'Daxuyaniyên waliyan kûjeran bêceza dihêle’

img

AMED – Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku daxuyaniyên waliyan ên “şaş û derew” ji kêliya ewil ve darizandinê araste dike û got: “Polîtîkaya bêcezakirinê em behsa wê dikin ev yek e.” 

 
Li bajarên herêmê her serdem ciwanên kurd ji aliyê polîsan ve tên kuştin. Di serî de bûyerên bi vî rengî jî li Amedê û bajarên din pêk tê. Waliyên Amedê û waliyên bajarên din piştî her bûyerê daxuyanî didin û civakê “şaş” agahdar dikin, polîsan mafdar dikin û kesên tên kuştin jî tên neheqkirin. 
 
ŞAHÎN ONER
 
Şahîn Oner ê di 2013’an de li Amedê polîsan ew di bin maşîneya zirxî de hiştin û kuştin, demildest Waliyê Amedê Mustafa Toprak daxuyanî dabû û Oner tewanbar kiribû. Tevî raporên tibî jî ku daxuyaniya walîtiyê pûç kirin, lê dîsa Oner hat neheqkirin û polîsê Oner kuşt bêceza tê darizandin. 
 
KEMAL KURKUT
 
Li Amedê polîsan Kemal Kurkut ê xwendekarê zanîngehê jî di Newroza 2017'an de li ber çavê kameryan kuştin. Waliyê wê demê Huseyîn Aksoy jî gotibû “li ser muhtemela bombeya zindî ye hatiye kuştin” lê wêneyên bûyerê yên Abdurrhamna Gok kişandin daxuyaniyên walî û polîsan derewandin. Polîs Y.Ş. ê Kurkut kuşt jî bêcezakirin û girtin tê darizandin. 
 
RECEP HANTAŞ
 
Herî dawî di 14’ê nîsana 2019’an de polîsan li Parka Sumerê ya Amedê Recep Hantaş gulebaran kir û kuştin. Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu daxuyanî da û Hantaş bi dosyeya “diziyê” sûcdar kir û îda kir ku “li banga hişyarkirinê guhdar nekiriye” û hatiye kuştin. Lê di dîmenên derketin holê de polîs êrîşî Hantaş dikin û neçar dimîne direve. Pişt re jî gule lê dikeve. Li ser vê yekê dozgeriya Amedê lêpirsîn da destpêkirin û polîsê kujer K.B. da girtin. 
 
'DAXUYANIYÊN WALIYAN KUJERAN BÊCEZA DIHÊLE’ 
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn têkildarî van daxuyaniyên waliyan ku kujeran diparêze û kesên tên kuştin sûcdar dikin axivî. Zeytûn anî ziman ku piştî bûyeran waliyên daxuyanî didin bi qada wan ve eleqedar nîne û ev erka vê daxuyaniyê ya darazê ye. Zeytun diyar kir ku walî amirê giştî yê polîsan û eskeran e û got: “Piştî her kuştinê dosyeyên vedibin mixabin xistine rewşa elimandinê. Me herî dawî jî di bûyera Recep Hantaş de dît. Di cînayeta Şahîn Oner de hêj tu delîl li holê tunebûn walî Şahîn Oner sûcdar kir. Piştî ku bûyerek diqewime walî demildest daxuyanî didin û kesan wek ‘endamên rêxistinê’ didin nîşandan. Wezefîya arastekirina darazê demildest radigirin ser xwe. Daxuyaniyên waliyan bi tevahî dikin ku kesên kujer bêceza bikin. ‘Polîtîkaya bêcezakirinê’ ku em behsa wê dikin ev yek e. Rê li ber lêpirsînek birêk û pêk digirin. Dixwazin lêpirsînê berevajî bikin. Daxuyaniyên waliyan li ber lêpirsînek di cih de dibe asteng. Daxuyaniyên waliyan ên “şaş û derew” ji kêliya ewil ve darizandinê araste dike. Daxuyaniyên waliyan berpirsan bêceza dihêlin. Bûyera herî şênber jî ya Kemal Kurkut e. Giliyên sûc tên kirin jî hemû bêbersiv tên hiştin.” 
 
MA / Aydin Atay
 

Sernavên din

06/05/2019
20:21 AKP'ê îtîraz kir YSK'ê betal kir
18:56 Denîz Kaya: Heta daxwazên me qebûl nekin çalakiya me wê bidome
17:38 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:39 3 fîdan li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Emê hêviyê mezin bikin
15:55 Ocalan: Pêdivî bi lihevkirina civakî heye
15:50 Cara duyemîn îtîraza AKP’ê ya KHK’ê hat redkirin
15:22 Dayikan der barê polîsan de serlêdana sûc kirin
15:04 Li Gabarê operasyona bi piştgiriya hewayî dewam dike
15:01 Oluç: Helwesta yên ferman didin û yên fermanê pêk tînin jî nayê qebûlkirin
14:47 Malbatên çalakiya wan hat qedexekirin: Hiqûq ji bo we jî pêwîste
14:41 Polîsan kartên dimen û wêneyan ên Rojnamegeran desteser kirin
14:35 Guldexwîn, Gola Wanê hembêz dikin
13:50 Dayikan astengiya polîsan nas nekir û meşiyan
13:46 Dayikan ligel mudaxileyê jî, dest bi çalakiya rûniştinê kirin
12:31 Parêzeran bi Rêberê PKK’ê Ocalan re hevdîtin pêk anî
12:24 Li Wêranşarê binçavkirina jinan hat dirêjkirin
12:18 Li Edenê jinek hat kuştin
12:11 Polîsan Parka Koşûyolû li gel girt
12:01 Amîrê DAIŞ'ê yê Tirkiye ku di destê QSD'ê de ye axivî
11:48 Leyla Guven ket 56 saliya xwe: Tu rûdanek heskirina li ser rûyê cîhanêyî
11:13 Danişîna rojnameger Kîbriye Evren dê sibe bê dîtin
11:01 Bihar, xweşikî, kulîlkên rengîn û çiyayê bi berf
10:34 Cenazeyê Fûrkan ê berî 20 rojan winda bû hat dîtin
10:20 Dolar gihişt 6.0 TL.
10:11 Malbatên di çalakiyê dene: Em natirsin lê ew ji 15 dayikan ditirsin
10:06 Di balafira li Moskova ket de 41 kes mirin
09:52 4 kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
09:43 Alkan ê 40 rojan di rojiya mirinê de ma: Rojiya mirinê berteka li dijî cemaweriyê ye
09:37 Ciwan ji bo grevên birçîbûnê meşiyan
09:05 Di roja rojbûna xwe de dest bi rojiya mirinê kir
09:05 Pekoz: DYA der barê Sûriye de biryar daye
09:04 Dadgeha Îstinafê xwest malbatên PKK’iyan ji nûve bên darizandin
09:04 Dayik: Bedel çi dibe bila bibe emê ji bo daxwazên zarokên xwe têbikoşin
09:04 Saglam ê li malê di grevê de: Em li dora çalakiya zindanê bibin xeleka ji agir
09:00 ROJEVA 06'Ê GULANA 2019'AN
08:18 Leyla Guven 6 meh in di greva birçîbûne de ye
08:10 Li Efganîstanê êrîşî midûriyeta polîsan kirin: 13 polîs hatin kuştin
05/05/2019
21:49 Li Stenbolê li dijî tecridê meşa meşaleyî
21:21 Ocalan: Vê tevgerê bi ciwanî dest pê kir, wê bi ciwanî bi dawî bike
21:02 Hêjmara kuştiyên li Gazzeyê zêde dibin
20:49 Di operasyona li Şirnexê de 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
18:40 Rojnameger Bariş Polat serbest berdan
18:31 Milên xwe dan hev û li dijî tecrîdê meşiyan
18:14 Amîrê DAİŞ’ê yê Tirkiye Ebu Ubeyde di destê QSD’ê de ye
17:28 Leyla Guven, Bobby Sands bibîr anî
17:04 Li 4 bajarên Kurdistana Federal grevên birçibûnê didomin
16:33 Malbatên girtiyan daketin kolanê
Polîsan Hevserokê Şaxa TUAYDER'e Acar birîndar kir
16:26 Kaboglû: Berpirsiyartiya dewletê ya li hemberî girtiyan qat bi qat zêdetire
16:13 Dayikên li pêş Gebze di çalakiyê de astengiya nas nakin
15:50 Malbat: Em ê sibê disa bên
15:32 Malbatên ku polîsan destûr nedan daxuyanî bidin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
15:16 Li Silopiyê teqîn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:15 Cerdevan û çawîşê pispor ên Kaya kuştin hatin girtin
14:49 Malbatên girtiyan: Heya ku daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin dê li qadan bin
14:17 Koma 9'emîn çalakiya greva birçîbûnê ya li Wanê dewr girt
14:03 HDK: Divê lêborînê ji gelê Dersîmê bixwazin
13:55 Surucu ya çû serdana dayikên di nobetê de: Berxwedan dê serbikeve
13:09 Rewşenbîrên Îtalî ji CPT û YE'ê xwest ku tecrîdê rakin
13:03 Cenazeyê jina ku hat îdakirin xwe avêtiye Çemê Dîcle hat dîtin
12:36 Malbata Ayten Becet Guven ziyaret kir
12:29 Dayik dîsa daketin Parka Koşuyolu
Polisan dayik bi lêdanê binçav kirin
11:56 Dede yê HDP’î: Eskeran mudaxileyî ambûlansê kirin Şen ji ber windakirina xwîn mir
11:00 Polîsan Parka Koşûyolû bi TOMA, hêzên çewîk û bariyeran dorpêç kirin
10:51 Endamên KESK'ê yên polîsan ew binçav kirin hatin berdan
10:49 Cenazeyê operatorê di çem de winda bû dîtin
10:32 Serokê Konseya Navendî ya TTB’ê Adiyaman: Em ê îtîraz bikin
09:54 Qeyûm di ziyareta wekîlên AKP'ê de xwarin daye 4220 kesan: Wekîlê AKP’ê red kir
09:17 Malbatan di bin dorpêçê de çalakiya xwe berdewam kir
09:16 'Em li ber girtîgehê xwedî li daxwazên zarokên xwe derkevin'
09:14 Kurkçu: Denîz û hevalên xwe sax bûna wê li dijî tecrîdê derketina
09:12 Malbata Enver Donmez ê di rojiya mirinê de: Aştî bi rakirina tecrîda Ocalan pêkan e
09:11 Nizamettîn Togûç: Heta tecrîd bi dawî nebe ez tev li danişînan nebim
09:10 'Divê hunermend bibin dengê çalakgeran'
09:08 'Di Hezîranê de krîzeke siyasî û aborî ya mezin li benda Tirkiyeyê ye'
09:07 Ji bo girtiyên di grevê de kampanyaya nameyan
09:05 Gungor ê 141 roj in di grevê de ye: Berxwedana me ji bo pêşeroja hevpar e
09:02 Anigi yê di rojiya mirinê de: Ev têkoşîn xwedî ruhekî pir mezin e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2019'AN
08:42 Leyla Guven 179 roj in li ber xwe dide
04/05/2019
18:05 Li Colemêrgê 3 esker û li Ezezê eskerekî jiyana xwe ji dest da
17:17 Komeleyên Elewiyan: Komkujî biryara dewletê ye
17:00 Parlamenter Taşdemîr bi malbatên girtiyan re civiya
16:53 Piştgiriya ji bo rêveberên TTB'ê didome
16:53 ‘Yên bêdeng dimînin wê çawa li rûyê zarokên xwe binêrin?’
16:13 Li Pîranê operasyona eskerî didome
15:50 'Tu dewlet nikare dayikan asteng bike'
15:50 Dayikên girtiyan daxwazên xwe ji CHP’ê re ragihandin
15:31 Di salvegera komkujiya Dersimê de qurnefil avêtin çemê Mûnzûrê
15:31 Xwestin ji bo tedawiya nexweşên girtî gav bên avêtin
15:14 Polîsan dayikan bi erdê re kaş kir û 6 kes binçav kirin
15:06 HDP: Divê lêborîn bixwazin, Tuncelî bikin Dersîm û arşîvan vekin
14:35 Xizmên Windayan: Şideta li dayikan tê kirin bêhurmetiye
14:32 Nuçegîhanê MA Bariş Polat hêj li TEM'ê tê girtin
14:02 'Li welatekî ku dengê dayikan tê astengkirin mirov nikare behsa edaletê bike’
13:33 Belgefîlmên ‘Nûjîn’ û ‘Bîr’ hêjayî xelatan hatin dîtin
13:19 Dayikên girtiyan bi meşê dorpêça polîsan şikandin
12:46 Bavê şivanê kuştî: Li Colemêrgê şivanek bê kuştin ne xema kesî ye
12:30 Girtiyan ji ber heqê nan û avê kontrola bijîşkan red kir
11:43 Rewşa nivîskar Turk û girtiyên din nebaş bûye
11:32 'Daxuyaniyên waliyan kûjeran bêceza dihêle’