ku DYA û Tirkiye di destpêka şer de deriyê Tirkiye vekir û wiha bi dawî kir: "Ji bo ciwanan li dijî Beşar Esad bidin şerkirin şandin Sûriyeyê. Ev ciwanên radikal û îslamparêz bûn. Ev gav bi gav heta DAIŞ'ê hatin. Ev heta êrîşa li dijî Pirsûsê berdewam kir. Yekîneya operasyonên eskerî ya derve ya Dewleta ÎSlam êrîşa Pirsûsê pêk anî. Yekîneya Alaqatil Xarîciye (Têkiliyên derve) e. Ev yekîne hemû erîşên Ewropa û derve tevan pek tîne. Êrîşa wan a ewil êrîşa li navenda Rakka bû. Piştre hemû êrîş bi şiklê “Tenê kurd" pêk anîn. Yanî kesên têkiliya wan a bîrdozî bi rêxistinê re hebûn pêk anîn. Di nava vê yekîneyê de maseyek taybet hebû. Mektebil Turkî ango Masaya Tirkiye. Ev mase ji êrîşên li Tirkiye berpirisyar bû. Vê maseyê kesên ku çalakiyên întîharî pêk dianî amade dikir û perwerde dikir. Kesên dişandin Tirkiye. Yek ji kesên ji bo întîharê şandin Tirkiye Abdurrahman Alagoz bû. Êrîşa li Pirsûsê pêk anî. Birayên Alagoz ew kesên li Pirsûs û Enqereyê êrîş pêk anîn e. Ew hêj nehatibûn Tirkiye wêneyen wan hatin weşandin. Ev jî pir aşkere nîşan dide ku îstixbarata Tirkiye xwe gîhandiye vê maseyê. Ev teqîn bi fermana Bagdadî pêk nehat. Wê demê Ebu Zeynep Rakkavî berpirsiyarê vê maseyê bû. Bi biryara wi ev êrîş pêk hatin.    Vegotina Amîrê DAÎŞ'ê yê Tirkiye Îlyas Aydın (Ebu Ubeyde Turkî) wê bidome.    MA / Nazim Daştan