AMED - 5 jê dayikên girtiyan 7 kesên ku xwestin bikevin Parka Koşûyolû ya di ablûkeya polîsan de, ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçav kirin.
Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de xwestin bikevin Parka Kolûyolû ya navçeya Rezan a Amedê ku polîsan di saetên serê sibê de bi bariyeran dorpêç kiribûn. Lê polîsan êrîşî dayik û xizmên girtiyan kirin.
Polîsên ku êrîşî dayikan kirin 5 jê dayikên girtiyan 7 kes binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin, paşve kelepçe kirin û kirin wesayîtan. Hat dîtin ku polîsan li serê dayikên kirin binçavan xistin û di wesayîtê de jî polîsan êrîşên xwe yên hişk li ser dayikan berdewam kirin.