Dayik dîsa daketin Parka KoşuyoluPolisan dayik bi lêdanê binçav kirin 2019-05-05 12:29:57 AMED - 5 jê dayikên girtiyan 7 kesên ku xwestin bikevin Parka Koşûyolû ya di ablûkeya polîsan de, ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçav kirin.  Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de xwestin bikevin Parka Kolûyolû ya navçeya Rezan a Amedê ku polîsan di saetên serê sibê de bi bariyeran dorpêç kiribûn. Lê polîsan êrîşî dayik û xizmên girtiyan kirin.     Polîsên ku êrîşî dayikan kirin 5 jê dayikên girtiyan 7 kes binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin, paşve kelepçe kirin û kirin wesayîtan. Hat dîtin ku polîsan li serê dayikên kirin binçavan xistin û di wesayîtê de jî polîsan êrîşên xwe yên hişk li ser dayikan berdewam kirin.